18 september 2015

Abdullah Gul ne ew mêr e ku biwêribe li hemberî Erdogan rabe

Abdullah Gul ne ew mêr e ku biwêribe li hemberî Erdogan serî hilde. Tiştebîtekî wiha li derî tebîeta Gul e. 
Dixwazin Abullah Gul mezin bikin, derxin hemberî Erdogan. Ev xeyaleke vala ye. Gul ne ew mêr e, ne mimkûn e biwêribe li hemberî Erdogan rabe, ew cesaret û ew çap pê ra tuneye.
Gul merivekî bi bin e, wek mar e, tîpekî dişibe ajanan, tu carî baweriyê nade meriv.
Di ruyê wî da, di jesd û mîmikên wî da, di axaftin û reaksiyên wî da meriv tu carî nizane bi rastî çi difikire. Tu carî baweriyê nade meriv.
Gul nikane bibe serok, lê dikane bibe zilamê serokan. Gul, ji bo bo ku têkeve binê mahiyeta Erdogan hertim hazir û amade ye.
Erdogan sibe ban Gul bike, ewê ser serî, bi çargaviyê here dîsa têkeve bin emrê Erdogan.
Gul, bi fikrên xwe jî, bi îdeolojiya xwe jî, bi nêt û hesabên xwe yên dizî û vekirî jî ji Erdogan gelkî xerabtir e.
Gul ne dîwarekî meriv pişta xwe bispêrê.
Gul belkî bi qasî Erdogan ne diz e, lê ew jî ji ber tirsonekiya wî ye, wek Erdogan ne cesûr e, newêre loqên hewqasî mezin daqultîne.
Di nava AKPê da raqibê, alternatîfê Erdogan hîn tuneye.
Û ji bo kurdan jî Gul ji Erdogan xerabtir e, Erdogan dikane xerabiyê jî û çêyiyê jî bike, ev cesaret pê ra heye, bi Gul ra ew tuneye.
Gul panturkîstekî dewletê yê pir sadiq e. Erê wek Erdogan ne rûtirş e, tim dikene lê sexte ye, durû ye. Lema jî ji Erdogan xerabtir e.



17 september 2015

Heger PKK biaqil be bûye mitefikê Emerîkayê

Pentagonê bi rengekî resmî eşkere kir ku hêzeke taybet ya Emerîkayê li Sûriyê li dijî Daîşê bi YPGê ra operasyonan dike.
Fermandeyê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM), general Lloyd Austîn, di civîna Komîsyona Hêzên Çekdar ya Senatoya Amerîkayê da agahî da endamên komîsyonê.
Lloyd Austîn, di axaftina xwe da gotiye hêzeke taybet ya Emerîkayê derbasî Kurdistana başûr bûye û li hemberî li DAIŞê alîkariya YPGê dike.

Austîn, derbarê hejmara leşkerên hêzê û kînga derbasî Kurdistanê bûye agahî nedaye endamên komîsyonê.
Televîzyona Emerîkî NBC jî ev agahî piştrast kir. Li gorî xebera NBC, hêza leşkerî ya Emerîka derbasî Kurdistana başûr bûye lê belê bi xwe tevî şer nabe, tenê piştgiriyê dide şervanên YPGê.
Hêvî dikim xeber rast e û bi rastî jî leşkerên Emerîkî li Kurdistana rojava alîkariya şervanên YPGê dikin.
Ev, têkbirina plana Tirkiyê ya ”herêma Tampon” e. Tirkiye ji zûda dixwaze di nabêna Kobanê û Efrînê da herêmeke tampon ava bike û bi vî hawî têkiliyên kurdên Efrînê û Kobanê ji hev qut bike.
Heger kurd yanî PKK, PYD û PDK li hev bikin, gelşên nabêna xwe bi riya diyalogê çareser bikin, kurd ewê bikanibin hemû planên Tirkiyê pûç bikin.
Bi hêviya PYD/PKK siyaseteke biaqil û netewî bimeşînin û têkiliyên xwe yên Emerîka yê xurt bikin, xera nekin.

Sendîkayên tirk piştgiriyê didin lînckirina kurdan

14 sendîka û rêxistinên kardêr, mamûr û karkiran îro li Anqerê li dijî terora kurdan, di bin şîara ”ji terorê ra na, ji biratiyê ra erê, ala xwe bigre û were” mitîngekê çê dikin. Di 20ê mehê da jî ewê mitîngeke protestoyê li Stenbolê çêbikin.
Li gorî medyaya tirk dinivîse 11 milyon endamên van 14 rêxistin û sendîkayan hene.
Hertim wiha bûye, çi mamûr, çi kardêr, bazirgan û çi jî karkir çivata tirk, miletê tirk li hemberî kurdan wek şûrekî tim li pişta dewleta xwe ye, dewlet tu carî ne neheq e, yên neheq tim û tim kurd in, PKK ye, partî û rêxistinên kurd in.
Şîara ”ala xwe bigre û were”, şîareke irqçî û faşst e, şîareke antî kurd e û piştgiriya hêzên faşîst û lînckirina kurda ye.
Li Tirkiye her roj, li vir û li wir karkirên kurd tên lînckirin, bi hezaran faşîst û çete digrin ser cî û warên karkirên kurd û bi saetan wan êsîr digrin, her tiştên wan dişewitînin. Van sendîka û rêxistinên karkir û mamûran rojekê jî ev êrîşên ser kurdan û karkirên kurd protesto nekirin.
Ev bêdengiya wan ne bes e, di ser da li dijî ”terora kurdan” meşan çêdikin.
Ev meş piştgiriya hêzên faşîst e, piştgiriya lînckirina kurda ye, îlana neyartiya miletê kurd e.
Dibê em kurd careke din jî bibînin ku ne dewlet tenê, civata tirk jî bi qasî dewletê li dijî kurda ye, naxwaze kurd bibin xwedî mafên xwe yên demokratîk û netewî.

Berî bibe hevalê neyar wiha ne virek û bêûjdan bû

Galîp Ensarîoglu, berî ku bibe hevalê neyar wiha ne virek û bêûjdan bû
Galîp Ensarîoglu, di hevpeyvîna xwe ya bi kanala Al Jazeerara hemû êrîş û terora dewletê ya li hemberî kurdan bi ruh û can parastiye û hemû cûc xistiye hustuyê PKKê, gotiye hemû sûc yê PKKê ye, dewletê tu şaşî nekiriye.
Muhabira Al Jazeera Gonca Şenayê li ser bûyerên Cizîrê jê pirsiye, gotiye:
”Li Cizîrê 16 cenaze hatin gorkirin. Agahiyên te çi ne? Kî bûn ev ?
Galîp Ensarîoglu yê kurd gotiye:
”Piraniya wan endamên YDG-Hê ne. Lê belê çend siwîl jî hebûn.”
Yanî piraniya kesên hatine kuştin endamên rêxistina xortên PKKê ne…
Wey agir bi derewên te keve!
Lawo meriv çawa kane li hemberî gelê xwe, li hemberî siwîl û zarokên, jin û kalên hatine kuştin hewqasî bêûjdan be?
Di nava kuştiyan da zarokên 10 salî, dayika çar zarokan, kalên 50, 60 salî hene. Xelk di hundurê mala xwe da, li balkona xwe ji alî polîsên dewletê ve hatin kuştin.
Lê tu hîn jî dibêjî "piranî merivên PKKê bûn", hey zalim, hey bêexlaq!
Demirtaş bi israr got, bira di nava kuştiyan da yekî PKKî îspat bikin ezê hemû îdîayên wan qebûl bikim.
Parlamenterê Şirnexê Faysal Sariyildiz navê hemû kuştiyan belav kir û got hemû jî siwîl in, îdîa PKKyî ne vir e, hemû xelkê Cizîrê ne.
Kesî îtîraz nekir, kesî eksê van îdîayên Demirtaş û Sariyildiz nîşan neda. Nîşan nedan ji ber ku nikanin. Ji ber ku yên hatine kuştin hemû jî siwîl û mirovên bêsûc û bêguneh in.
Helbet Galîp Ensarîoglu jî wek navê xwe dizane kesên hatine kuştin hemû siwîl in, jin, zarok, kal û pîrên cizîrî ne.
Lê zilamtiya neyar ew virek û bêûjdan jî kiriye. Halbpûkî berê, berî ku bibe hevalê neyar wiha ne virek û bêûjdan bû.

XXX
Di van rojên giran da xebereke xêrê. Serok Barzanî û Salih Muslim li hev kirin, pêşmerge derbasî Kurdistana rojava dibin.
Berpirsê pêwendiyên derve yên Partiya Demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand, hêzên Pêşmerge ewê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.
Ev îşareteke xêrê ye, gaveke berbî avabûna Kurdistanê ye. Tiştê herî muhîm dibê li başûr kurd li hev bikin, yekîtiya xwe nîşanî cîhanê bidin. Heger ev bibe ji bo îlankirina Kurdistana serbixwe Emerîka û Ewrûpa ewê alîkariya kurdan bikin. Li hemberî Daîşê ewê tim piştgirê kurdan bin.
Yekîtî, yekîtî, yekîtî...
Tiştê me ji devê guran xelas bike ev e...
Formulärets överkant


XXX
Min nizanîbû Levent Gultekîn kurd e. Di nivîsa xwe ya îro da gotiye, "ez vê nivîsê wek kurdekî dinivîsim."
Pêşketineke, kêfxweş bûm.
Ev dewleta zalim bi zulm û terora xwe ya li hemberî kurdan ewê hîn gelek kurdên xwe ji kurdbûnê bêrî dikirin bike kurd.
Veşartina nasnameya xwe ne karê camêran e, xelasiya ferdî ne çare ye. Dibê em wek milet ji bin destiyê xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe.

16 september 2015

Bes e bi aqilê kurdan bikenin


Hevseroka HDP Fîgen Yuksekdaga tirk, dîsa bi aqilê kurdan keniya ye, gotiye ala tirk ala kurd e jî, ”di sorê ala tirk da xwîna kurdan jî heye.”
Vir e, ala tirk ne ala kurd e! 
Lê rast e, di gelek qetlîaman da xwîna kurdan di wê alê geriya ye, di bin wê alê da bi sedhezaran kurd hatine qetilkirin, îşkencekirin. 
Di vê maneyê da rast e, xwîna kurdan pir di sorê wê alê geriya ye…
Ew ala bi xwîn, bi darê zorê bi gelek kurdan dane maçîkirin. Dîrok şahidê vê ye.
Eyb e, şerm e, bes e bi hest û xurûrê miletê kurd bilizîn.
Ala tirk ne ala kurda ye.
Dewleta tirk ne dewleta kurda ye.
Meclîsa tirk ne meclîsa kurda ye.
Artêşa tirk ne artêşa kurda ye.
Polîsê tirk ne polîsê kurda ye.
Hertiştê vê dewletê, her dezgeha vê deletê tenê yê miletê tirk e.
Îdîakirina eksê vê derweke mezin e, riyakarî ye, sextekarî ye.
Tu tiştekî kurdan di vê dewletê da tuneye.
Al jî û dewlet jî tenê ya tirka ye.
Ji roja ev dewlet ava bûye wiha ye.
Ev dewlet, bi meclîsa xwe, bi artêşa xwe, bi polîs û edelata xwe li dijî kurda ye û dixwaze kurdan ji ortê rake, bihelîne, bike tirk.
Kurd li Tirkiyê ne xwediyê dewletê ne, ne şirîkê dewletê ne, bindest û xulamê dewleta tirk û miletê tirk in.
Ev 90 sal in, ji roja ev dewlet ava bûye kurd şerê wekheviyê didin, dixwazin vê neheqiyê, vê bêedaletiyê ji ortê rakin.
Û ji xwe loma jî, ji ber ku dewleta tirk ne dewleta kurda ye, ev dewlet her roj zulmê li kurdan dike, dikuje, qetil dike, gû pê dide xwarin, guhê kurdan jê dike, kurdan lînnc dike û dide lînckirin.
Partiya kurdan, mal û milkên kurdan dişewitîne û dide şewitandin.
Heger ev dewlet û al ya kurdan ba jî dewletê ev zulm li kurdan nedikir, bi lûleya tivingê ala tirk bi gerîlayên kurd nedida maçkirin.
Bes e bi kurdan bikenin û henekên xwe bi aqilê kurdan bikin.
Heger ala tirk ala me kurda ye jî wê demê ev şer, ev malwêranî ji bo çi ye, ez qurban?
Heger ev al ya me ye jî, heger ev dewlet ya me ye jî wê demê ji bo çi ev dewlet her roj bi dehan keç û xortên kurdan dikuje û bajarên me wêran dike?
Em doza çi dikin?
Em ji dewletê çi dixwazin?
Madem hûn alê naxwazin, dewletê naxwazin, meclîsê naxwazin, Kurdistanê naxwazin û ala tirk ya we ye jî, wê demê zarokên kurdan nedin kuştin û ji bo demokrasiya Tirkiyê bixebitin.
Yê alê û dewletê nexwaze dibê micadeleyeke li gorî wê bide. Heger filistîniyek bibêje ”ala Îsraîl ala filistîniyan e jî”, filistînî ewê qiyametê rakin, ewê bi tûya xwe wî bifetisînin.
Lê piştî 35 sal micadele û liberxwedaneke bêemsal, piştî bedelekî pir û pir giran, li ser navê 20 milyon kurd, Fîgen xanima tirk bi dengekî bilind dibêje ”ala tirk ala kurd e” jî!
Ji bo ku ala tirk bibe ala kurd jî, dibê kurd jî bi qasî tirkan xwediyê vê dewltê bin.
Ma çi yê kurdan di vê dewletê da heye?
Li Tirkiyê kurd xwediyê kîjan mafên netewî ne?
Ne xwediyê zirnîqekî jî ne.
Kurd bindest û êsîrên dewleta tirk in.
Rastî ev e, bes e bi aqilê kurdan bikenin….

Hin kes bûne Hespê Truva


Galîp Ensarîoglu gotiye, rayên HDPê dihelin û yên AKPê zêde dibin, di 1ê mijdarê(kasimê) da AKP ewê bi tena serê xwe bibe îktîdar.
Li gorî emrê Erdogan dipeyive. Nêta wan HDPê di binê barajê da bihêlin. Plana Erdogan ev e. Ensarîoglu jî propagandeya vê plana Erdogan dike.
Bi dîtina min HDP nekeve meclîsê ji kurdan ra baştir e. Berê jî dîtina min ev bû. Bi 80 parlamenterî ket meclîsê ji me ra çi havil kir?
Berê bi 36 parlamenteran di meclîsê da bû ji me ra çi bi ser avê xist?
Hema bira kurd nekevin meclîsê. Bira meclîsa tirk ji Ensarîoglu, Kizilkaya û Eker ra be.
Di hilbijartina 1ê hezîranê da Erdogan wek hin kurdên din, Ensarîoglu jî qewitand, ew nekir parlamenter.
Lê wa ye îcar ew xist merkeza AKPê. Erdogan wisa bawer dike ku bi van Hespê Truva ewê bikanibe tesîrê li kurdan bike, rayên wan bigre.
Lema jî Ensarîoglu bi van beyanên xwe sedaqeta xwe nîşanî mezinê xwe Erdogan û Davutoglu dide. Dibê bibînin ku ew merivekî çiqasî girêdayî wan e.
Ji ber ku Erdogan û Davutoglu baş dizanin ku kurdên bi wan ra çi mal in, ne xwedî şexsiyeteke saxlem in, lema jî gava dilê wan dixwaze wan diqewitînin û gava dilê wan dixwaze dîsa ban dikin. Û ew jî wek şelafan bi kêfxweşî emirê Erdogan qebûl dikin û bi çindikan dibezin huzûra wî.
Yên wek Ensarîoglu, Mehdî Eker û Kizilkaya carê îradeya xwe teslîmî Erdogan û tirkan kirine, Erdpgan çi wezîfeyê bide wan ewê li dilê xwe xin.
Wan bike wezîr jî û bekçiyê ber derê qesra xwe jî ji bo wan serbilindî ye, ewê bi dil û can qebûl bikin. Ne hedê wan e xwe bi xeyidînin û bibêjin na ya jî çima tu wiha dikî?
Zilamtiya dijmin wiha ye, çi wezîfeyê bide, meriv mecbûr e qebûl bike. Him dikane biqewitîne û him jî jî dikane paş da banke, him dikane rutbeya meriv jêke û him jî pêveke.
Dijmin û ûjdanê xwe.
Ya muhîm dibê xulam dev ji sedaqeta xwe bernede, rojekê miheqeq ewê were dîtin û teqdîrkirin.



Hezkirin û dostî bi zorê nabe

Tirk(qismekî pir biçûk ne tê da)wek milet ji kurdan nefret dikin. Û vê nefreta xwe ya irqçî venaşêrin. Lê kurd dibêjin tirk çima ji me hez nakin?
Yaho ji hez nake, ma bi zor e?
Tu jî jê hez neke.
Tu çima wek evîndarê şelaf jê ra şalûziya dikî?
Hezkirin, dostî bi zorê nabe.
Tirk ji te nefret dike, dixwaze te tune bike.
Ji ber ku te wek dijminekî xwe yê herî tahlûke dibîne, dizane tu li pey Kurdistanê yî. Tu dixwazî ”welatê” wî perçe bikî.
Yanî nefreta tirkan ji kurdan li ser Kurdistanê ye, li ser doza kurdan ya azadiyê ye.
Heta kurd dev ji vê dozê bernedin tirk ewê ji kurdan nefret bikin û dijmin bizanin…
Dibê em kurd viya baş bizanibin.



XXX
Liberxwedana Kobanê him dost û dijminên kurdan baş ji hev gerandin û him jî kurd hinekî din bûn kurd. Liberxwedana Kobanê wek milet kurd şiyar kir, hestê miletperweriyê di dilê kurdan da gurr û geş kir.
Di salvegera liberxwedana Kobanê da ez hemû şehîdên Kobanê bi hurmeteke mezin bibîr tînim.

Meriv vê heqaretê li kûçikan jî nake !

"Yê bê dil ray dabe HDPê tirsonek e. Yê bi dil dabê namerd(alçax) e.”

Serokê belediya Antalya Gundogmuşê yê AKPê Mehmet Ozeren, îlaneke li dijî kurdan, îlaneke mişt heqaret û cêr bi panoya belediyê ve kiriye. Ozeren di îlana xwe da ji kurdn ra gotiye,
”Kurd namerd(alçax) in. Lema jî ne birayên min in. Yê bêdil ray dabe HDPê tirsonek e. Yê bi dil dabê namerd(alçax) e.”
”Ez 4 salan di nava kurdan da mam. Min nanê wan xwar û ava wan vexwar. Min ew tim wek birayên xwe yên dînî qebûl dikir. Lê belê nuha rewş guherî. Kurdê li mizgeftê nimêjê dike û raya xwe dide HDPê nikane bibe birayê min. Biratî meqamekî bilind e. Merivê namerd(alçax) nabe bira.
Ey gelê kurd yê misilman, ya dîsa bi dil raya xwe bide HDPê û bi dijminê min be, bi namerd be ya jî li dij derkeve û bi al be.
Lê belê ji bîr neke ji birayê xwe ra çiqasî bi şefqet im, ji dijminê xwe ra jî hewqasî cebar(zalim, xedar)im. Miletê tirk li hemberî kafiran şûrê xwe dê ye.”
Meriv vê heqaretê li kûçikan jî nake. Lê tirk heqareta li kûçikan jî nakin li kurdan dikin. Çimkî ji dewletê cesaretê digrin, çimkî dewlet li pişt wan e û dizanin ewê tu zirarê nebînin.
Heger meriv pir ne kurdekî rezîl be, ne ”namerd” be bi kesê van xeberan ji gelê meriv ra bide hevaltiya siyasî nake, raya xwe nade partiya ku yekî hewqasî neyarê gelê meriv jê reîsê belediya bajarekî be.
Lê Mehmet Ozeren tenê wiha nafikire, Erdogan jî wiha difikire. Ew vê cesareta xwe ji Erdogan digre. Davutoglu jî wiha difikire. Lê Erdogan û Davutoglu eşkere nabêjin.
Heger Erdogan û Davutoglu jî wek Mehmet Ozeren nefikiriyana nuha ew ji AKPê îxrac kiribûn, ji serokatiya belidiyê girtibûn.
Lê heta nuha nekirine û ewê nekin jî. Erdogan û Davutoglu ne li dijî heqaretên wiha ne, ne li dij in ku endamên wan heqaretê li kurdan bikin û ji HDPê û hilbijêrên wê ra bibêjin namerd !
Mêrik heqareta li miletekî, li 6 milyon însanên rayên xwe dane HDPê di sohbetekê da negotiye, wek îlan, wek reqlamekê bi panoya orta bajêr ve kiriye.
Û hîn jî li ser karê xwe ye. Maneya xwe Erdogan û Davutoglu jî ne li dijî van gotinên wî ne.
Piraniya hilbijêrên AKPê yên tirk jî wiha difikrin.
Lê kurdên me hîn jî parlamenter û wezîrên vî namerdî ne, hîn jî pê ra di eynî partiyê da siyasetê dikin…
Ya meriv diêşîne ev kul e, ev keder e…



15 september 2015

Erdogan qirnî ye, kes nikane wî ji îktîdarê biqetîne

Li Tirkiyê ankêtên derewan li pey hev belav dibin, her roj netîceyên anketekê belav dikin. Hema hema di hemû anketan da rayên AKPê zêde û yên HDPê û CHP jî kêm dibin.
Hemû vir in, li gora emrê Erdogan rastiyê manîpule dikin. Ev jî şerekî psîkolojîk e.
Tiştek pir vekirî ye û tim jî dibêjim, Erdogan bi rehetî, bi riyeke demokratîk îktîdarê nade kesî.
Heger di hilbijartinan da netîce dîsa wek berê derkeve ya jî rayên AKPê hîn jî kêmtir bibe, ku bi îhtîmaleke pir mezin ewê wisa bibe, wê demê Erdogan ewê çi bike?
Bi dîtina min rayên AKPê di 1ê mijdarê da ewê kêmtir bibe. Lê Erdogan ewê fîlmekî din, tiştekî din derxe û dîsa AKPê li ser hukim bihêle.
Ya ewê HDPê nexin hilbijartinan.
Ya jî ewê HDPê bi darê zorê di binê barajê da bihêlin.
Belkî jî şertê beşdariya hilbijartinan li Kurdistanê nehêlin û HDP hilbijartinê boykot bike.
Axirê plana Erdogan ji A heta Z heye. Heta ku mimkûn be, heta ku kanibe ewê bi hin qulopulu, hîle û xurdeyan ya jî bi zorê îktîdarê nede kesî.
Erdogan merivekî psîkopat e, dikane her dînîtiyê, her xerabiyê bike. Dikane herba bi kurdan ra pir mezintir bike, dikane gelek qetlîamên mezin bide kirin.
Yan hertişt jê tê. Ji ber ku kes nikane li hember rabe, kes nikane îtîrazî fikir û biryarên wî bike…
Ma Hîtler dinya neşewitand!
Ma Seddam agir bi Îraqê, Kurdistanê û herêmê nexist!

XXX
Çiqas rast, çiqas derew nizanim, lê dibêjin Angele Markelê gotiye,
”Rojekê emê ji zarokên xwe ra bibêjin, li gel ku Mekke ji Berlînê pir nêzîktir bû jî, mahcirên Sûriyê û Îraqê dîsa jî berên xwe dan welatê me, xwe avêtin dexlê me.”
Kê gotibe rast gotiye. Lê ev ne koçberiyeke spontan e, siyasetek li pişt wê heye.
Sûriye, Îraq, Lîbya û Yêmen ne tê da, lê 18 dewletên ereb yên mayî dikanin koçberên(mahcirên) ji Sûriyê bigrin.
Lê bi zanenetî nagrin. Bi zanetî dikin ser Ewrûpayê.
Erebîstana Suûdî û welatên Xelîcê heta nuha koçberek ji Sûriyê negirtine. Suûdî dikane Yûnanîstanê, Macarîstanê, Sirbîstanê bikre û nefroşe. Lê dîsa jî erebên xwe nagrin, dest nadin ber wan, dişînin Ewrûpayê.
Di vir da siyasetek, planek ereb û trikan heye, ez dibêjim bi zanetî wiha dikin. Ji bo ku li Ewrûpayê bibin xwedî hêz. Gelşa xwe datînin ber deriyê Ewrûpayê.
Bi dîtina min bi taybetî tiliya Tirkiyê jî di vê koçberiya bi girseyî da heye. Erdogan heyfa xwe ji Ewrûpayê digre.
Yanî hema jixweber bi hezaran însan neketin riyan. Tirkiyê û çeteyên tirk ji her dera dinyayê bi hezaran însan li Tirkiyê top kirine û li ber çavê deletê dişînin ser Ewrûpayê. Ji koçberan bi milyaran pera qezenc dikin. Yanî şandina koçberan ji xwe ra kirine sektorek.

XXX


Pênc roj di ser şewat û êrîşên ser merkeza HDPê ra buhurîn. Piştî 5 rojan li ser navê Hak-Parê îro(13/9)nîhayet heyetek li Anqerê çûye serdana HDPê.
Ser xêrê be. Hevalan baş aqil kirine…
Gelo 5 roj payin hinekî ne zêde ye?
Diyar e hevalan nikanîbûn destûrê zûtir bigrin…
Xwedê aqilekî bide me kurdan û muhbeta me zêde bike…