31 maj 2012

Zindanên Tirkiyê jî êdî têra kurdan nakin



Li gorî reqeman, di sala 2002-an da dema AKP hat ser hukum li Tirkiyê 59 hezar girtî û hefsî û hebûn. Pişt 10 sal îktîdara Erdogan, yanî nuha(2012)hejmara kesên girtî û hefsî derketiye tam 130 hezar î.

Lê Erdogan mêrik bi vê reqmê jî nayê serî, dixwaze hetanî hilbijartinên mehelî hejmara girtî û hefsiyan derxe bi kêmanî 200 hezarî û belkî hîn jî zêde. Loma jî her roj 40-50 kurdî digrin û davêjin zindanan.

Îcar ji ber ku yên tên girtin û zindankirin ji sedî nodûnehên wan kurd in, Erdogan dixwaze vê hejmarê berî hlbijartinên mehelî zêde bike. Ji bo ku li Kurdistanê meydan ji wî ra bimîne, kes raqibêwî nemîne.

XXX
Demakê piştgiriya AKP-ê û hezkirina Erdogan di nava kurdan da, lê bi taybetî jî di nava hin siyasetmedaran da bûbû mode, di her feresendê da pesnê ”mêraniya” Erdogan didan, digotin wiha dom bike ewê bibe lîderekî Rojhilata Navîn.

Lê Erdogan piştî qetlîama Roboskê ev ”mode” zû guherand û ruyekî xwe yê nuh, yekî hîn nîjadperestir derxist pêş. Weke hemû dîktatoran Erdogan jî dixwaze ku her kes devê xwe bigre û tenê ew bipeyive.
Erdogan her cara ku devê xwe vedike bi axaftinekgotin, teşbîh û heqaretên xwe di dilê kurdan da qetlîama Roboskê dubare dike.

Vê şêla Erdogan nîjadperest û êrîşkar hin sempatîzanên AKP-ê û Erdogan veciniqand.
Loma jî bala min lêye di nava kurdan da piştgirên AKP-ê û dilsozên Erdogan hêdî hêdî dev diguherînin, êdî pesnê axaftinên wî nadin û dev ji modeya pistgiriya AKP-ê û propagandeya Erdogan berdidin. Û ji me ra li têl û meqamekî din dixin…


XXX
Çiyê te yê baş hebe bide welatê xwe û gelê xwe, keda te tu carî bi avêda naçe, rojekê miheqeq ewê li te vegere.

30 maj 2012

Ekrem, tu yê her di dilê me da bijî !


Hevalê min ê xebat û têkoşînê, lewend û çelengê DDKD-ê yê yekta Ekrem Karahan, salek berê, di 30-ê gulana 2011-an da bi şiklekî bêwext ji nava me koç kir. 

Ekrem, bi koça xwe ne tenê malbata xwe û Swêrega xopan, her wisa hemû dost û hevalên xwe yên têkoşînê jî gelkî xemgîn kir û hustuxwar hîşt.

Di yekemîn salvegera wefata vî kurdperwerê hêja da ez wî bi giramî û bi hurmetek mezin bibîr tînim.
Ekrem, hevalo, heta ku hevalên te yên têkoşinê sax bin tu yê her di kûrahiya dilê wan da bijî…
Em te û xebata te ya ji bo kurd û Kurdistanê tu carî ji bîr nakin…

XXX
Serkeftina zaliman hinekî jî ji ber bêdengiya mezlûman e. Ji ber ku mezlûm li hemberî zulmê hustuyê xwe xwar dikin zalim serdest in û dikanin zulmê bikin. 

Dema mezlûm li hemberî zaliman dest bidin hev û serî hildin, zalim mahkûmî têkçûnê ne.

XXX
Hinek kes carnan dibêjin, efendim ez dixwazim filan karî bikim, lê belê wexta min tuneye. Ev ne rast e. Wexta meriv ji bo karê meriv dixwaze bike her tim heye.

XXX
-Heger jiyan leymûnê dide te neqehere, bêhîvî nebe, jê şerbeteke leymûnê çêke...

29 maj 2012

Erdogan kilît li devê wezîrên xwe xist !



Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, di civîna Rêveberiya Navendî ya AKP-ê da peyivîye û derbarê qetlîama Roboskê da qedexeya axaftinê daniye ser hemû AKP-yiyan.

Yanî ji nuha û pêva wezîrê nevxweyî jî weke wezîr ewê nikanibe li ser vê bûyerê tiştikeî bibêje.

Erdogann, di civînê da gotiye, axaftinên wezîrê navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn û ya Alîkarê Serokê Giştî yê AKP-ê Huseyîn Çelîk yên derbarê qetlîama Roboskê da zirar dane AKP-ê û loma jî dibê ji nuha û pêva bêyî wî tu kesekî din li ser vê meselê devê xwe veneke û tu beyanan nede.

Erdogan her wisa gotiye ku ewê di civîna koma partiya xwe ya îro da derbarê Roboskiyê da gotin dawî bibêje û dû ra jî ewê vê meselê bigrin û hew li ser bipeyin.

Li kultura demokarasiyê binêrin, serokwezîr weke padîşahekî emir dide cîgir, wezîr û hemû partî û hukûmetê, dibêje bêyî min tu kesekî din ewê li ser qetlîama Roboskê tu tiştekî nebêje, tenê ezê bipeyivim!

Û tu kes jî newêre dengê xwe bike.
Di civatên wiha da sîstemê şexsiyet bi însanan ra nehîştiye, parlamenter û wezîr ji kesên xwedî îrade bêtir, bûne şelaf û emirqûliyên serok yên basîst.

XXX
Erdogan gotiye, mesela kurd êdî nemaye, êdî mesela hemwelatiyên wî yên kurd hene.
Yanî êdî li Tirkiyê meseleyeka kurdan ya netewî nemaye, hin problemên kurdan yên ferdî, yên aborî, rê, fabrîqe û hwd hene.
Maneya van gotinên Erdogan ew e ku ewê hemû kesên ku ji xwe ra dibêjin em kurd in û doza mafên xwe dikin bigrin û bavêjin zindanan û dema li piyasê, li derve jkesên doza mafên kurdan bikin nemînin mesela kurd hel dibe.
Bi kêmanî Erdogan wiha difikire.
Erdogan wisa difikire, lê piraniya kurdên derî PKK û BDP-ê vê yekê nabînin.
Hîtler jî destpêkê wiha kir, di serî da berê xwe dan cihûyan, dû ra kominîstan, dû ra sosyaldemokratan û dû ra jî her kesê ku ne nazîst bû.
Hukêmeta AKP-ê jî di van demên daweî da li hemberî kurdan heman siyasetê dimesîne. Nuha berê xwe dane BDP-ê, lê sibe ewê dor were Hak-Parê û hemû kurdên din jî, yên ku ji xwe ra dibêjin em kurd in û doza mafên xwe dikin.
A wê demê jî kurd ewê bikin ax û wax û li çonga xwe xin lê ewê dereng be, wê demê ”hasil ewê çûbe mûsil…”

XXX
Ahmet Altan di nivîsa xwe ya îro da ji serokwezîr Erdogan pirsiye, gotiye:
”Heger emê ”qedexeyên”, ”bêînsafiyên” generalên darbecî, cûntaciyan eynî bidomînin wê demê çima em wan generalan davêjin girtîgehan?
Ji zulma wan generalan herkesî para xwe girt.
Kurd îro hîn jî qurbanên eynî zulmê ne.
Generalên darbecî zalim bûn, bêînsaf bûn, ”fîrewn” bûn, ew êdî tunene, yeko yeko tên girtin û tên darizandin.
Baş e, heger ”fîrewn” tunene ji bo çi hîn mazlûm hene­.?
Bira êdî biqede ev dema ”fîrewniyê”!
”Her fîrewnek Mûsayekî wî heye”, bira Mûsa jî êdî nebin fîrewn !
Pir xweş û pir rastgotiye, lê belê ”Mûsa” carê biryara xwe daye, dixwaze bibe ”fîrewn”!

XXX
-Jenosîd tenê bi kuştina însên ve ne sînorkirî ye. Xespkirina mafên wek zimên û kulturê jî jenosîdek e.
Îsmail Beşikçî
Yanî li Tirkiyê nuha halîhazir li hemberî miletê kurd jenosîdeke pir mezin û berfireh tê meşandin. Heger ev jenosîd di nava çend salan da neyê rawestandin miletê kurd rûbirûyî qirkirineke pir mezin e, milyonan kurd ewê bihelin û bibin tirk. Îsmaîl xoce ev tahlûke dîtiye.


XXX
”Kesên ku dibêjin bira bi baca(wêrgiya) min tiyatroya wiha neyê çêkirin, dibê berî wê nehêlin bi vê bacê balafirên şer xelkê siwîl bikujin”
Sirri Sureya Onder

XXX
-Durûstî, rastgoyî milkekî gelkî buhaye, li ba merivên erzan tuneye.
Hz. Alî

26 maj 2012

Ez hêvî dikim ku ev xeber rast be !


Li gorî ku rojnmeya Cumhûriyetê dinivîsîne, hin wezîr û parlamenterên kurd yên AKP-ê ji helwest û beyanên wezîrê karên hundur Iîdrîs Namî Şahîn yên di heqê qetlîama Roboskê da nerazîne û ev nerazîbûna xwe jî him bi nivîskî û him jî bi devkî gîhandine birêvebirên AKP-ê. 

Ez hêvî dikim ku ev xeber rast be û bi rastî hin parlamentenrên kurd li hemberî vê neînsanî û çavsoriya Şahîn bêdeng nemînin.

Û ji AKP-ê xwestine ku Şahîn ya îstîfa bike ya jî serokwezîr wî ji kar ezil bike.
Bêguman ev helwesta parlamenterên kurd fenomeneke nuh û pêşketineke baş e, lê têr nake.
Têr nake, ji ber ku Şahîn vê cesaretê ji serokwezîr Erdogan digre. 

Çimkî Erdogan jî eynî wek Şahîn difikire. Beyana Erdogan ya li Pakîstanê û ya dema vegera ji Kazakîstanê kêm zêde eynî wek beyana Şahîn bû.
 
Erdogan jî weke Şahîn got, sûc yê wan kesa e, ew der herêma terorê ye û dibê ew neçûna wir. Û qaçaxçîtî jî sûc e û dibê tu kes hewil nede ku vî sûcê mahsûn nîşan bide.

Bi baweriya min Şahîn îstfa bike jî dîtina hukûmetê û AKP-ê ya derbarê mesela kurd da naguhere.
Ji ber ku çavkanî û sebebê vê dîtina nîjadperest Erdogan e; ne Şahîn e. 

Şahîn, faşîstekî korfahm û basît e, loma jî problem ne ew e. Û ji ber vê jî bi çûyina wî jî mesele çareser nabe.
Şahîn îstîfa bike jî fikir û dîtinên wî ewê li ser hukum be û siyaseta AKP-ê be.
”Xeta xwar ji gayê pîr da ye” û ”gayê pîr” jî serokwezîr Erdogan e. 

Heta ku Erdogan dîtina xwe ya çareserkirina mesela kurd neguherîne mesele hel nabe. Şahîn ”fîguanekî” basît e, biçûyina wî mesele çareser nabe; lê biçe baş e, kurd ewê fêkiyekî ”serîhildana” xwe bibînin. Û ev yek dikane bibe destpêka tradîsyonek a nuh.

Dîaspora



Dîaspora, jiyaneke xembar e, bi derd û kul e, mişt êş, trajedî, hesret û bêrîkirin e. Meriv wek mûmê dihelîne û wek sêwiyekî li ber destê ap û amojnê dilzîz dike.

Li dîasporayê(li surgûnê, li xerîbiyê), tiştê meriv li ser nigan dihêle hêvî ye; nahêle meriv dîn û har bibe û bi çolan keve, hêviya ku merivê rojekê bigihîje dost, heval, xizm û hezkiriyên xwe, hêviya ku rojekê merivê vegere welatê xwe…
Gelek sipas hêviya dîsporayê, Xwedê kir ku tu heyî…

XXX
Mumataz Soysalê kemalîst ji bo gotinên Erdogan yên li ser qetlîama Roboskê û perwerdeya bi zimanê kursdî gotiye, ”tam wek Ataturk peyivî. Ji ber ku li gorî min ji baweriyên Ataturk ya herî girîng girêdana wî ya mefhûma(dîtina) ”milet” e. Gotinên serokwezîr li ser mesela kurd gotin jî di warê mefhûma milet da pir xweş in.”

Mêr mêran, diz dizan, nîjadperest nîjadperestan û kemalîst jî kemalîstan baş nas dikin.
Soysal, baş dizane ku Erdogan çi panturkîst û kemalîstekî temam e. Loma jî pesnê wî dide û dibêje, ”tam wek Ataturk peyivî.”
Ji ber ku Sosyal dizane ku Erdogan jî weke Ataturk dixwaze kurdan bihelîne û bike tirk.

XXX
-Her rojê xweser, bi serê xwe, li gorî mahsûla ku tu wê rojê digrî nenirxîne, li gorî bizrê(toximê) te avêtiye(çandiye) binirxîne…

XXX
Dijminên azadiyê yên herî mezin koleyên ji halê xwe razî ne. Heger hemû kurd ji halên xwe nerazîbûna nuha em nebindest bûn. Loma jî sebebê bindestiya me hinekî jî ji me ye, gelekên me hîn nizanin ku ew bindest in…


XXX
Dibêjin ku tîcareta herî baş û herî bikar ya ku di seranserê dîrokê da kurdan bi tirkan ra kiriye, transfera kurdekî wek Mehmet Metîner bi tirkekî wek Sirri Sueya Onder ra ye.

Bi texmîna min jî kurdan bazareka xerab nekirine, ji ber ku herçî ”malê” me ye pênç pereyan jî nake, meriv Metîner belaş jî bide tirkan li karê ye.
Loma jî Onder transfereka çiqasî xerab be jî ewê ji Metîner ne xerabtir be…

24 maj 2012

Qatilên qetlîama Roboskiyê xwe dan dest



Dawiya dawî eşkere bû ku qetlîama Roboskê ne bi ”şaşî” û ji ber ”îstîxbarata şaş”, bi zanetî kirine. Û ev yek j him serokwezîr Erdogan û him jî wezîrê navxwe Şahîn îtîraf kirin.
Berê serokwezîr li Pakîstnê got:

”tazmînata we me bi zêdayî da. Heger însaniyet e me însaniyeta xwe bi zêdayî anî cî. Hûn hîn çi dixwazin? Medya jî têda, dibê kes vê meselê zêde îstîsmar neke”

Bi van gotinên xwe Erdogan him kurdan û medyayê tehdî t dike û him jî dibêje ku ji me tiştekî din nexwazin, girtin û dadgehkirina sûcdaran ji bîr bikin.

Do jî wezîrê navxweyî Şahîn, bi pozbilindî û bêedebiyeke pir mezin ji kurdan ra rest xwend û dîtina hukûmetê ya derbarê vê qetlîamê da pir vekirî anî zimên.

Şahîn got, ”heger ew nehatana kuştin ewê ji sûcê qaçaxçîtiyê bihatana mahkimekirin.”
Erdogan û wezîrên wî di serê da digotin xwedêgiravî bi şaşî bûye, gotine belkî ”gurûbeke PKK-ê ye”. Lê tu carî nedigotin vana ”fîguranên” PKK-ê bûn loma lêdane.

Lê wa ye Şahîn ji devê xwe revandiye û gotiye kesên hatine kuştin qaçaxçiyên merivên PKK-ê bşn û loma jî hatine kuştin.

Şahîn gotiye, ”Mesela qaçaxçîtiyê derneket pêş. Ew herêm di bin kontrola KCK-ê da ye. Û van xortana jî fîguranên PKK-ê ne. Aktorên sereke yên fîlm hene. Derbên(guleyên) rêxistina terorê diteqîne, bombeyên davêje, nanê dixwe, pêlavên dikin pê bi peran tên kirîn. Tabî pareke wan baronan jî ji vî pereyî ye. Çavkaniyeke tevgerê ya peran qaçazxçîtiye, li wir 34 kesên me ku piraniya wan temenê wan biçuk bûn hatin kurştin, vana tenê fîguranên bûyerê ne. Esas dibê meriv li fîlmê mezin binêre. Senarîstê fîlm heye, serlîstikvanên fîlm hene û hin wersîyonên fîlm yên din jî hene. Li wir em tenê bala xwe didin fîguranan.”

Erdogan îro bi rengekî sergirtî Şahîn parast û got "bira keseke hewil nede qaçaxçîtiyê meşrû nîşan bide." Yanî tiştê Şahîn gotiye rast e

Yanî vana merivên PKK-ê ne û qaçaxcîtiyê ji PKK-ê ra dikin. Û PKK jî bi van pereyan li hemberî Tirkiyê şer dike.

Loma jî 34 kesên hatine kuştin weke ku tê îdîdakirin hewqasî ne bêsûc û bêguneh in.
Şahîn, di axaftina xwe da daxwaza lêborînê jî red dike û dibêje ku li Qilebanê tiştekî ku ”ew lêborînê bixwazin tuneye û ew psîkolojiya sûcdariyê jî najîn.”

Yanî ji ber ku 34 kurd hatine kuştin ew xwe sûcdar hisnakin, ji ber ku di esasê xwe da ew ”fîguranên” PKK-ê bûne û kuştina mîlîtanên PKK-ê jî heqê wan e.

Şahîn, di axaftina xwe da berpirsiyarê qetlîamê jî kesên hatin qetilkirin nîşan dide û dibêje sûcê wan e, "dibê ew ne li wir bûna."

Li gorî Şahîn, PKK-ê bi zanetî ew xortana ji bo ku werin kuştin şandine ser mirinê û loma jî ”vana fîguran in.”

Şahîn, berpirsyariya hikûmetê qebûl nake û sûc jî tenê naxe hustuyê PKK-ê, dixe hustuyê BDP-ê jî, dibêje, "BDP perçeyekî vê bûyerê ye. Malên qaçax PKK-ê da wan merivan. Ranta qaçaxçîtiyê jî rêxistina terorê KCK digire.”
Heta nuha hinekan wisa bawer dikirin ku belkî qetlîam bi ji ber ”îstîxbarata şaş” bûbe. Lê piştî beyanên Erdogan û Şahîn baş diyar dibe ku li ortê tu şaşî maşî tuneye, qetlîam bi plan û bi zanetî û bi emrê hukûmetê hatiye kirin. Loma jî hukûmet û serokwezîr qetlîamê rast dibînin û diparêzin. Û ji ber ku rast dibînin xwestina uzur jî şaş dibînin, dibêjin me ”zwîna” we daye, loma jî dibê hûn devê xwe bigrin.

23 maj 2012

Li başûr kurd yekîtiya xwe saxlem dikin



Li gorî ku malpera Nefelê dinivîsîne, serokkomarê Iraqê Celal Talebanî ji bo diyarkirina piştgiriya xwe ya ji bo siyaseta serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li hemberî Malikî, îstifanameya xwe ya îmzakirî teslîmî Mesûd Barzanî kiriye û jê ra gotiye, ”di danûstandinên te yên bi Bexdayê ra te kengî xwest vê nameya min deyne ber wan.”

Derbarê vê îstîfanemaya Celal Talabanî da serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Hawlatiyê ra behsa vê îstifanameya Celal Talebanî kiriye û gotiye, ”ew guh nadin gotegotên xelkê yên di heqê hebûna nakokiyên di nabêna YNK-ê û PDK-ê yên li ser siyaseta bi hikûmeta Bexdayê ra. Ya giring helwesta Celal Talebanî bi xwe ye .”
Nêçîrvan Barzanî dû ra j¨wiha gotiye:

-Em pûteyê bi hinek dengên cida nadin. Ya ku ji bo me giring e ew e ku Mam Celal bi hemî şiyana xwe piştgiriya siyaseta herêma Kurdistanê ya li hemberî Bexdayê dike.”

 Nêçîrvan Barzanî, her wisa gotiye, partiyên opozîsyonê jî piştgiriya siyaseta Kurdistanê ya li hemberî Bexdayê dikin û ev îstifanameya Celal Talebanî jî diyar dike ku kurd xudanê yek helwêstê ne.”
Şêleke netewî, hêjayî pesin û teqdïrê ye. Dibê kurd li hemberî neyarên xwe tim wiha bibin yek dil û yek laş.

Bi hêviya ku kurdên bakur jî ji vê şêl û siyaseta kurdên başür derz û tecrûbeyê bigrin.
Garantiya serkeftina kurdan girêdayî şêl û siyaseteke wiha ye. Heta ku li başûr kurd li hemberî Bexdeyê wiha tevbigerin ereb nikanin zora wan bibin.

Û ev yek ji bo Kurdistana bakur jî wiha ye, heger kurd li hemberî hukûmeta AKP-ê bikanibin siyaseteke mişterek bimeşînin ewê li karê derkevin.

XXX
Min nuha di televîzyona CNN Turkê da bîstekê li programa Ahmet Hakan temaşe kir.
Program li ser qetlîama Robozkê bû. Ji AKP-ê Metîn Metîner û Bejan Matûr û du kesên din başdarî programê bûn.


Piştî ku min hinekî li Metîner û Bejanê guhdarî kir, min got xwezî herdu jî ne kurd bûna.
Bêguman Bejan ji Metîner pir baştir bû, weke pepûkekê be jî hustuyê xwe xwar dikir û dilê xwe dişewitand.

Lê Metîner, bi rengekî rezîl û bêheya axaftina wezîrê karê hundur Şahîn parast û got Şahîn tiştê rast gotiye, rexnekirina axaftina Şahîn dijminatiya AKP-ê ye.

Şahîn di axatina xwe da qetlîam parastibû û gotibû tu tiştekî ku meriv uzrê bixwaze tuneye, bira neçûyana wir û nehatna kuştin. Vana fîguranên PKK-ê ne.

XXX
Serokwezîrek derkeve sahneyê û qeşemeriyan bike, nikane nîvdeqîqeyê jî ji heq derkeve, tavilê ewê foya wî derkeve meydanê. Lê belê qeşmerek, bêyî ku kesî pê bihesîne dikane bi salan li ser kursiya serkwezîriyê rûne.
Peter Ustînov

Gotina rast rast e, bi rastî jî li vê cîhanê gelek qeşmer bi serê salan e ku serokwezîr in û welatan îdare dikin. Û kes hîn nizane ku ew bi qasî qeşmerekî jî ne xwedî marîfet û meziyet in.

XXX
Dewlemendî hertim bextewariyê neyne jî emniyetê tîne. Helbet ev jî ne tiştekî hindik e. Yanî esas problem ne di peran da, di heyvanê însên da ye, ji heyvanekî xerabûyî mastekî baş çênabe.

22 maj 2012

Erdogan: Hêzên me yên çekdar wezîfeya xwe bi rengekî herî baş pêkanîn



Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, do li paytexta Pakistanê li Îslamabadê bersîva rojnamevanan da û bi rengekî pir vekirî qetlîama Robozkê parast û got, hêzên wan yên çekdar wezîfeya xwe bi awayekî samîmî pêkanîne û dibê herkes baweriya xwe bi artêşê bîne.

Erdogan got, wî bi xwe jî li CD-a vîdeoya Heronan temaşe kiriye û zahmet e ku meriv bizanibe gelo ew karwan e ya terorîst in.

Heta nuha digotin li ser îstîxbarata ku di nava gurûbê da hin serokên PKK-ê hene loma lêxistin.

Lê Erdogan nuha dibêje, ne mimkûn e ku meriv bizanibe ew kesên siwîl in ya gerîla ne. Yanî bêyî ku bizanin yên diherin kî ne, karwan e ya gerîla ne xelk bombebaran kirine.
Erdogan dibêje:

”Min bi xwe jî li CD-yan temaşe kir. Di CD-yan da min hereketek dît. Di konwoyekê da 30-40 kes diherin. Ji wê bilindiyayê dîtin ne mimkûn e. Li gorî dîmenên Heronan daye, hêzên me yên çekdar gavên pêwîst avêtine. Ev herêm ya terorê ye. Ne herêmeke kesên siwîl û gel e. Li vê herêmê artêşa ma nikane bizanibe ”ev Ahmed e, ev Mihemed” e. Hêzên me yên Çekdar wezîfeya xwe bi rengekî samîmî pêkanine. Dikane xeta be, me xeta jî eşkere kir, me uzir jî eşkere kir, me tazmînat jî eşkere kir. Ma emê hîn çi bkin? Ma qey emê tiştên rêxistina terorê dibêje bibêjin. Bira li qusûra me nenêrin emê wiya nebêjin."

Wek tê dîtin, Erdogan dibêjee ku artêşa wan erka xwe bi rengekî herî baş bicih anîye û dibê baweriya me bi artêşa me hebe.

Îdîeya ku Erdogan(ya jî wan) urzir xwe xwestiye vir e, tu kesî bi şiklekî vekirî uzrê xwe nexwest. Lê Erdogan piştî qetlîamê bi êrojan serokerkan pîroz kir.

Yanî komisyon, lêkolîn û filan û bêvan hemû xapandin û vala ye, Erdogan pir vekirî dibêje ku wan tazmînat daye û mesele qediyaye.

Esas ev dîtina Erdogan ji roja pêşî da wiha bû, lê hin kurdên hevalbendên AKP-ê nedixwestin vê rastiyê bibînin.

Heger bi kurdên AKP-ê ra biçek ûjdan, kurdayetî û xîret hebe li hemberî vê zulmê ewê bêdeng nemînin û piştî vê beyana Erdogan ewê dev ji AKP-ê berdin û berê xwe bidin gelê xwe. 


XXX
Kesê newêribe rastiyê bibêje û ji bo rastiyê têkoşînê bide tu carî nikane di ûjdanê xwe da rehet û serbilind be…

XXX

-Heger tu dixwazî serê te vehesiyayî be, dibê tu rişma zimanê xwe û ya nefsa xwe tim ragirî.

21 maj 2012

Kurdistana Federe sitara hemû kurda ye



Kurdistana Federe ji bo me hemû kurdan ”nîvpiştek” e ku hîn nebûye pişteke temam. Lê ji tunebûnê çêtir e. Di demeka nêzîk da ewê bibe pişteke temam û saxlem.

Loma jî dibê em kurd qîmeta vê pişta xwe baş bizanibin û wê hîn xurttir bikin.
Kurd dibêjin Xwedê kesî bêpişt neke. Rast e, di vê cîhana zalim û bêedalet da bêpiştî, bêxwedîbûn pir xerab e.

Em kurd heta nuha miletekî bêxwedî û bêpişt bûne. Loma jî gelek zulm li me hatiye kirin û hîn jî tê kirin.
Lê ev 20 sal in li başûrê Kurdistanê ji me ra jî ”xwedî” û ”nîvpiştek” çêbûye. Dil dixwest ku ew jî weke ya xelkê pişteke temam bûya, yanî dewleteke serbixwe bûya. 

Lê hêdî hêdî, ew ro jî ewê were. Ya girîng dibê em li gel hemû kêmasiyan bi çavê ”xwedî û piştê” li Kurdistana Federe binêrin.

XXX
Abûqata ku doza kesên di bin çavan da wenda bûne taqîb dike Gulseren Yolerî, dibêje, armanca dewletê hîn jî ew e ku rastiyan veşerê û wenda bike. 

Abûqat Yolerî dibêje, dewlet hîn jî naxwaze bi rastiyan ra rû bi rû bibe û loma jî dosyeyên kesên wenda venabin. 

Ji bo ku dosyeyên kesên wenda vebin û di vî warî da pêşketineke çê bibe li gel micadeleya huqûqî, micadeleya kolanan jî pir girîng e.

Abûqat Yolerî xanimê rast gotiye, dibê kurd çalakiyên xwe yên li kolanan bidomînin.X

Malpera Avestakurdê dîzayna xwe nuh kriye, bira xêr û bimbarek be. Lê ez bi xwe li malpera berê digerim. Ev malpera nuh ji bo min bûye weke labîrenta grêkiyan, ez dikim nakim, nikanim tu tiştî bi rehetî bibînim.
Qey pêşketinên nuh wiha ne, dibê her tişt zortir û tevlihevtir bibe...

Yanî ji dêlî ku ji bo xwendevanan dîtina xeberekê hêsantir bibe, gelkî zahmettir bûye.
Dibe ku ez merivekî pir paşdamayî me loma bi min wiha tê, lê axirê min ji vê rûpela nuh qet hez nekir û weselam...

XXX
Malpera Avestakurdê dîzayna xwe nuh kriye, bira xêr û bimbarek be. Lê ez bi xwe li malpera berê digerim. Ev malpera nuh ji bo min bûye weke labîrenta grêkiyan, ez dikim nakim, nikanim tu tiştî bi rehetî bibînim.
Qey pêşketinên nuh wiha ne, dibê her tişt zortir û tevlihevtir bibe...

Yanî ji dêlî ku ji bo xwendevanan dîtina xeberekê hêsantir bibe, gelkî zahmettir bûye.
Dibe ku ez merivekî pir paşdamayî me loma bi min wiha tê, lê axirê min ji vê rûpela nuh qet hez nekir û weselam...