Dinya li pey serê kewê ye, kew jî dijminê qewmê xwe ye.
Tirk, ereb, faris, tirkmen, asûrî dijminatiya kurdan dikin, kurd jî li ser navê
hin îdeolojî, fikir û baweriyan neyartiya hev dikin. Ev neyartiya kurdan ya li
hemberî hev bawer bikin ji neyartiya dijminan xerabtir e. Ji ber ku dubendiyê û
bêtifaqiyê dixe nabêna miletê kurd. Hêza kurdan di her warï da zeîf û kêm dike.
Panzehîra vê dubendî û bêtifaqiyê qebûlkirina hevûdu ye. Dibê bêyî şert em hevûdu qebûl bikin. Di siyasetê da, di fikir û baweriyê da tu carî rastiyên mutleq tunene. Û loma jî dibê em dev ji baweriya ”ez rast im, rastî ez im” û ew jî şaş in berdin. Bira herkes li ser fikrê xwe, baweriya xwe û îdeolojiya xwe be. Bi cudatiyên xwe yên siyasî, îdeolojîk û bawerî, dînî û mezhebî em hevûdu qebul bikin. Bira herkes li ser dînî xwe û baweriya xwe be. Em îşê xwe ji vê yekê nînin. Kî bi çi bawer dike bira bike. Ya muhîm em li ser kurdayetiyê û azadiya miletê kurd li hev bikin. Em li ser micadeleyeke netewî ya jib o azadî û serxwebûna miletê kurd li hev bikin.
Em li ser micadela li hemberî zulmê û li ser xelasbûna ji bindestiyê li hev bikin..
Bira ev yek tenê nuxta me ya mişterek be. Jixwe bêyî vê nuxteyê, yanî bêyî kurdayetiyê îdeolojiyeke netewî lihevkirin zor e. Tenê kurdayetî û siyaseteke netewî dikane me bîne ba hev û bibe nuxteya me hemûyan ya mişterek.

XXX
Kezeba min perçe dibe, dilê min xwîn digrî!
Îranê, rejîma meleyên faşîst û xwînxxwar guh neda reaksyonên kurdan û cîhanê û Nesîmî îdam kirin. Celadan ji zindana Samam têda bû telefonî malbata wî kirine û gotine werin termê wî bibin !

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar