09 mars 2015

Peykerê şehîd Hucam Surçî

Hucam Surçî pêşmergeyekî canfîda û egîd bû. Bavê 11 zarokan bû û ev 20 sal bû pêşmerge bû, welatê xwediparast.
Hucam Surçî, par(6/8-14) di şerekî da bi birîndarî ket destê Daîşê. Û di 26ê meha çile(26/1-15)da jî bi destê kurdekî Daîşî bi navê Mofeq Zebarî bi hovîtî serê wî hat jêkirin û hat şehîdkirin.
Hucam Surçî, di dema qetilkirinê da xwe netertiland, li ber celad, xayin û bêşerefê kurd yê bi navê Mofeq Zebarî serê xwe xwar nekir, sekneke bi esalet û qehremene nîşan da.
Hucam Surçî bi wê sekna xwe, bi wan awirên xwe yên egîdan bû sembola mêraniyê û esaleta pêşmerge.
Wa ye kurdan peykerê wî çêkirine. Kê çêkiribe mala wan ava be. Dibê peykerê Hucam Surçî miheqeq li ber meclîsa Kurdistanê û li her bajarê Kurdistanê were danîn û li her dezgeheke kurd hebe.
Heta dibê li mala her kurdî jî rismekî wî, peykerekî wî yê biçûk hebe. Ji bo ku meriv bi wî peykerî tim kurdê canfîda û qehreman û kurdê xayin û bênamûs bîne bîra xwe…
Ezê li peykerê wî bigerim. Heger min nedît, ezê rismekî wî peyda bikim…
Peykerê şehîdê nemir Hucam Surçî

XXX
Şer û pevçûnên li Îraqê û li Sûriyê, tevlihevî û kêşmekeşiyên li Tirkiyê û Îranê, hebûna El Nusra, Daîşê û yên din, hemû jî girêdayî mesela kurd û Kurdistanê ne.
Yanî ev hing û ding û helahop hemû ji bo ku kurd li tu beşekî Kurdistanê azad nebin…
Şerê wan jî û tifaqa wan jî li ser me ye, li ser me bi hev dikevin û li ser me li hev dikin.
Rastên me jî, çepên me jî, dîndarên me jî û komunîstên me jî yanî wek milet em hedef û neyarên wan in û dixwazinme ji ortê rakin.
Di vî warî da neyarên me dizanin çi dikin.
Yê ev mesele hîn baş û tam fêm nekirine em in. Bi kêmanî qismekî me hîn baş fêm nekiriye.
Lê pêşketin berbî başiyê ve diçe, bi xêra ehmeqî û şaşiyên neyarên me, em jî hêdî hêdî xwe nas dikin û hêzên xwe dikin yek û dev ji neyartiya hev berdidin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE