19 januari 2018

Heger ereb ne bêxîret û tirsok bûna tirkan nikanîbûn ev hukim û çavsorî bikirana

Foto ji malpera en son haber hatiye girtin
Bi baweriya min serok û berpirsiyarên Sûriye û Îraqê pir bênamûs û bêşeref in, merivên pir rezîl û tirsonek in, derhema namûsê bi wan ra tuneye. 

Heger ne bênamûs û tirsonekên dinyayê bûna ewê qebûl nekirana Tirkiye welatên wan îşxal bike, ewê qebûl nekirna tirk hewqasî pê li serê wan kin, hewqasî wan rezîl û bêşeref bikin.

Tirkiyê serê salan e bi sedan km. axa Îraqê û û Sûriyê îşxal kiriye, bi hezran leşkerên tirk di nava axa Sûriyê û Îraqê da cirîdê digrin….

Ev jî ne bes e, Tirkiye her roj axa Sûriyê û Îraqê, gund û bajarên wan bombebaran dike, topbaran dike.

Balafirên Tirkiyê sînorên Îraqê û Sûriyê kirine wek rêya xana keran, balafirên tirk rojê çend caran sînorên wan derbas dikin û bombeyên jahrî bi ser çiya û banîyên wan da dibarînin.

Obusên Tirkiyê her roj axa Sûriyê û Îraqê topbaran dikin. Serok û berpirsiyarên Îraqê û Sûriyê, 23 dewletên ereb, 400 milyon miletê ereb li hemberî vê çavsoriyê Tirkiyê newêrin bibêjin kirt !

Ereb rojekê jî bi renegekî cidî li dijî îşxala Tirkiyê derneketine  û bersîveke mêrana nedane Tirkiyê.
Lê hemû jî xurtê kurdan in, tenê kanin bi kurdan. Li hember kurdan hemû jî şêr in.

Lê li hemberî dewleta welatê wan êşxal kiriye hemû ereb jî pisik in, hemûyan jî kumê bênamûsiyê dane serê xwe û serê xwe li ber tirkan ditewînin.

Daîşa wan, Hizbilaha wan, Îxwanên wan, Nusra wan, El Qaîdeya wan hemû jî kûçikên ber deriyê Erdogan in, yek newêre li hemberî  Tirkiyê bibêje kirt!

Yek newêre ji Tirkiyê ra bibêje ji axa Sûriyê û Îraqê derkevin  û welatên me topbaran nekin!
Yek newêre ji tirkan ra bibêje çima hûn her roj gund û bajarên Sûriyê û Îraqê topbaran dikin?

De heger ereb pir mrêr in bira ew bihostek axa Tirkiyê îşxal bikin, bira balafireke wan carê sînorê Tirkiyê îhlal bike.
Heger leşkerên Sûriye û Îraqê bihostekê tenê têkevin nav axa Tirkiyê, bi Xwedê tirk ewê guhên hemû serokên wan jêkin, ewê hemû leşkerên wan bixesînin.

Bêhemdî be jî Sûriye û Îraq yek topê tenê bavêjin ji Tirkiyê da, tirk ewê fermana wan rakin, ewê dinayê bi ser serê wan da hilweşînin.

Lê Tirkiyê bi dehan gund û bajarên Sûriyê û Êraqê îşxal kirine, bi hezaran leşkerên Tirkyê li Îraqê û Sûriyê qamp danîne.

Tirkana fêm kirine ereb ne tu tişt in, ne ew mêrên biwêrin li hemberî Tikriyê rabin. Lema jî mêrika kînga dilê wan bixwaze dikevin Sûriyê jî û Îraqê jî. Û kînga bixwazin bombebaran jî dikin.  

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE