Çim?
çima lawo çima,
ev wahşet,
ev barbarî çima?
Xwedêo, çima bi van zeliman ra ûjdan nema
çima cîhan li hemberî vê hovîtiyê wiha kerr û lal ma
çima bi van celadan ra bext nema,
merhamet nema
çima heq nema
huqûq nema
çima edalet bêdeng ma
çima merhamet
însaniyet ji bo me kurdan nema?
lawo çima hûn me dikujin
çima hûn me wek mirîşkan şerjê dikin
bi kêra ko serê zarokên me jê dikin
me zulm li we nekir
me talanê we ranekir
me gundê we wêran nekir
me welatê we dagir nekir
me namûsa we qilêr nekir
lê we dîsa jî zulma xwe ji ser me kêm nekir
jiyan bênabên li me heram kir
çima kuro çima
çima hûn me dikujin?
ma we ji bîr kir
min li hemberî Richardê Dilşêr şûr li ba kir
min navê xwe li cîhnê bi mêranî û merdî belav kir
min Quds rizgar kir
ji we ra welat ava kir
û hûn li wir cî û war kir
çima hûn dîsa jî me dikujin
wek qesaban serê me hildiqetînin,
ma ev e însanetî û muslimantî ye?
ma ev e cîrantî ye?
em bi şevan daneketin neqeba we
em tu carî nehatin diziya tiriyê rezê we
me got dostî,
biratî,
wekhevî
û azadî ji bo herkesî
çima hûn me dikujin
çima ev barbarî
li ber deriyê dojehê
çima hûn bûn zebanî?
çima lawo çima,
ev wahşet,
ev barbarî çima?
Xwedêo, çima bi van zeliman ra ûjdan nema
çima cîhan li hemberî vê hovîtiyê wiha kerr û lal ma
çima bi van celadan ra bext nema,
merhamet nema
çima heq nema
huqûq nema
çima edalet bêdeng ma
çima merhamet
însaniyet ji bo me kurdan nema?
lawo çima hûn me dikujin
çima hûn me wek mirîşkan şerjê dikin
bi kêra ko serê zarokên me jê dikin
me zulm li we nekir
me talanê we ranekir
me gundê we wêran nekir
me welatê we dagir nekir
me namûsa we qilêr nekir
lê we dîsa jî zulma xwe ji ser me kêm nekir
jiyan bênabên li me heram kir
çima kuro çima
çima hûn me dikujin?
ma we ji bîr kir
min li hemberî Richardê Dilşêr şûr li ba kir
min navê xwe li cîhnê bi mêranî û merdî belav kir
min Quds rizgar kir
ji we ra welat ava kir
û hûn li wir cî û war kir
çima hûn dîsa jî me dikujin
wek qesaban serê me hildiqetînin,
ma ev e însanetî û muslimantî ye?
ma ev e cîrantî ye?
em bi şevan daneketin neqeba we
em tu carî nehatin diziya tiriyê rezê we
me got dostî,
biratî,
wekhevî
û azadî ji bo herkesî
çima hûn me dikujin
çima ev barbarî
li ber deriyê dojehê
çima hûn bûn zebanî?
Zinrê Xamo
30 maj 2014
30 maj 2014
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar