"Xencera Daîşê di destê Tirkiyê da ye", yanî di
destê Erdogan da ye. Erdogan vê xencera li hemberî kurdan bikar tîne zû bi zû
ji destê xwe bernade. Tiştê li hemberî Daîşê dibêjin hemû manîplasyon û derew
in, ji bo xapandina bîrûraya giştî ye. Hedefa Erdogan-Davutoglu kurd in...
XXX
Bi baweriya min qetlîama Diyarbekrê ya mitînga HDPê,
qetlîama Sirûcê, kuştina leşkerê li Kilîsê û kuştina herdu pûlisên li Serê
Kaniyê(Ceyylanpinarê) jî bi destê MITê bû.
Ev hersê bûyer jî senaryoya Erdogan, Davutoglu Û Fîdan e. Rojekê ev rastî ewê derkeve.

Qatilan derman dikin lê cenazeyên me nadin me
Qumandarê Daîşê Emereh Ç. li Denizliyê di nexweşxaneya
Pamûkkaleyê da tedawî dibe.
Piştî ku xebera Emrah Ç. Li nexweşxaneyê ye belav bû, waliyê Denizliyê bûyer qebûl kiriye û goiye, rast e, merivên wî li vir in, wek her hemwelatî mafê wî jî heye li vir derman bibe.
Qatilên Daîşê li nexweşxaneyên xwe derman dikin û dibêjin ev mafê wan e, lê belê ev sê roj in 13 cenazeyên gerîlayên şehîd ketine berra hundur nadin, nahêlin dê û bavên şehîdan zenazeyên zarokên xwe bigrin.
A ev herdu bûyer jî nîşan didin bê ev hukûmet havalê kê ye û li dijminê kê ye. Qatilan di nexweşxaniyên xwe da derman dikin, lê belê cenazeyên zarokên me nadin dê û bavên wan.

Gava meriv beyan û hevpeyvînên serokwezîrokê Tirkiyê
Davutoglu dixwîne meriv fêm nake însanek çawa dikane hewqas derewên bi boçok
bike.
Di hemû hevpeyvîna wî ya di A Hababerê û ATVê da gotineke rast tuneye, ji serî heta dawiyê derewan dike. Him jî derewên komîk. Mêrik bûye amîgoyekî makîna derewan.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar