Gelek caran Erdogan û berdevkên hukûmeta wî dibêjin ku efendim PKK bi darê zorê însanan derdixe çaiyê. Bêguman her kes dizane ku ev îdîa ne rast e, kes nikane kesî bi zor bike gerîla. Îcbartiyeke wiha ne rast e, dibê meriv li dij derkeve.
Lê madem wihaye, wê demê Erdogan û xwediyên vê îdîayê çima ZORA xwe nabînin?
Ma dewleta tirk qey piraniya xortên tirk
û hemû zarokên kurdan bi darê zorê nabe eskeriyê?
Ma qeyhemû eskerên artêşa tirk giş bi daxwaza dilê xwe çûne eskeriyê?
Ma qeyhemû eskerên artêşa tirk giş bi daxwaza dilê xwe çûne eskeriyê?
Helbet na, her kes dizane ku dewlet zarokên xelkê bi darê zorê dibe eskeriyê. Heger zor tunebe ji hezarî yek jî bi daxwza dilê xwe naçe eskeriyê û li serên çiyayên Kurdistanê jiyana xwe naxe tehlûkeyê.
Heger îro artêşek Tirkiyê ya nêzî yek milyonî heye bi xêra eskeriya mecbûrî heye. Eskeriya mecbûrî tunebe kesê neçe eskeriyê, ji ber ku mecbûrîye însan diçin.
Eşas eskerîkirina bi zarokên kurdan ji xwe zulm û neheqiyeke pir mezin e, bêedaletî û bêexlaqî ye.
Dewleta tirk ne dewleta kurda ye û di ser da di nabêna wê û kurdan da şerekî mezin jî heye. Loma jî di warê exlaqî û moralî da ne rast e ku meriv zarokên kurdan bi zor bibin eskeriyê û li hemberî qewm û birayên wan têxe şer.
Hukûemta AKP-ê vê zulm û neheqiya xwe nabîne, dibêje PKK însanan bi zor dibe serê çiyê.
PKK dibe hûn nebin. Madem zor ne rast e, hûn zarokên xelkê bi zorê nebin eskeriyê û bi hev nedin kuştin.
Herçî îdîeya ku PKK bi zor însanan dibe çiyê bi min qet realîst nayê. Ez bawer nakim ku meriv kanibe bi zor kesî bibe serê çiyê û heger birevîne bibe jî, meriv nika bike gerîla û pê şer bide kirin.
Lê li ber çavê her kesî ye ku dewlet zarokên kurdan bi zor dibe leşkeriyê û li serê çiyan bira bi birê dide kuştin. Ev neheqî û zorbatî li gorî tu dînî û tu qanûnê ne rast e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar