19 juli 2017

Bi sebirkirinê em bûn kevirê sebrê !



193 dewletên serbixwe, yanî dewletên xwedî al, xwedî meclîs û xwedî sînorên diyar endamên Neteweyên Yekgirtî(NY)ne.
Ji van 193 dewletan 22 dewlet yên ereban in.
Li gorî texmînan nufûsa ereban li dora 400 milyonî ye.
400 milyon ereb xwediyên 22 dewletên serbixwe ne.
Lê ereb bi van 22 dewletên serbixwe qîma xwe nînin, dibêjin 22 dewlet têra me nakin, dibê em dewleta 23a ya Filistîn jî ava bikin.
Neteweyên Yekgirtî û Emerîka jî di nav da, hemû dinya jî piştgiriya vê daxwaza ereban û filistîniyan dikin, hemû dibêjin ereb û filistînî ji erd heta bi ezman bi heq in, avakirina dewleta 23a mafê filistîniyan e.
Di bin destê çar dewletan da(Îran, Îraq, Sûriye û Tirkiye) û li Kafkasan, Asyaya Navîn û Lubnanê herî kêm, herî kêm 50 milyon kurd hene.
Ev 50 milyon kurd dixwazin li beşekî Kurdistanê, li Îraqê referandûmeke serxwebûnê çêke û dû ra serxwebûna xwe îlan bike.
Emerîka, NY, Yekïtiya Ewrûpayê û dinya piştgiriyê didin dewleta 23a ya ereb û filistîniyan, piştgiriyê nadin 50 milyon kurdî li beşekî welatê xwe dewleteke biçûk ava bikin.
Dewletên dijmin, Îran, Îraq, Sûriye û Tikriye bi şîdet li dijî referandûmê û serxwebûna kurdan dertên, geefên li kurdan dixwin, dibêjin em qebûl nakin hûn ji Îraqê veqetin û serxwebûna xwe îlan bikin, ev yek ewê li herêmê, yanî li beşên Kurdistanê yên din ewê tesîreke domînoyê çê bike, kurdên din jî ewê eynî tiştî bixwzin. Lema jî referandûm pir xeter e, gerek hûn çê nekin.
Îtîraz û gef û diberiya dewletên dijmin meriv fêm dike, dijmin in helbet ewê nexwzin kurd azad bibin.
Lê ya ecêb Emerîka, Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewrûpayê jî piştgiriyê nadin referandûmê û serxwebûna kurdan.
Erê ew wek Sûriyê, Îraqê, Îranê û Tirkiyê dijminatiya kurdan nakin,  nabêjin referandûm û serxwebûn ne heqê we ye, lê destegê jî nadin kurdan, dibêjin efendim nuha ne wext e, hela hinekî din jî bipên, hîn Daîş ji ortê ranebûye, filan û bîvan…
Hemû Efrîka rizgar bû wext bû û heqê wan bû.
Balkan perçe bû û bi dehan dewlet çê bûn wext bû, problem tunebû.
Ereban ji rojavayê Atlasa Okyanûsê bigre, heta xwe dighîne rojavayê Okyanûsa Hindê xistine bin destê xwe û 22 dewlet li ser vê parzemîna du kontînentan ava kirine, normal e û avakirian dewleta 23a jî heqê wan e.
Lê mafê 50-60 milyon kurdî tuneye dewleteke biçûk jî ava bike. Çimkî nuha ne wext e, hîn wext nekemilî ye….
Yaho ev dinya çi qahp û bênamûs e !
Tiştê ji her miletî ra, heta ji miletên nufûsa wan 300-400 hezar in ra heq e, ji kurdan ra ya ne heq e ya jî nuha ne wext e…
Gere kem hinekî din sebir bikin…
Lawo herî kêm ev 100 sal in em sebir dikin, bi sebirkirinê em bûn kevirê sebrê!
Ma kînga ewê dor were me, kînga ewê wext be?
Ji arnawitên Kosowayê ra wext bû, ji bi dehan dewletên Balkan ra serxwebûn wext bû, lê çima ji me kurdan ra hîn ne wext e?
Ev dinya pir qahp û bêbext e. Gava rojekê em bûn xwedî dewlet û me Kurdistana serbixwe îlan kir, gerek em Emerîkayê, Rûsyayê derbas bikin, gerek em kurd li dinyayê bibin xwediyê dewleta herî modern, herî pêşketî û herî xurt, her warî da herî bi hêz û herî zengîn…
Ji bo ku em kanibin heyfa xwe ji van namerdan bigrin….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE