14 februari 2009

Erdogan ewê li gotinên xwe poşman bibe

Fermandarê Hêzên Bejayî yê Îsraîlê general Avi Mîzrah, do di civîneke navnetewî da rexneyên pir giran li Tirkiyê girt, gotinên serokwezîrê Tirkiyê Erdogan yên di civînda Davosê da pir sert rexne kir û got:
”Tirkiyê berê êrmenî qetil kirine û nuha jî eynî siyasetê li hember kurdan dimeşîne.”Erdogan di civîna Davosê da ji Şîmon Peres ra gotibû, ”hûn kuştinê baş dizanin. We erdê flîstîniyan îşxal kiriye.”
General Avî Mîzrahî
jî do di civîna navnetewî ya bi navê ”Psîkîlojîya Eskerî“ da ku nûnerên ji Emerîka, Almanya, Swêd û Brezîlyayê jî tê da beşdar bûn, bersîva van gotinên Erdogan yên di civîna Davosê da ”hûn kuştinê baş dizanin” da û got:

"Bira Erdogan di neynikê(mirêkê) da li xwe binêre."
general Mîzrahî got:
"Tirkiyê berî nuha bi gelek salan li hember êrmeniyan qetlîama dinyayê ya herî meizn kiriye û eynî siyasetê nuha jî li hember kurdan dimeşîne."Li ser gotinên Erdogan, ”Îsraîlê erdê filistîniyan îşxal kiriye”, general Avî Mîzrahî got:
”Ev serê salan e ku tirkiyê bakurê Qibris îşxal kiriye.”
Li ser van gotinên general Avî Mîzrahî, serekerkanîya Tirkiyê, wezîrê derve û serokwezîr erdogan xwe gelkî aciz kirin û tavilê protesto û "nota" dan Îsraîlê.
Ji bo ku rê li ber beyanên wiha venebin, Tirk ewê xwe gelkî aciz bikin, weke meymûnên marûzî êrîşê bibin ewê pir bikin qîjewîj û qerepere, ewê xwe rakin û li erdê xin, ewê Îsraîlê bi qutkirina têkiliyên aborî, siyasî û dîplomatîk tehdîd bikin.
Ewê wiha bikin ji bo ku hinekê din jî tiştên wiha nebêjin, bi taybetî jî dibê qala kurdan nekin û wan weke nimûne nedin.
Yanî tirk di vî warî da gelkî jîr û kone ne, fen û fûtên wan ji yên rûvî jî zêdetir in. Îcar Îsraîlê û hukûmeta nuh ewê çiqasî li generalê xwe xwedî derkeve ew hîn ne diyar e. Heger hukûmeta îsraîl gavê paş da bavêje, tirkê bêtir herin ser wan.
Lê dema Îsraîl gavê paş da navêje û welatên din jî dema ciyê wê hat van rastiyan têxin çavê siyasetmedarên tirk, wê demê ewê li ser teriyê xwe bikevin, careke din ewê newêribin devê xwe vekin û quretiyên wiah bikin.
Û li aliyê din jî êdê ewê berebere fêrî qebûlkirina sûcên xwe bibin.
Bêguman van gotinê Mîzrahî hemû jî rast in û di cîda ne. Esas dibê ev gotin di wê civînê da Şîmon Peres bi xwe ji Erdogan ra bigota, lê negot.
Lê li gel vê kêmasiyê jî dema generalekî îsraîlî van gotinan ji tirkan ra bibêje gelkî girîng e û pêşketineke baş e.
Heger wiha here Erdogan ewê li gotinên xwe poşman bibe.
Ji ber ku ne ji der tenê, li hundur jî kurd wan û Îsraîlî bi hev ra miqayase dike û ev miqayase jî durûtiya siyasetmedarên tirk radixe bera çavan û wan dihelîne.
Tiştên wiha eşkere neyên gotin jî lê di nabêna dewletan da bêbaweriyên kûr peyda dikin, cebarkirina van têkiliyên ku bi gotinên wiha derz lê ketine wisa ne rehet e.
Heta nuha tirk aşûnî bûbûn, ji ber ku kesî qetlîam û sûcên wan yên li hember însaniyetê nedida ruyên wan.
Mesela Qibrisê û êrmeniyan ne têda, lê li ser qetilkirina kurdan heta nuha di tu platformeke cidî da tu kesî ji tirkan ra negotiye tiştê we anî serê êrmeniyan, hûn dixwazin bînin serê kurdan jî.
Ji ber ku heta nuha kesî ev rastî nedaye ruyê siyasetmedarên tirk, ji wan ra negotine sûcên we ji yên herkesî mezintir e, loma jî mêrikan pir bêperwa dipeyivin.
Fena ku wan qetlîama êrmeniyan nekiribe, fena ku Qibris û beşekî Kurdistanê hîn ne di bin îşxala wan da be, radibin li xelkê rexneyan digrin û wan bi îşxalê îtham dikin.
Li hember îşxalên Tirkiyê, îşxala Îsraîlê ji deve ne guh e jî.
Erdên di bin îşxala Îsraîl da bi qasî axa Ruhayê jî tenê tuneye.
Tirkiyê him welatê me îşxal kiriye û him jî hebûna me înkar dike, hîn em li Tirkiyê miletekî bê nasname ne.
Hîn em nikanin navê welatê xwe hildin, navekî kurdî li zarokên xwe kin, ala xwe hildin, partiyeke kurd ava bikin.
Hîn mebûsekî kurd nikane di civînekê da bi kurdî bibêje, "hela xêra xwe tasek av bidin min" û serokwezîrî welatekî wiha jî diwêre dersa edalet û demokrasiyê bide xelkê.
Lawo belasebeb negotine mêrikê cahil cesûr e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE