15 januari 2018

Ev qajawaj ji ber bêçaretîyê ye

Ez dibêjim qajewaja serokên Tirkiyê ji xurtiyê bêtir, ji bêçaretîyê û ji qahra ye. Ji ber ku nikanin kurdan bixwin, ji bahca dilê xwe dikin qîjewîj.

Lê kurd ev 7 sal in di nava şerekî germ da ne, fêrî dengê topan û qîjewîjê neyarên xwe bûne. Natirsin.

Tiştê serokên Tirkyê li ser Efrînê û Kuristana Rojava dibêjin ne karê aqila ye, meriv nikane bawer bike.

Di vê sedsalê da zorbatîyeke wiha nehatiye dîtin.

Welatekî xerîb li ciyê rehetîyê dixwaze gelê welatekî din, gund û bajarê xwe biterikînin û teslîmî wan bibin.

Serokên Tirkiye bi çi heqî, bi çi aqilî dibêjin gerek gelê Efrînê teslîm bibe meriv fêm nake.

Xwedê kir Tirkiye bi qasî Amerîkayê ne xurt e, heger Tirkiye bi qasî Amerîkayê xurt bûya, bawer bikin li Kurdistanê yek kurd jî nedihîştin, ewê hemû kurd zindî têxistna binê erdê.

Yanî me yê bigota hevt xwezî bi Cengîz Han...

Û çend kesên çep ne tê da, hemû civata tirk, hemû medyaya tirk piştgiriyê didin vê zorbatiya Tirkiyê û îşxala Efrînê, ji bo êrîşê Efrînê bikin halanan di hukûmetê hil dididn, dibêjin zû îşxal bikin...

Siyaseteke, kîn û nefreteke, zorbatîyeke wiha tu carî nehatîye dîtin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE