14 januari 2018

Numan Kurtulmuş: Heger ne Tirkiye bûya gelek welatan ewê referandûma Kurdistanê nas bikira

Heger Tirkiye bêdeng bima gelek welatan ewê referandûma serxwebûnê ya 25ê îlonê qebûl bikira. Lê mixalefeta Tirkiyê rê li ber vê yekê girt.

Wezîrê Kultur û Turîzmê yê Tirkiyê Nûman Kurtulmuş gotiye di sala 2017a da serkeftina Tirkiyê ya herî mezin micadela wan, serketina wan ya li hemberî referandûma serxwebûnê ya 25ê îlonê bû.

Li gorî Kurtulmuş heger ne muxalefeta Tirkiyê bûya di demeke pir kin da gelek welatan ewê referandûma Kurdistanê ya 25ê îlonê qebûl bikirana. Lê ji ber dijyatiya Tirkiyê kesî referandûm nas nekir.

Di vê îdîa Nûman Kurtulmuş da para rastiyê pir e, dijberiya Tirkiyê ya pir êrîşkar bû sebebê firehbûna cepheya li dijî kurdan.

Kurtulmuş di beyana xwe da Nêçîrvan Barzanî di mesela referandûmê da li gorî Mesûd Barzanî bêtir dudil û bêtir dostê Tirkiyê nîşan dide.

Ev îdîa Kurtulmuş çiqasî rast e, çiqasî vir e ez nizanim, dibê Nêçîrvan Barzanî bersîva vê îdîa Kurtulmuş bide.

Ji xwe Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî bawer nedikirin Tirkiye hewqasî neyartiya wan bike, wan Tirkiye ji ber têkiliyên aborî, siyasî û eskerî dostê xwe hesab dikirin, digotin Tirkiye her çiqas dibêje ew li dij e jî lê ev di gotinê da ye, di praktîkê da ewê dijminatiya me neke.

Lê derket ortê dijminê herî mezin û herî xedar Tirkiye ye û Tirkiye wa ye eşkere dibêje wan ev felaket anî serê kurdan. Û vê yekê jî wek serketina Tirkiyê ya herî mezin dibîne.


XXX
Marks di rexneyeka xwe ya Hegel da dibêje, ”di dîrokê da bûyer cara yekê wek trajedîyê û cara duduyan jî wek komedîyê dubera dibin…”

Kurd ne ji bûyerên tarîxa xwe yên trajîk û ne jî ji yên komîk ders û tecrûbeyê nagirin. Tu felaket û malwêranî wan biaqil nake û nabe sebebê yekîtiya wan.

Heta civatek ne be yek nabe milet û miletê li hemberî neyarên xwe yekîtiya wî tunebe jî mahkûmî wendabûnê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE