Cahil û cuhûlên kurdan pir in. Kurd wek milet li gel ku ji her miletî bêtir
zulm lê bûye, di dîrokê da gelekê caran hatine qirkirin û bi 40 milyon nufûsa
xwe hîn jî bindest û bêdewlet in.
Lê dîsa jî pir rehetî qala zulma bav û kalên xwe ya li ermeniyan û asûr-suryaniyan kirine dikin.
Û ne kesên nezan tenê, gelek siysetmedar û kesên bi çavên ronakbîriyê li xwe dinêrin jî ji ermeniyan, ji asûriyan bêtir qala zulma kurdan li van miletan kiriye dikin.

Ji ber ku ji zanîn û şiûrê dîrokê bêpar in haya wan ji zulma li bav û kalên wan bûye tuneye, qala tiştên ermeniyan û rûsan anîne serê bav û kalên xwe nakin. Çimkî haya wan ji vê yekê tuneye.
Bi devê xelkê dipeyivn, bi çavên xelkê li
dîrokî û li meselan dinêrin.
Fena ku kurd li Kurdistanê xwedî dewlet bûn, xwedî artêş û hêz bûn û loma kanîbûn zulmê li ermeniyan û li gelên din bikin.
Fena ku kurd li Kurdistanê xwedî dewlet bûn, xwedî artêş û hêz bûn û loma kanîbûn zulmê li ermeniyan û li gelên din bikin.
Lê ji bo çi kurd hîn bindest in, ji bo çi li gelek welatan bi milyonan kurdên koçber hene nizanin û sebebê vê koçberiyê jî qet meraqnakin.
Tiştê dizanin bav û kalên xwe neheq, zulimkar û xelkê jî biheq û mazlûm nîşan bidin…
Ji ber ku nezanin, ji dîroka xwe bêhay in. Merivên nezan zû dibin berdevkên xelkê û neyarên qewmê xwe….
XXX
Qet meraq nekin, gelek tiştên siyasetmedarên kurd û dewlet îro ji me vedişêrin
piştî demekê ewê eşkere bibin; ji ber ku "xuyekî rastiyê yê pîs heye, zû
dereng derdikve ortê..."
XXX
Kerkûk dilê Kurdistanê ye û Kurdistan jî dilê her kurdî ye.
Kurdistan
Kurdistan
tunebe kurd jî tunene, kurd mirî ne. Ji bo ku kurd nemrin dibê Kurdistaneke serbixwe çê bibe.
Kurdistan çênebe kurdê jî wek asûrî-suryaniyan bi çol û çepelan kevin û biqedin...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar