23 maj 2017

Gava ziman here milet jî dide pê...

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li Anqerê di Kurultaya Zimanê Tirkî da qala muhîmiya zimên kiriye û gotiye:

”Civata nikanibe zimanê dayika xwe bi şiklekî herî rast û herî xweş bipeyive nikane yarmetiyê(alîkariyê)bide kesên din jî.
Ziman hîmê kulturê û medenîyetê ye. Civata zimanê xwe wenda bike pir zor e nirxên xwe yên din biparêze. Het ne mimkûn e. Ji ber vê jî êrîşên ser kultur û medeniyetan ji zimên dest pê dikin. Gava yek zimanê miletekî digre(wî asîmîle dike)wî miletî mehû dike.”

Rast e, eynî wisa ye.
Û dewleta te jî eynî ev tiştê te gotiye aniye serê kurdan.
Yanî ji bo ku hûn kurdan ji ortê rakin, bikin tirk, we berê ew helandin, zimanê wan ji wan stend.
Nuha jî êdî dora tirkbûnê ye.
Kurdên zimanê xwe wenda kirine tirkî bûye zimanê wan. Ev jî destpêka tirkbûnê ye.
Zû dereng ewê bibin tirk.
Mala Bedirxanan, Babanan û gelek malbatên di wext û zemanê xwe da mîr û begên kurd bûn, pêşengên kurdan bûn, serokên serîhildanan bûn, piştî ji zimanê xwe qut bûn, heliyan û piştî sê, çar nifşan bûn tirk.
Di tarîxa nêz da jî meriv viya dibîne.
Di van 40-50 salên dawî da bi hezaran kurd li metropolan heliyan û bûn tirk, hêdî hêdî dibin tirk.
Tiştê Erdogan gotiye ev e. Ji tirkan bêtir em kurd li ber wendabûnê ne.
Çimkî Erdogan zane miletê asîmîle bû mahkûmî wendabûnê ye.
Lema jî perwerdeya bi kurdî qebûl nake.
Ji ber ku dixwaze kurdan bike tirk û  dike jî.
Gava ziman here milet jî dide pê, piştî demekê ew jî dihere û dibe miletekî din.
Nuha kurdên Kurdistana bakur ketine vê riya wendabûnê…




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE