04 januari 2010

Kurdên wiha ji dijmin jî xerabtir in

Du roj berê gelşeke Ahmet Turk ya xênî derket ortê.
Ji ber acizkirina çîranan ya jî sebebekî din yê em nizanin, axir Ahmet Turk xwestibû mala xwe biguhze dereke din.
Û li Oranê, di apartmaneke hemşeriyekî xwe yê kurd da dahîreyek kirê dike. Lê di deqîqeya dawî da xwediyê xênî, ya wek hatibû gotin ji ber gefên albayayekî tirk ya jî ji bi ber timayiya peran li Ahmet turk diqulibe û xênî nadê.
Li ser vê, bûyer gihîşt çapemeniyê û du roj berê min jî nivîsek li ser nivîsî.
Yanî di rojeke Ahmet Turk ya teng da kurdekî dewlemend, pûlperestekî nuhdîtî û ne însan destê alîkariyê dirêjî kurdekî weke Ahmet Turk nake.
Ez we nizanim, lê vê bûyerê ez gelkî xemgîn kirim.
Esas Ahmet Turk ne ew zilamê ku têketa vî halî, lê diyar e him kurdperweriyê û him jî ”destbelayiya” wî ew xist vî halî.
Ahmet Turk, hegr bixwsta ew jî weke Bahattîn Demîrcan bibûya xwedî qesir û qonax, bêguman nuha sedcarî ji Demîrcan dewlemndtir bû.
Îro jî dîsa li ser vê meselê, îcar kurdekî din li ser navê dewletê xwe li Ahmet Turk rakişandiye û gotiye, dema tu ji PKK-ê ra nebêjî ”terorîst” helbet halê te ewê wiha û kesê xaniyekî nede te.
Wezîrê Dewletê û Serokmuzakericiyê Tirkiyê yê Yekîtiya Ewrûpayê Egemen Bagiş, li gor secara min ji Goodlê derxist kurdekî Bîngolî ye, di axaftina xwe ya bi rojnamevaan ra li ser vê mesela xênî jî rawestiyaye û jê dêlî ku nîjadperestiya tirkan û ”îdîa gefa zabit” mahkûmbike, Ahmet Turk rexne kirye, gotiye, di vê rewşê da sûcê wî jî heye.
Bagiş, li ser vê meselê Turk wiha sûcdar kiriye:
”Ji bo her kesî tiştê ders jê were girtin heye. Helbet xanînedana ya birêz Ahmet Turk ciyê xemgîniyê ye. Lê di vê netîceya îro da sûcê Turk jî heye. Ev serê salan e ku Turk bersîvê nade bangên, “mesafeyekê têxe nabêna xwe û rêxistina terorê.” Tesîra vê bersîvnedana wî jî heye. Ez hêvî dikim ku ev bûyer ji me hemûyan ra bibe ders. Baskê terotê yê siyasî nabe. Ew bask ewê li dereke din biqelibe.”
Sedîsed ez nizanim Egemen Bagiş kurd e ya na, lê ji ber ku ji Bîngolê ye ewê kurd be. Loma jî ez weke kurd hesab dikim.
Lê ez hêvî dikim ku ez şaş bim û ne kurd be.
Egemen Bagiş, ji hemû miletê kurd ra pir vekirî dibêje ku, dibê hemû kurd weke me ji PKK-ê ra bibêje “terorîst”, kesê nebêje “terorîst” marûzî çi neheqî û heqaretê bibe jî heq û misteheqî wî ye.
Û ew baş dizane ku kesên weke wî bûne zilamên dewletê ne têda, miletê kurd weke ew dixwaze ewê tu carî ji PKK-ê ra nebêje “terorîst”.
Çimkî hemû kurd dizanin ku terorîstê herî mezin Egemen Bagiş û dewleta wî bi xwe ye, ew gav û saetê miletê kurd terorîze dikin.
Zilamê dijmin dûra jî tehdît kiriye û gotiye,” Baskê terotê yê siyasî nabe. Ew bask ewê li dereke din biqelibe.”Û "qelibandina dereke din jî" jî teror û kuştina dewletê û miletê tirk e.
Hûn bala xwe didinê, kurdek xênî bi kirê nade kurdekî dostê xwe û kurdî din jî li ser navê tirkan bi uslûbeke nîjadperest êrîşê dibe ser birayê xwe yê kurd, yê ku zulm û neheqî lê bûye.
Yaho ev kurd jî dema dibin zilamên xelkê tam dibin, bi dil û can dibin...
Dibin gurên har û devbixwîn û bi bedena miletê xwe dikevin...
Hewqasî dibin “zilam” û ji xîreta însanî û netewî dûr dikvin ku ji dijmin bêtir dibin dijminê qewmê xwe.
Lawo Egemen Bagiş(hela hûn bala xwe bidin navê wî lawo, bîna navê zarokên pûlis û leşkeran jê tê)efendî, ma nuha çima tu van peyvan ji birayê xwe yê kurd ra dikî, ma qir ketiye koka tirkan, bihêle bira yekî tirk van gotinan bibêje...
Kurdan belasebeb negotiye, “kurmê darê ne ji darê be dar narize.”
Egemen Bagiş, ji kurmê darê jî xerabtir e, mêrik ji bo ku xwe têxe çavê xwediyên xwe dixwaze gotina herî giran ji ferdên miletê xwe ra bibêje, çimkî dixwaze sedaqeta xwe nîşanî tirkan bide, ku ew merivekî çuqasî sadiqê vê dewleta zalim û zulumkar e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE