19 september 2008

Ocalan di 5 saliya xwe da zanîbûye ku kurd bindest in

Serokê PKK-ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya vê heftê da dîsa gelek gotinên ”wecîz” kerem kiriye, dîsa tê ra xwe rast û çep lê daye.
Bira miletê reben li wir bimîne, bawer bikin ez bixwe jî dikim nakim nikanim ji nav derkevim.
Bi gotin û analîzên wî yên muhteşem meriv gêj dibe.
Camêr geh tîr dike, geh rohn dike.
Lê di netîceyê da jî her kesî kerrr û gêj dike, welhasil.
Ocalan, di hevdîtina xwe ya vê heftê da jî careke din ji abûqatên xwe ra gotiye ku “ew ne li pey avakirina dewletekê ye, ew dewletê naxwaze.”
Li ser bextê abûqatan û kesên ku ev xeber belav kirine(tabî meriv nizane ev xeber çuqasî rast e û çuqasî derew e. Ji ber ku hevalên wî red nakin loma em jî wek beyanên wî qebûl dikin)be, dibêjin ku Ocalan li ser mesela avakirina dewleteke kurd wiha gotiye:
-Karekî min bi avakirian dewletê tuneye. Ez jiyana azad, azadiyê, ferdê azad diparêzim. Dewletê bidin min jî ez naxwazim. Heta împaratoriya dinyayê bidin min jî ez naxwazim, ne îşê min e. Ez terefdarê jiyana azad im. Kurdîtiya min ne kurdîtiyeke wisa erzan e. Kûr e. Armanca min ew e ku ez demokrasiyê di kultura dogmatîk ya Rojhilata-Navîn da bihelînim. Karekî min bi dewlwtê ra tuneye.Ê camêr, madem ku tu dewleteke kurd naxwazî, wê deme ev helahop û hewqas şer û teşxele ji bo çi ye?
Heger tu dewleteke kurd naxwazî û tu karekî te jî bi avakirina dewletê tunye, wê demê çima tu dibî serokê partiyeke ku bi dehhezaran gerîllayên wê hene û xwedêgiravî ji bo avakirina dewleteke kurd bi dehhezaran jî şehîd dane?
Ma te û partiya te hewqas gerîlla anîn ba hev qey ji bo ku li serê çiyan ji xwe ra zirnazîqê bilîzin?
Ma ne destpêkirina vî şerî ji bo avakirina dewleteke kurd bû, çima tu nuha çerx dikî?
Ya din madem tu dewletê naxwazî, wê demê dev ji serokatiya PKK-ê ”rêbertiya gelê kurd” berde.
Rast e em dizanin ku tu dewleteke kurd naxwazî, lê kurd dixwazin, ez dixwazim. Heger bi rastî tu ”li hember” hemû dewlatan î, wê demê qenekê ”bekeya Komara Tirkiyê” jî nexwaze, li dijî wê jî derkeve. Em dibînin ku tu li dijî dewleta tirk dernakevî, tu dibêjî:
-Em girêdayî prensîbên komarê ne, em komarê red nakin. Em dibêjin werin em vê komarê demokratîk bikin. Hewcedariya komarê bi demokratîkbûnê heye. Yan na dewletê hilweşe, ewê îflas bike.Wek tê dîtin, dema dor tê tirkan, tu dixwazî rê li ber hilweşandina dewleta wan bigrî. Lê ji bo kurdan tu dibêjî dewlet ”pîs” e, heger dewlet ”pîs” e, bira ne ji bo kurdan tenê, bira ji bo tirkan jî ”pîs” be.
Wek hertim, Ocalan di vê hevdîna xwe da jî qala gelek tiştên ”derî aqilan” kirye. Ji wan yek jî gotiye:
-Çaxa ez pênc salî bûm min ji diya xwe ra jî gotibû. Tu nikanî navekî kurdî bidî zarokên xwe, ma namûs ev e? Heger ezê nikanibim zarokê xwe yê ku ewê were dinê azad mezin bikim, nikanibim navekî kurdî lêkim, ezê çi bikim bi vî zarokî?
Xwedê hevza meriv ji bêtarên giran bike!
Zarokekî 5 salî bîra van tiştan bibe û van gotinên fîlozofên mezin ji diya xwe ra bibêje?
Tiştekî pir ecêb e!
Li hember mûcîzeyeke wiha aqilê meriv disekine, meriv lal dibe…
Ez nizanim, gelo tu pêxemberekî di 5 saliya xwe da gotinên hewqas biaqil kirye?
Tiştê ez dizanim gotinên Ocalan dûrî aqilan e, lê camêr çi tê ber dev dibêje, loma jî dikane rast be (!)
Mûcîze û wecîzên ku ez qal bikim pir in, lê taqeta min nema, êşa piştê hêdî hêdî xwe nîşan dide...
Bira îşev jî hewqas be.

3 kommentarer:

  1. Bi silavên hêja,

    Xususiyeteke kesên narsîst u megoloman e, ne di zikê dayika xwe da, lê (hasha ji kesên hazir) hê di kîrê bavê xwe da (êêê biyolojî ye) dest bi felsefeya yonaniya kevn dikin. Diyar e Apo di zaroktiya xwe da zêde bi chîrokên Mistoyê ji kerxaneya Selanîkê tevlihev buye. Qasî ku ez dizanim (bila rehmetê S. Freud min bibexshîne), qîz u kechan qet u qet kêfa xwe bi Apoyê asîmetrîk neyînîne. Jiber vê yekê ye ku Apoyê ku nikare du peyvan bi rastî li duhev rêz bike, xwe ewqas belasebeb didirîne u dixwaze ku jin u kech jê hez bikin. Ya rast dewleta tirk halê Apoyê psîxopatolojîk pir bash nas dike u jiber hindê li gorî kêfa berjewendiyên xwe pê dilîze... Lê hevalên wî jî radibin di chalakiyên zimanê kurdî da sloganan jibo "Apoyê kemalîst" didin avitin, Apoyê ku di temamê jiyana xwe da qasî muyekî kerê tirkan jî qîmet nedaye zimanê kurdî!

    Silavên germik

    Shoresh Demoqratîk Cumhuriyet

    SvaraRadera
  2. Birayê Şoreş, narsîstî, megalomanî û mytomaniya birêz Ocalan ne tiştekî nuh e, ji destpêkê da ev nexweşî pê ra hene. Axir ev nexweşî jî wek gelek nexweşiyln din bi hin îînsanî ra hene.Çwawa ku meriv nikane ji yekî ku şêrpençe pê ra heye gazinan bike, her wiha ji ber van nexweşiyan jî meriv nikane ji birêz Ocalan gazinan bike.
    Gazinên min ji hevalên wî û jimiletê kurd e, ew çima vê yekê nabînin û miameleyeke li gor wê pê ra nakin?
    Loma jî ji Ocalan bêtir hevalên wî û kesên wek mirîdan gotinên wî bicî tînin sûcdar in.

    SvaraRadera
  3. silav u rêz,

    Camêrek rabuye gotarek bi sernivîsa "Zerdeshtê kal u A. Öcalan" weshandiye. Diyar e haya hogirê Apo ji feleka dîrokê nîn e. Bi zanîna min Zerdesht pêxember xwedî li kultureke chend hezar salî ya berî xwe derketiye, ew kiriye formeke sîstematîk u ragiyandiye vê roja me. Lê Apo ew kultura ku hatibu vê rojê ji binî va xera kir u avit u bu qeshmerê tirkan ya gêjok.
    Mezinbuna rêxistina Apo, tu carî rastbuna wî nîshan nade. Heger weha bibuya, Hîtler, Mussolînî, Stalîn, Humeynî, Saddam, Osama Bîn Laden u hwd, hemî ji komika Apo hezar carî, mîlyon carî mezin bun yan jî mezin in. Lê tu kes nabêje ku ew merivên zana ne. Bi fikra min Apo ji van hemiyan cahiltir e u qeshmerekî psîxopat e u tedaviya rihî dixwaze.

    Bi silavên germ

    Bîrjen Bîrhat

    Serokê:
    Weqfa parastina kemalîzmê
    Civaka Demoqratîk
    Parêzvanê zimanê tirkî
    Komên komalên Kurdistanê
    Partiya çatî
    Partiya jinên azad u binketî
    Pêxemberên berê u niha
    Fîlozofên destpêkê u nu
    Taxima Maradona
    Taxima mêrên xesandî yên kurd
    Nizanim zi qizil u qurtan

    SvaraRadera

PARVE BIKE