Îsmaîl Beşîkçî, di daxuyaniyekê da ji Rûdawê ra gotiye, ew pir keyfxweşe ku dibîne ala Kurdistanê li ser xaka Kurdistanê hêl dibe.
Beşîkçî, li ser banga fermî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana Kurdistana Federe dike.
Ji ber ku Beşîkçî xoce, Kurdistana Federe ziyaret kir û berî mirina xwe beşekî Kurdistana azad dît ez û pir dilşa me.
Gelek spas ji bo hemû kesên ev rêwîtiya Beşîkçî xoce organîze kirin.
XXX
Berdevkê çapemeniyê yê Însîyatîfa Azadiyê Adnan Firat, gotiye ”Ne mesela kurd, em gotina Kurdistanê rasttir dibînin.”
Rast e, dibê meriv bibêje msela Kurdistanê, ji ber ku rastî jî ew e. Em ne mahcir in ku gelşa me hebe, em doza welatê xwe dikin.
Loma jî dibê meriv nebêje, ”mesela kurd”, bibêje mesela Kurdistanê. Wek ku xelk dibêje, ”mesela Qibrisê, mesela Kosovayê, mesela Filîstînê, mesela Azerbeycanê, Qarabaxê û hwd.
Mixabin trikan di virda jî kurd asîmîlekirine, gelek caran meriv bi şaşî ji dêlî ku bibêje mesela Kurdistanê, dibêje ”mesela kurd”, lê ev şaş e, dibê meriv li termînolojiya xwe miqate be…
Mixabin trikan di virda jî kurd asîmîlekirine, gelek caran meriv bi şaşî ji dêlî ku bibêje mesela Kurdistanê, dibêje ”mesela kurd”, lê ev şaş e, dibê meriv li termînolojiya xwe miqate be…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar