28 september 2008

Benîştê cahilan ji lîtirê ye

Rêzan Tovjîn di 22-ê îlonê da di malpera Amîdakurd da bi navê ”Nivîskarên Qeşmer” li ser min û Nefelê nivîsek nivîsî. Herçiqas li ser Nefelê jî çend gotinên girover û bi çend peyvan dijberiya wê ya li hember Ocalan rexne kiribe jî lê berê tîrên xwe yên jahrîn esas bi min da kiriye.
Diyar e qey kulek min bi camêr ra hebûye, xwestiye wiya ji dilê xwe derxe. Heta nuha min nizanîbû ku ji min ra hewqasî kiriye serhev. Min digot qey ”nas” û ”dost” e
Rêzan Tovjîn nivîsa xwe berê di Amîdakurd-ê-da weşand û dû ra jî ji grûba Dîwanxaneyê ra şend.
Ji ber ku ez jî endamê Dîwanxaneyê me, min bi vê riyê bihîst ku egîdê gundê Kermirara ev mêranî li serê min kiriye.
Tovjîn di nama xwe ya ku ji grûba Dîwanxaneyê ra şandiye, wek agahî wiha gotiye:

”Silav,
Zinarxê Xamo bi dehan caran e e-peyaman dişîne, lê cara yekem e ku min lînkek wî tikand, ji bo ku li ser Ocalan bû bala min kişand. Min jî li ser vê helwesta wî goterek nivîsî û di
www.amidakurd.eu de weşand.
Rêzan Tovjîn
23/9- 2008 15:28:03”

Meriv ji van gotinên Tovjîn fêm dike ku ew tu carî neketiya malpera min û nivîsên min nexwendiye. Ev cara pêşîye û ew jî ji bo ku nivîsa min li ser Ocalan bûye efendî ”lînka min tikandiye.” Lê derewan dike û ruyê xwe ji Xwedê reş dike. Qey ji bo ku min û nivîsên min bêqîmet nîşan bide li gor xwe vê konetiyê û vê riyakariyê dike, dibêje ”ev cara yekem e” ku ew ”lînka min ditikîne.” Yanî li ba wî ez merivekî hewqasî bêqîmet bûme ku camêr tu carî tenezul nekiriye ku lînka min bitikîne û nivîseke min bixwîne.
Lê helbet rast nabêje, li ciyê rehetiyê, bêyî ku kar û zirara wî tê hebe buhtanan li nefsa xwe dike.
Berî ku ez li ser heqaretên wî yên bêedeb rawestim divê li ser nasîna xwe û Rêzan Tovjîn çend gotinan bibêjim.
Ez bawer dikim ez û Tovjîn ji dema Netkurdê û vir da ye ku em hevûdu xiyabî nas dikin û heta nuha me çend caran jî bi gotina wî bi ”e-peyaman” bi hevra daye û stendiye.
Ez nameyên wî yên berî hebûna ”bloga” xwe didim aliyekî, çimkî ew yên dema Netkurdê ne. Lê 2 nameyên wî(dikanin zêdetir bin jî) yên ji dema ”bloga” min tên bîra min. Ez dixwazim van herdu nameyên wî yên di derbarê biloga xwe da li vir pêşkêşî we xwendevanan bikim, ji bo ku hûn jî bibînin ku îdîeya ”tikandina cara yekem” dereweke çawa bêbinakeye.
Di van herdu nameyên xwe da bira ”tikandina cara yekem” li wir bimîne, di ser da ew dixwaze ji min ra bibe alîkar û melpereke hîn xweşiktir ji min ra çêke.
Nameya wî ya pêşî wihaye:

”Silav mamoste,Ez niha di fîrmayeke kurd a malpersaziyê de dixebitim. Ev fîrma bi piranî ji kurdan re malperên kurdî saz dike. Hemdem.com, Amidakurd.com, Diyar.com.tr, medyaname.com û gelek malperên navdar ji aliyê vê fîrmayê ve hatine amadekirin.Malpera te ne malpereke profesyonel e. Her wisa tu bi vî rengî ji malpera blogspot.com re dixebitî, malpera te çiqasî navdar bibe, malpera blogspot.com ewqasî pereyan qezenc dike. Li şûna wê zinarexamo.com, zinarexamo.org, an jî zinarexamo.net veke. Tescîlkirina navê te tenê 12 dolar e. Heke tu bixwazî fîrmaya Veng Ajans (ku ez lê dixebitim) malpera te saz bike, dê sazkirina malpereke bi rêk û pêk jî 200 Euro bigire. Êdî tê xwediyê malpera xwe bî. Her wisa tê bikaribî navê e-maila xwe jî bikî peyam@zinarexamo.com, tê bikaribî bi vî rengî MSN'a xwe jî vekî. Tê ji reklama Hotmail jî rizgar û xelas bibî.Welhasil û kelam, mirov mîrê mala xwe be çêtir ji mêvaniya dereke.Bimîne di xweşiyê de ya kurd.
Rêzan TovjînAmed
From: retovjin@hotmail.comTo: zinarexamo@hotmail.com Date: Tue, 12 Feb 2008 11:51:48 +0200”
Û ev jî nameya wî ya duyem e:


”Her ku em malpera te ditikînin li ser pişta te û me malpera blogspot.com pere qezenc dike. Ji xwe re zinarexamo.com bikire, qey bila here 10 an jî 15 dolar pere. Ma ne çêtir e heryan. Tu li ser dewlemendên kurd dinivîsî lê di vê navberê de tu ji dewlemendên biyanî re jî kar dikî. Ma ne wisa ye?
Rêzan TovjînAmed
From: retovjin@hotmail.comTo: zinarexamo@hotmail.comSubject: RE:Date: Wed, 2 Apr 2008 16:54:43 +0300”

Wek tê dîtin, dema Tovjîn gotiye wî berê tu carî lînka min netikandiye tenê dereweke bi boçik kiriye. Meriv dibîne ku ew ne carekê lê gelek caran ketiye malpera min û li ser şikil û şemala wê jî xwedî fikir e.
Û dema ji min ra dinivîse jî hurtmetkar û bi edeb e, ji min ra dibêje ”mamoste”, nabêje ”qeşmer” û tolazê Zinarê Xamo” Diyar e ev hurmet û kibariya wî sexte bûye.
Esas bêyî van herdu nameyên wî, ji xwe di nivîsa xwe da jî dema berdevkiya Ocalan kiriye û ji min ra gotiye, ez ”bi vê porsipîtiya xwe hîn li ser Îbrahîm Tatlises dinivîsim, lê Ocalan di qulika girtîgehê da Modernîteya Kapîtalîzmê nivîsî û haya qeşmernûsan jê tune(…)” xwe daye dest.
Di vê hevokê da diyar dibe ku wî nivîsa min ya li ser Tatlises xwendiye. Çimkî di nivîseke xwe da min Tatlises rexne girtibû. Ew qala wê nivîsa min dike.Yanî berî nivîsa li ser Ocalan ”lînka min tikanidiye” û hin nivîsên min xwendine.
Bêguman qet ne girîng e ku ew berê min nas dike ya na, nivîsên min xwendine ya na, malpera min ziyaret kiriye ya na. Tu ehemiyeteke vê yekê tuneye.
Lê ji ber ku wî li ciyê rehetiyê vir kiriye, ev rastî înkar kiriye ez li ser vê yekê sekinîm û min ev nimûne dan. Nexwe min qet qal nedikir.
Ya din ev nimûne jî nîşan didin ku Tovjîn merivekî çawa ye û xwediyê çi qerekterê ye. Dema hatiye hesabê wî ji min ra gotiye ”mamoste” û dema xwestiye xwe têxe çavê hinekan ji min ra gotiye ”qeşmer” û ”tolaz.” Wek min got, ez ji zû da ye Rêzan Tovjîn nas dikim û heta nuha me çend caran ji hev ra nivîsîye. Nivîsên wî li ba min hene.
Dema ez fêr bûm ku ew ji Dêrikê ye(ez wer dizanim) û gundî ye kêfa min hat. Ji ber ku piraniya Dêrikiyên li Wêranşarê kurtçî bûn. Loma jî di kurtçîtiya wêranşariyan da par û keda dêrikiyan heye. Ez tim qedir didim vê yekê.
Ev yek. Ya din jî, heta salên 1980-î Dêrik yek ji wan bajarên Kurdistanê bû ku tenê bi kurdî lê dihat peyivîn, axaftina bi tirkî şerm bû, ji meriv ra dikirin serhevde. Yanî Dêrik bajarê ku herî kêm hatibû asîmîlekirin. Kêfa min gelkî ji vê yekê ra jî dihat.
A ji ber van sedeman e ku kêfa min ji Dêrikiyan ra tê.
Lê dibêjin nuha a xerab bi serê wan da jî hatiye û wan jî êdî bi çargaviyê berê xwe dane tirkbûnê. Yanî weke ”mîza devê” ew jî bi paş da diçin. Lê ev mijareke din e.
Tiştekî din jî, dîsa dema ez fêr bûm ku Rêzan Tovjîn di 17 saliya xwe da ketiye hefsê û nêzî 13 salan di zindanên tirkan da maye ez pê êşiyam, dilê min pê şewitî. Vê yekê jî li hember wî tesîreke pozîtîv li hestên min kir.
Ji ber ku ez li hember kesên ku zulm û îşkece dîtine, bi salan di zindanên dijmin da mane tim bi giramî û bi dilşewatî tevgeriyame û heta ji min hatiye min empatî nîşan daye.
A ev tişt hemû bûn sedem ku ez di dilê xwe da qedir bidim Rêzan Tovjîn û nivîsên wî bixwînim.
Helbet min dizanîbû berê ew PKK bûye, ji doza PKK-ê ketiye hefsê û hwd. Lê ji bo min ev yek ne girîng bû. Loma jî min tim ji dil û bi sempatî jê ra digot ”xorto merheba!” Lê derket ortê ku ew ne merivekî layiqî vê sempatiya min bûye.
Ya rast min qet bawer nedikir ku li ciyê rehetiyê ewê ji min ra bibêje”qeşmer û sûtal” û gelek heqaretên din li min bike.
Diyar e merivekî çeqel û şîrheram e, loma jî hertişt jê tê. Hin însan weke maran e, divê meriv tu carî baweriyê bi wan neyne, ji bo ku marîtiya xwe îspat bikin hertim dikanin bi meriv vedin.
Tovjîn jî merivekî ji vî celebî ye.
Nuha jî ez werim ser meselê û sebebê êrîşa Tovjîn.
Ocalan di hevdîtina xwe ya wê heftê da li ser mesela namûsê û çalakiyên kurdan yên ji bo zimên jî rawestiya bû û ji abûqatên xwe ra gotibû:

”Çaxa ez pênc salî bûm min ji diya xwe ra jî gotibû. Tu nikanî navekî kurdî bidî zarokên xwe, ma namûs ev e? Heger ezê nikanibim zarokê xwe yê ewê were dinê azad mezin bikim, nikanibim navekî kurdî lêkim, ma ezê çi bikim bi vî zarokî?” Li ser van gotinên Ocalan, min jî gotibû ku:

”Xwedê hevza meriv ji bêtarên giran bike! Zarokekî 5 salî bîra van tiştan bibe û van gotinên fîlozofên mezin ji diya xwe ra bibejê? Tiştekî pir ecêb e!Li hember mûcîzeyeke wiha aqilê meriv disekine, meriv lal dibe…Ez nizanim, gelo tu pêxemberekî di 5 saliya xwe da gotinên hewqas biaqil kirye?Tiştê ez dizanim gotinên Ocalan dûrî aqilan e, lê camêr çi tê ber dev dibêje, loma jî dikane rast be (!)"
Di van gotinên min da ne heqaret û ne jî ”qeşmerî” heye. Min bi rengekî pir cidî gotiye zarokekî 5 salî nikane ferqa navê tirkî û kurdî bizanibe, nikane sebebên vê yekê rexne bike, nikane ji diya xwe ra bibêje ”tu nikanî navê kurdî li zarokên xwe kî”, nikane bibêje ma tu hîn qala kîjan namûsê dikî?
Ez bawer dikim ne ez tenê, her însanê piçek aqil di serî da hebe jî ewê wiha bifikire, bibêje ev yek ne mimkûn e.
Lê ji bo Rêzan Tovjîn her gotina Ocalan bi qasî ayetekê rast e û divê meriv bê teredud jê bawer bike. Kesê jê bawer neke dijminê PKK-ê ye.
Yanî ji bo ku min jî weke mirîdekî ji gotinên Ocalan bawer nekiriye Rêzan Tovjîn efendî rabûye şûrê xwe yê dudev ji kêlên kişandiye û wek Ristemê Zal li ser serê min li ba dike.
Lê ji ber ku merivekî sextekar e, loma rexneya xwe jî bi tahrîfatê destpêkiriye. Diyar e camêr êdî di vî karî da şît bûye.
Navê serrnivîsa min ”Ocalan di 5 saliya xwe da zanîbûye ku kurd bindest in.” Lê Tovjîn ev sernivîsa min tahrîf kiriye û wiha girtiye nava kevanê ”Ocalan çawa di 5 saliya xwe de bîra kurdî biriye” Wek tê dîtin tu têkiliyeke sernivîsa min û ya Tovjîn girtiye nava kevanê tuneye. Di sernivîsa xwe da min gotiye, ”Ocalan di 5 saliya xwe da zanîbûye ku kurd bindest in” û min gotiye ku ev yek ne mimkûn e.
Ji bo ku meriv ji van gotinên Ocalan bawer bike divê meriv mirîdekî weke Tovjîn be, tu dîtin û baweriyeke meriv ya şexsî tunebe. Yanî meriv şelafê axayê xwe be, ew çi bibêje, meriv bibêje rast e ez benî!
Tiştê herî balkêş Tovjîn ne tenê ji gotinên Ocalan bawer dike, di ser da camêr ji xwe jî nimûneyeke ji ya Ocalan hîn xweştir daye. Wiha gotiye:

”Ez 4 salî bûm û lawikekî salekê ji min biçûktir li wir(li gundekî Dêrikê. ZX) bi misîn de mîst. Dema gundî pê re xiyidin jî, lawik bi hişkî got: “Huş bin, ez Apocî me.” Neyê bîra Suleymanê nizanim çend salî, tê bîra min ku wê demê ez 4 salî bûm û ew lawik jî 3 salî bû û navê wî jî tê bîra min. Fam kiribû ku li gor rêxistinên din Apocî bêhtir hişk in û li Kermirara bêhtir kesên ne Apocî hene (tevî Suleyman).” Piştî ku meriv van gotinên Rêzan Tovjîn dixwîne meriv dibêje heftxwezî bi yên Ocalan. Ocalan qenekê gotiye dema ez 5 salî bûm, vî malneketî ev temen daxistiye 4-an.
Û ne ku bûyer tenê tê bîra wî, di ser da malviritî weke psîkologekî dikeve hundurê dil û mejiyê lêwik û dizane ku vî gedê 3 salî ji bo çi ji xelkê ra gotiye ”Huş bin, ez Apocî me” Li gor Tovjîn, ji ber ku, wî gedê 3 salî zanîbûye ku ”li gor rêxistinên din Apocî bêhtir hişk in û li Kermirara bêhtir kesên ne Apocî hene (tevî Suleyman).”
Û loma jî bi navê ”Apocîtiyê” halan di xwe hildaye û tirs di xelkê firandiye.
Wey agir ne bi mala te lê hema bi van derewên tekeve!
Kurro MÎT-ê tirk wê demê nizanîbû li Kermirara çend kes ”apocî” û çend kes jî ne apocî ne. Ma zarokekî 3 salî çawa dikane bîra van tiştên siyasî bibe? Zarokên 3 salî hîn bi xwe da dirîn û dimîzin, diya wan hîn wan girê dide malneket!
Zarokekî 3 salî dikane hin gotinên mezinan texlît bike û bibêje, lê ne ku wek mezinan bîr dibe û dizane maneya wan çi ye?
Ez çi bibêjim, bayê cahilan tim gurr e û benîştên wan jî ji lîtirê ye.
Ya din û girîngtir, gotinên Ocalan ne bîranîna bûyerekê ye, wî bi diya xwe ra li ser mesela namûsê, li ser bindestiya kurdan şer kiriye, ji diya xwe ra gotiye ”Tu nikanî navekî kurdî bidî zarokên xwe, ma namûs ev e? Heger ezê nikanibim navekî kurdî li zarokê xwe kim ma ezê çi bikim bi vî zarokî?” Nuha heger meriv ne kêmaqil ya jî mirîd be, merivê çawa ji van gotinan bawer bike? Zarokekî 5 salî çawa dikane bîra vê zilma dewleta tirk bibe û ji diya xwe ra bibêje ”Heger ezê nikanibim navekî kurdî li zarokê xwe kim, ma ezê çi bikim bi wî zarpkî?” Bêtara ku xwedêgiravî dema tu çarsalî bû tê bîra te, heger em bawer bikin jî tenê bîranîneke, ne analîz û sekneke siyasî ye. Ocalan wek siyasetmedarekî jîr li dijî zulma tirkan û asîmîlasyonê derdikeve, li hember navên tirkî îsyan dike, viya weke bênamûsiyê dibîne û ji diya xwe û kurdan ra dike serhevde, dibêje însanê nikanibe bi zimanê xwe nav li zarokên xwe ke nikane qala namûsê bike.
Gelo mimkûn e ku zarokekî 5 salî bîra van tiştan bibe?
Li gor min ne mimkûn e. Lê ji bo mirîdên wek Tovjîn mimkûn e, Ocalan çi bibêje rast e.
Ji xwe şêx bi xêra mirîdan dibin şêx, heger ne xebat û propagandeya mirîdan be şêx nikanin hewqasî nav û deng bidin û xurt bibin.
Yê şêxan mezin dike bawerî û propagandeya mirîdan e. Mirîdî herçiqasî ne şelafî be jî lê gelkî nêzîkî şelafiyê ye.
Dibêjin di dema osmaniya da şelafî sinetek bûye, wek berberî û terzîtiyê, sinetê hin kesan jî şelafî bûye. Karê wan pesindayina paşa, mîr û begê xwe bûye. Mîr û begê wan çi bigota wan jî digot, tu rast dibêjî ez benî!
Mîrê wan dema bigota, tirşa bacanan xweş e, wan jî tesdîq dikir û digot, rast e, tirşa bacanan pir xweş e û dema bigota na wele ne xweş e, wan jî serê xwe dileqand û digotin tu rast dibêjî, bi rastî jî tirşa bacanan ne xweş e.
Dibêjin carê paşa ji vê tesdîqkirina şelaf aciz bûye û jê ra gotiye:
”Lawo min got tirşa bacanan xweş e, te jî tavilê tesdîq kir û got rast e, pir xweş e, min got ne xweş e, te dîsa tesdîq kir û gotî ne xweş e. Ma çawa dibe?" Dibêjin şelaf gotiye:
”Paşa, ez ne şelafê bacanan, şelafê te me.
Erê îro di nava civata kurd da şelafî wek ”sinet” tuneye, lê qerekterê gelek kesî dişibe vî ”sinetê” gelkî kevn.

8 kommentarer:

  1. Birêz kekê dilovan Zinarê Xamo,

    Va ye chend roj bun ku ez li benda nivîsa te bum. Helbet haya min jî weke kesên din ji pasheroja we ya bi Rêzan Tovjîn ra tune bu. Te gelekî bash kiriye ku ev agahdariyên balkêsh dane.
    Bi baweriya min êdî mirov hew dikare derewên R. Tovjîn yên bê edeb veshare. R. Tovjîn jibo chi di nivîsa xwe da berê xwe wilo daye derewan, mirov nikare fam bike. Gelo chima derewan dike? U jibo xatirê kê van derewan u vê shermezariyê dike?
    Bêguman mirov him R. Tovjîn u him jî nivîsên wî nikare êdî cîddî bigire. Qasî ku diyar e, R. Tovjîn jibo ku kêfa hin derudoran bîne, bi zanetî u quretî ev derewina derxistine u xwastiye ku shexsê Z. Xamo di nav xwendevanên kurdî da xira bike. Ev taxtîkeke pir erzan u gundî ye.
    Ya rast min gelekî kesên ji vî celebî nas kirine (ji heman terîqetê!). Li gorî kesên ji vê babetê, jibo "shêxên" xwe yên sextekar, derew jî di nav da, her tisht rewa ye. Ma heger peyvên ku vî "shêxî" di temamê jiyana xwe da bi kar anîne,"alçax", "eshek", "bênamus", "sherefsiz", "ahmak" u hwd. bibin, chi ji vî "shêxî" u van mirîdan dikare derbikeve? Aniha jî ev "shêx" di girtîgehê da radibe li ser "modernîteya qapîtalîzmê" cara yekem doxtirînekê jibo mirîdan dinivîse?!!!
    Kekê Zinarê Xamo, bi rastî jî te rewsh bi awayekî pir bedew u saf u pak vegotiye. Zor spas jibo agahdariyên te.
    Pirsa dawiyê: Ma R. Tovjîn ewê bi vê keseyatiyê xwe (ji derewan wêdetir) chawa wekî siyasetmedar gelê kurd temsîl bike? Gelo dikare bike?
    Bersiv: Bi navê Kurdistan'ê kim ku na u naaa!!!
    Pirsa herî dawiyê: Ma ku Öcalan di zaroktiya xwe da ev tishtina gotina, chima wê gava di temama jiyana xwe da ti qîmet nedaye zimanê kurdî, chima zimanê partiya xwe yê li seranserê cîhanê, bi bîryar kire "tirkî" jî, nekir "kurdî"???!!! Chima hê jî nekiriye kurdî???!!!
    Bersiv: Jiber ku derewkarekî herî mezin e. U dixwaze bi saya mirîdan kurdperwerên wekî Z. Xamo li ber xwe handa bike!

    Bi silavên kurdîhezî, kurdperwerî u kurdistanî.

    Bîrjen Jehr

    SvaraRadera
  2. Xalê Zinarê Xamo
    Axxx ax! Te cevaba Rêzan axa bi kurmancî rind daye. Li cem me dibên, kevr rind ketiye qulê mar.
    Tu her bijî!
    Slavên germ

    Memo

    SvaraRadera
  3. Kekê hêja Zinarê Xamo,

    Wekî hercarê, di rožekê da hema du caran dikevim malpera te. Wekî gelek xwandevanên din yên kurdî qîma min žî pir bi nivîs u kurdiya tê.
    Min îro bersiva te ya žibo R. Tovjîn xwand. Belê min berê gotara R. Tovjîn ya di derbarê te da žî xwandibu u ez wilo li benda bersiva te mabum.
    Bê guman ez bi xwe nizanim ku R. Tovjîn li dižî te čima zimanekî weha ži derî rê u îrfanê bi kar aniye. Viya ye hema hema nêzîkî salekê ye ku ez bi rêk u pêk dikevim malpera amidakurd.com’ê žî. Lê aniha malpereke din ya ku ži hêla amidakurd.com’ê va hatiye vekirin (amidakurd.eu), carcarina bi tevî nivîsên gelekî hišk u tund hin kesên kurdîhez u kurdperwer bi ajantiyê sucdar dikin, hêrîšan diben ser wan. Gelo kek Zinarê Xamo žî di vê lîsteya we da heye?
    Ez aniha ji xwe dipirsim: Gelo ev R. Tovjîn’ê ku nivîsên wekî "Baqê Nîskê", "Ha vajê! Ha vajê!" u "Diyalogên Rojiyê" (di amidakurd.com’ê da) dinivîse, čawan dikare gotareke bi vî hawî u bi tevî zimanekî weha li dižî Zinarê Xamo (u hinên din) binivîse?

    Ez hêvîdar im ku dê kekê delal Zinarê Xamo zêde nekeve xembariyê.

    Bi silavên kurdîperestî, kurdperwerî u kurdistantî

    Bernas Kurmanc

    SvaraRadera
  4. Kekê Zinar,
    Wellehî yezdanê dilovan jî ji kesên hanê nerast hez nake. Dixwaze bila qayîl bibe, naxwaze jî xa dizane, ez rica dikim, bila dest ji gotinên nexweshik berde, bila were ser însafê. Bila rureshiyê li hemberî kurdên pak u dilovan neke u ji wan tishtina hîn bibe.

    Ez ji destên xalê xwe Zinarê Xamo radimusim

    Elî Nenas

    SvaraRadera
  5. Kekê delal Zinarê Xamo,

    Heger bi min be, te gelekî baš bersiva Rêzan Tovjîn daye. Tištê ku ez lê zêde bikim, tune. Ez žî wekî hevalên din šikil u šemalê R. Tovjîn di cî da nabînim u zimanê wî yê ne estetîk u ne nazik šermezar dikim. Qasî min žê deranî, R. Tovjîn ligel usluba xwe hin îftirayên derewîn žî avitine. Bêšik bi tevî čalakiyên weha merî nikare qîmeta šexsan binpê bike, ewê nekaribe žî.

    Bi silavên kurdperwerî u kurdîperestî

    Rojen Šêrbaz

    Not: Bibore, min herfên ku kek Bernas Kurmanc di Dîwanxanê da pêšniyaz kiribun, bi kar anîn. Lê ez êdî endamê Dîwanxanê nîn im.

    SvaraRadera
  6. Gelek sipas ji bo piştgirî û dostaniya we hemû xwendevanan.Rexne û şiroveyên we, piştgiriyê bidin min ya nedin min qet ferq nake, min kêfxweş û dilşa dike, hêza nivîsandinê li ba min xurttir dike.
    Jixwe dema xwendevan tunebin nivîsandin jî kêf û zewqeke zêde nade meriv. Şiroveyên we hêz û şewqekê dide min.
    Cejna we pîroz û bimbarek be!
    Gelek silavên biratiyê li we hemûyan.

    SvaraRadera
  7. Birêz kekê hêža Zinarê Xamo,

    Weke hin hevalan din ez žî li benda bersiva we mam. Cenabê we žî gelek baš dizane ku, we bi firehî u têrî rewša rureš šîrove kiriye, xwandevanê kurdî bi kurdiyeke bedew haydar kiriye. Zimanê we yê spehî di vê mijarê da žî xwedî herikbariyeke bê hempa ye. Ziman nehatiye guvaštin u xwandevanan xwe berbi xwe va dikišîne. Ya herî balkêš jî, gava mirov van gotaran dixwîne, mirov xwe li hemberî kesekî sosyal dibîne, yê ku di nav jiyana rojane da buyerên pêkhatî dinirxîne u pêškešî raya kurdî dike…
    Di derbarê van îftirayan da êdî herkes bi nefsê xwe ye. Her tišt li ber čavan e. Diyar e ku R. Tovjîn zimanekî čêrbaz bi kar aniye u ne wekî kesekî serbixwe, lê wekî mirîdekî tevgeriyaye. Bi tevî dezînformasiyonan xwastiye ku xwandevanan bixapîne u wan bi awayekî propegendî bikišîne nav refên „terîqeta“ xwe.
    Qasî ku ez dizanim, ne tenê di Öcalan da, lê di temamê „terîqeta“ wî da žî nikare qandî bêčiyekî Z. Xamo kurdîperestî, kurdperwerî u kurdistantî hebe. Ev tištekî rewištî ye u destpêka vê žî heya čêbuna afirandeyekê šunda terre. Zinarê Xamo ew kes e, yê ku ži serê bêčiyên xwe heta muyê serê xwe rasterast kurdînî ye.

    Ez žî bi serbilindî ži herdu destên xalê xwe pač dikim!

    Zarayê Kurdîjen

    Not 1: Min žî tîpên ku kek Bernasê Kurmanc pêšniyaz kiribun, bi kar anîn. Bêguman em ži tirkan čiqas dur bikevin, ewqandî žî baš e.

    Not 2: Ez žî hêdî endamê Dîwanxanê nîn im.

    SvaraRadera
  8. Xalê Zinarê Xamo,

    Tu her bijî! Te gotinên gelekî li shunê gotine.
    Ma kesên ku jibona tishtekî weha derewan dikin, chawan dibe ku dersa exlaqê didin xelkê? Em chi bêjin, yan shêx li mirîdên xwe dishibe yan jî mirîd li shêxê xwe dishibin.
    Camêr R. Tovjîn di herdu malperên (amdakurd.com/eu) xwe da mîna shêran chiya u daristanan dide lerizandin. Bidomîne shervano, ewê di nêzîk da shêxê te bêguman dengê te bigire u bi tirkî bêje: Aferîn, sen aslansin! (Eferîn, tu shêrî!).

    Bi silavên kurdperwerî u kurdîhezî

    Serhat Birusk

    SvaraRadera

PARVE BIKE