30 september 2008

Min jî salek li dû xwe hîşt

Henek menek, lê dawiya dawî bi “qûnkişkê” be, bi gelek zor û zahmetî be jî min sala xwe temam kir.
Yanî êdî ji çarpiya xelas bûm û baş xerab biser nigan ketim.
Ji bo yekî weke min, “mêrê bi tenê”, liberxwedana salekê ne hindik e.
Par, di 30-ê îlonê da bi nivîsa xwe ya bi navê “Mizgîn li we kurdan, ez jî bûm xwedî BLOG!” min dest bi nivîsandinê kir.
Fena ku meriv çavê xwe bigre û ber de, min hew dît ku sal qediya.
Sal qediya lê ji kîsê min çû, çimkî ez salekê kaltir bûm.
Salek 365 roj e.
Min nuha bala xwe dayê, di van 365 rojan da, min tam 311 meqale nivîsîne. Rojên mayî jî ya ez nexweş bûme ya jî ne li mal bûme. Roja ku ez li mal bûme û min kanîbûye xwe li ser kursiyê biedilînim û çend rêzan binivîsim min tu carî qelpî û zexelî nekir, min tim halê xwe kir hal û kin dirêj tiştek nivîsî.
Min tim hewil da ku xwendevan herroj tiştekî nuh bixwîne.
Piştî salekê ez bi dilşadiyeke mezin dibînim ku erê ne bi hezar û sedhezaran, lê rojê li dora 50-î kesî riya xwe bi feqîrxaneya min dixwe.
Bi ya min ev jî ne hejmareke hindik e. Ji ber ku di malpera min da xeberên rojana tunene, tenê nivîsa min e.
Helbet çawa ku perê zêde serê meriv naşkîne, bêguman xwendevanên zêde jî zirara wan tuneye, hebin baş e, lê rojê 40-50-î serdan jî tê ra min dike. Ji xwe ez merivekî ne tima me, bi tiştê hindik jî têm serî.
Ya din jî kurd dibêjin, xwediyê sebrê Mîrê Misrê. Yanî dibê meriv zû neweste û îstkrarê nîşan bide.
Ji bo ziyareta “hezaran” îstîkrar, bawerî, xet û rengê meriv yê siyasî gelkî girîng e. Dibê xwendevan bizanibe ku meriv li ser çi dînî ye?
Ez hêvî dikim ku heta nuha min reng û rûçikê xwe diyar kiriye.
Belê, dawiya dawî min jî salek li dû xwe hîşt.
Hey kes ji min ra nabêje, ya baş ew e ku dîsa ez pesnê xwe bidim û bibêjim:
Yeksaliya "Bloga Hindik-Rindik" pîroz be û ez hêvî dikim ku ewê gelek salan bibîne.
Amîn...

Li sefaretxaneya Tirkiyê ya Moskovayê bi salan tîcareta jinan hatiye kirinLi gor ku malpera Netkurdê dinivîse, kanaleke telewîzyona rûs derxistiye ortê ku hin mamûrên seferetxaneya tirk ya li Moskovayê qewadiyê dikin. Yanî jinên rûs ji ser rê da dixînin û ji bo fuhûşê dişînin Tirkiyê.
Di programê de hatiye nîşandan ku mamûrekî sefaretxaneya Tirkiyê bi navê Sarper Yetîş û jinek rûs ya bi navê Olga vî karî organîze dikin. Di programê da hevdîtin, bir û bazara Yetîş û Olgayê jî hatiye nîşandan. Programê nîşan daye ku Yetîş û Olga, li ser şandina jinan û girtina vîzeyan dipeyivin û bazarê dikin. Li gora programê Olga, jinan peyda dike û Yetîş jî ji wan ra vîzeyê distîne. Yetîş, ji bo her jina ku dişîne Tirkîyê 6000 Euro –yî digre.
Piştî min ev xeber xwend, min nikanîbû li ser nenivîsanda.
Dibe ku ev bûyer bi hinekan pir ecêb were, lê bi min qet ecêb nayê. Ji ber ku “dewleta kûr” bi salan e ku li gel karê eroînê vî karî jî dike.
Jixwe heger ne xêra tîcaret û pereyên eroînê û firotina jinan bûya dewleta tirk nikanîbû li hember kurdan hewqas sal şer bike û li ber xwe bide. Fînasmana dewleta tirk ya esasî îcareta eroînî, derbaskirina biyaniyan û firotina jinan e.
Heta nuha çend caran Înterpolê di raporên xwe yên salane da gotiye ku Tirkiye merkeza eroîn û fuhûşê ye.
Çete û faşîstên ku di bûyera Sûsûrlûk, Eregenekon û bûyrên din da hatin girtin hemû jî bi van karan mijûl bûn.
Li Tirkiyê qala 200 milyar pereyê reş tê kirin. Çendakî berê(min jî di nivîseke xwe da qal kiribû)serokê emniyetê yê teqawitê gotibû ku li Dtenbolê fabrîqeya narkotîkê heye û dewlet nagre.
Yanî tîcareta eroînê û jinan karê dewleta tirk e, dewlet vî karî dide kirin. Nexwe karkirekî sefaretxaneyê bi salan nikane vî karî bi serê xwe bike. Dewleta kûr bi vê tîcaretê şerê xwe yê Kurdistanê fînanse dike. Heger ne ev tîcarfeta eroîn û jinan bûya dewleta tirk ji zû da top avêtibû û hatibû rê.

29 september 2008

Cejna we pîroz be!

Xwendevanên hêja û giranbuha, sibe Cejna Remezanê ye, ez Cejna Remezanê ji dil û can li we û li hemû miletê kurd pîroz dikim.
Ez hêvî dikim ku Cejna Remezana îsal ewê ji bo miletê kurd bibe sebeb û wesîleya pêşdabirin û xurtkirina hevkarî û yekîtiya netewî û bidestxistina azadî û serxwebûnê.
Wek tê zanîn, di cejnan da hest û baweriyên însanan yên dînî û netewî, çand, kultur, urf û adetên miletan yên dînî netewî derdikevin pêş, geş dibin û însan bi dilşadiyeke mezin wan dijîn û pîroz dikin.
Di rojên wiha da hest û şiûra însanan ya netewî û miletbûnê geştir û xurttir dibe.
Ez hêvî dikim ku ev hestên netewî, dostanî, hevkarî û biratyê di vê cejnê da li bakurê Kurdistanê di nava kurdan da jî ewê xurttir bibe û kurdên bêtir destên xwe bidin hev, bêtir li ziman û çanda xwe xwedî derkevin û pêş da bibin.
Ez ji kûrayiya dilê xwe hêvî dikim ku tevgera TZPKurdî ya ji bo mafê perwerdeya bi zimanê kurdî ”Edî bes e, ez zimanê xwe dixwazim” li Kurdistanê ewê xurt bibe û şax vede û hin netîceyên konkret bi xwe ra bîne.

Û xebereke xêrêEv demeke dirêj e ku Celal Talabanî li Emerîkayê tedawî dibe. Talabanî îro vegeriya Kurdistanê.
Serok Talebanî, li Hewlêrê bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Tariq Al-Haşimî ra civîneke çapemeniyê li dar xist.
Di vê civînê da Talabanî ragîhand ku serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji aliyê Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê ve bi rengekî resmî hatiye vexwandin û ewê di demeke nêzîk da serdana Washingtonê bike.
Xwedê bi xêrê bigerîne. Ez hêvî dikim ku ewê ji bo xêrê be.

28 september 2008

Benîştê cahilan ji lîtirê ye

Rêzan Tovjîn di 22-ê îlonê da di malpera Amîdakurd da bi navê ”Nivîskarên Qeşmer” li ser min û Nefelê nivîsek nivîsî. Herçiqas li ser Nefelê jî çend gotinên girover û bi çend peyvan dijberiya wê ya li hember Ocalan rexne kiribe jî lê berê tîrên xwe yên jahrîn esas bi min da kiriye.
Diyar e qey kulek min bi camêr ra hebûye, xwestiye wiya ji dilê xwe derxe. Heta nuha min nizanîbû ku ji min ra hewqasî kiriye serhev. Min digot qey ”nas” û ”dost” e
Rêzan Tovjîn nivîsa xwe berê di Amîdakurd-ê-da weşand û dû ra jî ji grûba Dîwanxaneyê ra şend.
Ji ber ku ez jî endamê Dîwanxaneyê me, min bi vê riyê bihîst ku egîdê gundê Kermirara ev mêranî li serê min kiriye.
Tovjîn di nama xwe ya ku ji grûba Dîwanxaneyê ra şandiye, wek agahî wiha gotiye:

”Silav,
Zinarxê Xamo bi dehan caran e e-peyaman dişîne, lê cara yekem e ku min lînkek wî tikand, ji bo ku li ser Ocalan bû bala min kişand. Min jî li ser vê helwesta wî goterek nivîsî û di
www.amidakurd.eu de weşand.
Rêzan Tovjîn
23/9- 2008 15:28:03”

Meriv ji van gotinên Tovjîn fêm dike ku ew tu carî neketiya malpera min û nivîsên min nexwendiye. Ev cara pêşîye û ew jî ji bo ku nivîsa min li ser Ocalan bûye efendî ”lînka min tikandiye.” Lê derewan dike û ruyê xwe ji Xwedê reş dike. Qey ji bo ku min û nivîsên min bêqîmet nîşan bide li gor xwe vê konetiyê û vê riyakariyê dike, dibêje ”ev cara yekem e” ku ew ”lînka min ditikîne.” Yanî li ba wî ez merivekî hewqasî bêqîmet bûme ku camêr tu carî tenezul nekiriye ku lînka min bitikîne û nivîseke min bixwîne.
Lê helbet rast nabêje, li ciyê rehetiyê, bêyî ku kar û zirara wî tê hebe buhtanan li nefsa xwe dike.
Berî ku ez li ser heqaretên wî yên bêedeb rawestim divê li ser nasîna xwe û Rêzan Tovjîn çend gotinan bibêjim.
Ez bawer dikim ez û Tovjîn ji dema Netkurdê û vir da ye ku em hevûdu xiyabî nas dikin û heta nuha me çend caran jî bi gotina wî bi ”e-peyaman” bi hevra daye û stendiye.
Ez nameyên wî yên berî hebûna ”bloga” xwe didim aliyekî, çimkî ew yên dema Netkurdê ne. Lê 2 nameyên wî(dikanin zêdetir bin jî) yên ji dema ”bloga” min tên bîra min. Ez dixwazim van herdu nameyên wî yên di derbarê biloga xwe da li vir pêşkêşî we xwendevanan bikim, ji bo ku hûn jî bibînin ku îdîeya ”tikandina cara yekem” dereweke çawa bêbinakeye.
Di van herdu nameyên xwe da bira ”tikandina cara yekem” li wir bimîne, di ser da ew dixwaze ji min ra bibe alîkar û melpereke hîn xweşiktir ji min ra çêke.
Nameya wî ya pêşî wihaye:

”Silav mamoste,Ez niha di fîrmayeke kurd a malpersaziyê de dixebitim. Ev fîrma bi piranî ji kurdan re malperên kurdî saz dike. Hemdem.com, Amidakurd.com, Diyar.com.tr, medyaname.com û gelek malperên navdar ji aliyê vê fîrmayê ve hatine amadekirin.Malpera te ne malpereke profesyonel e. Her wisa tu bi vî rengî ji malpera blogspot.com re dixebitî, malpera te çiqasî navdar bibe, malpera blogspot.com ewqasî pereyan qezenc dike. Li şûna wê zinarexamo.com, zinarexamo.org, an jî zinarexamo.net veke. Tescîlkirina navê te tenê 12 dolar e. Heke tu bixwazî fîrmaya Veng Ajans (ku ez lê dixebitim) malpera te saz bike, dê sazkirina malpereke bi rêk û pêk jî 200 Euro bigire. Êdî tê xwediyê malpera xwe bî. Her wisa tê bikaribî navê e-maila xwe jî bikî peyam@zinarexamo.com, tê bikaribî bi vî rengî MSN'a xwe jî vekî. Tê ji reklama Hotmail jî rizgar û xelas bibî.Welhasil û kelam, mirov mîrê mala xwe be çêtir ji mêvaniya dereke.Bimîne di xweşiyê de ya kurd.
Rêzan TovjînAmed
From: retovjin@hotmail.comTo: zinarexamo@hotmail.com Date: Tue, 12 Feb 2008 11:51:48 +0200”
Û ev jî nameya wî ya duyem e:


”Her ku em malpera te ditikînin li ser pişta te û me malpera blogspot.com pere qezenc dike. Ji xwe re zinarexamo.com bikire, qey bila here 10 an jî 15 dolar pere. Ma ne çêtir e heryan. Tu li ser dewlemendên kurd dinivîsî lê di vê navberê de tu ji dewlemendên biyanî re jî kar dikî. Ma ne wisa ye?
Rêzan TovjînAmed
From: retovjin@hotmail.comTo: zinarexamo@hotmail.comSubject: RE:Date: Wed, 2 Apr 2008 16:54:43 +0300”

Wek tê dîtin, dema Tovjîn gotiye wî berê tu carî lînka min netikandiye tenê dereweke bi boçik kiriye. Meriv dibîne ku ew ne carekê lê gelek caran ketiye malpera min û li ser şikil û şemala wê jî xwedî fikir e.
Û dema ji min ra dinivîse jî hurtmetkar û bi edeb e, ji min ra dibêje ”mamoste”, nabêje ”qeşmer” û tolazê Zinarê Xamo” Diyar e ev hurmet û kibariya wî sexte bûye.
Esas bêyî van herdu nameyên wî, ji xwe di nivîsa xwe da jî dema berdevkiya Ocalan kiriye û ji min ra gotiye, ez ”bi vê porsipîtiya xwe hîn li ser Îbrahîm Tatlises dinivîsim, lê Ocalan di qulika girtîgehê da Modernîteya Kapîtalîzmê nivîsî û haya qeşmernûsan jê tune(…)” xwe daye dest.
Di vê hevokê da diyar dibe ku wî nivîsa min ya li ser Tatlises xwendiye. Çimkî di nivîseke xwe da min Tatlises rexne girtibû. Ew qala wê nivîsa min dike.Yanî berî nivîsa li ser Ocalan ”lînka min tikanidiye” û hin nivîsên min xwendine.
Bêguman qet ne girîng e ku ew berê min nas dike ya na, nivîsên min xwendine ya na, malpera min ziyaret kiriye ya na. Tu ehemiyeteke vê yekê tuneye.
Lê ji ber ku wî li ciyê rehetiyê vir kiriye, ev rastî înkar kiriye ez li ser vê yekê sekinîm û min ev nimûne dan. Nexwe min qet qal nedikir.
Ya din ev nimûne jî nîşan didin ku Tovjîn merivekî çawa ye û xwediyê çi qerekterê ye. Dema hatiye hesabê wî ji min ra gotiye ”mamoste” û dema xwestiye xwe têxe çavê hinekan ji min ra gotiye ”qeşmer” û ”tolaz.” Wek min got, ez ji zû da ye Rêzan Tovjîn nas dikim û heta nuha me çend caran ji hev ra nivîsîye. Nivîsên wî li ba min hene.
Dema ez fêr bûm ku ew ji Dêrikê ye(ez wer dizanim) û gundî ye kêfa min hat. Ji ber ku piraniya Dêrikiyên li Wêranşarê kurtçî bûn. Loma jî di kurtçîtiya wêranşariyan da par û keda dêrikiyan heye. Ez tim qedir didim vê yekê.
Ev yek. Ya din jî, heta salên 1980-î Dêrik yek ji wan bajarên Kurdistanê bû ku tenê bi kurdî lê dihat peyivîn, axaftina bi tirkî şerm bû, ji meriv ra dikirin serhevde. Yanî Dêrik bajarê ku herî kêm hatibû asîmîlekirin. Kêfa min gelkî ji vê yekê ra jî dihat.
A ji ber van sedeman e ku kêfa min ji Dêrikiyan ra tê.
Lê dibêjin nuha a xerab bi serê wan da jî hatiye û wan jî êdî bi çargaviyê berê xwe dane tirkbûnê. Yanî weke ”mîza devê” ew jî bi paş da diçin. Lê ev mijareke din e.
Tiştekî din jî, dîsa dema ez fêr bûm ku Rêzan Tovjîn di 17 saliya xwe da ketiye hefsê û nêzî 13 salan di zindanên tirkan da maye ez pê êşiyam, dilê min pê şewitî. Vê yekê jî li hember wî tesîreke pozîtîv li hestên min kir.
Ji ber ku ez li hember kesên ku zulm û îşkece dîtine, bi salan di zindanên dijmin da mane tim bi giramî û bi dilşewatî tevgeriyame û heta ji min hatiye min empatî nîşan daye.
A ev tişt hemû bûn sedem ku ez di dilê xwe da qedir bidim Rêzan Tovjîn û nivîsên wî bixwînim.
Helbet min dizanîbû berê ew PKK bûye, ji doza PKK-ê ketiye hefsê û hwd. Lê ji bo min ev yek ne girîng bû. Loma jî min tim ji dil û bi sempatî jê ra digot ”xorto merheba!” Lê derket ortê ku ew ne merivekî layiqî vê sempatiya min bûye.
Ya rast min qet bawer nedikir ku li ciyê rehetiyê ewê ji min ra bibêje”qeşmer û sûtal” û gelek heqaretên din li min bike.
Diyar e merivekî çeqel û şîrheram e, loma jî hertişt jê tê. Hin însan weke maran e, divê meriv tu carî baweriyê bi wan neyne, ji bo ku marîtiya xwe îspat bikin hertim dikanin bi meriv vedin.
Tovjîn jî merivekî ji vî celebî ye.
Nuha jî ez werim ser meselê û sebebê êrîşa Tovjîn.
Ocalan di hevdîtina xwe ya wê heftê da li ser mesela namûsê û çalakiyên kurdan yên ji bo zimên jî rawestiya bû û ji abûqatên xwe ra gotibû:

”Çaxa ez pênc salî bûm min ji diya xwe ra jî gotibû. Tu nikanî navekî kurdî bidî zarokên xwe, ma namûs ev e? Heger ezê nikanibim zarokê xwe yê ewê were dinê azad mezin bikim, nikanibim navekî kurdî lêkim, ma ezê çi bikim bi vî zarokî?” Li ser van gotinên Ocalan, min jî gotibû ku:

”Xwedê hevza meriv ji bêtarên giran bike! Zarokekî 5 salî bîra van tiştan bibe û van gotinên fîlozofên mezin ji diya xwe ra bibejê? Tiştekî pir ecêb e!Li hember mûcîzeyeke wiha aqilê meriv disekine, meriv lal dibe…Ez nizanim, gelo tu pêxemberekî di 5 saliya xwe da gotinên hewqas biaqil kirye?Tiştê ez dizanim gotinên Ocalan dûrî aqilan e, lê camêr çi tê ber dev dibêje, loma jî dikane rast be (!)"
Di van gotinên min da ne heqaret û ne jî ”qeşmerî” heye. Min bi rengekî pir cidî gotiye zarokekî 5 salî nikane ferqa navê tirkî û kurdî bizanibe, nikane sebebên vê yekê rexne bike, nikane ji diya xwe ra bibêje ”tu nikanî navê kurdî li zarokên xwe kî”, nikane bibêje ma tu hîn qala kîjan namûsê dikî?
Ez bawer dikim ne ez tenê, her însanê piçek aqil di serî da hebe jî ewê wiha bifikire, bibêje ev yek ne mimkûn e.
Lê ji bo Rêzan Tovjîn her gotina Ocalan bi qasî ayetekê rast e û divê meriv bê teredud jê bawer bike. Kesê jê bawer neke dijminê PKK-ê ye.
Yanî ji bo ku min jî weke mirîdekî ji gotinên Ocalan bawer nekiriye Rêzan Tovjîn efendî rabûye şûrê xwe yê dudev ji kêlên kişandiye û wek Ristemê Zal li ser serê min li ba dike.
Lê ji ber ku merivekî sextekar e, loma rexneya xwe jî bi tahrîfatê destpêkiriye. Diyar e camêr êdî di vî karî da şît bûye.
Navê serrnivîsa min ”Ocalan di 5 saliya xwe da zanîbûye ku kurd bindest in.” Lê Tovjîn ev sernivîsa min tahrîf kiriye û wiha girtiye nava kevanê ”Ocalan çawa di 5 saliya xwe de bîra kurdî biriye” Wek tê dîtin tu têkiliyeke sernivîsa min û ya Tovjîn girtiye nava kevanê tuneye. Di sernivîsa xwe da min gotiye, ”Ocalan di 5 saliya xwe da zanîbûye ku kurd bindest in” û min gotiye ku ev yek ne mimkûn e.
Ji bo ku meriv ji van gotinên Ocalan bawer bike divê meriv mirîdekî weke Tovjîn be, tu dîtin û baweriyeke meriv ya şexsî tunebe. Yanî meriv şelafê axayê xwe be, ew çi bibêje, meriv bibêje rast e ez benî!
Tiştê herî balkêş Tovjîn ne tenê ji gotinên Ocalan bawer dike, di ser da camêr ji xwe jî nimûneyeke ji ya Ocalan hîn xweştir daye. Wiha gotiye:

”Ez 4 salî bûm û lawikekî salekê ji min biçûktir li wir(li gundekî Dêrikê. ZX) bi misîn de mîst. Dema gundî pê re xiyidin jî, lawik bi hişkî got: “Huş bin, ez Apocî me.” Neyê bîra Suleymanê nizanim çend salî, tê bîra min ku wê demê ez 4 salî bûm û ew lawik jî 3 salî bû û navê wî jî tê bîra min. Fam kiribû ku li gor rêxistinên din Apocî bêhtir hişk in û li Kermirara bêhtir kesên ne Apocî hene (tevî Suleyman).” Piştî ku meriv van gotinên Rêzan Tovjîn dixwîne meriv dibêje heftxwezî bi yên Ocalan. Ocalan qenekê gotiye dema ez 5 salî bûm, vî malneketî ev temen daxistiye 4-an.
Û ne ku bûyer tenê tê bîra wî, di ser da malviritî weke psîkologekî dikeve hundurê dil û mejiyê lêwik û dizane ku vî gedê 3 salî ji bo çi ji xelkê ra gotiye ”Huş bin, ez Apocî me” Li gor Tovjîn, ji ber ku, wî gedê 3 salî zanîbûye ku ”li gor rêxistinên din Apocî bêhtir hişk in û li Kermirara bêhtir kesên ne Apocî hene (tevî Suleyman).”
Û loma jî bi navê ”Apocîtiyê” halan di xwe hildaye û tirs di xelkê firandiye.
Wey agir ne bi mala te lê hema bi van derewên tekeve!
Kurro MÎT-ê tirk wê demê nizanîbû li Kermirara çend kes ”apocî” û çend kes jî ne apocî ne. Ma zarokekî 3 salî çawa dikane bîra van tiştên siyasî bibe? Zarokên 3 salî hîn bi xwe da dirîn û dimîzin, diya wan hîn wan girê dide malneket!
Zarokekî 3 salî dikane hin gotinên mezinan texlît bike û bibêje, lê ne ku wek mezinan bîr dibe û dizane maneya wan çi ye?
Ez çi bibêjim, bayê cahilan tim gurr e û benîştên wan jî ji lîtirê ye.
Ya din û girîngtir, gotinên Ocalan ne bîranîna bûyerekê ye, wî bi diya xwe ra li ser mesela namûsê, li ser bindestiya kurdan şer kiriye, ji diya xwe ra gotiye ”Tu nikanî navekî kurdî bidî zarokên xwe, ma namûs ev e? Heger ezê nikanibim navekî kurdî li zarokê xwe kim ma ezê çi bikim bi vî zarokî?” Nuha heger meriv ne kêmaqil ya jî mirîd be, merivê çawa ji van gotinan bawer bike? Zarokekî 5 salî çawa dikane bîra vê zilma dewleta tirk bibe û ji diya xwe ra bibêje ”Heger ezê nikanibim navekî kurdî li zarokê xwe kim, ma ezê çi bikim bi wî zarpkî?” Bêtara ku xwedêgiravî dema tu çarsalî bû tê bîra te, heger em bawer bikin jî tenê bîranîneke, ne analîz û sekneke siyasî ye. Ocalan wek siyasetmedarekî jîr li dijî zulma tirkan û asîmîlasyonê derdikeve, li hember navên tirkî îsyan dike, viya weke bênamûsiyê dibîne û ji diya xwe û kurdan ra dike serhevde, dibêje însanê nikanibe bi zimanê xwe nav li zarokên xwe ke nikane qala namûsê bike.
Gelo mimkûn e ku zarokekî 5 salî bîra van tiştan bibe?
Li gor min ne mimkûn e. Lê ji bo mirîdên wek Tovjîn mimkûn e, Ocalan çi bibêje rast e.
Ji xwe şêx bi xêra mirîdan dibin şêx, heger ne xebat û propagandeya mirîdan be şêx nikanin hewqasî nav û deng bidin û xurt bibin.
Yê şêxan mezin dike bawerî û propagandeya mirîdan e. Mirîdî herçiqasî ne şelafî be jî lê gelkî nêzîkî şelafiyê ye.
Dibêjin di dema osmaniya da şelafî sinetek bûye, wek berberî û terzîtiyê, sinetê hin kesan jî şelafî bûye. Karê wan pesindayina paşa, mîr û begê xwe bûye. Mîr û begê wan çi bigota wan jî digot, tu rast dibêjî ez benî!
Mîrê wan dema bigota, tirşa bacanan xweş e, wan jî tesdîq dikir û digot, rast e, tirşa bacanan pir xweş e û dema bigota na wele ne xweş e, wan jî serê xwe dileqand û digotin tu rast dibêjî, bi rastî jî tirşa bacanan ne xweş e.
Dibêjin carê paşa ji vê tesdîqkirina şelaf aciz bûye û jê ra gotiye:
”Lawo min got tirşa bacanan xweş e, te jî tavilê tesdîq kir û got rast e, pir xweş e, min got ne xweş e, te dîsa tesdîq kir û gotî ne xweş e. Ma çawa dibe?" Dibêjin şelaf gotiye:
”Paşa, ez ne şelafê bacanan, şelafê te me.
Erê îro di nava civata kurd da şelafî wek ”sinet” tuneye, lê qerekterê gelek kesî dişibe vî ”sinetê” gelkî kevn.

27 september 2008

Hesabê min şaş derket

Heyran li qusûra min nenêrin, min gotibû ku îro ezê li ser nivîsa Rêzan Tovjîn çend gotinên ku wî heq kriye bibêjim lê min pê ra negîhand. Piştî nîvro hîn min dest pê kir û çend rêz nivîsên zarokan telefon kir, gotin em tên. Qorek jî ji xwe do derengê şevê hatibûn.
Diya wan wek hertim ji kêfa rabû pêdarê, got lawê min tê, divê ez xwarineke ku ew jê hez dike jê ra çêkim.
Rabû hema elelecele erebe da destê min û ez li pey xwe kişkişandim dikanê. Me barek tişt kirî û berê we da mal.
Min got, "şîv ewê çi be?"
Got wele "Azad ji pelên pêçayî hez dike, divê ez jê ra çêkim."
Ji mecbûrî em ketin hingedinga pêçana pelan, lehane, dagirtina, pîvaz û firngiyan. Ji mecbûrî divê min jî xwe tevê kira.
Seet li dora 19.00-an xwarin qediya. Zarok hemû hatin. Heta me şîv xwar û dû ra jî ji bo ku li me biferike min çayeke bi namûs çêkir.
Axirê vir da û wê da, şuştina feraxan me hew dît ku seet bûye 22.30.
Piştî wê seetê êdî pê ra gîhandin ne mimkûn bû. Loma jî nivîs ma sibe. Bi xêr sibe, bi bîna fireh ezê binivîsim.
Yanî hesabê min yê do şaş derket.

26 september 2008

Li ser şiroveyên xwendevanan çend gotin

Ev cara pêşî ye ku hewqas şirove li ser nivîseke min tê kirin. Bêguman ev yek min kêfxweş dike.
Li alî din dixwazim çend gotinan jî li ser şiroveyên dost û xwendevanan bibêjim.
Ji bo min ne mimkûn e ku ez yeko yeko bikanibim bersîvên hemû şiroveyên xwendevanan bidim û dîtinên xwe li ser wan bibêjim.
Esas ez ji şêwr û mişêwran gelkî hez dikim heger wexta min hebûya minê bi hemû xwendevanan ra sohbet bikira û dîtinên xwe li ser şiroveyan bigota.
Lê ji alî wextê da ev ne mimkûn e,
Tiştê balkêş, şiroveyên hemû xwendevanan ne li ser nivîsa min û Rêzan Tovjîn, lê li ser Ocalan in, yanî hinekî ji mijarê dûr ketine.
Kesî qala nivîsa min nekiriye. Negotiye hela ka min di nivîsê xwe da çi "qeşmerî" kiriye?
Ocalan gotiye, "Çaxa ez pênc salî bûm min ji diya xwe ra gotibû, tu nikanî navekî kurdî bidî zarokên xwe, ma namûs ev e?"
Min jî gotiye ku zarokekî 5 salî ne mimkûn e ku bîra van tiştan bibe.
Di van gotinên min da ne henek û ne jî heqaret hene.
Lê Rêzan Tovjîn bi uslûbeke bêedeb gelek gotinên ne xweş ji min ra kirine.
Loma jî heger şirove li ser nivîsa min û bersîva wî bin ewê gelkî baştir be. Ezê jî jê feydê bigrim.
Berî hertiştî divê nivîsa min ya bûye mijra êrîşa Rêzan Tovjîn were xwendin û dû ra jî bersîva wî.
Û şirove jî li ser mijarê bin ewê gelkî çêtir be.
Ez naxwazim nivîsa tu kesî derxim, loma jî rica min ji xwendevan ew e ku divê heqaretên şexsî û çêr neyên kirin, fikir werin gotin. Nav û nîçok ne xweş in, divê em hevûdu bi gotinên siyasî rexne bikin.
Bi hêviya ku xwendevan jî bi dîtinên xwe minaqeşeyê dewlemendtir bikin.
Heger eksiyek ya jî tiştekî ne dihesêb da dernekeve sibe ezê bi çend gotinên kurdewarî bersîva Rêzan Tovjîn bidim.

25 september 2008

Meha îlonê meheke pir tahlûkeye

Payiz hat dîsa malik li swêdiyan viritî.
Ji ber ku li Swêd meha îlonê meha herî zêde xelk hevûdu berdide. Di vê mehê da rekora hevduberdanê tê şikandin.
Li ser sebebên ji bo çi vê mehê?, gelek dîtinên cuda hene. Hinek pispor dibêjin, ji ber ku ”havîn qediyaye”, ”mekteb vebûne” û di vê mehê da gelek ”xanî jî vala ne”, loma jî ji vê mehê çêtir wext û seet tuneye.
Mamûrên dahîreyên hevduberdanê dibêjin, di vê mehê da hertim zext û zoreke zêde heye, ji ber miracatên hevduberdanê fersendê nabînin ku serê xwe buxrînin.
Li gor pisporên swêdî, jin û mêrên zivistanê, buharê û havînê baş xerab bi hev ra derbas dikin, lê dema havîn diqede û payiz dest pê dike êdî herdu serî jî baş ji hevûdu da aciz dibin.
Çimkî di meha îlonê da tahtîl diqede, zarok dest bi mektebê dikin û bi vî hawî ji bo hevduberdanê êdî tu asteng namînin.
Hinek pispor çûyina tahtîlê weke reçeteyeke xelaskirina hevduberdanê dibînin. Lê hinek jî belovaciyê wê diparêzin. Dibêjin di tahtîlê da bi şev û roj meriv wer li ber pozê hev e. Loma jî wext û şertên pevçûn û şer gelkî zêde ye.
Lê dema kar ne wiha ye, her kes sibê diçe karê xwe û êvarî tê mal. Ew jî meriv westiyayî ye, piştî şîvê û temaşekirina telewîzyonê wexta meriv ya ku meriv têkeve gewriya hev tuneye.
Û herçî ”qurucandina” nav nivînan e li Swêd tu carî nabe problem. Ji ber ku li Swêd, meriv tu carî nikane hema çawa lê were(rastgele)biniucîne jinikê, ya jî jinik biniucîne mêrik û bibêje, ”hela qe rabe xêra xwe kafirekî bikuje!”
Çimkî ji bo vê yekê jî şemayeke mişterek heye, meriv li gor wê diçe.
Hema çawa dilê meriv bixwaze meriv nikane ”biniucîne” hev…
Loma jî dema kar zemîna pevçûnê pir kêm e.
Lê di tahtîlê da ne wihaye, meriv bi şev û roj wer li ba hev e. Ev yek jîdibe sebebê şer û pevçûnan.
Dema tahtîl diqede ya herdu serî ji hevdu baş aciz bûne, ya jî yekî/yeka nuh ji xwe ra dîtiye, lomajî miracaetên hevdu berdanê zêde dibin.
Lê hinek pispor jî dibêjin ku ji xwe li gor Buroya Îstatîstîkê ya Navendî, li Swêd temenê zewacê yanî wek mêr û jin jiyana bi hev ra(esas li Swêd zewaca wek jin û mêr êdî nemaye, ji dêlî wê va 4-5 şiklên din hene.
Wek hevalê daimî, hevalê yekcarnan, hevalê heftê, hevalê bi dor ûwd) herî dirêj teqrîben 5 sal e.
Piştî 5 salan êdî meriv ji hev têr dibe, dixwaze yekî/yeka din tercûbe bike.
Yanî meriv dikane bibêje ku piştî 5 sal hevaltî meriv xatir ji hev dixwaze.
Û ji bo vê yekê jî meha herî maqûl, meha îlonê ye.
Îcar çima 5 sal lê ne 6 sal, psykolog Bodîl Wennberg xanimê gotiye, piştî 5 salan ”evîn êdî germiyana xwe wenda dike”, yanî wek tenekeyekî kevn zengarî dibe, êdî meriv ”bi berçavka pembe li hev nanêre” û fêm dike ku ew kesê ku meriv pê ra zewiciye ne ew şêr û egîdê ku meriv bi salan xeyal kirye.
Loma jî meriv ji bo azadiyeke bêsînor, bê qeyd û merbend xatir ji hev dixwaze û ji xwe ra li hevalekî nuh digere.
Lê ne ji bo jiyaneke bi hev ra, ji bo ”lihevpirsîna” yekcaran.
Ji ber kul i Swêd hevduberdan gelkî zêdeye, (li gor buroya îstatîstîkê ji her du zewacan yek bi berdan diqede)loma jî pisporiya vî îşî jî wek sektorekê ye, bi dehhezaran pisporên vî karî hene.
Li gor hin pisporan, piştî 5 salan belkî meriv 1-2 zarok aniya dinyayê, aboriya meriv baş bûye, êdî kes ne mihtacî kesî ye.
Loma jî ne hewceye ku meriv xwe bi yekî va girî bide.
Piştî payizê, dema herî xerab ez bawer dikim zivistan e, malxeraban ziviztanê jî pir hevûdu berdidin. Dû ra havîn tê. Esas demsal û meh hemû mane ne û kêla maneyan jî tu carî tije nabe.
Esas demsal û meh hemû mane ne û kêla maneyan jî tu carî tije nabe.
Ez dibêjim belkî têkiliya vê meselê ji demsal û mehan bêtir bi sîstema kapîtalîst, bi pêşketina demokrasiyê, bi îmkan û azadiya aborî û siyasî va heye, van tiştan malbat qedandiye û ewê hîn jî biqedîne.
Sebebên din hemû qal û qîlên vala ne…
Ez meraq dikim, gelo em kurd herî zêde kîjan mehê hevûdu berdidin?
Bi qasî bi ber guhê min ketiye, dibêjin li bakurê Kurdistanê jî di nava kurdan da hevduberdan êdî bûye nîşan û perçeyekî jiyana rewşenbîriyê.
Berê nîşan û îspata siyasetmedarî û rewşwnbîriyê/întellektueliyê devjêberdana ji zimanê kurdî û axaftin û heyraniya zimanê tirkî bû. Lê dibêjin nuha jî hevduberdan lê zêde bûye.
Heta dibêjin di nava kurdan da hevduberdan hewqasî zêde bûye ku, êdî piraniya siyasetmedarên kurd(li Ewrûpa û li Kurdistanê) jî mêrên ”bî” ne, yanî kesên bêjin in. Û siyaseta kurdan jî ketiye destê van mêrên "bî", yanî kesên di mal da mane.
Bi kurdî dema jin bêmêr dimîne meriv dibêje , ”bî, jinbî, jinebî.” Ez nizanim geleo meriv ji bo mêran dikane bibêje çi?
Divê meriv navekî ji bo wan jî bibîne. Çimkî ew jî êdî rastiyeke jiyanê û kategoriyeke gelkî mezin in.
Û li ser demsal û meha ku herî bêtir jin mêran ji mal "diqewitînin" jî lêkolînek were çêkirirn ewê baş e...

24 september 2008

Gelo Rêzan Tovjîn vê şalûziyê ji bo çi dike?

Nivîskarê Amîdakurdê Rêzan Tovjîn, li ser min û Nefelê nivîseke bi navê ”Nivîskarên qeşmer” nivîsîye.
Lê bêtir jî heqaret li şexsê min kiriye.
Yanî nivîs ne rexneye, tenê heqaret û çêr in.
Nivîs di 22-ê mehê da hatiye weşandin. Heta nuha haya min jê tunebû. Ez bîstek berê pê heysiyam û min nivîs xwend.
Rêzan Tovjîn di nivîsa xwe da li hember min pir bêedebî û şîrheramî kiriye, ji ber nivîsa min ya bi navê ” Ocalan di 5 saliya xwe da zanîbûye ku kurd bindest in” ji min ra gotiye ”qeşmer” û ”tolaz.”
Hûn rastiyê dixwazin min qet bawer nedikir ku ev sûtalê kuçan li ciyê rehetiyê, bêyî ku sebebekî cidî hebe ewê hewqas heqaret li min bike.
Lê hin însan dişibin maran, divê meriv tu carî baweriyê pê neyne, hertim dikanin bi meriv vedin.
Di êrîş û uslûba Rêzan ya bêedeb da wer xuya ye ku mêrik ya ji hin derên bilind emir û ferman girtiye ya jî bi vê êrîşê dixwaze xwe têxe çavên xwediyên xwe yên berê.
Ferq nake, herdu jî eynî tişt e.
Heta roja şemiyê ez hinekî meşxûl im, loma jî wexta min tuneye bersîveke ku vî şelafê zirzop heqkiriye bidimê.
Lê di dawiya heftê da ezê hewil bidim ku pê ra bi kurdîyeke fesîh bipeyivim.

Îşev min nêt hebû ku bi çend gotinan qala roja xwe ya îro bikim. Lê Xwedê nehêle, weke hûn dibînin xelk meriv rehet nahêle...

Ji bo xwendina nivîsa Rêzan Tovjîn, lînka jêr bitikînin:
http://www.amidakurd.eu/yazar.php?id=157

23 september 2008

Kurd e lê xulamtiya tirkan pê xweştir e

Gelek rojname û sajtên tirkan do bi pûntoyên qerase manşêt avîtibûn, gotibûn, ”Ji serokeşîr li hember Aydin Dogan îlana sûc” , yanî serokê eşîrekê li Aydin Dogan gilî kir.
Wek tê zanîn, ev demeke li Tirkiyê di çapemaniyê da di nabêna serokê Dogan Holdingê Aydin Dogan û serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da devjeniyeke(şerê devkî)mezin dom dike.
Herdu alî jî hevûdu bi hîle û xurdan, bi tîcareta perê reş û derewan û gelek tiştên din îtham dikin û gelek gotinên giran ji hev ra dibêjin.
Şerê AKP-ê û grûba Aydin Dogan, li ser bûyera ”Denîz Fenerî”yê dest pê kir. Denîz Fenerî yanî Fenera Deryayê, navê komeleyeke xwedêgiravî xêrxwaziyê ye.
Vê komelê li Tirkiyê û li Ewrûpayê ji bo ”malbatên şehîdan” ji xelkê bi milyaran dolar alîkarî top kiriye. Lê zêdeyî 10 milyar(esas reqema rastîn hîn nayê zanîn) dolarê vê alîkariyê li ortê wenda ye. Îdîa ew e ku ev pere çûye ketiye kasa AKP-ê û Erdogan.
Ji vê bûyerê li Almanyayê 4-5 kes hatin girtin ku hemû jî merivên AKP-ê ne. Ji ber ku pereyekî pir mezin ji Almanya yê bi dizî çûye, dozgerê alman di heqê çend kesan da doz vekir û di dawiya mahkemê da 2-3 kesan ceza xwearin.
Medyaya Aydin Dogan gelkî çû ser vê meselê û loma jî di nabêna AKP-ê û Aydin Holdîngê da şerekî siyasî dest pêkir. Û di dawiya vî şerî da serokwezîr Erdogan û serokê grûba Dogan Holdîngê Aydin Dogan hatin hember hev û minaqeşeyên devkî dest pê kir.
A di van minaqeşeyên devkî da xwedêgiravî Aydin Dogan ji Tayibo ra gotiye:
”Erdogan, hin îthamên bêbingeh ji xwe ra kiriye tebîet, îthamên wiha bi sifetê Serokwezîrê Komara Tirkiyê nakeve.”A vev gotinên Aydin Dogan, bi Ahmet Kiranê me yê kejî pir û pir ne xweş hatine û ew bi wan gelkî êşiyaye.
Şalûzî ne pera ye, heger bi peran bûye belkî Kiran xwe li ber baranê hewqasî şil nekira û nexwesta "aferîmekê" ji Reco bistîne.
Ahmet Kiranê me yê Kejî, ev gotinên Aydin Dogan, li hember serokwezîr Erdogan wek tehdît û heqaret qebûl kiriye û loma jî ew pir aciz bûye û gotiye ez bi tu hawî nikanim van heqaretan li hember serokwezîrê dewleta tirk Erdogan qebûl bikim.
Li gor Ahmet Kiranê me yê kejî, ev gotinê Aydin Dogan, di eynî wextê da li miletê tirk jî heqareteke mezin e.
Û loma jî rabûye ji Swêregê daye rê çûye li Ruhayê erzûhaleke daye dozger û ji ber van gotinan li Aydin Dogan gilî kiriye.
Li gor medyaya tirk nivîsîye Ahmet Kiran axa ye û serokê 30 hezar kejî ye. Loma jî ev beyana wî gelkî girîng e.
Ahmet kiran, dewreyekê ji partiya Mesût Yilamz (ANAVATAN-ê)wek nûnerê miletê kurd yê ji Ruhayê ketibû meclîsa tirk. Lê nuha ji ber ku esameya ”ANAVATAn-ê nemaaye diyar e camêr li kuçan bêxwedî maye, bi van gotin û giliyê xwe yê şelafwarî(dalkavuk, şelûzî)dixwaze ji xwe ra xwediyekî bi hukum bibîne.
Mixabin hin kurd hene meriv dibêje qey xwe ji xîret, heysîyet û xurûra netewî bi heft qalib sabûn şuştine, dijmin zilmeke nedîtî li miletê wan bike, gav û seetê wan û miletê wan rezîl û riswa bike, bêşeref û bêheysiyet bike, bi ser wan û miletê wan da birrî û bimîze jî ne xema wan e, bi wan wek şîr û şekir tê, ne pê diêşin û ne jî li ber xwe dikevin. Ji bo carekê be jî ne ruyê wan sor dibe û ne jî fedî dikin.
Ez zilm û zora dewleta tirk û hukûmeta Tayibo didim aliyekî. Herkes dizane ku vê dewletê gelek caran heta bi gihê gû jî bi kurdan daye xwarin. Lê dîsa jî namûs di Ahmet Kiranê me hilnayê, dîsa jî li dewletê û li hukûmeta Erdogan gilî nake, wan nade mahkemê.
Ez viya jî bidim aliyekî.
Heger Ahmed Kiranê me hewqasî bi xurûr û bi heysiyet e û wan gotinên Aydin Dogan yên pir normal jî wek "heqaretê" û "virekiya" Erdogan qebûl dike û loma jî pê diêşe, wê demê bi heqaretên ku Erdogan û hevalên wî herroj li miletê kurd û li serokên wan dikin jî divê biêşe, bira ji bo wan heqaretên wan jî piçek namûs tê hilê û wan jî bide mahkimê.
Erdogan, Cemîl Çîçek û Mehmet Alî Şahîn heta nuha gelek caran heqaretên gelkî mezin li hemû serok û mezinên kurdan kirine; ji Mesûd Barzanî Û Celal Talabanî ra gotine ”şerokeşîr”, gotine ”em bi serokên eşîran ra rûnanin.”
Û ne ev tenê, ma ne ev Erdogan û Cemîl Çîçek û Şahîn bûn ku ji bo Mesûd Barzanî û Celal Talabanî gotin, ”vana kesên solalêsin”, em gotinên solalêsan” cidî nagrin.
Heger Ahmet Kiran efendî merivekî hewqasî bi heysiyet û xurûr e û kûpê namûsê ye çima li hember van heqaretên tirkan derneket, çima van heqaretên wan hebekî pozê wî neşewitand û li hember xwe wek heqaretê qebûl nekir?
Qebûl nake, çimkî ew carê fêrî xulamtiya xelkê bûye, toqa bindestî û koletiyê ya di hustuyî wî û miletê wî da qet wî nerehet nake, ew vê wek taceke zêrîn qebûl dike.
Erdoganê ku kes bi rindikî nizane bezê guhê wî ji kuye ketiye ser dilê wî miletê, welatê wî îşxal kirine, nahêlin zarokekî kurd bi navekî kurdî here dibistanê, hefsî nikanin bi dê û bavên xwe ra bi kurdî bipeyivin, nahêlin kurdên ji ber zilma wan reviyane li serê çiyan jî rehet bikin, herro li vir û li wir serên wan jêdikin û pê rismên "xatirayê" dikşînin, axir ev zilm hemû wî naêşîne û tu carî li hember şexsê xwe wek heqaretê qebûl nake.
Xwedêgiravî kurd e, lê zilm û heqareta li miletê wî û li serokên miletê wî dibe nabîne û tu carî jî pê nerehet nake.
Di teşbîhê da xeta tuneye, dibêjin, seyê me ye lê li ber deriyê xelkê direye.
Ji ber ku wihaye, loma jî ji qewmê xwed bêtir, li xwediyê xwe xwedî derdikeve ji bo wan "namûs" tê dilive(!)
A ji ber ku li ber deriyê xelkê ye, loma jî zilm û heqareta li milet û li serokên miletê wî dibe pê tade nayê, vê yekê li hember xwe weke heqaretekê qebûl nake. Lê dema dor tê xwediyê wî, ji ber ku nanê xwe ji wir dixwe, ji ber ku li ber deriyê wan e, loma jî ”namûs” tê hiltê, li hember xediyê xwe rexneyeke herî biçûk jî wek heqareteke xwe qebûl dike.
Hêviya Ahmet Kiranê me ew e ku piştî vê şalûziyê belkî Recoyê gurcî destê xwe li piştê xe û jê ra bibêje, "eferim..." û belkî li ber derî ciyekî jî bidê...

22 september 2008

Gur li ku mir?

Dema tiştekî ne mimkûn û dûr î aqilan ku meriv tu carî napê birast digere, meriv dibêje ”gur lik u mir?”
Vê êvarê dema min dît ku Netkurdê nivîsa min ya li ser semînera(binêre nivîsa min ya do, Îro jî wiha derbas bû) Mûrad Ciwan weşandiye, min ji xwe ra got:
-Gur lik u mir?
Dema min nivîs dixwend, xwnim li salonê bû, min jê ra got:
-Xanim, ma tu dikanî du sê dengan bilîrînî?
Keniya got:
-Tu zanî, ne dengê min heye û ne jî ez nizanim bilîrînim.
Min israr kir, min got, tu bi qedrê Xwedê dikî tu yê çend dengan bilîrînî. Hema te çuqasî kanîbû.
Li ser vê israra min got:
-Xêr e, kî zewicî ye?
Îcar dora ken ya min bû, min got wele kes nezewicî ye, lê Netkurdê îro nivîseke min weşandiye.
Ez sohbeta xwe û xanimê li vir dibirim û vedigerim ser mesela min û Netkurdê.Dibe ku gelek kes nizanibin, lê dema Netkurd ava bû, ez jî yek ji avakarên wê bûm. Ez bawer dikim min zêdeyî salekê tê da nivîsî.
Yanî pir hindik keda min jî hinekî tê heye.
Lê dû ra li ser hin prensîban û ”populerkirina” hin kesan me li hev nekir, em cihê fikirîn û min dev ji Netkurdê berda.
Hevalan ji bo mayina min gelkî israr kirin lê min qebûl nekir.
Piştî demekê, Xwedê ji min ra li hev anî û ez jî bûm xwediyê malpereke biçûk. Erê malpera min ”blog” e, wek Netkurdê, Avesta, Rizgarî û gelek malperên rastîn ne bi hêl û mêl be, yanî wek dikana Beko kîlok şekir û du qalib sabûn be jî axir ji serê min zêde ye, têra min dike.
Ez di "bloga" xwe da xwe wek li mala xwe serbest û azad his dikim.
Ji roja ku ez ji Netkurdê veqetiyame û vir da ye çend caran wezna wê hat û min ya bi henek ya jî bi rexneyî qala Netkurdê kir.
Lê tu carî ne di dereceya berberî û dijminatiyê da. Rexneyên min yên li hember Netkurdê tu carî nebû "şûjina dijmin", tim wek "derziyeke dostan" bû.
Bi kêmasî min tim bi wî çavî lê nêrî û wisa didît.
Lê helbet ev nêta min bû û min li ba xwe wiha hesab dikir. Diyar e veqetandin û rexneyên min ji bal hevalan va wiha nehatine fêmkirin.
Loma jî qey heta nuha hevalan ez ne wek ”xizm” lê wek ”hasimê” xwe didîtim. Qey ewê ji ber wê yekê be, heta nuha ne bi başî û ne jî bi xerabî, fena ku ez tunebim yek carê jî qala malpera min nekirin.
Min bi xwe Netkurd tim wek "xizmê" xwe dîtiye û ez nuha jî wiha dibînim.
Esas ev ”ambargo” jî di eslê xwe da li dijî dîtin û prensîbên Netkurdê ye. Netkurd, divê li hember kesên li ”dijî” xwe jî bînfireh û bi tolerans be.
Û di ser da jî li hember blogek wek ya min, ku êdî kerr û lal jî bi min hesiyaye û gelek malperan jî qala min kiriye.
Lê Netkurd ev cara pêşî ye qala malpera min dike û nivîseke min diweşîne.
Lê ez dîsa jî xwe aciz nakim. Ji ber ku însan yekcarna dikanin hevûdu çewtê fêm bikin.
Loma jî ez sipasî Netkurdê dikim ku bi derengî be jî ev ”ambargo” ji ser min rakir.
Xanimê nelîrand, lê ez çend dengan dilîrînim!
Esas ji şans û siûda xerab ra heta nuha tu carî minasebetek çênebû yanî ”wezna wê” nehat ku ez çend gotinên xweş di heqê Netkurdê da bibêjim.
Nîhayet, roja yekşemiyê ew wext û seet hat û ez çûm semînera heval Mûrad Ciwan û min di nivîsa xwe ya do da bi çend gotinan be jî lê îcar bi ”başî” qala semînera wî û Mûrad Ciwan kir.
Wek dibêjin, dest dest dişo, dest vedigere rû dişo.
A ev nivîs bû sebeb ku Netkurdê "Ambargoy" li ser min rakir û em lihevhatina me.
Xwedê bi xêrê bigerîne, destpêkeke baş e.
Heyran heger min zanîbûya ew nivîs ewê tesîreke hewqas baş bihêle û heta bibe sebebê weşandinê, ezê hinekî din jî li ser rawestiyama, minê hinekî din jî ”şayik” bikira. Ji ber ku minê nivîseke din(Meriv dijminê xwe nas neke wiha ye)binivîsanda bi rastî jî min nivîs kin birî û qala gelek tiştan nekir. Di esasê xwe da min dixwest ez qala hin tiştên din jî bikim.
Ji ber ku pir dereng bû, min pê ra negîhand, min got tişt nabe, ezê sibe jî li ser wan çend gotinan bibêjim.
Wek tê zanîn sefîrê Swêd yê Stenbolê Îngmar Karlsson li ser kurdan û Kurdistanê û dewletên ku Kurdistan îşxal kirine kitêbek nivîsîye.
Li Swêd çend kurd û swêdiyan rexne li kitêbê girtin û gotin Karlsson bi çavê tirkan nêzî mesela kurd bûye û di heqê kurdan, rêxistin û serokên wan da gelek tiştên ne rast gotiye.
Di viya da tu anormaliyek tuneye. Dema yek li ser kurdan û Kurdistanê kitêbekê binivîse, mafê kurdan e ku dîtinên xwe li ser kitêbê bibêjin.
Hinek kurd dikanin kitêb baş bibînin û wek Mustafa Can û Nalîn Pekgulê li hember kurdan şûrkêşiya Karlsson bikin.
Ev mafê wan e.
Lê mafê hin kurdan jî heye ku kitêbê rexne bikin.
Heta nuha tiştê xortên kurdan li Swêd kirine ev e, ev mafê xwe yên demokratîk bikaranîne.
Do Mûrad Ciwan jî di semînera xwe da bi kurdî ev yek kir. Kitîbe Karlsson di warê zanistî, dîrokî faktayan da pûç kir, diyar kir ew di tespît û analîzên xwe da ne objktîv e, gelek tişt ya bi zanetî ya qal nekiriye ya jî tahrîf kiriye.
Welhasil camêr dostekî tirkan e û ev jî mafê wî ye.
Lê mafê me ye jî ku em bibêjin ew dostê tirkan e û li gor menfeeata wan nêzî mesela kurd dibe.
Di civînê da hin kesan rola ”rîsipîtiyê”, ”aqilmendiyê” dan xwe û rabûn li kurdan dest bi şîretan kirin. Gotin, efendim dibê em Karlsson nekin ”dijminê” xwe, em xelkê ji xwe nexeyidînin, em dostan ji xwe ra çêkin û nizanim em çi bikin û çi bikin…
Ne cî bû ku meriv minaqeşe bikira, loma jî ez nuha li vir dibêjim.
Heyran, kesî şeşderb nedaye destê xwe û êrîşî Îngamar Karlsson nekiriye, kesî neçûye riya wî nebirîye.
Tenê çend xortên kurd di hin rojnameyên sweêdî û di malperên xwe da kitêb rexne kirine, dîtinên xwe li ser gotine.
Ne şert e ev dîtin û rexne hemû rast bin. Ji xwe ne mimkûn e jî ku hemû rast bin. Lê mafê wan e ku bibêjin.
Loma jî ne hewceye ku hinek bi çavên hamî haman, xwediyê aqil û faman li xwe binêrin û kurdan dawetî ”sukûnetê” bikin, şîretan li kurdan bikin.
Bi ya min gelkî baş e ku xortên me li Swêd hewqasî aktîv in û dikanin beşdarî minaqwşeyeke wiha bibin.
Waye dîsa saet tê donzdan, divê ez rabim, ne xwe sibe li ciyê kar ezê di xew ra herim.
Tiştê min dixwest bigota ev bûn. Lê ji ber ku min pir bi lez û bez gotin loma jî dikane hin kêmasî û qusûr jî hebin. Min wext nedît ku kontrol jî bikim.
Ê ji xwe li gor dibêjin kêmasî di Qurana Kerîm da jî heye.

21 september 2008

Meriv dijminê xwe nas neke wiha ye

Do di çapemeniya kurdan da xebereke gelkî balkêş hebû. Li gor xeberê, Belediya Wanê ya AKP-ê, navên Yaşar Kemal û Ehmedê Xanî ji ser tabêleyên du parkan rakiriye, lê li alî din navê wezîrê perwerdeyê Huseyîn Çelîkê AKP-yî daye parkeke nuh.
Serokê belediya Wanê yê AKP-î Burhan Yenîgun, berî nuha bi demekê li hember mixalefeta encumenên DTP-ê parkên ku navên Yaşar Kemal û Ehmedê Xanî bûn guherandiye, lê li alî din navê wezîrê xwe li parkeke nuh kirye.
A ferqa AKP-ê û DTP-ê ev e.
Gelek kurdî di dema hilbijartinên belediyan da ji bo ku DTP qezenc neke ji destê wan çi dihat qet texsîr nekirin, heta ji wan dihat li dijî DTP-ê dipeyivîn û digotin, evê AKP-yî sed qatî ji yê DTP-ê çêtir e. DTP-ê nizanim Wan xera kirye, tiştekî çênakin û gelek rexneyên din.
Ne ji bo Wanê tenê, ji bo hemû bajarên Kurdistanê şêla hin kesan wiha bû û ev yek jî digotin.
Hema ferq li ber çava ye, DTP-ê navê Ehmedê Xanî daye parkê, yê AKP-yî mêrik xera dike, ji dêlî wê va navê yekî xayinê miletê xwe lêdike.
Û xwedêgiravî Huseyîn Çelîk merivekî musulman e û ji Wanê ye. Heger bi qasî serê derziyê jî hestên îslamiyetê û kurdayetiyê pê ra hebûye navê Ehmedê Xanî nedida xerakirin. Diyar e mêrik û serokê belediyê tam dijminên kurdan e.
Ew kurdên ku li dijî DTP-ê zimanê wan hirenekê dirêj bûn û dixwestin AKP qezenc bike ya jî digotin qet ferq nake divê îro fedî bikin û xwe eşkere rexne bikin.
Tiştê serokê belediya Wanê yê AKP-yî kiriye tiştê herî normal e, mêrik endamê partiyeke dijminê miletê kurd e, divê îcraatên wî jî li gor vê dijminatiya partiya wî be.
Dema navê Ehmedê Xanî raneke ne normal e, divê rake.
Divê ev bûyer û yên weke wê ji bo wan kurdên ku di hilbijartinên berê da tu ferq nedixistin nabêna DTP-ê û AKP-ê bibe ibret û careke din nekevin şaşiyeke wiha.
Baş xerab, divê kurd rayên xwe nedin partiyên tirk, bidin kurdan û partiyên wan. DTP nebe bira partiyeke din be, lê divê partiya kurdan be.
Ya girîng ev e.

Îro jî wiha derbas bû

Ji rojan îro li Stockholmê dinya gelkî xweş bû. Ev çend hefte ne hîn weke tiberikê be jî tîrêjên rojê bi serê me nebûye.
Vê sibehê dema ez ji xew rabûm û li hewşê çavên min bi tîrêjên rojê ketin gelkî kêfa min hat. Min got, weleh fersend ev fersend e, ez û xanimê emê îro weke mirîşkan xwe li ber hinîşkên dîwaran bidin ber rojê û li ber vê roja payizê xwe baş biqimirînin.
Lê wek gelek caran, dîsa hesabê mal û bajêr li hev derneket, nebû qismet ku ez xwe hema nîv seetê jî xwe bidim ber rojê, ji bo ku hestiyên me hinekî germ bibin.
Yanî ez li mal nemam, vê roja xweş çûm semînera Mûrad Ciwan ya li ser kitêba Ingmar Karlsson ku bi swêdî navê wê ”Kurdistan: landet som icke ar” (Kurdistan: welatê ku tuneye)
Hinek kurdan di destpêkê da li gor rengên berga kitêbê(rengên kesk, sor û zer) û navê Kurdistanê, gelkî pesnê kitêbê dan û ji wan wetnê ew kitêbeke gelkî baş e û navê wê jî ”Kurdistan” e.
Erê navê kitêbê bi gotina ”Kurdistanê” dest pê dikir, lê nav ne Kurdistan bû, navê temam, ”Kurdistan: welatê ku tuneye” bû.
Diyar e biraderê ku xebera kitêbê hazir kiribû ji kêfa çavên wî tenê navê Kurdistanê dîtibû lê ”welatê ku tuneye” ji ber çavên wî reviyabû.
Lê dû ra hêdî hêdî milet pê hay bû.
Wek kurd dibêjin, ”li bejnê nêrî bi zêran kirî, laçik rakir qartikê gurrî.”Min berê jî bi kurtî qala Îngmar Karlsson, kitêba wî û vê bûyerê kiribû. Loma jî naxazim careke din dubare bikim.
Di destpêkê da Rizgarî û Netkurd jî di nav da, hin malperên kurdan xebera ”Zarathustra News” weke xebereke gelkî hêja weşandin û bûn sebebên hin şaşfêmkirinan.
Lê îro Mûrad Ciwan di semînera xwe da ev şaşî rast kir û ji gelek alî da lawazî, kêmasî, şaşî û falsîfîkasyonên Karlsson yên dîrokî, siyasî û faktayî û siyasî raxist ber çavên guhdaran.
Û di dawiya axaftina xwe da jî got ku:
-Dema meriv ji alî ilmî, dîrokî, zimanî û metodîk va li kitêbê binêre, kitêbeke bêqîmet e û divê meriv bavîje çopê.
Mûrad Ciwan, kitêb baş xwendibû û xwe baş hazir kiribû. Û gelek analîzên baş jî kirin.
Ne tenê tiştên ku Îngmar Karlsson ji ber dilnexwazî û ecemîtiya xwe li dijî kurdan bi rengekî xeşîm gotibû, tiştên ku di nava rêzan da veşartî hîştibû û eşkere negotibû jî Mûrad, hemû eşkere kirin û nêta wî ya rastîn ya ku bi vê kitêba xwe dixwaze tesîra kurdên dîasporayê kêm bike û li Swêd îmajeke baş ji Tirkiyê ra peyda bike raxist ber çavên guhdaran.
Lê ji alî metoda axaftinê ve hinek kêmasî kirin. Bi qasî ku xuya bû, heger li gor notên xwe û sîstema kitêbê biçûya ewê gelkî baştir bûya. Axaftin hinekî bêsîstem û tevlihev bû.
Lê li gel vê jî hemû guhdar ji guhdarîkirinê memnûn man.
Û meriv dikane bibêje ku semînreke bi qalîte û bi feyde bû. Erê roj ji destê min çû, lê ji bin da bê feyde jî neçû.
Derket ortê ku Îngmar Karlsson merivekî pir ne cidî ye, wî ji vir û ji wir gelek ”întîhal” kirine, yanî ji xelkê gelek tişt dizî ye. Fredrîk Malm, ev beşên ”întîhalan” bi qopyeyên wan ra di bloga xwe da weşand. Mûrad Ciwan di axaftina xwe da qala van ”întîhalên” Karlsson nekir.
Lê di beşên pirsan da min ev yek jê pirsî û wî jî bersîv da, got rast e, him di vê kitêbê da û him jî di kitêbeke din da (sala 2004-an)eynî tişt kiriye.
Yanî ev ne cara pêşî ye ku Karlsson vî karî dike.
Ya din meriv dikane bi hêsanî bibêje ku piştî minaqeşeyên di çapemeniya Swêd da Karlsson pir îtîbar wenda kir, bi uslûb û gotinên xwe mustewa xwe gelkî xist. Bi saya van minaqeşeyan derket ortê ku Îngmar Karlsson merivekî diz, virek, bêexlaq û ne demokrat e.
Êdî li Swêd kes wek brê bi çavê "otorîteyê" li Îngmar Karlsson nanêre.
Ev yek jî berhemeke van minaqeşeyan bû.

20 september 2008

Koka Dogu Perînçek û ”genê” tirk

Du roj berê di çapemeniya tirk da di heqê Dogu Perînçekê ”tarî” da xebereke pir balkêş derket.
Li gorî agahiyên ku rojname û malperên tirk ji kovara CHRONICLE neqil dikin (Arkın Tepeli/ Chronicle Dergisi) Dogu Perînçek bi eslê xwe ne tirk e, êrmenî ye. Bavê kalikê wî berî nuha bi sed û sîh(130) salî dînê xwe guhertiye, bûye musulman û navê xwe jî kiriye Mehemed Sadiq Efendî.
Çi pînc in kuro, gişî bi "Mihemed" dest pê dikin.
Ez bawer dikim kalikê Abullah Gul jî bi "Mihemed" dest bi "muhdedîtiya" xwe kiribû. Û bi Abdullah jî domandine.
Xelk jîr e heyran. Ma qey wek min ewê rabe bike "Zinar"!
Neyse, em vegerin mijara xwe.
Dema min xeber xwend, ez matmayî nemam.
Ji xwe min zanîbû ku Perînçek ne tirk e. Lê min nizanîbû ku xayin êrmenî ye. Ji bo min tiştê nuh tenê ev bû.
Esas dibê min texmîn bikira. Çimkî însanên durre, însanên ku eslê xwe înkar dikin, însanên ku milet û dînê xwe diguherin yanî kesên ”muhtedî” ji herkesî bêtir dibin dijminê kok û qewmê xwe. Evy ek bi piranî wiha ye.
Bavê kalê Perînçek Mehemed Sadiq Efendî, di sala 1850-î da li gundê Abuçeh a girêdayî qeza Kemalîyeya Erzînganê hatiye dinyayê. Tirkan navê Kemaliye yê nuha kirine “Egin” û navê gundê Abuçeh jî kirine “Apçaga”.
Li gor xeberê, Abuçeh di wexta xwe da gundekî êrmenîyan bûye. Di gund da tenê çend malên musulman hebûne. Ku ew bi xwe jî “durre/muhtedî” yanî berê mesîhî bûne lê dû ra dîn guhertine bûne musulman.
Dogu Perînçek, di seranserê jiyana xwe da, dema sosyalîst jî bû û dema bû avakarê Ergenekonê jî tim tirkperestiyek pir tûj kiriye.
Diyar e ji ber ku bi koka xwe zanîbûye loma jî ji bo ku xwe bi dewletê bide qebûlkirin hewcedariya vê tirkperestiyê dîtiye.
Di van salên dawî da Perînçek bi gelek tevger û çalakiyên li dijî êrmeniyan bala bîrûraya giştî kişand ser xwe û tim xwe xist rojevê. Bi taybetî jî beyan û çalakiyên wî yên derbarê înkara qetlîma êrmeniyan da gelek olan dan.
Di belgeyeka sicîlî şerîye de îsbat dibe ku ev peyva “Perînç” ku niha paşnavê Dogu Perînçek e, navê yekî êrmenî bûye. Û Mehmed Sadiq Efendîyê “muhtedî” yanî kalikê Perînçek jî ji vê malbatê ye.
Dogu Perînçek bi qasî ku serokaktiya Dev-Gencê bike demakê sosyalîst bû, lê dû ra bû nîjadperest yanî nasyonalsosyalîst.
Piştî îktîdara AKP-ê bû pêşengê Koalîsyona Sêva-Sor û nuha jî bi îdîeya ku ew yek ji avakarê rêxistina Ergenekonê ye girtî ye.
Lê tiştê balkêş û meriv meraq dike, gelo ji bo çi heta nuha eslê Perînçek eşkere nekirin îro dikin?
Diyar e êdî hewcedariya dewletê pê nema ya. Ya jî di demên wiha tevlihev da ji bo ku “muhtedî” xwe biparêzin û hinekî din jî têxin çavê dewletê hevûdu îfşa dikin, dawên hev davîjin ji ser serên hev da.
Lê esas li Tirkiyê yên wek Perînçek bi milyonan e, piraniya miletê tirk ji kesên “muhtedî” û eslên xwe înkar dikin pêk tê.
Di dema hilbijartina da di heqê kok û eslê Abullah Gul da jî lêkolîneke bi vî rengî hat weşandin. Di wê lêkolînê da jî bi delîl û îspat dihat gotin ku Abdullah Gul jî êrmenî ye. Malbata wî di dema qetlîmê da dîn guhertiye û çûye li Qeyseriyê bicî bûye.
Ma meriv kîjanî bibêje, kîjanî nebêje?
Di hukûmeta AKP-ê da meriv nikane 4-5 tirkan bijmêre, hemû donme, balkanî, kafkasî û kurd in.
Mesela Erdogan Gurcî ye.
Çîçek çerkez e. Û wiha dom dike.
Yanî bi jimarê naqede.
Naqede, çimkî li Tirkiyê tirk di hindikayiyê da ne. Li gor hin lêkolînên ilmî nifûsa tirkan li dora ji %10-15-yî ye.
Ez ji we ra bi vê wesîleyê qala bûyereke çend sal berê bikim.
Berî nuha bi çend salan(ez bawer dikim ewê di sala 1999-an da be)li Tirkiyê bi navê Dr. Oktar Babuna îlanek di rojnameyan da hate belavkirin. Îlanê Tirkiye rakir ser nigan. Li gor îlanê, bi Dr. Oktar Babûna ra nexweşiya Losemîyê(nexweşiyeke xwînpîsbûnê ye)hebû û li ber mirinê bû. Ew li Emerîkayê dijiya. Ji bo ku ji mirinê xelas bibûya dibê di demeke kin da mejiyê hestîyên wî bihata guhertin(îlîk) û ji bo vê yekê jî xwîn lazim bû.
Di îlanê da dihat gotin ewê 10 milyar lîrayê tirkiyê yê wê demê wek diyarî bidin xwediyê xwînê..
Piştî ku îlan di rojnameyan da belav bû Tirkiye li bin guhê hev ket, bi dehhezaran tirk ji bo ku alîkariyê bi Dr. Babûnayê xort ra bikin ketin dorê. Helbet li meydanê 10 milyar jî hebû.
Ji serokerkaniyê bigre heta bi zanîngehan ji bo xelaskirina Dr. Oktar Babûna seferber bûn û kampanyaya xwîndayinê vekirin.
Bi sedhezaran kesî xwîn da. Ji ber ku kapasîteya nexweşxaneyên Tirkiyê têr nekir rabûn nimûne şandin labaratuarên Emerîkayê.
Li gor hate gotin di kampanyayê da ji 160 hezar kesî xwîn hatibû stendin. Ji viya 40 hezar li Tirkiyê mabû, pê banqeyeke mejiyê hestî(îlîk bankasi) ava kirin. Û 120 hezarê mayî jî şandin laboratuarên Emerîkayê.
Piştî şandina 120 hezar nimûneyên xwînê, xwediyê îlan got, “ez baş bûm, êdî hewcedariya min bi xwînê tuneye” û kampanya da rawestandin.
Lê di vê nabênê da xwîna 120 hezar tirkî ketibû destê bijîşk û alimên tibê.
Yanî Xwedê dabû aliman. Wan jî li ser van nimûneyan lêkolînên genetîk kirin û “şîfreyên gena tirk” derxistin holê.
Piştî ku xwîn ket destê alimên emerîkî, faşîstên tirk xwestin nimûne paş da werinşandin lê kesî guh neda wan.
Bi taybetî jî wezîrê tenduristiyê yê wê demê Osman Durmûşê ji MHP-ê gelkî hewil da ku nimûneyan paş da bigre lê hewildanên wî tu netîce neda.
Rojnameyên wê demê nivîsîn, gotin:
-Di dîroka mirovatiyê da ev cara pêşî ye ku li ser xwîna miletekî lêkolîneke wiha berfireh tê çêkirin.
-Vê lêkolînê îmkan daye aliman ku xerîteya “gena tirk” derxin.
-Bi saya vê lêkolînê wan qerekterê tirkan nas kiriye.
Lê ya herî girîng piştî lêkolînên aliman ya li ser 120 hezar xwîna mirovê tirk, derket holê ku li tirkiyê ji %10-15-ê nufûsê koka wan tirk e û ji Asyayyê ne.
Ji %80-î hemwelatiyên Tirkiyê ne tirk in, û tu têkiliya wan bi “gena tirk” ra tuneye.
Yanî kok û eslê wan ne tirk e.
Û dîa derket ortê ku “gena” tirk û kurdan jî ji hev pir û pir dûr û cuda ye. Antropolog Timûçîn Bînder jî ev tez qebûl kir û got, genê kurdan ji tirkan li gor yê faris û yûnan gelkî dûrtir e.
Di sala 2005-anda dîsa ev mesela hat rojevê û alimê emerîkî yê bi navê Dr. Spencer Wells, di roportaja xwe ya bi Yasemîn Çongar ra eynî tişt got. Li gor wî jî li Tirkiyê ancax ji %10-15-ê nufûsê bi koka xwe tirk e, yên din hemû xerîb in, ji miletên din in.
Û Dogu Perînçek jî yek ji van heramzadeyan e.

19 september 2008

Ocalan di 5 saliya xwe da zanîbûye ku kurd bindest in

Serokê PKK-ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya vê heftê da dîsa gelek gotinên ”wecîz” kerem kiriye, dîsa tê ra xwe rast û çep lê daye.
Bira miletê reben li wir bimîne, bawer bikin ez bixwe jî dikim nakim nikanim ji nav derkevim.
Bi gotin û analîzên wî yên muhteşem meriv gêj dibe.
Camêr geh tîr dike, geh rohn dike.
Lê di netîceyê da jî her kesî kerrr û gêj dike, welhasil.
Ocalan, di hevdîtina xwe ya vê heftê da jî careke din ji abûqatên xwe ra gotiye ku “ew ne li pey avakirina dewletekê ye, ew dewletê naxwaze.”
Li ser bextê abûqatan û kesên ku ev xeber belav kirine(tabî meriv nizane ev xeber çuqasî rast e û çuqasî derew e. Ji ber ku hevalên wî red nakin loma em jî wek beyanên wî qebûl dikin)be, dibêjin ku Ocalan li ser mesela avakirina dewleteke kurd wiha gotiye:
-Karekî min bi avakirian dewletê tuneye. Ez jiyana azad, azadiyê, ferdê azad diparêzim. Dewletê bidin min jî ez naxwazim. Heta împaratoriya dinyayê bidin min jî ez naxwazim, ne îşê min e. Ez terefdarê jiyana azad im. Kurdîtiya min ne kurdîtiyeke wisa erzan e. Kûr e. Armanca min ew e ku ez demokrasiyê di kultura dogmatîk ya Rojhilata-Navîn da bihelînim. Karekî min bi dewlwtê ra tuneye.Ê camêr, madem ku tu dewleteke kurd naxwazî, wê deme ev helahop û hewqas şer û teşxele ji bo çi ye?
Heger tu dewleteke kurd naxwazî û tu karekî te jî bi avakirina dewletê tunye, wê demê çima tu dibî serokê partiyeke ku bi dehhezaran gerîllayên wê hene û xwedêgiravî ji bo avakirina dewleteke kurd bi dehhezaran jî şehîd dane?
Ma te û partiya te hewqas gerîlla anîn ba hev qey ji bo ku li serê çiyan ji xwe ra zirnazîqê bilîzin?
Ma ne destpêkirina vî şerî ji bo avakirina dewleteke kurd bû, çima tu nuha çerx dikî?
Ya din madem tu dewletê naxwazî, wê demê dev ji serokatiya PKK-ê ”rêbertiya gelê kurd” berde.
Rast e em dizanin ku tu dewleteke kurd naxwazî, lê kurd dixwazin, ez dixwazim. Heger bi rastî tu ”li hember” hemû dewlatan î, wê demê qenekê ”bekeya Komara Tirkiyê” jî nexwaze, li dijî wê jî derkeve. Em dibînin ku tu li dijî dewleta tirk dernakevî, tu dibêjî:
-Em girêdayî prensîbên komarê ne, em komarê red nakin. Em dibêjin werin em vê komarê demokratîk bikin. Hewcedariya komarê bi demokratîkbûnê heye. Yan na dewletê hilweşe, ewê îflas bike.Wek tê dîtin, dema dor tê tirkan, tu dixwazî rê li ber hilweşandina dewleta wan bigrî. Lê ji bo kurdan tu dibêjî dewlet ”pîs” e, heger dewlet ”pîs” e, bira ne ji bo kurdan tenê, bira ji bo tirkan jî ”pîs” be.
Wek hertim, Ocalan di vê hevdîna xwe da jî qala gelek tiştên ”derî aqilan” kirye. Ji wan yek jî gotiye:
-Çaxa ez pênc salî bûm min ji diya xwe ra jî gotibû. Tu nikanî navekî kurdî bidî zarokên xwe, ma namûs ev e? Heger ezê nikanibim zarokê xwe yê ku ewê were dinê azad mezin bikim, nikanibim navekî kurdî lêkim, ezê çi bikim bi vî zarokî?
Xwedê hevza meriv ji bêtarên giran bike!
Zarokekî 5 salî bîra van tiştan bibe û van gotinên fîlozofên mezin ji diya xwe ra bibêje?
Tiştekî pir ecêb e!
Li hember mûcîzeyeke wiha aqilê meriv disekine, meriv lal dibe…
Ez nizanim, gelo tu pêxemberekî di 5 saliya xwe da gotinên hewqas biaqil kirye?
Tiştê ez dizanim gotinên Ocalan dûrî aqilan e, lê camêr çi tê ber dev dibêje, loma jî dikane rast be (!)
Mûcîze û wecîzên ku ez qal bikim pir in, lê taqeta min nema, êşa piştê hêdî hêdî xwe nîşan dide...
Bira îşev jî hewqas be.

PARVE BIKE