20 januari 2018

Li ser diz û diziyên edebî


Vê sibê jî wek her tim ez zû ji xew rabûm. Min qahwa xwe da ser û bi du parî nan xurîniya xwe kir.

Derketim der, min lampeyên hewşê vemirandin. Li Swêd bi Cejna Noelê û serê salê ra milet hewşên xwe bi lampeyên rengo rengo dixemilîne.

Me jî şirîdek lampeyên rengîn li ser derîyê hewşê gerandiye, bi şev pir xweş e, di bin berfê da xweşiyeke bêtarîf dide dora xwe.

Li derve 5 derece di binê sifrê da sar e, berf li erdê ye, deng ji beytikan nayê, vêsê hîn ji qulikên xwe yên di asraxên xênî da derneketine…

Min qahwa xwe vexwar, loqek nan û çar zeytûnên yûnanî pê ra xwar û dû ra min rahîşt telefona xwe, hela ka ji min ra tu tişt hatiye ya na.

Bi vekirina Facê ra nivîsa Înan Eroglu ”Întihala Sîdar Jîr a ji Wergera Ergin Öpengin” derket pêş min. Min nasandina pêşî di telefonê da xwend. Min dît mesele cidî ye. Min telefon girt û çûm ber datayê.

Min nivîs xwend. Min dît bi rastî jî Sîdar Jîr ji Ergîn Opengîn sedîsed întîhal kiriye. Yanî ji nivîsa Ergîn Opengîn dizî ye.
Înnan Eroglu di nivîsa xwe da wiha gotiye:

"Bi xwendina ewil re min fam kir ku S. Jîr metnê wergera E. Opengin rasterast kopî kiriye û bi çend guhertinên pir kêm û biçûçik bi metnê wergera E. Opengin lîstiye û li ser navê xwe daye çapkirin. Lê S. Jîr ewqas bi ecemîtî bi wergerê re lîstiye ku çendîn şaşiyên redaksiyonê yên wergera E. Opengin ‘eynen di wergera S. Jîr de jî cihê xwe girtine û nehatine serrastkirin."

Înan Eroglu, çend roj berê li ser întîhaleke, diziyeke din jî nivîseke pir hêja, bi navê ”Kuştina Ahmed Arif, Daliqîna Kuçuk İskender û Întihala Rênas Jiyan” nivîsî bû. Ew nivîs jî bi qasî vê nivîsa li ser întîhala Sîdar Jîr baş û cidî bû.


Gotina ”întîhalê” bi erebî ye, bi îngilîzî dibêjin ”plagîat” yanî ”dizîya edebî.” Helbet carnan jî kane ”diziya  fikrî” be.

Meriv kane fikir û dîtinên yekî din, bêyî nav û çavkaniyê nîşan bide, wek fikrê xwe bibêje…

Bi zimanê gel û bi kurmancîya gel "întîhal" dizîya berhemekê ye, diziya gotinê û nivîsekê ye. Diziya keda yekî din e.

Tu ferqa wê ji diziya pez û dewêr û mirêşk û hêka tuneye. Ha tu bi şev çûyî daketîye neqeba yekî û te kulavek û bereke rengîn dizîye, ha tu ketiye hevşoyê li pişt kon û te mîhak dizîye.

Ha te qismek û ya jî tevayîya keda yekî din ”întîhal” kiriye, yanî dizîye û li ser navê xwe belav kiriye. Hemû jî dizî ne û bêexlaqî ye.

Bi baweriya min di nabêna van herdu diziyan da qet ferq tuneye. Dizî dizî ye, ya çi û çiqas dibe bila bibe qet ferq nake, dizî karekî pîs e, bêexlaqî û bêhurmetiya ji keda yekî din ra ye. Lema jî dibê meriv dizîyê xweş nebîne û dizan miheqeq îfşa bike.

Ji xwe di qanûnan da jî her babetê dizîyê sûc e û li gorî dizîya hatiye kirin cezayê wê heye.

Ji ber vê yekê jî ez vî karê Înan Eroglu pir hêja dibînim û teqdîr dikim. Bi xebatên wiha Înan Eroglu him ”dizên edebîyatê” eşkere dike û him jî dizên din jî ditirsîne. Bi îfşayên wiha dizên din jî kanin bitirsin û dev ji dizîya xwe berdin.

Çend sal berê, sal baş nayê bîra min, kane dawiya 1980î û destpêka 1990î be, di rojnameya Armancê da min li ser van ”întîhalan” yanî li ser dizên keda xelkê bi sernivîsa ”Hahooo, van dizan bigrin”, li ser hev çend nivîs nivîsin û navên çend kesan eşkere kir. Di nava wan da hin kesên bi nav û deng jî hebûn.

”Întîhal, yanî diziya edebî, fikrî û berhema yekî din ne di nava kurdan tenê da heye, li her dera dinyayê ”întîhal” dibe.

Lê  li her welatî jî cezayê ”întîhalê/plagîatê” heye, gava tê tespîtkirin, yê diz him rezîl dibe û him jî kursî, dîplome û qarîyera xwe wenda dike.

Bi taybetî li Amerîkayê li hemberî întîhalê/plagîatê tedbîrên pir sert hatin girtin. Zanîgehên Amerîkayê  întîhalê qet îdare nakin.

Lê li Tirkiyê ev îş pir eyb û sûc nayê dîtin. Piraniya akademîsyenên tirk bi saya sextekariyê û diziyê bûne xwedî dîplome. Întîhalê, diziyê dewlet bi xwe dike, ji bo ku merivê xwe têxe zanîngehê û bike xwedî kursî û meqam.

Yanî li Tirkiyê întîhal ne bûyerên tek û tûk in, qaîde ye, sîstem li ser sextekariyê, derewan û diziyê ava bûye û wer dimeşe.

Ji bo ku rê li ber întîhalê were girtin, li gelek welatan zanîngeh programên astengkirina întîhalan bi kar tînin.

Lê yê me kurdan tiştekî wiha tuneye, em kurd hîn ne bûne xwedî dewlet.

Lê belê bi nivîsên wek ya Înan Eroglu dibê meriv dizên berhemên xelkê eşkere bike. Ev yek întîhalê bi temamî ji ortê raneke jî, ewê kêm bike, ewê rol û tesîreke pozîtîf bilîze…


Spas ji bo van nivîsên Înan Eroglu….

4 kommentarer:

  1. Apê Zinar gelek spas ji bo nivîsa te û nêrînên te yên derbarê nivîsa min de. Apo tu dikarî hîn bibî ew kîjan hejmarên Armancê ne û ez dikarim çawa wan hejmaran peyda bikim. An îhtimal heye ku tu wan nivîsan ji min re bişînî. Gelek silavên ji dil..

    SvaraRadera
  2. Apê Zinar,

    bilaqe İnan Eroğlu hay ji xwe hebe, kesên wisa dikarin mesela edebî bixin dirûvekî şexsî û êrîş li wî bikin.

    Tim bi wêrekî be!

    SvaraRadera
  3. Înan, wek di nivîsê da jî min gotiye bi rastî sal û jimarên Armancê nayê bîra min. Lê Ezê ji bo xatirê te lê bigerim, heger min dît ezê xeberê bidim te.

    SvaraRadera
  4. Biraziyê "anonîm", ez bawer nakim tiştê te gotiye bibe. Gava meriv întîhalê bike yekê jî wiya derxe.

    SvaraRadera

PARVE BIKE