Tiştê ecêb, gava meriv rexneyekê li kurdên başûr, li
hukûmeta Kurdistana başûr digre hin kes tavilê îtîraz dikin û PKK-ê, BDP-ê û rewşa
kurdên bakur nîşan didin, dibêjin weleh kurdên başûr ji me pir û pir baştir in.
Ev şêleke ne rast e, gava meriv rexneyekê li kurdên başûr
digre ev yek nayê wê maneyê meriv siyaset û kirinên PKK-ê û BDP-ê diparêze.
Birayên ezîz, helbet rewşa kurdên başûr ewê ji ya kurdên
bakur baştir be, ji ber ku ew dewlet in. Mijar ne ev e.
bi baweriya min, dewleta tirk çiqasî dijminê kurdên bakur e,
hewqasî jî diminê kurdên başûr e, heger ji destê wan were ewê îro desthilata
kurdan hilweşînin.
Lê îro nikanin.
Û ji ber ku bi riya leşkerî nikanin hukûmeta kurd ji ortê rakin, dixwazin bi riya aborî, bi serdestiya zimên û asîmîlasyona kulturî kurdan bi xwe ve girê bidin.
Û ji ber ku bi riya leşkerî nikanin hukûmeta kurd ji ortê rakin, dixwazin bi riya aborî, bi serdestiya zimên û asîmîlasyona kulturî kurdan bi xwe ve girê bidin.
Dema meriv li Zaxo, Duhokê, Hewlêrê digere meriv vê
serdestiya tirkan dibîne, bêyî ku meriv bi kurdî û erebî bizanibe meriv dikane
li Kurdistanê bijî.
Heta li gelek dikan, mexaze, aşxane û pastexaneyan karkir weke ku li Tirkiyê bin tenê bi tirkî dizanin. Menuyên wan tenê bi zimanê tirkî ye.
Heta li gelek dikan, mexaze, aşxane û pastexaneyan karkir weke ku li Tirkiyê bin tenê bi tirkî dizanin. Menuyên wan tenê bi zimanê tirkî ye.
Serdestiya zimên bi xwe ra hezkirina ji tirkan û Tirkiyê jî
xurt dike û kiriye jî.
Kurdistana Federe beşekî dewleta Îraqê ye û erebî jî li gorî
qanûnan li Kurdistanê zimanekî resmî ye. Lê tiştê min dît di bazarê da tirkî ji
erebî serdestir û xurttir e.
Rast e kurd bûne dewlet, asîmîlasyona wan weke kurdên bakur
di demeke nêz da gelkî zahmet e, lê ne tiştekî ne mimkûn e.
Ya din, armanca mektebên Gulen ne belavkirina ilim Û îrfanê û
ya TRT6-ê jî ne tenê weşangerî ye, armanca wan ya esasî di nava kurdan da
belavkirina îdeolojiya panturkîzmê ye, xurtkirina tirkîtiyê ye. Dîn, ilim,
tîcaret, mekteb, telewîzyon, weşangerî hemû maskeyên vê armanê ne. Dewlet û
hukûmeta ku hîn navê herêma Kurdistanê rast nebêje, bibêje ”Iraqa bakur”, dibê
meriv bi şik li hemû teşebusên wan binêre.
Heta nuha yek carê jî ne Erdogan, ne Gul û ne jî wezîrekî hukûmeta AKPê weke mirovan navê Kurdistana
Federe negirtine devê xwe.
Gulen jî negirtiye devê xwe. Gulen, li Kurdistanê mekteb ji bo perwerdeyeke bi kalîte bide zarokên kurdan venekiriye, armanca wî siyasî ye.
Dibê em kurd vê armanca hukûmeta AKPê û ya Gulen yek saniyê jî ji bîr nekin; çimkî ew hîn jî bi çavên neyar li kurdan dinêrin. Hurdu jî gorra kurdan dikolin, herdu jî ji bo kurdan xwedî planên veşartî ne.

Loma jî ne rast e meriv mektebên Gulen weke yên îngilîzî û
TRT6-ê jî weke BBCyê bibîne.
Dîtineke wiha pir şaş û safîtiyeke mezin e.
Dîtineke wiha pir şaş û safîtiyeke mezin e.
Tirk nahêlin kurd kanalên xwe li Tirkiyê vekin û kanalên li
derve weşanê dikin jî xera dikin. Heta nahêlin kurdên başûr jî bi tirkî
weşaneke azad û bi dilê xwe bikin. Loma jî dibê meriv li hemberî van gavên
tirkan hewqasî ne pozîtîf be, tim bi şik lê binêre…
XXX
Ez dibêjim li gel ku tirk, weke dewlet, weke hukûmet û weke milet neyartiya kurdên başûr dikin, lê kurdên başûr, bi soran û kurmancên xwe ve heyranê Tirkiyê û tirkan e. Bi kêmanî ekseriyeteke mezin wiha ye.
Gava yek ji meriv hez neke, bi meriv ra neyartiyê bike, heta navê welatê meriv jî rast nebêje meriv jî gerek jê hez neke. Lê kurdên başûr ji tirkan û ji Tirkiyê pir hez dikin.
Tirk ji kurdî nefret dikin, lê kurdên başûr ji tirkî hez dikin, ji muzîka kurdî bêtir li muzîka tirkî guhdarî dikin.
Kanalên nêzî PKK-ê bi îmkanên xwe yên bi sînor bi kurmancî, soranî, zazakî, hewramî, tirkî, erebî weşanê dikin.
Îmkanên kurdên başûr di warê madî, siyasî, huqûqî û teknîkî da hezar qatî ji yên PKK-ê zêdetir in, lê dîsa ji bo kurdên bakur qanalekê venakin.
Tirkiye di nava kurdan da bi kurmancî, soranî, zazakî propagendeya xwe dike, lê kurdên başûr li hemberî vê hegomanyaya tirkan gavekê navêjin. Ez vê pasîfiya wan rex dikim, dibêjim gerek ew hî li Tirkiyê propagendeya xwe bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar