Galîp Ensarîoglu, berî ku bibe hevalê neyar wiha ne virek û
bêûjdan bû
Galîp Ensarîoglu, di hevpeyvîna xwe ya bi kanala Al Jazeerara hemû êrîş û terora dewletê ya li hemberî kurdan bi ruh û can parastiye û
hemû cûc xistiye hustuyê PKKê, gotiye hemû sûc yê PKKê ye, dewletê tu şaşî
nekiriye.
Muhabira Al Jazeera Gonca Şenayê li ser bûyerên Cizîrê jê
pirsiye, gotiye:
”Li Cizîrê 16 cenaze hatin gorkirin. Agahiyên te çi ne? Kî bûn ev ?
Galîp Ensarîoglu yê kurd gotiye:
”Li Cizîrê 16 cenaze hatin gorkirin. Agahiyên te çi ne? Kî bûn ev ?
Galîp Ensarîoglu yê kurd gotiye:
”Piraniya wan endamên YDG-Hê ne. Lê belê çend siwîl jî
hebûn.”
Yanî piraniya kesên hatine kuştin endamên rêxistina xortên PKKê ne…
Wey agir bi derewên te keve!
Yanî piraniya kesên hatine kuştin endamên rêxistina xortên PKKê ne…
Wey agir bi derewên te keve!
Lawo meriv çawa kane li hemberî gelê xwe, li hemberî siwîl
û zarokên, jin û kalên hatine kuştin hewqasî bêûjdan be?
Di nava kuştiyan da zarokên 10 salî, dayika çar zarokan,
kalên 50, 60 salî hene. Xelk di hundurê mala xwe da, li balkona xwe ji alî
polîsên dewletê ve hatin kuştin.
Lê tu hîn jî dibêjî "piranî merivên PKKê bûn", hey
zalim, hey bêexlaq!
Demirtaş bi israr got, bira di nava kuştiyan da yekî PKKî
îspat bikin ezê hemû îdîayên wan qebûl bikim.
Parlamenterê Şirnexê Faysal Sariyildiz navê hemû kuştiyan
belav kir û got hemû jî siwîl in, îdîa PKKyî ne vir e, hemû xelkê Cizîrê ne.
Kesî îtîraz nekir, kesî eksê van îdîayên Demirtaş û
Sariyildiz nîşan neda. Nîşan nedan ji ber ku nikanin. Ji ber ku yên hatine
kuştin hemû jî siwîl û mirovên bêsûc û bêguneh in.
Helbet Galîp Ensarîoglu jî wek navê xwe dizane kesên hatine
kuştin hemû siwîl in, jin, zarok, kal û pîrên cizîrî ne.
Lê zilamtiya neyar ew virek û bêûjdan jî kiriye. Halbpûkî
berê, berî ku bibe hevalê neyar wiha ne virek û bêûjdan bû.
XXX
Di van rojên giran da xebereke xêrê. Serok Barzanî û Salih
Muslim li hev kirin, pêşmerge derbasî Kurdistana rojava dibin.
Berpirsê pêwendiyên derve yên Partiya Demokrata Kurdistanê
Hêmin Hewramî ragihand, hêzên Pêşmerge ewê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.
Ev îşareteke xêrê ye, gaveke berbî avabûna Kurdistanê ye.
Tiştê herî muhîm dibê li başûr kurd li hev bikin, yekîtiya xwe nîşanî cîhanê
bidin. Heger ev bibe ji bo îlankirina Kurdistana serbixwe Emerîka û Ewrûpa ewê
alîkariya kurdan bikin. Li hemberî Daîşê ewê tim piştgirê kurdan bin.
Yekîtî, yekîtî, yekîtî...
Tiştê me ji devê guran xelas bike ev e...
Yekîtî, yekîtî, yekîtî...
Tiştê me ji devê guran xelas bike ev e...
Formulärets överkant
XXX
Min nizanîbû Levent Gultekîn kurd e. Di nivîsa xwe ya îro da gotiye, "ez vê nivîsê wek kurdekî dinivîsim."
Pêşketineke, kêfxweş bûm.
Ev dewleta zalim bi zulm û terora xwe ya li hemberî kurdan ewê hîn gelek kurdên xwe ji kurdbûnê bêrî dikirin bike kurd.
Veşartina nasnameya xwe ne karê camêran e, xelasiya ferdî ne çare ye. Dibê em wek milet ji bin destiyê xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar