19 januari 2018

Guh nedin qajewaja rûvî û wawîkan


Fotograf ji malpera Dîken hatiye girtin

Pêşiyên tirkan gotine "kotek, lêxistin, kutan)ji cinetê derketiye.Tirk ji lêxistinê fêm dikin. Heger îro me kanîbûya îro tiliya xwe li çavê wan xista, ev quretî û zulm li me nedikirin.

Lê zanin ne em û ne jî hinekên din ewê îfadeya wan negre, lema jî vê stûrîyê, vê zulmê li gelê Efrînê dikin.

Tiştekî din jî, Anqere bi vê siyaseta xwe ya agresîv û arogans li Îraqê û Kurdistana Başûr bi ser ket. Lema jî tirk wek bizina kol tahmijî danuya.

Bi siyaseta xwe ya êrîşkar û şerxwaz li Kurdistana Başûr netîceyeke tam li gorî dilê xwe bi dest xistin, dixwazin eynî tiştî li Sûriyê jî biceribînin.

Lê ew çiqasî bikin qîjewîj û qelebalix vala ye, bêyî avêtina çend topan nikan tu jahrê jî belv bikin.

Çimkî ne Rûsyayê, ne Amerîkayê destûra êrîşê nedane Tirkiyê. serekerkan Akar û serokê MITê Hakan Fîdan jî li Rûsyayê pûş kutan û destvala vegeriyan.her Efrînê. Ew zanin heger herin têkevin Efrînê ewê nikanibin sax û silamet ji wir derkevin.

Ya din Rûsya û Amerîka, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê jî li dijî wan in, li dinyayê yek dewleta piştgiriyê dide êrîşa ser Efrînê tuneye.

Medyaya tirk medyayeke faşîst e, kûra derewa û neyarê miletê kurd e. Ji ber ku Tirkiye nikane êrîş bike xwe diçirînin. Wê demeke din jî bikin qelebalix, ji xwe ra lêxin û ji xwe ra bilîzin û di kîn nefreta xwe da biteqin.

Efrîn kela şêr û pilinga ye, ewê tu carî nekeve, guh nedin qîjewîja rûvî û wawîkan...

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu gotiye, ”Heger me xwe tevî îş û karên Sûriyê nekira, me sîleh neşanda, me destek neda rêxistinên terorîst ev bela nedihatin serê me…”

Kiliçdaroglu carnan gotinên rast û di cî da dike, ev gotina wî jî rast e. Lê pere nake.

Heger Tirkiyê xwe di gelşa Sûriyê negeranda û piştgirî neda hêzên terorîst û bela xwe di kurdan neda, ev îş nedihat serê Tirkiyê.

Lê belê siyaseta Erdogan ya antî-kurd û îslamî, pan-turkîst  bû sebebê Tirkiyê têxe vê rewşa kaotîsk.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE