Ev demeke li ser ala kurd û
Kurdistanê minaqeşeyek heye. Rastiyek heye dibê meriv qebûl bike, bêyî PKKê û
hin partî û hêzên alîgirên wê li herçar perçên Kurdistanê hemû kurd, hemû partî
ala kurd wek aleka netewî qebûl dikin û hil didin.
Tenê PKK û derûdorên wê li dijî ala kurd in, wê wek ala kurd qebûl nakin. Û ji bo vê dijîyatiya xwe jî hin argumentan, hin qal û qîlên vala û pûç didin pêş.
PKK û hêzên nêzî wê ne li
dijî ala tirk in, ne li dijî ala Îranê, Îraqê û ala Sûriyê ne. Lê li dijî ala
kurd in û nahêlin bi ala kurd kes beşdarî meş û çalakiyên wan bibin.
Tirk, ereb, faris dikanin bi
alên xwe beşdarî meş û çalakiyên wan bibin. Lê ji bo kurdan teşxeleyê derdixin.
Gava hin kurd bi ala kurd beşdarî meşeke wan dibin, ya jî di cenazeyê şehîdekî
da ala kurd hil didin qiyametê radikin û qebûl nakin.
Toleransa li hemberî alên dijminên
xwe nîşan nadin, li hemberî ala kurd ya netewî nîşan nadin.
Bi dîtina min ev yek trajedî
ye, ciyê xembariyê ye.
Li vir dibê meriv ji hevalên
PKKê, HDPê, PYDê yanî ji kesên li dijî ala kurd in bipirse, ji bo çi ew li dijî
ala kurd in?
Ji bo çi qebûl nakin kurd bi
ala kurd beşdarî çalakiyên wan bibin?
Ew bi xwe hilnadin, me fêm kir, kes wan mecbûrî hildana ala kurd nake.
Lê çima hûn nahêlin kesên din vê alê hildin?
Çima hûn midaxeleyî wan dikn?
Toleransa hûn li hemberî
tirkan, ereban û farisan nîşan dididn, çima hûn li hemberî kurdan jî nîşan
nadin?
Bi baweriya min ji ber du
sebeban PKK, HDP û hêzên nêzî PKKê li dijî ala kurd in.
Ji van sebeban yek, daxwaza PKKê ya serdestiyê ye, dixwaze her tiştî bi xwe
bide destpêkirin û herkesî mecbûrî dîrok û sembolên xwe bike.
Jiwe PKKê ji destpêkê da
hemû sembol û serokên kurdan red kiriye, tu carî xwe wek berdewameke wan
nedîtiye û loma jî li wan xwedî derneketiye. Al jî yek ji wan e.
Heger ne ev sebeb bûya dibê
PKK ji her kesî bêtir xwedî li ala kurd derketa û ew wek aleke netwî qebûl
bikira.
Çimkî ala kurd him ji alî
dîroka xwe ve kevintir e, ev sed sal in heye. Bi sedan helbest û stran li ser
hatine gotin û him jî ji alî hêza xwe ya topkir û qebûlkir ve ji ala PKKê bi
hêztir e.
Lê li gel vê hêza ala kurd ya pozîtîv û hezkir jî wê qebûl nakin.
Lê li gel vê jî PKK vê alê
qebûl nake.
Sebebekî din jî girêdayî siyaseta wan ya Tirkiyê ye. PKK naxwaze bi ala kurd
Tirkiyê zêde nerehet bike, bêtir biazirîne. Belkî vê yekê jî wek siayseteke
nermkirinê dike…
Çimkî ala PKKê bi qasî ala
kurd dewleta tirk û tirkan nerehet nake. Ji ber ku ala PKKê îro hîn ji terf
hemû kurdan ve nayê qebûlkirin, wek ala kurd hîn nebûye nîşan û semboleke
netewî .
Û ya din jî ala PKKê bi
stêrka xwe dişibe ala hêzeke çep û komunîst. Ev yek jî li gorî ala kurd hêza wê
ya civandinê, bûna aleke netewî kêm dike.
Dewleta tirk, miletê tirk
gava ala kurd dibînin dîn dibin, ji ala kurd nefret dikin. Ji ber ku ew ne ala
partiyekê ye, li Kurdistana Federe ala dewletekê ye û li herçar perçên
Kurdistanê ji alî piraniya kurdan ve tê qebûlkirin.
Yanî semboleke ku hemû
kurdan nêzî hev dike û hestekî mişterek bi wan ra peyda dike.
Ne ku sinif û tebeqeyan û partiyên cuda tîne heberî hev û ji hev dûr dixe.
Ev yek pir muhîm e û loma jî tirkan nerehet dike. Tirk naxwazin kurd bibin
xwediyê sembolên mişterek û netewî.
Û ji van sembolan ya herî muhîm jî al e.
Gava PKK, PDK û YNK heryek
cihê cihê alên xwe çêkin û herkes ala xwe bide pêş ewê gelş derkeve, ewê ala
kurd çênebe. Heta dewleta kurd û yekîtiya kurdan çênebe kurd ewê bê al bimînin.
Loma jî tirk dixwazin ji dêlî vê ala kurd ve, PKK aleke din çêke û wê hilde. Û ev yek jî di nabêna kurdan da ewê bibe bingeha bêtifaqî û dijminatiyê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar