Tirkiye dixwaze hemû tirk û hemwelatiyên Tirkyê li
Hollandayê ji Tirkiyê ra ajantiyê bikin, hemû bibin muxbîrên dewleta tirk
Konsulê Tirkiyê yê bajarê Rotterdamê ji hemû komele û
rêxistinên tirk ra nivîseke şandiye û gotiye kesên bi riya medyaya sosyal ya jî
bi e-mailê li serokkomar Erdogan, li Tirkiyê û miletê tirk heqaret dikin îxbarî
wan bikin.
Û wa ye jineke tirk ya rojnamevan ya li Hollandayê dijî li
Tirkiyê do li mala wê ya li Kûşadasi girtin. Ji ber ku di rojnameya Metroyê da
Erdogan rexne kiriye.
Yanî Tirkiye ji hemû Tirkên li Ewrûpayê dijîn dixwaze ji
Tirkiyê ra, ji Erdogan ra ajantiyê bikin, herkes bibe muxbîr û ajan.
Ez texmîn nakim ev daxwaza Tirkiyê bi Hollandayê tenê ve
sînorkirîbe , miheqeq li hemû welatên din jî ji tirkan û komeleyên tirk eynî
tişt xwestine.
Tiştên wiha pîşikê Erdogan e, ew li Tirkiyê jî bi riya
muxtran û gelek riyên din eynî tiştî dike. Erdogan ji muxtran ra eşkere got, kî
ji mihelê dihere, kî kî tê, kî bar dike, li mehelê çi dibe, çi nabe dibê muxtar
raporî emniyetê bikin.
Û nuha jî dixwazin vê sîştemê li Ewrûpayê jî têxin praktîkê.
Hukûemta Hollanda li hemberî vê nameya konsulê Tirkiyê yê Rotterdamê reaksiyoneke baş û mezin nîşan da û nota da Tirkiyê.
Hukûemta Hollanda li hemberî vê nameya konsulê Tirkiyê yê Rotterdamê reaksiyoneke baş û mezin nîşan da û nota da Tirkiyê.
Dibê ne Hollanda tenê, Yekîtiya Ewrûpayê jî bi xurtî biçe
ser Tirkiyê û bala Tirkiyê bikşîne. Dibê ji Tirkiyê ra were gotin YE tiştên
wiha ebeden qebûl nake û heger careke din tiştekî wiha were dîtin ewê Tirkyê
ceza bikin. Yanî dibê Tirkiye bivikê bibîne, heta bivikê, tirsê nebîne, tirk
dev ji xebatên wiha bernadin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar