27 augusti 2011

Hukûmet dixwaze hemî kurdên bi xîret ji ber xwe da bixîne

Serdozgerê Cumhûriyetê yê Diyarbekirê derbarê parlamenterê BDP-ê yê Diyarbekirê Altan Tan da îdianameyek amade kiriye.


Di îdîanameyê da bi tuhmeta ji ber ku Altan Tan beşdarî sê çalakî û meşên cuda bûye û di wan meşan da “propagandaya rêxistinê kiriye, li dijî qanûna meşê derketiye û bi navê rêxistinê sûc kiriye” jê ra 23 sal û 6 meh cezayê girtîgehê tê xwestin.


Bala xwe bidin vê zulma nedîtî, him zarokên me dikujin û him jî ji bo ku em beşdarî cenazeyên wan dibin me ceza dikin!


Ji bo ku beşdarî cenazeyên zarokên nas, dost û hevalên xwe bûye û di van merasim û meşan da çend gotin kiriye, xwestina 23 sal û 6 meh ceza, ancax bi şan û şerefa dewleta tirk û edaleta vê rejima zorba dikeve.


Ev huqûq, ev edalet tam bi tirkan û bi dewleta wan dikeve. Bêyî dozgerekî tirk li cihânê tu dozgerekî din ji bo tevlêbûna merasimên cenazeyan û kirina du sê peyvên serxweşiyê cezayekî hewqas mezin, 23 sal û 6 meh hefs ji kesî ra naxwaze.


Bêedaletî, dînî, xavî û rekeorên wiha mezin tenê mexsûsî tirkan û edaleta dewleta wan e.


Çima cezayekî hewqas mezin?


Ma Altan mêr kuştiye, banqe şêlandiye, ji bo xistina hukûmetê rêxistin ava kiriye ku hûn jê ra 23 sal û 6 meh cezê dixwazin?


Esas tirk herî zêde êrîşê kîjan kurdî bikin, bizanibin ku ew merivekî baş e û kurdekî temam e....


Yanî heger dewletê, hukûmetê û heta tirkan jî ji kurdekî hez kir, dibê hûn bizanibin ku ew merivekî ne saxlem e.


Lê gava eksê wê bû, yanî tu tirkekî jê hez nekir, a wê demê bizanibin ku cewherê wî merivî paqij e û ew dîwarekî saxlem e.


AKP û bi taybetî Edogan li hemberî Altan Tan pir kîn û nefret e, dixwzin heyfa heyfa xwe jê bigrin.


Çimkî di hilbijartinan da Altan Tan, tam derba Erdogan û AKP-ê dayê, bû kelemê di çavê wan da.


Yek merivekî AKP-ê jî newêrîbû derketa hember Altan Tan, dizanîbûn ku Tan pariyekî ne li gorî devê wan e.


Tan û Erdogan hevalên hev yên kev in, hevûdu baş nas dikin.


Loma jî Tan, bi zimanê wan bi wan  ra dipeyivî û hemû vir û sextekariyên wan eşkere dikir.


Loma jî dixwazin bi gef û tehdîdên wiha çavên wî bitirsînin û heger vê jî netîce neda, bi cezayekî giran ji ber xwe da bixînin.


Dewleta tirk ev e, dema tu kurd bî û doza kurdayetiyê bikî û weke hinekan nebî meriv û dostê wan, tavilê li meriv tên xezebê û hewil didin ku meriv ji ber xwe da bixînin.


Û di vî warî da jî li hemberî kurdan dadgeh, sîleha wan ya herî mezin e…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE