02 juni 2015

Gerek hevalbendiya bi dijmin ra wek rûreşiyê were dîtin



Keleşê dizan û serokkomarê dewleta tiroviro Recep Tayyip Ersdogan, li Qersê, di orta kurdan da dîsa ji kurdan ra rest kişandiye û dîsa gotiye:
”Yek milet, yek al, yek welat û yek dewlet !”
Yanî kurd tunene, hûn hemû tirk in û mecbûr in bibin tirk !
Û ji van gotinên Erdogan ra bi hezaran kurdên bêxîret, nezan, cahil û kurtêlxur li çepikan xistine…
Mêrik dibêje li vî welatî miletek tenê heye û ew jî miletê tirk e, bi hezaran kurdên bêxîret û totikvala jê ra li çepikan dixin.
Erdogan bi dengekî bilind di nava kurdan da  gotiye, ”yên bixwazin Tirkiyê perçe bikin(yanî yên qala Kurdistanê û mafên kurdan bikin) ewê di serî da me, artêşa me, teşkîlata emniyeta me û gelê me li hemebrî xwe bibînin.”
Ji ber van gefên Erdogan, kurdan dîsa jê ra li çepikan xistiye…
Mêrik çi tê devê wî ji kurdan ra dibêje, her heqaretê li kurdan dike, dibêje miletekî bi navê kurd tuneye, Xwedê hûn wek kurd xuliqandibin jî lê ez qwebûl nakim hûn wek kurd li dinyayê bijîn. Hûn mecbûr in ji tirkan ra bibin xulam û rêcber. Hûn mecûr in bi zimanê tirkî perwerde bibin.
Hûn mecbûr in ji tirkan ra eskeriyê bikin.
Hûn mecbûr in ala tirk wek ala xwe qebûl bikin.
Ez qebûl nakim hûn ji welatê xwe bibêjin Kurdistan.
Navê welatê Kurdistan e lê ez vî navî li we yasax dikim, dibê hûn ji Kurdistanê ra bibêjin Tirkiye.
Ez qebûl nakim hûn ala kurd hildin. Dibê hûn ala kurd red bikin û ala tirk hildin, wê bikin ala xwe.
Hûn mecbûr in wiha bikin, yên wiha nekin ezê çavên wan derxim, ezê wan di hefsan da birizînim. Û hûn dizanin hêza min heye, ez dikanim bikim. Û ji xwe xwe min çend caran hêza xwe nîşanî we da. Min heta nuha 4 hezar gundên we şwetand, sedhezar însanên we kuştin û 4 milyon jî koçber kirin…..
Maneya gotinên Erdogan yên li Qersê ev bû, ev mesaj da kurdan….
Lê kurdan dîsa jê ra li çepikan xistin û gotin her bijî, em bi heyrana te bin, em bi qurbana te bin…
Wa ye yekî wek Muhsîn Kizlkaya jî ji bo çend qurişên zêde û kursiyeke rezîl, ruhê xwe, baweriya xwe, şexsiyeta xwe, qewmiyeta xwe pir erzan nefrot AKPê û Erdogan …Ew jî wa ye ji Erdogan û AKPê ra li çepikan dixe…
Heta ku hevalbendiya bi dijmin ra di nava kurdan da wek rûreşiyê, wek QEBHETÊ neyê dîtin kurd dev ji hevalbendiya neyar bernadin…
Bi baweriya min dibê hevalbendiya bi hemû partiyên tirk û bi dewletê ra wek rûreşî, wek qebheteke giran were dîtin.
Ya na yên wek Muhsîn Kizilkaya ewê roj bi roj zêde bibin, ji ber ku hevalbendiya bi dijmin ra di nava kurdan da êdî şerm nayê dîtin. Çimkî Muhsîn Kizilkaya ji yên berî xwe cesaret girt.
Heta nuha gelek serokên partiyan, endamên komîteyên merkezî û polîtburoyan ji bona çend quruşên pîs û qirêjî çûn li deriyê dewletê û AKPê xistin û ji dewletê kar girtin. Yanî ji hevkariya bi dijmin ra rê xweş kirin…
Berê ne wiha bû, lê nuha hevkariya bi dijmin ra di nav kurdan da êdî normal tê dîtin. A dibê ev adeta pîs  were xerakirin….




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE