03 september 2014

Carnan meriv dixwaze xwe bide qoziyekê û li dilê xwe guhdarî bike

Carnan meriv dixwaze devê xwe bigre, bêdeng bimîne, tenê li hestên xwe, li dilê xwe guhdarî bike. Ji ber ku carnan hewecedariya wan jî bi sohbetê, bi guhdarîkirinê heye.
Ji bo demeke pir kin be jî carnan meriv dixwaze destê xwe ji her tiştî vekşîne, nenivîsîne, nepeyive, li telewîzyonan temaşe neke, nekeve înternetê, nivîsên kesî nexwîne, li hundur xwe bide qoziyekê û ji xwe ra li hal û li xirecira kurdan bifikire.
Lê ew jî nabe…
Çimkî halê kurdan, rastiya wan dilê meriv digvêşe, hilma meriv diçikîne, meriv xwe li daristanê wek çûkeke di qefesê da his dike...
Halê kurdan, êrîşên neyaran, fesadiya fesad û gelacan, korfahmiya serok û siyasetmedaran îşev ez hinekî bînteng û dilzîz kirime...
Ya baş ew e ku ez zêde pêda neçim û rabim herim derve cixareyekê bikşînim...

XXX
Sirri Sureya Onder:
HDP li dijî neteweperweriya(milîyetçîtiya)kurd ava bûye, panzehîra milîyetçîtiya kurd e…”

Îsmaîl Beşîkçî:
”Dibê kurd neteweperwer(milîyetçî)bin. Neteweperweriya kurd micadele xelaskirina zimanê xwe yê di bin zulm û tahdê da ye, micadela xelaskirina kultur û zimanê xwe ye, micadela derxistina wan ya ronahiyê ye. Dibê tu vana biparêzî, wê demê jî tu neteweperwer î helbet. Aliyekî neteweperweriya kurd ya êrîşkar tuneye. Armanceke wê ya asîmîlekirina hinekên din tuneye. Lê belê neteweperweriya(milîyetçîtiya) tirk ne wiha ye, êrîşkar e. Ji kurdan ra çi dibêje, ezê te asîmîle bikim, te tune bikim.”
Onder wiha dibêje ji ber ku naxwze Kurdistan çêbibe, lê Beşîkçî ji gelek kurdan bêtir dixwaze Kurdistan çê bibe û kurd jî bibin xwedî dewleteke serbixwe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE