Bulent Arinçê ku hêviya hin kurdan bû, bala xwe bidinê ji bo
Erdogan û kurdan çi gotiye...
Bulent Arinçê ku hin siaysetmedar û ronakbîrên me jê pir hez
dikin, wî wek merivekî bi merhamet, xwedî ûjdan, demokrat û van dawiyan jî wek
raqibê Erdogan didîtin, di konferansekê da wek murîdekî, wek amîgoyekî, wek
dîlbazekî profesyonel û faşîstekî neyarê kurdan, Erdogan bi asîmanan xistiye,
ew kiriye Rustemê Zal û gotiye ji ber ku yekî wek Erdogan heye û îro serokkomar
e ew pir kêfxweş e, ew gelkî spasdarê Erdogn e.
Arinçê herî kêm bi qasî Erdogan faşîst û neyarê miletê kurd,
li ser ”terorê” û şerê dewletê yê li hemberî kurdan jî ji Erdogan kêmtir
nemaye, gotiye:
”Micadeleya li hemberî terorê înşelah ewê bi ser keve. Û
piştî ku rewş hat nuxteyeke ku vana nikanibin pişta xwe rast bikin, serê xwe
rakin, bi tedbîreke siyasî û civakî emê li Tirkiyê ji nuh ve yekîtiya milî û
biratiyê tesîs bikin…”
Wek tê dîtin Arinç jî dixwaze dewlet pişta kurdan bişkîne û
him jî wiha bişkîne ku nikanibin serê xwe rakin.
Welhasilî kelam kûçik pê li dêla kûçik nake, dibê em viya baş bizanibin...
Welhasilî kelam kûçik pê li dêla kûçik nake, dibê em viya baş bizanibin...
XXX
Dibê her kurd çend rismên Sûrê û Cizîrê û leşker û tîmên di
nav wan xirbeyan da piyase dikin li malên xwe bi darde kin. Ji bo ku em her roj
li wan fotografan binêrin û vê barbariya tirkan ji bîr nekin.
Dibê Masûm Suer çend rismên wiha amade bike û derxe piyasê.
Dibê Masûm Suer çend rismên wiha amade bike û derxe piyasê.
XXX
Mixabin hin kurd êdî bûne wek tajiyên Erdogan, tu bi daran,
bi kuçan jî bi wan kevî ji ber deriyê AKPê û dewleta tirk dûr nakevin.
XXX
Dewleta tirk, hukûmeta Mehmet Şîmşek, Metîner, Mîroglu, Mehdî Eker û bi hezaran kurdên din Dêrika Çiyayê Mazî jî kiriye Sûr û Cizîr.
Dibê meriv van risman bike afîş û li kurdan belav bike. Ji bo ku em her roj lê binêrin û vê wahşeta vê dewletê ji bîr nekin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar