30 december 2007

Ocalan dîsa şîret li dewleta tirk kir

Serokê PKK-ê, ”rêberê” gelê kurd û xwêrxwazê dewleta tirk Abdullah Ocalan, di hevdîtina xwe ya dawiyê da bi riya abûqatên xwe dîsa agir bera erdê da, dîsa gelek şîretên dostane li dewleta tirk kir.

Ocalan, wek her tim di vê hevdîtina xwe da jî gotiye, tu feydeyeke Tirkiyê di operasyonên li hemberî PKK-ê da tuneye. 
Divê dewleta tirk dev ji şerê li dijî PKK-ê berde, heger PKK were tasfiyekirin wê demê ewê xeta neteweperestan, xeta kesên ku dewleteke kurd ya serbixwe dixwazin.Yanî xeta Mesûd Barzanî û Celal Talebanî bi ser keve û di netîcê da jî ewê li başûrê Kurdistanê dewleteka kurd ava bibe.

Ecêba giran!

Xwedê dinyayê ji vê felaketa mezin bisitirîne!

Îcar kê bîra xwe û dewleta kurd kurro?

Avabûna dewleta kurd îşrate roja qiyametêye.

Heger li başûrê Kurdistanê kurd bibin xwedî dewlet bi rastî jî ne ji bo tirkan tenê, kurro ji bo hemû dinyayê jî felekatek pir mezin e.

Xwedê dinyayê bisitirîne!

Divê hemû dinya hêza xwe bike yek û rê li ber vê dewleta kurd bigrin.

Wek Bavê Nazê negot, ”wa weylê”!

Ma qey em kurd dikin bibin sebebê 6-7 milyar însan?

Wek birêz Ocalan jî jê ditirse, avabûna dewleteke kurd dikane bibe axirdewra dinyayê. Xwedê di serî da tirkan û dû ra jî hemû însaniyetê ji vê felaketa dewleta kurd bisitirîne.

Birêz Ocalan ji vê felaketa mezin çiqasî bitirse heqê wî heye(!)

Kurd û dewlet?

Wey kevir bibare!

Tobe tobe!

Ji bo ku roja qiyametê zû neyê divê dewleta kurd çênebe û kurd jî tim bindest û kole bimînin.

Belkî bi vî hawî dilê Ocalan hinekî rehet bibe.

Em vegerin ser gotinên Ocalan, serok û rêberê miletê kurd.

Ocalan, operasyonên Tirkiyê jî şirove kiriye û gotiye, tu feydeyek tirkiyê di van êrîşan da tuneye, êrîş tenê bi kêrî Emerîkayê tên, bi kêrî YNK û PDK tên, heta bi kêrî Îranê tên.
Li gor Ocalan, Emerîka baş dizane ku PKK bi van operasyonan naqede, loma jî alîkariyê dide Tirkiyê, ji bo ku belayeke hîn mezintir bîne serê Tirkiyê.

Lê şîreta Ocalan li dewleta tirk ya herî girîng gotiye, ”qedandina PKK-ê jî jixwe ne li berjewendiya Tirkiyeyê ye. Dema PKK were tasfiye kirin, ewê alternatîfa avabûna dewleta netewî ya bi desteka Emerîka û îngilîzan li Başûr têkeve dewrê û derbasî perçeyên din bibe.

Bala xwe bidinê, camêr li perçên din yên Kurdistanê rizgariya kurdan wek ji bo Tirkiyê wek xeterekê dibîne. Û hîn jî ”serokê” gelê kurd e.

Ocalan piştî gelek şîret û pêşniyar gotiye di nava kurdan da du xet hene:

”Yek, xeta dewleta netewî ye ku li Başûr Emerîka piştgiriya wê dike. Ewê vê xetê li Başûr bikemilînin û îxracî hemû kurdan bikin.

Xeta duyem jî xeta me ye, xeta konfederalîzma demokratîk e. Tirkiye nizane ku heger PKK biqede ewê çi were serê Tirkiyeyê. Bi vê siyasetê dixwazin him dewleta tirk, him PKK-ê bigrin bin kontrolê.”

Bi van gotinên xwe Ocalan, PKK-ê wek artêşa Tirkiyê dibîne, dibêje heger artêşa we belav bibe ewê malik li we bişewite.

Ez nizanim çi bibêjim?

Hema Xwedê kurdan ji bêtarên girantir bisitirîne!

Wek tê zanîn ev ne cara pêşî ye ku Ocalan, li Başûr avabûna dewleteke kurd û bi giştî jî tevgera kurd ya netewî ji bo dewleta tirk wek tahlûkeyeke mezin dibîne. Û dixwaze dewlet esas berê xwe bide vê ”tahlûkeyê.”

Ocalan, di hemû azaftinên xwe da ji dewleta tirk ra dibêje, divê hûn ji min û ji PKK-ê netirsin, em ji we ra ne tahlûke ne, hebûna me li menfeeta we ye, dema em tunebin hûnê bêtir zirarê bibibînin. Ji bo we, tahlûkeya herî mezin Mesûd Barzanî, Celal Talabanî û tevgera kurd ya millî ye.

Gelo ji bo çi Ocalan her tim Barzanî, Talabanî û tevgera kurd ya netewî wek tahlûke nîşanî dewleta tirk dide?

Bê guman sebeb pir eşkereye û Ocalan dizane çi dike.

Li ba me kurdan kulturek, tradîsyonek heye, di şerên eşîran da, dema meriv heyfa xwe digre, meriv li her kesî naxe, meriv diçe li SERÎ dixe, li wî kesê ku av jê sar û germ dibe. Kesê ku dikane tiştan li hev ragire, dikane pêşengiyê bike wî ji ortê radike.

Meriv li ”serî” dixe ji bo ku dijmin bê serî bimîne, bibe wek laşê bê serî. Û laşê bê serî jî jixwe miriye, tu zirar jê nayê.

Ocalan jî dizane ku li başûrê Kurdistanê serê tevgera kurd ya netewî îro ev hêz in , ev kes in. Dema Barzanî, Talabanî û tevgera wan ya niştimanperwer were tasfiyekirin kurd ê bibin wek pezê bê şivan, 40-50 salên din jî ewê wek koleyan bijîn û belkî jî heta wê demê biqedin.

Lê bi hebûn û yekîtiya PDK û YNK-ê û tevgera netewî ya li pişt wan kurd dikanin li Başûrê Kurdistanê bibin xwedî maf, xwedî desthilat, heta xwedî dewleteke serbixwe.Û ev hêz bêguman hêdî hêdî ewê li hemû beşên Kurdistanê yên din jî belav bibe.

Yanî li Başûr avabûna dewleteke kurd ya jî hebûna federesyoneke kurd û ereban ji bo hemû kurdan dibe wek sengerekî pir qewî, bi saya vî sengerî kurd dikanin şerê xwe hîn baştir, hîn xurttir bikin û di rojên teng da jî dikanin xwe baştir biparêzin.

Wek rewşa PKK-ê ya îro. Bê şik Heger ne hebûna Kurdistana Federe bûya nuha ji zû da tirk, ereb û emerîkiyan hêzên PKK-ê ji wan herêman derxistibûn, zirarên mezin dabûn wan.

A Ocalan ji bo ku ruhê xwe xelas bike, dixwaze bi vê ”tehlûkeyê” yanî bi çêbûna dewleteke kurd tirkan bitirsîne.

Hêviya Ocalan ew e ku dewleta tirk ji dêlî mirinê ewê bi tayê razî bibe û wî efû bike.

Loma jî xelasiya xwe ya şexsî ji xelasiya miletê xwe girîngtir dibîne.

Loma jî gav û seetê ji tirkan ra dibêje, heger hûn dixwazin kurd li başûrê Kurdistanê nebin xwedî dewleteke serbixwe û dû ra jî perçeyê di bin destê we da ji we negrin, divê hûn min berdin û PKK-ê jî zeîf nexînin. Zeîfiya min û PKK-ê xurtbûna Barzanî, Talabanî û avabûna Kurdistaneke mezin e.

Ocalan bela sebeb xwe li aqilmendiya tirkan radikşîne û li ber baranê şil dike. Jixwe ji bo kurd li tu beşekî Kurdistanê nebin xwedî maf û desthilat çi ji destê tirkan tê mêrêkan dikin. Yanî tirk ne hewcedarê şîretên Ocalan in.

Lê li alî din bi van beyanên Ocalan, kurd dibînin ku Ocalan jî wek dijmin, naxwaze kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe.

Ocalan jî mafekî wiha layiqî kurdan nabîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE