Li vê dinyayê gelek tiştên belovacî, şaşomaşo hene. Meriv
dibêje xwezî ev tişte ne wiha, lê wiha bûya.
Ez qesta xwe bibêjim.
Hin kes hene xwe li şaîriyê, romannivîsîyê yanî li nivîskariyê, edîbiyê dikin
bela. Lê di esasê xwe da ne yên vî karî ne. Û hin kes jî hene dibê bibin nivîskar, edîb, şair, romannivîs, çîroknivîs lê
nabin.
Yanî yên dibê nebin nivîskar bûne nivîskar, xwe li edîbiyê kirine bela û yên
dibê nivîskar bûna jî nebûne nivîskar.
Bi gotineke din, xwezî kî herî baş ji heqê çi karî tê ew kar bikira. Yê kane bibe şoferekî baş, biba şofêr û yê kane bibe nivîskarekî baş jî biba nivîskar.
Lê di jiyanê da wiha nabe, gelek tişt belovacî bûne...
Tu bala xwe didî hin kesan zanîn, mistewa întellektuel pê ra sifir e, ziman
nizane û tiştê dinivîse jî pir bêmane ye, lê dîsa jî xwe li nivîskariyê kiriye
bela.
Û li alî din hin camêr jî hene bi zanîna xwe, bi qelema xwe, bi zimanê xwe
meriv dike heyranê xwe, lê ne ji tirkî qut dibin û ne jî dibin nivîskar. Tenê
di medyaya sosyal da bi nivîsîna tiştmiştên biçûk qîma xwe tînin.
Ya haya wan ji hêza wan, ji xurtiya qelema wan tuneye, ya jî cesareta nivîsînê
bi xwe ra nabînin. Tenê di medyaya sosyal da bi hin nivîsên kin qîma xwe tînin.
Dema di Facê da ez rastî kesên wiha têm ez tu carî di ser nivîsên wan ra derbas nabim, miheqeq çend gotinên pozîtîf, bi halan li ser dibêjim.
Ez dixwazim kesên wiha teşwîq bikim, baweriya nivîsandinê bi wan ra xurt bikim. Çimkî gelek kes ji qabîlîyetên xwe bêhay in.
Lema jî dibê meriv kesên xwedî potansîyela nivîsandinê teşwîq bike, cesareta nivîsandinê bide wan, heger bixwazin di warê zimên da alîkariyê bi wan ra bike.
Ez bi xwe viya tim dikim û hin caran jî bi zanetî zêde pesnê wan didim. Bi baweriya min zirara du sê gotinên pesindar tuneye. Lê bêdengî û rexneyên negatîf kane însanan qudûmşikestî bike.
Ji bo wê jî heta ji min tê ez dixwazim xortan teşwîqî nivîsandinê bikim. Qelemên xurt ancx bi nivîsandinê ra derkevin meydanê. Dibê însan binivîsin, dû ra berhem li bêjingê dikevin, hinekê bibin ifare û bin bêjingê kevin û hinekê jî li ser bêjingê bimînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar