01 februari 2018

Dibê meriv tu carî ji tobeya xayinan bawer neke

Dîmenek ji dagirkirina Kerkûkê
Foto ji Googlê hat girtin

Qûna carê elimî tirr û fisan, nayê girêdan bi tu ben û werîsan...

Dibê meriv tu carî ji tobeya xayinan bawer neke, wan efû neke. Û piştî îxanetê careke din nebe heval û mitefikê wan.

Yê carê bi gelê xwe ra, bi hevalê xwe ra xiyanet kir, kane careke din û careke din jî bike.

Efûkirina xayinan, hevaltîya bi xayinan ra şaşiyeke nayê efûkirin, heta ehmeqîyeke herî mezin e.

Li Kurdistana Başûr heger partîyên kurd dixwazin li hemberî Bexdayê bi ser kevin, heger dixwazin îxaneta Kerkûkê careke din dubare nebe, heger dixwazin li hemberî êrîşên dijmin bendeke saxlem ava bikin, dibê bi xayinan ra hevakriyê nekin, wan ceza bikin û ji xwe dûr bixin.

Dibê meriv tu carî baweriyê gotinên xayinan neyne, ji ehd û wahdê wan bawer neke.

Hevaltiya bi xayinan ra razana bi mar û dûpişkê ra. Qûna carê elimî tirr û fisan, nayê girêdan bi tu ben û werîsan

XXX
Di rojên reş û giran da, gava dijmin bi artêşeke giran û bi kerîyek gurûhên îslamî girtibin ser bajarê te, gava top û bombe bi ser serê te û zarokên te û gelê te da dibarin hestê bêkesîyê û bêpiştiyê hestekî pir xerab e, janê dide dilê meriv. Meriv xwe di orta deryayê da tik û tenê his dike...

XXX

AFP: Balafirên Tirkiyê perestgeha 3 hezar salî rûxand
Balafirên Tirkiyê li Efrînê cî û warên tarîxî, perestgehên hezarsalan jî bombebaran dikin.

Li gorî nûçeya AFPê, Perestgeha Eyndarê ya 3 hezar sal kevn jî hatiye bombebarankirin.

Artêşa tirk ne tenê dixwaze koka kurdan biqelîne, bi kurdan ra dixwaze welatê wan jî, tarîx û eserên welatê wan jî mehû bike, ji ortê rake. Ji roja dewleta tirk ava bûye ev kar li Kurdist
na Bakur bi rengekî wahşî kiriye, nuha jî dora Kurdistana Rojava ye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE