Li Swêd ciyê rasîst û faşîstan di platformên resmî da
tuneye, siyasetmedar bi rasîst û faşîstan ra dostniyê û hevaltiyê nakin.
Lê li Tirkiyê û li ba AKPê û Erdogan ne wihaye, faşîst,
panturkîst û îslamîstên radîkal merivên welatperwer û herî maqûl bi îtîbar in,
ciyê wan tim di protokolên resmî da heye. Kes bi çavê mirovên xwerab li rasîst
û faşîstan nanêre, kes wan îzole nake.
Mesela miheqeq Leylanî, Dolek û serokê Gurên Boz Şenturk, di
her fest û dawetên konslosê Tirkiyê yê Swêd da hene, di protokolê da ciyê wan
sabît e. Di festa Azîz Sancar da konsulê Tirkyê û vana kesan hemû hebûn, hemû
bi hev ra bûn.
Konsulê Tirkiyê yê Stockholmê tim bi van kesan ra civînan çê
dike û wezîfê dide wan, li hemberî kurdan bi kar tîne.
Federeasyona Tir ya Swêd wek rêxistineke girêdayî sefareta
Tirkiyê dixebite.
Yanî dewleta tirk, hukûemta AKPê, Erdogan û Davutoglu bi
çavê swêdiyan li faşîstên Gurên boz û li îslamîstên faşîst nanêre, ew wan wek
kesên miletpewer û muteber qebûl dikin.
Dibê kurdên di nava partiyan û di medya Swêd da dinivîsin
viya jî ji swêdiyan ra îzah bikin.
Yanî dewleta tirk dewleteke faşîst e, sîştem faşîzim e,
partiyên tirk hemû antî-kurd, antî-ermenî û faşîst in.
Li ba Erdogan, Leylanî, Dolek, Şentirk û Gurên Boz însanên
pir baş û welatparêz in û lema jî ciya wan protokola resmî ya dewleta tirk da
tim heye.
XXX
Erdogan dixwaze hemû çete û rêxistinên îslamîst ji Tirkiyê
îdare bike…
Civîna Teşkîlata Hevkariya Îslamî li Stenbolê do qediya. 56
welatên endamê Teşkîlata Hevkariya Îslamî, pêşniyara Tirkiyê ya “Înterpola
Îslamî” qebûl kirin.
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, di axaftina xwe da xwest
Teşkîlata Hevkariya Îslamî jî wek Ewrûpayê û welatên xiristiyan di nabêna xwe
da teşkîlateke polîsan û îstîxbaratê ya mişterek çêkin. Ev pêşniyara Erdogan ji
alî 56 welatên musilman ve hat qebûlkirin. Navê înterpola musilmanan yê kin
”IIT” ye.
Merkeza IITê ewê li Tirkiyê li Stenbolê be. Diyar e Erdogan
dixwaze hemû çete û rêxistinên îslamîst, cîhadîst ji Tirkiyê îdare bike…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar