22 april 2015

HDP ji xelkê ra masiyan ji kurdan ra kûsiyan digre

 Di deklarasyona HDPê ya hilbijartinan, di madeya 8a da li ser gelşa Filistîn, Qibris, Qerebax, ermenî û azeriyan wiha tê gotin:
”Emê li hemberî siyaseta hukûmeta Îsraîl ya qetlîmcî û îşxalcî rawestin. Ji bo ku dawî li îşxala Filistîn were û mafê avakirina dewleteke serbixwe ya filistîniyan were naskirin emê her babet alîkariyê bikin.
Ji bo ku dawî li perçebûna girava Qibrisê, gelê tirk û rûm were emê piştgiriya pêşniyarên wan yên çareseriyê bikin.
Emê ambargoya li ser Ermenîstanê rakin û bi gelê ermenî ra pira dostaniyê xurt bikin. Emê deriyê sînorên nabêna Ermenîstanê û Tirkiyê ku ji alî Tirkiyê ve hatiye girtin bê qeyd û şert vekin.
Ji bo çareseriya mesela Qerebaxê emê piştgiriyê bidin xebat û hewildanên nabêna Ermenîstan û Ezerbeycanê.”
Wek tê dîtin di deklarasyonê da li dijî îşxala îsraîl tê derketin û ji bo filistîniyan dewleteke serbixwe tê xwestin.
Ji bo ku perçebûna Qibrisê ji ortê rabe soza alîkariyê hatiye dayin.
Ji bo ku ambargo ji ser Ermenîstanê rabe û deriyê nabêna Ermenîstanê û Tirkiyê vebe soza xebatê û alîkariyê hatiye dayin.
Ji bo ku Azerî û Ermenî li hev werin soza piştgiriyê hatiye dayin.
Deklarasyona HDPê dişibe tûrikê jinika qereçî, bi rengekî sloganwarî hertişt tê heye.
Lê tenê ji bo kurdan û Kurdistanê tiştek nehatiye gotin, tu soz nehatiye dayin.
Fena ku Kurdistana başûr û rojava(Kurdistana Îranê) û miletê kurd tunebin.
Fena ku micadela kurdan, şerê wan yê li hemberî Daîşê û  bi hezaran şehîd tunebin.
Fena ku li her çar perçeyên Kurdistanê kurd ne di nava şerekî man û nemanê da bin.
Fena ku ereban bi hezaran jinên kurd nerevandibin.
Fena ku Daîşê heta nuha bi hezaran kurd nekuştibin, serê bi sedan kurdan jênekiribin.
Di deklarasiyonê da bi gotinekê be jî qala vê rewşa kurdan ya trajîk ya man û nemanê nehatiye kirin û dîtina partiyê nehatiye gotin.
Meriv naxwaze bawer bike.
Gava meriv deklarasyonê dixwîne aqilê meriv disekine, meriv nizanibe, nas neke, nikane bawer bike ku ev deklarasyona partiyeke kurd e, bi milyonan kurd rayên xwe didinê.
Partiyeke ku serokê wê kurd e, ji sedî 60-70î namzetên wê kurd in, bi milyonan kurd rayên xwe didinê, ji kurdan rayên wan dixwaze û dixwaze di meclîsa Tirkiyê da jî kurdan temsîl bike, lê di beyannama xwe ya hilbijartinê da qala Kurdistanê, qala gelşên kurdan, qala riyên çareseriyên nekiriye.
Qala filistîniyan, azeriyan, ermeniyan, Qibrisê kiriye, lê bi gotinekê be jî qala Kurdistanê û kurdên başûr û rojhilat nakiriye, qala îdam û terora Îranê nakiriye, soza tu alîkariyê, tu xebatê nedaye kurdan.
Wek partiyeke ”kurd û tirkan” Qala îşxala Filistîn kiriye, lê belê qala îşxala Kurdistanê nakiriye.
Ma Kurdistan ne di bin îşxala Tirkiyê, Îranê, Sûriyê û Îraqê da ye?
Haydê em bibêjin dostên we yên tirk qebûl nakin hûn ji bo Kurdistana bakur bibêjin îşxal, lê çima hûn ji bo Îranê û Sûriyê nabêjin îşxal Kurdistan di bin îşxala wan da ye?
Çima tiştê hûn ji bo filistîniyan dixwazin, ji bo kurdên başûr, rojhilat û rojava jî naxwazin?
Heger dewlet xerab e, dibê ji filistîniyan ra jî xerab e, dibê hûn ji bo wan jî dewleteke serbixwe nexwazin.
Na heger baş  e, wê demê dibê hûn ji bo gelê xwe jî bixwazin, vî mafî layiqî gelê xwe jî bibînin.
Sebebê ku hûn ji bo gelê xwe yên perçeyên din jî eynî tiştî naxwazin çi ye?
Ma li Iranê û Sûriyê Kurdistan ne di bin îşxalê da ye?
Çawa ku hûn ji Filistîn ra dibêjin îşxal, dibê hûn ji Kurdistana rojhilat, rojava û baş ûr ra jî bibêjin îşxal.
Û dema hûn nebêjin mafê kurdan jî heye sebebê vê negotina we ji we bipirsin.
Lê ne ev tenê, ji bo kurdên bakur soza micadeleya ji bo perwerdeya bi kurdî jî nehatiye dayin, daxwazeke wiha jî di deklarasyonê da tuneye.  Ev jî ecêbek giran e. Ji ber ku heta nuha PKKê, KCKê perwerdeya bi kurdî wek şertê yekem didan pêş. Lê di deklarasyonê da daxwazeke partiyê ya wiha  tuneye. Ji bo kurdan perwerdeya bi kurdî nayê xwesitin. Tiştên li ser kurdan û ji bo zimên jî hatine gotin gotinên pir gliver, ne zelal û dîfus in.
Nuha li hemberî paradoksek wiha mezin meriv çawa dikane bêdeng bimîne?
Ma bêdengmayin rast e?
Ma piştgiriya vê deklarasyonê rast e?
Ma armanc tenê ketina meclîsê ye?
Ya muhîm ne çûna meslîsê ye, ji wê bêtir kar, hedef û programa partiyê ye.
HDP ewê ji kurdan ra çi bike, çi bixwaze, ew muhîm e.
Di vê deklarasyonê da ne ji bo kurdên Tirkiyê û ne jî ji bo kurdên din tu daxwaz, soz û pêşniyareke konkret tuneye.
Îcar çima û ji bo çi dibê kurd piştgiriyê bidin HDPê min bi xwe fêm nekiriye….
AKP xerab e, Erdogan xerab e ev temam. Dibê kurd rayên xwe nedin AKPê û partiyên tirkan. Lê HDP jî bi vê programa xwe ne alternatîfa baş  e. Bi dîtina min meriv raya xwe bide Hak-Parê baştir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE