05 maj 2009

Gelo tiliya dewletê di vê qetlîamê da tuneye?

Do bi şev li gundekî bi navê Kertê girêdayî qeza Çiyayê Mazî ku di nabêna Mêrdîn Diyarbekrê da ye, 4-5 kesên kincên leşkerî lê û bi maske avêtin ser dawetekê û 45 kes kuştin û gelek kes jî birîndar kirin.
Herb û serîhildanên kurdan ne têda, li Kurdistanê heta nuha tu carî qetlîameke wiha mezin nehatiye kirin.
Ev cara pêşî ye ku li hember malbatekê qetlîameke hewqas mezin, zarok, kal û pîr jî di nav da tê kirin.
Vê sibehê dema min xebera vê qetlîama dûrî aqilan xwend, min ji çavê xwe bawer nekir, destpêkê min got belkî reqem şaş hatiye nivîsîn.
Lê piştî ku min xeber xwend ez tevizîm.
Li gor çapemenî dinivîse ji qatilan 4 kes hatine girtin û sûcê xwe jî îtîraf kirine. Him qatilên hatine girtin û him jî xwediyê dawetê qorîcî ne.
Û herdu serî jî merivên hev in û şêniyên eynî gundî ne.
Tê gotin ku sebebê qetlîamê dikane mesela jinan, dijminatiyeke kevn ya jî gelşeke aborî be.
Li Kurdistanê, kurd ji bo jinan ya jî ji ber hin sebebên din hevûdu dikujin, lê ne qetlîameke bi vî rengî.
Herçiqas heta nuha qala "dijminatiyeke malbatî" tê kirin jî lê ev yek pir ne zelal e.
Li gor îfadeyên şahidan, şiklê bûyerê û derengçûna cendirmeyan tiliya “dewleta kûr” jî dikane di vê qetlîamê da hebe, ev qetlîam dişibe karê wan.
Tiliya dewletê rasterast tê tunebe jî dewlet dîsa mesûlê vê qetlîamê ye. Ji ber ku yê çek daye van çetan dewlet e.
Dewletê ji bo kuştina kurdan him çek daye wan û him jî weke hêz li pişta wan e, çavê xwe ji çavsorî û terora wan ra digre.
Ji xwe ev ne cara pêşî ye ku qorîcî(cerdevan) bi van çekên dewletê însanan dikujin. Gelek carên din jî, ne qetlîameke wiha mezin be jî lê gelek însan kuştine û birîndar kirine.
Dewlet dixwaze kurd hevûdu bikujin û bibin dijminên hev. Heger dewletê nexwesta, 70 hezar korîcî çênedikir û bera pêxîla kurdan nedida.
Di belgeyên Ergenekonê da derket ortê ku ji bo zêdekirina korîciyan leşker û hukûmetê li hev kirine.
Leşker bi israr dixwazin hejmara korîciyan zêde bibe û Erdogan jî ev daxwaza wan qebûl kiriye. Û jixwe peyderpey zêde dikin jî.
Bi kurtî heger di rojên pêşda tiliye dewletê di vê qetlîamê da were dîtin ewê pir ne xerîb e. Heger hemû kes bihatana kuştin, sê kes birîndar xelas nebûna bi îhtîmaleke mezin ewê bûyer têkirina hustuyê PKK-ê.
Ji ber ku yên hatine kuştin hemû korîcî û malbatên wan in, loma jî buhtaneke wiha ewê têketa serê gelek kesî.
Jixwe berê jî çend caran wiha kirine, xelk kuştine û xistine hustuyû PKK-ê.
Loma jî pir baş bû ku 2-3 kes ji qetlîamê birîndar filitîne û loma jî êdî bixwazin jî nikanin bavêjin hustuyê PKK-ê.
Lê dibê DTP û rêxistinên kurdan yên din lêkolîna vê meselê tenê ji dewletê ra nehêlin, dibê ew bi xwe jî vê meselê baş bikolin.

2 kommentarer:

  1. Kek Zinar,

    Bi rastî jî rewsh pir tirajîk e! Ev komkujiya li dijî xelkê kurd yê feqîr u belengaz, hishê mirov tewsho-mewsho dike.

    Sedîsed destê dewleta tirkan ya xwînxwar di vê da heye.

    Qasî dewleta tirk dîsa PKK jî ji bo vê kambaxiyê berpirsiyar e. Bila lanet lê be!

    Gelo chima PKK vî sherî ji Kurdistan'ê dernaxe, chima? Chima PKK bi shewqeke ewqas mezin miletê kurd dike qurban? Ma qîmeta însanan li gel PKKê ewqas erzan e ku PKK weha serberdayî u parazîtî tevdigere? Li deverên din yên cîhanê xelkê alemê ji bo heywanekî xwe qiyametê radike.

    Îcar hun niha bash li vê senaryoyê sêr bikin. Dê PKK ji bo siyaseta xwe ya sersem di medyaya xwe da propagandaya xwe ya "pîroz" bike. PKK dê qet ji xwe nepirse, ka masuliyeta wê ya di van komkujiyan da chi ye?

    Li ciyê ku sher heye, ne tenê komkujî, lê her tisht chê dibe. Lewra partiya ku dibêje ez ji bo azadiya kurdan sher dikim, vî sherî di malên kurdan da nake, diche di malên dijminên kurdan da dike. Têgêhishtina berbatiya sherê encax bi jiyandina wê ya di nav jiyanê da mumkun e. Êdî divê PKK sînorê xwe bizane.

    Silav

    Kezeba Mêrdînê

    SvaraRadera
  2. Ez aniha ji xwe hinek tishtan dipirsim. Mîna ku raya gishtî jî bash dizane, beriya heftekê li Stembol-ê gerîlayekî ku li kampên PKKê perwerde girtibu, bu sedema serêshiyên mezin.

    Pashê PKKê bi pozbilindî di derheqê perwerdeya wî da hin tisht weshandin u xwedîtî lê kir.

    Ev PKKe ye, aqilmendî u siyaseta guranî ji vir heta marsê jê dur e.

    Ez dibêm ev komkujiya li gundê Kertê tolhildana dewleta dêleguran e u bi vê yekê bersiva buyera li Stembol-ê da. Lê mixabin yên ku bun qurban ne PKKe ye, xelkê kurd yê bê guneh e.

    PKKê li Kurdistan-ê binyata sher ajotinê ji bo tirkan damezirand. Kêfa tirkan bi sherê ku li bajarên tirkan tê kirin qet nayê, ji ber ku tirk bi sherê li Kurdistan-ê gelekî bextiyar in. Bi saya vî sherî leshkerên tirkan hertim di tatbîkatan da ne u perwerdeya kushtinê digirin ji bo pêsherojê.

    Ango kesê ku miletê kurd dikuje u yê ku ji bo kushtinê îmkanan chêdike, qet ji hev cudatir nînin. PKK hê jî di vê dema teknîk u înformasyonê da bi metodên "homo neandertalî" rudine u radibe.

    Bila xwedêyê mezin "homo galaktîkus" ji miletê kurd ra bibe harîkar!

    Silav u rêz

    Lawkê Cholemêrgê

    SvaraRadera

PARVE BIKE