19 augusti 2017

Şertên bextewariyê



Camêrekî gotiye di jiyanê da sê tişt meriv bextewar dikin; hebûna tiştekî meriv bike, yeka/yekî meriv jê hez bike û tiştekî meriv hêvî bike, li hêviyê be…
Hema ez ji xwe dest pê bikim.
Yê min ev hersê tişt jî hene.
Lê ez dîsa jî ne merivekî bextewar, dilşad û şadîman im, ez qet xwe wisa his nakim.
Ez dibêjim ji ber ku ev gotin ji bo her kesî ne rast e, tenê ji bo kesên azad û xwedî dewlet rast e.
Kesên bindest û bêdewlet xwediyê van hersê tiştan bin dîsa jî ne bextewar û dilşa ne.
Bi dîtina min merivekî bindest, welatê wî hatiye dagirkirin, zimanekî biyanî bi darê zorê xistine devê wî û zarokên wî xwe wek merivekî xwedîdewlet azad û bextewar his bike gelkî anormal e, bi gotineke herî sivik aqilsivikî ye…
Çimkî ew wek ferdê miletê din ne azad e, ne xwedî dewlet û al e.
Di bêrîka wî da nasname û pasaporteke wî ya netewî tuneye.
Nasname û pasaporta di bêrîka wî da ya dewleteke din e, ew ya bindest ya jî mahcir û pêsekiniyê wê dewletê ye.
Kî li nasname û pasaporta wî binêre fêm dike ew ya merivekî bindest e ya jî koçberekî, pêsekinîyekî dewleta xwediyê wê pasaportê ye.
Kesê bêdewlet di kutuk û coxrafyaya dinyayê da bi sembol û bi navê miletê xwe tuneye, tim wek zêdayiyekê, wek koçberekî kes nizane ji ku ye û ji çi qewmî ye, tenê feqîrekî bêdewletê li ser hinekên din tê hesibandin.
Lema jî bindestiyê, bêdewletiyê merivê kurd seqet kiriye, psîkolojiya wî xere kiriye.
Ji bo kurd bibin merivên temam dibê bibin xwedî dewleteke milî, xwedî Kurdistaneke azad û serbixwe û di bêrîka wan da nasname û pasaporta Kurdistanê hebe...
Yên dibêjin dewlet ne muhîm e ya jî dewletên pîs û xerab jî hene û ji van dewletên zalim û ne demokratîk numûneyan din şaşiyeke mezin dikin.
Ya xerab û xerabiyê dike ne dewlet e, înssan e.
Dewlet organîzasyoneke siyasî ya miletekî ye, ji bo xizmetê bide ferdên wê civatê û ferdên civatê ji êrîşên der biparêze heye.
Ne ku di destê hinekan da bibe qamçyekî zulmê û hacetekî terorê û çewisandinê...
Îran û Tirkiye û Somalî jî dewlet in.
Emerîka, Almanya, Swêd û Îngilistan jî dewlet in.
Tu kes me mecbûr nake em dewleteke wek Îranê, Tirkiyê û Somaliyê ya jî wek Erebîstana Suûdî ava bikin.
Bira dewleta me wek Emerîka, Kanada û Aûsturyayê û Almanyayê be.
Yanî çêkirina dewleta baş û xerab di destê me da ye.
Ji miletekî bindest redkirina dewleteke serbixwe, ya jî muhîmnedîtina wê ne karê aqila ye.
Fena meriv ji koleyan ra bibêje koletî baş e, tu ferq di nabêna merivê kole û azad da tuneye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE