22 april 2018

120 saliya rojnameya Kurdistanê pîroz be !



Rojnameya Kurdistanê 120 sal berê di 22 nîsana 1898a da ji alî Mîqdad Mîdhed Bedirxan Beg ve li paytexta Misrê li Qahîreyê hat weşandin. 

Ev rojnameya kurdî ya pêşî bû. Kurdistan, bi tevayî 31 jimar derket û dû ra ji ber bêîmkaniyan û zextên dewleta Osmanî dawî li jiyana xwe anî, hat girtin.

Nuha Tirkiye çawa rê li ber rojnameyên kurdî digre, wan yasax dike, rojnamevan davêje zindanan, bi derketina rojnameya Kurdistanê ra dewleta Osmanî jî eynî tişt kirin, zor da ser Misrê ji bo ku destûrê nedin derketina Kurdistanê.

Di netîceya zextên Osmaniyan ya li ser Misirê, rojnameya Kurdistan mecbûr ma gelek cih guherandin.  Piştî Misrê, rojnameya Kurdistan li Cenewrê, Londonê û Folkstonê jiyana xwe domand.



Ji hejmarên 1ê heta 5a li Qahîreyê, ji 6a  hetta 9a li Cenewreyê, ji 20a heta 23a li Qahîreyê, hejmara 24a li Londonê, ji ya 25a  heta 29a li Folkistona Başûrê  Îngilistanê û hejmarên 30 û 31ê jî dîsa li Cenewreyê hatine weşandin.

"Piştî Mîqdat Mîdhed Bedirxan Beg, Evdirehman Bedirxan Beg xwe da bin barê derxistina rojnameyê, di 47 meh û 22 rojan de, li sirgûnê di rewşeke dijwar de 31 hejmarên Kurdistanê hatine weşandin. Di 13ê nîsana 1909'an rojnameya "Kurdistan" ji aliyê dewleta Osmanî ve hate girtin.”

Bi derxistina rojnameya Kurdistanê, Mîqdad Mîdhed Bedirxan ji gelê xwe ra karekî tarîxî û nemir kir. Ji bo vê diyariya wî ya nemir hezar carî mala wî ava be.

Roja derxistina rojnameya Kurdistanê ji alî hemû kurdan ve wek roja destpêka rojnamegeriya kurdî tê pîrozkirin. Ev roj li Kurdistana Federe jî wek rojeke dîrokî bi gelek civîn û semîneran tê pîrozkirin.
Mîqdad Bedirxan, di hejmara pêşî da sebebê derxistina rojnameya Kurdistanê wiha aniye zimên:

”Li dinyayê çiqas Misilman hene di gund û bajarên hemiyan da dibistan û rojname hene. Bûyerên li dinyayê diqewimin di van rojnameyan da tên nivîsîn. Lê mixabin Kurd ji rojnameyekê bêpar in û nizanin li dinyayê çi diqewime, cîranê wan Mosqof çawa ye, dê çi bike? 

Loma di rêya Xwedê da min ev rojnama ha nivîsî. Bi îzna Xwedê Teala ji niha pê ve di her panzdeh rojan da ezê rojnameyekê binivîsim. 


Min navê wê kiriye KURDISTAN. Di vê rojnameyê da ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim, li ku derê mirov fêr dibe, li ku derê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî kurdan bidim, li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim…"

Hezar carî mala vî kurdperwer, bîrewer û zanayê kurd ava be, bi derxistina rojnameya Kurdistanê ev gava tarîxî avêt û bi vê gava xwe ya tarîxî rêya ronahiyê, rojnamegeriyê li ber gelê xwe vekir û miletê xwe jî wek miletên din kir xwedî rojname…

Bira gorra wî buhuşt be, em minetdarê wî ne.

120 sal piştî derketina rojnameya Kurdistanê, kurd li bakur û rojava di warê rojnamegeriyê da hîn jî gelkî li paş miletên din in, em wek alemê bi pêş neketine. Ev paşdemana di vî warî da dibê hemû kurdan nerehet û xemgîn bike.

120 sal piştî derketine rojnameya Kurdistanê, Kurdistana Başûr ne tê da, li tu beşekî Kurdistanê hîn rojnameyeke me ya rojane tuneye. Li Kurdistana Bakur yek hebû dewleta faşîst ew jî girt. 

Hezar carî mala Mîqdat Mîdhed Bedirxan Beg û Evdirehman Beg ava, em hemû kurd spasdarên wan in. Gorra wan behişt be!
Rojnameya Kurdistan li miletê kurd pîroz be !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE