10 augusti 2017

Ji bo girtinê Tirkiyê navê 60 hezar kesî daye Înterpolê

Tirkiyê navê 60 hezar  kesî, ”terorîstî” daye Înterpolê û xwestiye Înterpol wan hemûyan bigre û teslîmî Tirkiyê bike
Organîzasyona polîsan ya navnetewî Înterpol dezgeheke li dijî kesên çete û krîmînel e. Çete, qatil, sûcdar û krîmînelên sûc dikin û ji bo cezayên xwe nekşînin dirvin welatên din.
Ji bo girtina van kesên krîmînel Înterpol dezgeheke polîsan ya navnetewî ye.
Erdogan dixwaze vê rêxistina polîsan ya navnetewî ji bo armancên xwe yê siyasî b kar bîne.
Terora li hundur li hemberî kurdan û muxalifên xwe dide meşandin, dixwaze bi riya Înterpolê di saha navnetewî da jî bimeşîne û berfirehtir bike…
Di rojnmeya Aftonbladet ya Swêdî da bi qasî ku Wolfgang Hansson dinivîse, Tirkiyê navê 60 hezar kesî, belê we şaş nexwend, tam navê 60 hezar kesî wek însanên terorîst daye Înterpolê û xwestiye Înterpol wan hemûyan bigre û teslîmî Tirkiyê bike.
Jo bo ku dengê muxalifên xwe yên dervayî Tirkiyê jî bibire rejîma Erdogan dixwaze Înterpolê jî wek polîsên tirk bi kar bîne.
Li gorî Wolfgang Hansson dinivîse, Tirkiyê ne tenê girtina 60 hezar kesî ji Întepolê xwestiye, her wisa xwestiye Înterpol 700 şîrketên/fîrmayên alman jî kontorl bike.
Li gorî Tirkyê ev 700 şîrketên alman jî piştgiriyê didin terorê û organîzasyonên terorîst.
Bi ”terorê” qesta Tirkiyê cimeta Gulen û kurd in.
Yanî Tirkiye dixwaze Înterpol hemû kurdên aktîf bigrin û teslîmî Tirkiyê bikin û hemû şîrket, fîrma û dikanên kurdan jî bi sûcê alîkariya bi ”terorê” ra bigrin.
Heta nuha Înterpolê ev daxwaza Tirkiyê wek daxwazeke beradayî bi nav nekiriye, di ser da li Îspanyayê tirkekî li Swêd dimîne(Hamza Yal'in) jî girtin.
Lê belê di medyaya Swêd da reaksiyonên li hemberî vê terorîzma rejîma Erdogan ya navnetewî roj bi roj zêde dibe….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE