17 januari 2018

Ji bo ku em kurd in Tirkiye zulmeke nedîtî li me dike


Tirkiye li kurdan çavsorî û zorbatiyeke dûrî aqila dike. Ji bo ku çavê wan kurdan dibire. Li ciyê rehetiyê, bêyî kurd xîçek jî avêtibin ji Tirkiyê da dixwazin êrîşî ser kurdan bikin, Efrnê dagir bikin. Hêvî dikim zalim li bela xwe rast werin.

Rûsya û Amerîka çi dibêjin baş ne zelal e, hin xeberên tevlihev, ne zelal li ortê belav dikin. Lê meriv nizane tiştê li ser navê Amerîka tê gotin çiqasî rast e.

Heger Tirkiye êrîş ser Efrînê bike ez bawer nakim Rûsya û Amerîka şerê Tirkiyê bikin. Heger li dij bin ewê nehêlin Tirkiye êrîş bike.

Lê heger Tirkiye êrîş bike maneya xwe Amerîka û Rûsyayê ya destûr dane ya jî gotine em îşê xwe jê naynin, hûn serbest in.

Lê Amerîka û Rûsya deng bikin jî, deng nekin jî kurd ewê bi mêranî li ber xwe bidin. Wekî din tu rê tuneye. Û ev jî kane li ser Tirkiyê buha rûne...

Dîsa jî hêvî dikim biaqil bin û êrîş nekin. Lê bêpiştiya kurdan Erdogan pir stûr kiriye...
Beyana serokê Mazlûmderê Dr. Omer Faruk Gergerlioglu.

2 kommentarer:

  1. Apê Zinar,

    Pêşniyazeke min a din heye. Bi ya min tu li bin wêneyên ne aîdî te nav, çavkanî diyar bikî baştir e ji bo ku em bizanin kîjan wêneyên te ne kîjan ne yên te û hem bi vî awayî neheqî li xwediyên wêneyan jî nayên kirin. Jixwe gava tu wêne bar dikî li wir bişkoka "sernav" jî heye û di sernav de dikarî navê wênegir an jî malper ajansekê diyar bikî. Silav û hurmet.

    SvaraRadera
  2. Baş e, ji nuha û pê da ezê wek te goiye bikim. Bi pêşniyarên wiha rast û biaqil hûn dikin bi zor min bikin bloger û rojnamevanekî profesyonel.

    SvaraRadera

PARVE BIKE