28 februari 2010

Tiştê ji hevalê meriv ra "qebhet" be dibê ji meriv ra ne "heq" be

Carnan hin tiştên wisa anormal dibin ku ez bawer dikim beyî kurdan ne mimkûn e ku di nava miletekî din da biqeqimin.
Ez qala nivîsa Îbrahîm Guçlu ya dawî dikim. Nivîs di malpera Rizgarî da ye.
Lê berî ku ez dest bi dîtin û rexneyên xwe bikim, ez dixwazim ev jî were zanîn ku ez û Îbrahîm Guçlu dostên hev ê 35 salan e û hurmet û teqdîreke min ya mezin ji ezm, îstîkrar û têkoşîna wî ya kurdperweriyê ra heye.

27 februari 2010

Yek rojê jî ez bi wan şa nebûm...

Di demeke ku li Tirkiye û li Kurdistanê bûyerên pir mezin diqewimin, leşker û hukûmet bi şiklekî pir cidî ketine gewriya hev, zabit û çeteyên dewleta kûr qefle bi qefle tên girtin, ez dixwazim ne li ser van bûyeran, li ser bûyereke xwe ya şexsî, li ser tiştê do êvarî hat serê min rawestim.
Ji do êvar da ye ji qahran ez dikim biteqim.
Min gelkî da û girt, gelo tiştê do bi şev hat serê min, ez qal bikim ya na?
Dawiya dawî min biryar da ku we jî bi vê kêmhişî, xirifî û gêjiya xwe bihesînim...
Ez dirêj nekim, do piştî kar ez çûm mixazeyeke solfiroş/pêlavfiroş ya hinekî luks, tenê solên baş yên marqe difroşe.
Ji ber ku zivistanê îsal pir dirêji kir, li Stockholmê hîn mîtroyek berf li erdê ye, loma jî min got ez ji xwe ra cotek potînên baş bikirim.
Li gel ku erzanî ji zûda qediyaye, lê ji şansê min ra çend cotên bi erzanî dihatin firotin hîn mabûn.
Min potînek prova kir, te digot qey hoste qeysa nigê min girtiye û xusîsî ji bo min çêkiriye, tam li gor nigê min û dilê min bû...
Potîneke pir buha bû, bi buhayê normal min nikanîbû bikiriya, lê ji ber ku ji sedî 70-î erzan kiribûn min kirî.
Min bala xwe dayê wa ye çend cot solên havînê jî hene, min yeka bêqeytan û gelkî xweşik prova kir.
Tesaduf ew jî tam ji nigê min ra bû.
Du cot mabûn, yek 41 bû û ya din jî 42 bû.
Normal numreya nigê min 42 ye, lê ya wê numreya 41-ê ji nigê min ra bû, 42 mezin bû.
Min ew jî kirî.
Xanima difrot, got baştir e ku tu boyax û firça potînê jî bikirî, min got baş e, min rabû ew jî kirî.
Min ji bazar û herdu solên xwe jî gelkî hez kir.
Min perê xwe da û çûm qahwexaneya xwe.
Piştî hinek lîstik, gelek şêwr û mişêwir, ez û hevalekî licî(heta derekê riya me yek e)derengê şevê me berê xwe da mal.
Baş tê bîra min dema em ji qahwê derketin min çentê xwe avêt ji milê xwe da û torbê xwe yê solan(pêlav, qondere) jî da destê xwe.
Di nîvê rê da hevalê min ji trênê daket û min jî riya xwe domand.
Ez ketim xem û xeyalên çûna welêt û tiştên ezê bibînim...
Min hertişt ji bîr kir, ez çûm dinyayeke din, salên berî 80-î…
Bûyerên van rojên dawî, girtin û tewqîfkirina generalan, di serê min da hemû li bin guhê hev ketin...
Dema ez li semta me ji trênê daketim saet ji 12-ê şevê dibuhrî...
Lê ez hîn li Kurdistanê bûm, ji bajarekî diçûm bajarekî, min dost û hevalên berê didît…
Gava ez nêzî mal bûm, min hew dît ku kîsikê(torbê) min ne di destê min da ye, min ferq kir ku min kisîk di trênê da ji bîr kiriye.
Ji hêrsa bedena min sist bû, kêliyekê di ciyê xwe da tevizîm.
Dema min ya bêqeytan kirî, min got gelkî xweşik e, ezê li Kurdistanê têkim pê.
Min fêm kir ku ev yek êdî ne mimkûn e, ezê nikanibim li Kurdistanê wê tikim pê, têkim nigê xwe…
Ez bi lez paşda vegeriyam, çûm îstasyona tramvayê.
Min mesele ji bilêtfiroşê ra got, xanimê telefon kir, yê hember got kesî tiştek teslîmî me nekiriye.
Min kortika hustiyê xwe xurand, destvala vegeriyam malê.
Lê ji hêrsan xewa min nehat.
Ev ne cara pêşî ye ku ez tiştên xwe di otoboz û trênan da ji bîr dikim, heta nuha min çar pên caran tiştên xwe di otoboz û trênan da ji bîr kiriye.
Erê ez ”bêhiş” im, tiştan ji bîr dikim, lê gava di destê min da 2 kîsik hebin îhtîmala jibîrkirinê pir zêdetir dibe.
Pir xerîb e, heta nuha yek carê jî tiştê min ji bîr kiriye li min venegeriya ye, tim av û av çûye, xelkê li xwe helandiye…
Li alî din, heta nuha min jî çend caran tişt li erdê, di trên û otobozan da dîtiye, lê min tim ya daye xwedî, ya jî biriye teslîmê ciyê emanetê kiriye.
Roja duşemiyê ezê herim ciyê alavên dîtî bipirsim, lê ez bawer nakim îcar jî li min vegere.
Vê sibehê zû min telefonî mixazeya ku min jê kirîbû kir, min got hal mesele ji vir heta vir, loma jî buhayê wan çi dibe bila bibe, ez dixwazim hûn eynî solan ji min ra temîn bikin.
Xanima dezgehdar got, herçî li ba wan e cotek 42 tenê heye, wekî din tuneye.
Min got, li ku derê hebe ji min ra temî bike, piştî lêgerîna di kompîtorê da xanimê got, mixabin û gelkî mixabin ku li tevayiya Swêd jî ev model nemeya…
Temiya xanimê li min ew bû ku dibê ez hêviya xwe ji Xwedê nebirim û heta roja duşem, sêşemê li bende bim, belkî rastî yekî xwedî merhemet hatibe, li min vegerîne…
Ez li ber perê wan neketime, ez li ber wê yekê dikevim ku min ew yek rojê jî nekirin pê, ez yek rojê jî bi wan şa nebûm…
Çûn bûn qismetê xelkê...

25 februari 2010

Bûyerên li Tirkiyê rû didin destpêka şoreşekê ye

Gotina xwe ya dawî ez di serî da bibêjim: Bi baweriya min bûyerên îro li Tirkiyê rû didin destpêka şoreşeke bêdeng û bêxwîn e û karê me kurdan jî rehettir dike.
Civîna ku îro li Enqereyê di bin serokatiya serokomar Abdullah Gul de bi serokwezîr Recep Tayyip Erdogan û serfermandarê giştî İlker Başbug ra li Qesra Çankayayê çêbû qediye. Civînê tam 3 saetan ajot.
Piştî civînê Erdogan got, ”civîn pir baş derbas bû.”Destpêka vê heftê di çarçeweya ”Plana Balyoz/Zomp”da 49 general û zabitên rutbebilind hatin girttin.
Ji van 49 girtiyan hin zabitên rutbebilindjî di nava da li dora 30 kesî tewqîf bûn. Du general îro hatin berdan, lê doz berdewam e.
Vê operasyona dawî û girtina 49 zabitên tirk li Tirkiyê û û cîhanê olanek pir mezin da.
Leşker ji bo ku aciziya xwe nîşan bidin piştî operasyonê bi rojekê di bin serokatiya sserfemandarê giştî Îlker Başbug da bi hemû orgeneral û korgeneralan ra civînek çêkirin.
Heta hate gotin ku hemû generaralan ji cîgirê serokwezîr Cemîl Çîçek ra gotine ”emê hemû bi hev ra îstîfa bikin”, lê dûra Çîçek ev îdîa tekzîp kir.
Çîçek herçiqas înkar bike jî lê îhtîmala rastiyê pir zêde ye.
Ji ber ku ”dewleta kûr” hêdî hêdî ji hev da dikve.
Li Tirkiyê girtina 49 zabit û generalan, bêguman bûyereke pir mezin e, destpêka şoreşeke bêxwîn e.
General êdî weke berê nikanin emir bidin, lava dikin...
Ew generalên ku heta bigihîje serokkomar û serokwezîran jî newêrîbû li siya wan mêze bikin, îro pûlis davêjin ser malên wan û wan ji nava nivînên wan radikin û dibin qereqolê û weke însanên krîmînel wan muayene dikin û şopa tiliyên wan digrin.
Ev tiştekî pir mezin e, şoreş e û tarûmarkirina dewleta kûr û kemalîzmê ye. Ji ber ku dewleta kûr û kemalîzim ne tenê leşker in, burokrasiya siwîl jî nigekî wê yê girîng e.
Heta gelek caran ji leşkeran bêtir, kemalîstên swîl ji bo darbeyê leşkeran gurgîn dikin. Çimkî bi saya çekên leşkeran ew jî dibin xwedî îktîdar.
Loma jî îro Baykal û gelek kesên weke wî ji leşkeran bêtir leşkeran diparêzin û naxwzin ev dûzana dîktator û olîgarşîk têk biçe.
Heta 10-15 sal berê van bûyerên îro diqewimin meriv di xewna xwe da jî bidîta bawer nedikir.
Ji Kenan Evren bigre heta nuha li Tirkiyê 10 kes bûne serfermandarê giştî. Hemû jî pir hindik sûcdar in û destên wan di xwîna milet geriya ye, lê bi taybetî jî ya kurdan.
Esas dibê van her 10 serfermandarên giştî û hemû kesên ku heta nuha li Tirkiyê bûne general wek sûcdarên însaniyetê û herbê werin girtin û di Turîbînala Herbê ya Neteweyên Yekbûyî da li Haagê werin mahkimekirin.
Çimkî bi rastî jî generalên wek Kenan Evren, Nurettin Ersin, Necip Torumtay, Dogan Gureş, İ. Hakkı Karadayı, Huseyin Kıvrıkoglu, Hilmi Ozkok, Yaşar Buyukanıt û İlker Başbug ji Radko Mîladîçû û Zdravko Tolimir kêmtir sûc nekirine.
Ez dikanim bibêjim ku piraniya van generalên tirk ji van generalên Sirb-Bosnî bêtir di sûc û cînayetan geriyane.
Ji ber ku kurd nezan û bêxwedî ne, loma kes van generalên tirk jî weke yên sirb, xirwat nakşînin ber dadgeha sûcdarên herbê.
Van generalên tirk biryara kuştina bi hezaran kurdî dane, vana bi hezaran gund û malên kurdan, ji ber ku kurd in şewitandine û wêran kirine.
Loma jî sûcên wan pir giran e.
Lê tirk nayên hesabê wan loma jî gilî nakin û kurd jî nezan û bêxwedî ne, bîr nabin giliyekî wiah bikin.
Netîce îro ji van generalan hinek bênberdan jî ferq nake,ter kli dîwarê tirs ketiye, sîstema wesayeta leşkerî êdî têk çûye û ev jî bi destê AKP-ê bûye.
General li ser goştê xwe hûr dibin, ji qehran dikin biteqin lê ji destê wan tiştek nayê, ne diknain weke berê bi hut zirtekê siyasiyan bitirsînin û ne jî şertên der û hundur rê dide ku dest deynin ser hukum.
Malpera ANF-ê ji Habervaktim.com-ê xebereke kaseta tumgeneral Metîn Yavuz Yalçin weşandiye. Aqilê mriv disekine, mêrik li hember tiştên dibe dîn û har dibe, gotinên nemayî ji serokwezîr û kesên din ra dike, dixwaze darbeyê bike lê nikane.
Em gelkî sipas bikin ku AKP jî weke partiyên din teslîmî leşkeran nebû û netîce hat gihîşt vê derê.
Bi van bûyerên dawî weke kurd dibê em pir kêfxweş bin, ji ber ku heger leşker bihatana serî berî her kesî ewê mailik li me bişewitandina.

24 februari 2010

Dibê Diyarbakir Spor Baskê ji xwe ra bike nimûne

Siyasetmedar û serokê ”Antep Sporê” yê berê Celal Dogan, do li Diyarbekrê di Konferansa Sporê da axaftineke dîrokî kiriye.
Ji bo vê axaftina wî, ez wî ji dil û can pîroz dikim…
Celal Dogan, li ser Diyarbekir Sporê teşbîhek pir baş û pir xweş kiriye, gotiye,”Taximekî weke Neteweyên Yekbûyî ye. Ji her welatî lîstikvan hene. Taximên Baskê(Bîlbao yek ji van taximan e) tenê ji baskiyan pêk tên. Dibê hûn jî wiha bikin. Li Diyarbekrê dibê hûn sporê di nava gel da belav bikin.”
Celal Dogan kurdekî ji Niziba qeza Dîlokê(Entabê)ye û kurdperwerekî salên 1960-î ye.
Dogan, çend dewran serokatiya belediya Dîlokê kir û dûra jî bû serokê ”Antep Sporê”.
Dogan, him di serokatiya belediyê da û him jî di seroktiya ”Antep Sporê” da serkeftinên pir mezin bi dest xist û xizmetên wî li Tirkiyê olan da.
Di dema serokatiya wî da him Dîlok weke bajar pir bi pêş ket û bû bajarekî pir modern û him jî ”Antep Spor”ê serkeftinên pir mezin bi dest xist, bû hempayê taximên Tirkiyê yên weke Galatasaray, Fenerbahçe û Beşîktaşê û gelek caran jî zora wan bir.
Yanî Dogan, merivekî xwedî tecrûbeye û dizane çi dibêje.
Loma jî gotinên wî yên derbarê Diyarbekir Sporê da gelkî kêfa min anî û ez gelkî dilşa kirim.
Çimkî di gotinên Dogan da perspektîvekî netewî
heye, ji kurdan ra dibêje, kurdino, ji xwe ra bin, taximên xwe çêkin û di taximên xwe da bilîzin.
Dogan di axaftina xwe da hin şîretên dîrokî li Diyarbekriyan û kurdan kiriye, gotiye, dibê hûn weke baskiyan qedir û qîmetê bidin lîstikvanên xwe yên kurd.
Ev gelkî girîng e, dibê di vî warî da kurd xedî siyaseteke diyar bin.
Û dûra jî dîsa ji Baskê nimûne daye, gotiye:
”Herin binêrin. Li herêma Baskê hemû lîstikvan baskî ne. Li vir hûn jî bi xebatên bingehîn dikanin viya pêk bînin. Ji dêlî ku em lîstikvanan îxrac bikin, em îthal dikin.”
Vana tespîtên pir hêja û pir girîng in, kesê ku dilê wî ji bo gelê wî lê nede û ne xwediyê dîtin û şiûreke netewî be wiha napeyive.
Dogan gotiye, li Tirkiyê 11 hezar antranor û 18 milyon xort hene. Ji vana dikane artêşeke futbolê çêbibe.
Bi rastî jî wisa ye, di nava vî 18 milyonî da çend milyon xortên kurd in, gelekên wan bêkar in wer li kuçan digerin ya jî bi nanzikê ji xelkê ra dixebitin.
Heger bingehek sporê ya perwerdê û bi taybetî jî ya futbolê were danîn û bi hezaran zarokên kurd ji zaroktî da dest bi lîstika futbolê bikin, di nava çend salan da ewê bi hezaran lîstikvanên meşhûr ji Kurdistanê jî derkevin.
Hollandî ji Afrîkayê ya jî ji hin welatên feqîr lîstikvanên zarok yên xwedî qabîliyet dibe Hollandayê, perwerde dike û dûra jî difroşe.
Baskî jî wiha dikin, ew jî zarokan ji destpêkê perwerde dikin û piştra jî him di taximê xwe yê netewî da didin lîstikandin û him jî difroşin û salê bi milyaran qezenc dikin.
Heger hinek fînasman û çend kesên weke Celal Dogan xwedî perspektîveke netewî hebin kurd jî dikanin eynî tiştî bikin.
Ev gotinên Celal Dogan wek derba ku li hedefê keve, gihîşt hedefa xwe, tam li 12-a ket. Di pêşerojê da ewê fêkiyên xwe bide. Ez sedî sed emînim ku kurdên li gor van armanc û hedefan gavan bavêjin û Diyarbekir Sporê jî zûdereng rojekê bibe "Barcelonaya Kurdistanê."

23 februari 2010

Heger ne derew e kerem bikin, vaye yasax jî rabû

Li Tirkiyeyê Heyeta Bilind a Radyo û Telewizyonan (RTUK), ji bo weşana kurdî ya 24 saetan destûr da 14 radyo û telewizyonên ku daxwaza weşanê kiribûn.
Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê, RTUK-ê di civîna xwe ya îro da daxwaznameyên ji bo weşanên radyo û telewîzyonan ya bi zaravayên cuda nirxand û destûra weşanê da 14 radyo û telewîzyonan.
Heta nuha li Tirkiyê û li Kurdistanê ji bo weşaneke xurrî bi kurdî û 24 saetan qanûnê rê nedida.
Lê piştî vê qebûlkirina RTUK-ê, êdî li hember weşana kurdî ya 24 saetan tu astengên qanûnî neman.
Ji nuha û pêva kî bixwaze him li Tirkiyê û him jî li Kurdistanê dikane radyo û kanaleke telewîzyonê ya kurdî veke û 24 saetan weşanê bike.
Heta vê gavê kurdan tim digot, dewlet nahêle, qanûn rê nade û hwd.
Lê wa ye astengên qanûnî jî rabûn û dewletê jî êdî nikanibe nehêle.
Wê demê dibê li hemû qeza û bajarên Kurdistanê di zûtirîn demê da radyo telewîzyonên kurdî vebin.
Roj roja xêretê ye, dibê em dersa xwe baş bixebitin…
Di xeberê da tê gotin ku di vê etaba pêşî da tenê 14 radyo û telewîzyonê destûr girtiye.
Vê jimarê ez matmayî hîştim.
Çima hewqas hindik?
Ez nizanim gelo bi rastî tenê hewqas kesî miracaet kiriye ya jî miracaet pir in lê destûra weşanê dane 14 kesan tenê?
Min ji xwe ra digot, roja weşana kurdî serbest bibe bi sedan kes ewê ji bo weşanê miracaet bikin.
Diyar e ya ez pir şaş bûme ya jî miracaet kirine lê dewletê RTUK-ê destûr nedaye.
Rewş çi ye, çima wiha ye ez nizanim, kesên di vî warî da xwedî zanîn û agahî ne bira ji kerema xwe ra min û xwendevan agahdar bikin.
Ya din jî navê radyo û telewîzyonan jî gelkî bala min kişand.
Di nava wan da yek navê kurdî jî tuneye, her çarde nav jî bi tirkî ne.
Ev tiştekî ne normal e.
Ne maqûl e ku yek kurd jî navekî kurdî hilnebijêre.
Vê yekê ez hinekî xistim şikê.
Gelo nebe ku vana hemû ”di bin ra” radyo û telewîzyonên dewletê ya jî yên hevalbendên wan bin?
Bêşik dewletê viya bike. Ewê bixwaze di radyo telewîzyonan da propagandeya kurd û Kurdistanê neyê kirin, şiûr û fikrê kurdperweriyê neyê xurtkirin.
Çimkî dewletê çawa ku kanaleke xwe ya telewîzyonê(TRT6-ê)vekir, bêguman ewê bixwaze bi riya destik û hevalbendên xwe radyo û telewîzyonên mehelî jî veke û ji wan jî sûdê werbigre.
Bi dîtina min tiştê hatiye meydan fersendeke baş e û dibê kurd ji vê îmkanê bi lez û bez û maksîmûm feydeyê bigrin.
Kurdên zana, welatparêz û xwedî îmkan û desthilat divê sersariyê nekin, di vî warî da ji bo kesên din bibin pêşeng û numûne, hemû îmkanên xwe têxin dewrê û ji bo xuluqandina dezgehên kurdî hin gavên berçiva bavêjin, milet teşwîqî vekirina radyo û telewîzyonên kurdî bikin.
Ji ber ku destpêk gelkî girîng e, karên wiha ji ber xwe nabin, dibê kesên zana berê dest bavêjinê.
Dûra kesên din jî cesaretê digrin û ew jî dest pê dikin.
Di vî warî da rol û wezîfeya herî mezin îro dikve hustuyê siyasetmedar û ronakbîrên kurd, dibê ew milet teşwîqî weşana kurdî bikin.
Bi hêviya ku di demek nêz da bi sedan radyo û telewîzyonên kurdî dest bi weşanê bikin...

22 februari 2010

Resmîbûna zimanê kurdî di destê me da ye

Di van demên dawî da li Kurdistanê hin tiştên pir balkêş û pir baş dibin.
Bi mebesta 21-ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî li gelek bajarên Kurdistanê bi hezaran kurd daketin kolanan û ji dewletê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kirin.
Li Wanê rojnameyeke rojane bi çar zimanan dest bi weşanê kir.
Vana hemû jî bûyerên baş in û ez hêvî dikim ku di pêşerojê da hemû pêşketin li ser vî mînwalî dom bikin.
Li gor nûçeya AKnewsê(Ajansa Dengûbasan a Kurdistanê) li bajarê Wanê, rojnameyeke rojane bi navê ”Van Times” bi tirkî, kurdî, farisî û îngilîzî dest bi weşanê kiriye.
Ev cara pêşîye ku li Tirkiyê û Kurdistanê rojnameyek bi çar zimanan weşanê dike.
Rojname 12 rûpel in û rojane ye.
Xwediyê rojameyê Aziz Aykaç ji AKnewsê ra gotiye, bi rojnameyeke bi kurdî, tirkî, farisî û îngilîzî, wan xwest ku ji hewildanên hukûmetê yên demokratîk ra di warê çapemeniyê da bibin piştevan û “vebûna demokratîk li Wanê bidin dstpêkirin.”
Azîz Aykoç gotiye, “Van Times zarok e, lê bi zayîna xwe ve bi çar zimanan dest bi axaftinê kir. Em wek ekîba Van Timesê ji bo nivîskarê vî bajarî, pêşeroja vî gelî, kulrtura vê civakê û biratiyê hene, bi vê mebestê em bi rê ketin. Kî bi kîjan zimanî bixwaze dikare bi wî zimanî dengûbasan bixwîne."
Bepirsiayrê Giştî Selîm Arafat Kemaloxlu jî gotiye, “ew dixwazin ligel zimanê fermî tirkî, zimanên li vî bajarî yên kurdî û farisî jî di warê çapemeniyê de bi kar bînin” û ji ber wê jî, wan li Wanê dest bi weşandina rojnameyeke pirzimanî kiriye.”
Bi derketina vê rojnameyê ez gelkî kêfxweş bûm.
Ez hêvî dikim ku ji bajarên Kurdistanê yên din ra jî bibe nimûne.
Bi qasî min fêm kir, rojname ne ji alî hin hêzên siyasî va tê derxistin, yên rojnameyê derdixin kesên serbixwe ne û bi armanceke tîcarî dikin.
Ev yek gelkî girîng e û baş e.
Girîng e ji ber ku heta kurdî nebe zimanê bazarê û însan pê tîcaret û karê nekin, bi pêş nakeve û ji mirinê xelas anbe.
Heta nuha hin hêzan bi şiklekî îdîal û bi xebatên fedekariyê di vî warî da hin gava avêtine, hin kovar û rojname derxistine.
Lê ev têr nake. Ji bo ku zimanek bi pêş keve û geş bibe, dibê gel wî zimanî di bazarê da bikar bîne, pê pera qezenc bike, pê debara xwe bike.
Wek gelek tiştên me yên din, mesela resmîbûna zimanê me jî ewê li gor şertên me û pir taybetî be.
Dewletê bi rehetî vî mafî nede me, dibê em weke milet di praktîkê da qada bikaranîna zimanê xwe fireh bikin û bi vî rengî jî dewletê mecbûrî qebûlkirinê bikin.
Yanî dema em bi xwe qursan, mekteban, radyoyan û telewîzyonan vekin, rojnameyan, kovaran û kitêban derxin, axir di her qada jiyanê da kurdî bikar bînin û pê tîcaretê bikin, bikin zimanê bazarê û her babet danûstendinê, wê demê dewletê jî mecbûr bibe qebûl bike.
Yanî dibê em kurdî bi şiklekî fîîlî bikin zimanê resmî, em vê yekê li ser dewletê ferz bikin.
Ma vekirina TRT6-ê ne netîceya vê ferzkirinê û emirwaqîtiyê ye?
Ma dewletê bi kêfa xwe TRT6 vekir?
Na, mecbûr ma.
Ji ber ku bi dehan kanalên kurdî çêbûn û qedexeya dewletê êdî pere nekir. Loma jî dewlet mecbûr man, wan jî yek vekir.
Bi îhtîmaleke mezin perwerdeya zimanê kurdî jî ewê wiha bibe.
Dibê kurd, lê bi taybetî jî xelk dest bavêje vê meselê, ne PKK, BTP, belediye, HAK-PAR û hin kes û hêzên weke wan tenê, dibê li her derê milet ji bo kara xwe rojnameyên kurdî derxe, radyo û telewîzyonên kurdî ava bikin, qursên kurdî vekin, heta mektebên prîvat/taybetî vekin.
Ez qanûnên Tirkiyê nizanim, lê li Swêd gelek mektebên prîvat hene ku muadilî mektebên dewletê ne, di nabêna dîplomayên wan û yên dewletê tu ferq nîne.
Mesela lawikê me Rojen diçe lîseyeke prîvat.
Heger li Tirkiyê ev heq hebe dibê kurd vî mafî bikar bînin.
Dema bi sedhezaran zarokên kurd herin mektebên kurdî yên prîvat dewlêtê bitirse, ewê bibêje vana di van mekteban da kurdçîtiyê fêrî zarokan dikin, ya baş ew e ku em bi xwe vî karî bikin.
Û ji xwe telewîzyonê jî wiha dest pê kir.
Gotin yasaxa me pere nake, ya baş ew e ku em kanalekê vekin û tiştên em dixwazin bi kurdan bidin temaşekirin.
Û wisa jî kirin.
Lê ev jî heta derekê ye, dûra ew jî ji bin tekela dewletê derket, nuha kî bixwaze dikane radyo û telewîzyonên kurdî yên prîvat vekin.
Loma jî dibê em bizanibin ku dewlet bi “Riya Azadî” tenê nayê rê, mecbûr nabe, dibê “Wan Times” ne li Wanê tenê, li Amedê, li Mêrdînê, li Ruhayê yanî li her bajar, qeza û nehyeya Kurdistanê jî hebe, dibê li hemû bajarên Kurdistanê rojnameyên mehelî bi zimanê kurdî jî derkevin.
Bi vî şiklî di fîîlîyatê da zimanê kurdî ewê bibe zimanê resmî û li ber dewletê jî bêyî qebûlkirinê riyeke din namîne.

21 februari 2010

Parlamentoya Tirkiyê ji îşxala leşkeran xelas bû

Parlamentoya Tirkiyê piştî 90 salî nîhayet do ji îşxala leşkeran hate rizgarkirin...
Şikir ji rahm û kerama Xwedê ra ku çavên me ”ev roj” jî dît, Meclîsa Komara Tirkiyê, ku bi tirkî jê ra dibêjin(TBMM), ji do da ye ji bin îşxala leşkeran xelas bû û ket destê pûlisan.
Heyeta Koordînasyona Ewlekariya Meclîsê(TBMM), parastina sê deriyên ketina hundurê parlamentoyê do ji destê leşkeran girt û teslîmî pûlisan kir.
Qulûbeyên ku leşkeran têde nobet digirtin jî li gor biryara meclîsê dibê do êvarî teslîmî pûlisan bûbin.
Heta nuha kontrola ketin û derketina meclîsê di destê leşkeran da bûye, min bi xwe ev yek nizanîbû, vê yekê ez îro fêr bûm.
Lê ji nuha û pêva parlamentoyê ne leşker, hêzên pûlisan ewê biparêzin û li ber hersê deriyan kontrolê bikin.
Ji bo vî karî jî kadroyên pûlisan hatine zêdekirin. Di meclîsê da ev demeke pûlis ji bo vî karî hatine perwerdekirin.
Bi vê biryara nû ra li ber deriyên Çankaya, dîkmen û Ayranciyê 24 saetan pûlisê nobetê bigrin.
Wek min li jor jî got, bi rastî jî heta nuha haya min jê tunebû ku parastin û ewlekariya Meclîsa Tirkiyê di destê leşkeran da bû.
Ev sosireteke mezin e, meclîs û leşker?
Meclîs ne garnîzon û qişlayeke leşkerî ye ku leşker nobeta wê bigrin.
Lê çi heyf ku heta nuha girtin e.
Ez bi xwe vê destguherandinê gelkî mihîm dibînim, îro parlamento ji dest artêşê derket, sibe ewê dor were rizgarkirina Tirkiyê.
Bi dîtina min sembolîk be jî derxistana leşkeran ji meclîsê tiştekî pir baş û manîdar e.
Sibe Tirîye jî ewê ji destê artêşê derkeve, îro li Tirkiyê şerê di nabêna sîstema edaletê û hukûmetê da şerê vê desthilatê ye.
Îro li Tirkiyê, ji Dadgeha Qanûna Esasî bigre heta bi Dadgeha Îdarî ya Bilind, ji Şûreya Bilind bigre heta bi zanîngehan, hemû dezgeh û mueseseyên dewletê di bin emrê leşkeranda ne.
Û bi riya van dezgehan artêş serkutiyê li hukûmetên siwîl dike, wan digre bin emrê xwe.
Hukûmeta AKP-ê bi derengî be jî hêdî hêdî fêm dike heta ku ev mêzîn neyê xerakirin, heta ku ev dahîre û dezgehên dewletê ji bin wesayeta leşkeran xelas nebin, ew nikanin bi serê xwe bibin îktîdar.
Loma jî ne tenê ji meclîsê, dibê leşker ji hemû dezgehên dewletê werin dûrxistin.

20 februari 2010

Xwedê kesî neke pêkenînê dijmin

Di rojnameya Milliyetê da Melîh Aşik, di nivîsa xwe ya îro da
Bi pozbilindiyeke mezin tinazê xwe bi kurdên ku li derve doza perwerdeya bi zimanê kurdî dikin lê li mal û bi hevûdura bi tirkî dipeyivn dike.
Aşik, di nivîsa xwe da qala kasêteke KCK-ê ya ku xwedêgiravî têda serokê belediya Diyarbekrê Osman Baydemîr mahkime kiriye û îfadeya wî girtiye dike.
Aşik dibêje, di vê kasêtê da tiştê herî xerîb ew e ku, ”him kesên mahkime dikin û him jî yên tên mahkimekirin bi tirkî dipeyivin.”Melîh Aşik, vê şêla hevnegirtî, vê bêîstîkrariya kurdên ku ji dewletê doza perwerdeya zimanê kurdî dikin, lê li mala xwe û bi derûodora xwe ra jî bi tirkî dipeyivin ji kurdan ra dike serhevde.
Aşik, bi rengekî biheq dibêje, heger hûn derewan nakin berî ku hûn ji dewletê bixwazin dibê hûn bi xwe, bi hev ra bi kurdî bipeyivin.
Melîh Aşik bi qerf dibêje:
”Halbûkî ji daxwzên van însanan ya herî sereke perwerdeya bi zimanê kurdî ye. Yanî li Tirkiyê dibê kurdî jî bibe zimanê perwerdeyê. Wê demê? Çima li gel ku bi kurdî dizanin di qerarê(di hukimdanê)da tirkî bikar tînin… Qey ew jî weke Ziya Gêkalp difikirin?”Melîh Aşik piştî van gotinên tinazwarî û biçûkkir, helbesteke Zîya Gokalp weke numûne nîşan daye. Gokalp, di wê helbesta xwe da meth û sena zimanê tirkî dide, dibêje heger ne yekîtiya zimên be, dîn jî yek be, welat jî yek têr nake, dîsa jî miletê tirk ewê perçe bibe. Ji bo ku miletê tirk perçe nebe, yanî kurd weke kurd nemînin, dibê zimanê kurdî nemîne, herkes bi tirkî bipeyive.
Di dawiya nivîsê da jî mêrik gotiye, ”ji bo kesên ku meraq dikin, dibêjin gelo ev Zîya Gokalp kî ye ez bi dengekî nizm bibêjim: Nivîsakar û mutefekirê meşhûr yê bi eslê xwe kurd.”
Ez vê nivîsê dîyarî muhatabên gotinên Melîh Aşik dikim, belkî ji wan hinek bixwînin û li ber xwe kevin.
Dema gotin û kirinên meriv hevûdu negere xelk dibîne û bi vî rengî dixe çavê meriv…
Lê ez bawer nakim tu gotin û serhevdeyî bikanibe tesîrê li van kesan bike, eyaraê wan pir fireh bûye, tehamulî her gotinê dikin…

Jiyan û aqilê derengmayî

Fîlozofê alman Arthur Schopenhauer gotiye, “Jijan heta çelî kitêbek e, ji çelî şûnda jî tenkîda wê kitêbê ye.”
Çi heyf û mixabin ku min bi xwe ne hema piştî çelî, pir dereng dest bi tenkîda vê “kitêbê” kir.
Xwezî min zûtir destpêkiribûya.
Îcar ji ber ku min dereng dest bi vê "tenkîdê" kir, loma jî ez nuha gelkî zirara wê dibînim.
Bi rastî jî hertişt wek demsalan di wext û saeta xwe da xweş e.
Ne buhara derengmayî û ne jî zivistana zûhatî...
Aqilê derengmayî wek serweta piştî heyştêyî were, bi kêrî meriv nayê, meriv nikane pê kul û keserekê ji dilê xwe derxe.
Di ser da meriv pê diqehere, ji meriv ra dibe kul û derd.
Ez werim ser zivistana Swêd û berfa îsal...
Ev 30 sal in ez li Swêd im min tu carî berf, sar û sermayek bi vî rengî nedîtiye. Ji orta meha donzdan ya sala par û virda ye berf li erdê ye, tim sar û seqem e û yek rojê jî rindikî tîrêjên rojê bi serê me neketiye.
Ev heftake berfê li Stockholê venekirî ye, çûn hatina me ya kar bûye gelşeke mezin.
Qalindiya berfê li hewşa me gihîştiye mîtroyekê. Ez ditirsim kusêxê me xwe ranegre û rojekê bi ser me da bihedime.
Berdevkên belediyê dibêjin heger ji we tê û hûn dikanin berfa ser xanî û embarên xwe bavêjin.
Bi taybetî jî xaniyên banbahn, bandûz di tahlûkê da ne. Ji ber ku mîtroyek berf li ser kom bûye.
Banê xaniyê me ne dûz e, çatû ye, lê banên herdu embaran dûz in, ji bo wan tahlûke heye.
Ji xwe heta nuha li Swêd çend banên tesîsên sporê ketin.
Do êvarî ez bi çend swêdiyên ji ciyê karê xwe li derve bûm, me xwarinek bi hev ra xwar.
Mijjara me ya sereke hewa bû.
Erê swêdî ji zivistanê zêde hez nakin, heyranê buharê û havîne ne, lê do êvarî min bala xwe dayê ji berfê tam aciz bûne, êdî bi hêrs û bi nefret qala berfê û seqemê dikin.
Tu nemaye ku ez jî wek swêdiyan dest bi helbestên li ser buharê bikim, bibêjim:
”Buharê hat buharê, min gulek dî li biniya darê, min bala xwe da wê gulê, min dît ku ji dil da evîndar e…”
Min bi gotineke Schpopenhaur dest pê kiribû, dixwzim bi gotineke wî jî biqedînim. Schpopenhaur dibêje:
"Jijan dişibe lîstikekê, girtina kartên li gor dilê xwe ne didestê me da ye, lê belê lîstin di destê me da ye."