Daxwiyanya çapemeniyê ji bal serokê KADEP-ê û parlamenterê Diyarbekirê Şerafettin Elçî ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê da hat diyar kirin ku Tirkiye û Îran bi van êrişên xwe yên ser Başûrê Kurdistanê dixwazin destkeftiyên kurdan tune bikin û “kurdan careke din bê statû bihêlin.”
Elçî di axaftina xwe da got, ji bo pêkanîna aştiyeke mayinde dibê artêşa tirk operasyonan rawestîne û PKK jî çekan bêdeng bike.
Hevseroka KCD-ê û parlementera Wanê Aysel Tûglûk, serokê Koma BDP-ê û parlementerê Colemêrgê Selahattin Demirtaş, serokê HAK-PAR-ê Bayram Bozyel, parlementerê BDP-ê yê Mûşê Demîr Çelîk jî beşdarî civînê bûn û bersîvên rojnamevanan da.
Piştî êrîşa Tirkiyê ev cara pêşîye ku hemû partiyên siyasî û rêxistinên siwîl û meslekî tên ba hev û li dijî şer û êrîşên Artêşa Tirkiyê helwesteke mişterek nîşan didin.
Ji bo ku kurdan bipilçiqînin, bindest bihêlin û li Kurdistana başûr jî statuya hatiye bidesxistin têk bibin, hemû dijminên kurdan hatine ba hev û bi hev ra êrîşê dibin ser tevgera kurd ya netwî.
Di demeke wiha da dibê hemû partî û hêzên kurd yên neyewî jî destên xwe bidin hev û li hemberî êrîşên yekîtiyeke xurt ava bikin.
Loma jî civîna do ya li Diyarbekrê pir girîng e, moaral û manewiyata miletê kurd bilind dike.
Beyana serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya do ya li hemberî êrişên Tirkiyeyê û Îranê yên ser axa başûrê Kurdistanê jî gelkî girîng û baş bû. Barzanî di beyana xwe ya nivîskî da got, ” li hemberî van êrişan emê bêdeng namînin.”
Serokkomarê Îraqê Celal Talabanî jî îro li dijî êrîşên Îran û Tirkiyê gotiye, weke serokkomarê Îraqê ew mecbûre e li dijî van êrîşan derkeve.
Talabanî gotiye, ew bi Tirkiyê û Îranê ra di nava têkiliyan da ye û ew hêvî dike ku êrîş rfawestin.
Li hemberî êrîşeke wiha berfireh dibê hukûmeta herêma Kurdistanê û serokkomarê Îraqê Talabanî helbet bêdeng nemînin.
Ji ber ku hedefa Îran û Tirkiyê ne PKK tenê ye, armanca wan bêîstîkrarkirina Kurdistana Federeye jî.
Ji ber ku Tirkiye û Îran naxwazin li tu beşekî Kurdistanê kurd bibin xwedî mafekî herî biçûk jî.
Ew dibînin ku hebûna Kurdistana Federe baş xerab ji bo hemû pişt û stareke pir mezin e. Loma jî ew dixwazin berî hertiştî vê “piştê û vê starê” têk bibin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar