11 september 2012

Dibê em şîretên pêşiyan ji bîr nekin


Pêşiyên kurdan ji serpêhatî û tecrûbeyên xwe fêm kirine ku bêyî hevkarî û yekîtiyê rizgarbûna kurdan ne mimkûn e. Loma jî tim gotine ”yekîtî, yekîtî”!
Seîdê Kurdî gotiye:

”Ey Gelî Kurdan!
Di îttîfaqê de quwet, di îttihadê de heyat, di biratîyê de se'adet, di hukûmetê de selamet heye.
Kapika îttihadê û şirîta muhebetê qewî bigrin, ji bo ku we ji belayê xelas ke.”
Bedîuzeman Seîdê Kurdî
Qazî Mihemedê gorbuhuşt jî di wesiyetnameya xwe da girîngiyeke mezin daye yekîtiya kurdan û gotiye nifteya xelasiyê yekîtiya we ye.

”Sembola serkeftina hemû netewan û gelan hevkarî û yekîtiye, hevkariya netewî ye. Miletên ku hevkarî û yekîtiya wan tunebe, tim di bin nîrê dijminên xwe da dimînin.
Ji wesiyetnameya Qazî Mihemed” XXX
Derbarê optîkê da; ji dûr ve hertişt mezin xuya dike.
Kurd dibêjin dengê defê ji dûr ve xweş tê.

XXX
Tu ji kîjan ronakbîr û siyasetmedarê kurd bipirsî, ewê ji te ra bibêje ”ew li dijî asîmîlasyonê” ye.
Lê dema tu dibêjî, wê demê dev ji tirkî berde û bi kurdî binivîsîne, di cîda çerx dike, dibêje, ”ev ne tiştekî realîst” e.
Dewlet bi zorê û ronakbîr û siyasetmedar jî bi navê ”nerealîstiyê” bi hev ra kurdan asîmîle dikin…
Rastî û tiştê tê kirin ev e…

XXX
Serokê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglû, di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Guneşê ra gotiye, teqîna cebilxaneya Afyonê ku di teqînê da 25 leşker miribûn, ne qeza ye, sabotaj e.
Kiliçdaroglû gotiye, wî ev yek ji fermandarên artêşê jî pirsiye û wan jî gotine ji sedî 99 sabotaj e.
Lê Kiliçdaroglû negotiye kê ev sabotaj pêk aniye?
Ji ber ku heta nuha ne tu kes hatine girtin û ne jî daxwiyaniyeke were vê maneyê hatiye dayin.
Heger bi rastî jî sabotaj be, bêyî dewletê yanî artêşê bi xwe ne kesekî din e.
Lê pir ne dûr e ku têxin hustuyê PKK-ê. Ji xwe hercara ku naxwazin bi hev kevin û hevûdu biêşînin berê xwe didin PKK-ê û dibêjin PKK-ê kiriye. Îhtämal e ku îcar jî wisa bikin.

XXX
Îsmaîl Beşîkçî xoce, piştî 38 salan îro li Kurdistanê, li Diyarbekrê mîvanê kurdan bû.
Pêşwazîkirina kurdan û ya Baydemîr ez gelkî kêfxweş kirim. Îsmaîl xoce hêjayî pêşwazîkirinên hîn mezintir e. Ji ber ku di pêşketina nayonalîzma kurd da keda Îsmaîl xoce pir e. Bi xêra berhemên wî, kurdên bakur dijminê xwe baştir nas kirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE