08 juni 2009

Heger dewletê hesab ji me bikira newêrîbû TRT Şeşê têxe vî halî

Di rojnameya Sabahê da Mahmut Ovur, di nivîsa xwe ya do da li ser TRT Şeşê rawestiyaye û hin agahdariyên pir balkêş dane.
Ketina qalîteya programên TRT Şeşê bala Mahmût Ovur jî kişandiye û loma jî di nivîsa xwe da li ser sebebê vê yekê sekinîye.
TRT Şeş ji serê salê da ye yanî ev şeş meh in ku weşana xwe didomîne. Di normalê da dibê TRT Şeş îro di nuxteyeke hîn baştir da bûya, dibê programên wê hîn bi ser û bertir û hîn bi qalîtetir bûna.
Lê kesên weşanên TRT Şeşê ji destpêkê da taqîb dikin, bi hêsanî dibînin ku programên TRT Şeşê roj bi roj baştir nebûne, belovacî wê xerabtir bûne û ev yek jî bala her temaşevanî dikşîne.
Vê yekê bala Mahmût Ovur jî kişandiye û loma jî di quncikê xwe yê rojnameya Sabahê da gotiye ”Di TRt Şeşê da çi dibe?” û li ser sebebê vê paşdaçûnê sekinîye.
Ovur, di nivîsa xwe da dibêje, ”di nava 6 mehan da kanal bû esîrê brokrasiya dewletê ya klasîk.”Li gor agahiyên Ovur dide, di TRT Şeşê da tirkekî bi navê Kamîl kayali (kameramanekî kevn e, lê nuha weke wekîlê berpirsiyarê TRT Şeşê Sînan Îlhan û qumsêrê dewletê wezîfedar e)bîn li milet çikandiye, ji bo ku TRT Şeş nekeve destê ”kurdçiyan” weke nûnerê dewletê nahêle kes tiştekî baş bike.
Kamîl Kayali tirk e û bi kurdî nizane, lê weke nûnerê Sînan Îlhan dane ser serê milet û ew jî midaxeleyî her tiştî dike.
Mahmut Ovur dibêje, programçêkirekî ku TRT Şeşê baş nas dike wiha digot:
”Bûyer ev e: Alîkakarekî koordînatorê TRT Şeşê Sînan Îlhan heye, kameramanê kevn Kamîl Kayali. Ji ber ku aliyê teknîkî dizane ew weke alîkarê koordînator anîn. Lê piştî demeke kin Kamîl Kayali berpirsiyariyên Sînan Îlhan jî girt ser milê xwe û tu bigrî xwe xist dewsa wî. Destpêkir her programeke baş etîketekê pêve kir. Ji ber ku bi kurdî jî nizane, programên bênaverok derketin meydanê.”
Kayali
bi van midaxeleyên xwe jî nehatiye serî, camêr hîn jî pêşda çûye û gotiye ”kurdên siyasî dixwazin vê kanalê têxin destê xwe.”Piştî ku mesele gihîştiye vê qonaxê, mebûsên AKP-ê yên kurd Dengîr Mîr Mehmet Firat û Îhsan Arslan ketine nabênê û xwestine gelşê çareser bikin.

Lê helbet weke ku dibê meriv texmîn bike, AKP-ê û TRT Şeşê guh nedane van herdu mebûsên kurd.
Ji ber ku Mudûrê Giştî yê TRT-ê Îbrahîm Şahîn, weke çiyayekî li pişta Kamîl Kayalî ye.
Kayalî ji Îbrahîm Şahîn ra dibêje, ”Li vir ez rola katalîzorê dibînim. Heger ne ez bim kurdên siyasî ewê werin Sînan Îlhan bixapînin. Û ewê vira bikin kanaleke kurdçî.”Bêguman mesele bi raporên Kayalî û bawerkirina Îbrahîm Şahîn ne sînorkirîye, mesele hîn mezintir e.
Mesele nêt û siyaseta dewletê ye.
Heger dewlet û AKP vî emrî nedin, vê yekê ji Kayalî û Îbrahîm Şahîn nexwazin ew bi serê xwe nikanin vê tesarufê bikin.
Dengîr Mîr Mehmet Firat û Îhsan Arslan 2 kurdên topên giran yên AKP-ê ne, xwedêgiravî merivê herî nêzî Erdogan û di nava AKP-ê da jî xwedî giraniyeke mezin in. Bi kêmanî ji derve da wisa tê bawer kirin.
Û Sînan Îlhan jî goya MÎT û merivekî dewletê û AKP-ê yê pir û pir girîng e, kurd wiha dibêjin.
Lê derdikeve ortê ku dema mesele dibe mesela kurd, giraniya van kurdan bi qasî yekî kameraman jî tuneye.
Ew xwe biçirînin jî dewlet û AKP, gotina Kamîl Kayaliyê kameraman bi wan nade, li AKP-ê Kayali ji wan gelkî girîngtir e.
Esas ne Firat, Arsla û Îlhan tenê, 75 mebûsên kurd yên di nava AKP-ê da bihevra bixwazin Kayalî û Şahîn ji wir dûrxînin dîsa nikanin, çimkî Erdogan nenûka Kayali û Şahîn bi hemû mebûsên kurd naguherîne.
Çima?
Ji ber ku Erdogan dizane ku 75 mebûsên kurd ji bo guherandina Kayalî û Şahîn û ji bo doza miletê xwe tu carî xwe nadin ser hev û dev ji xizmeta ji partiya wî û ji dewleta tirk bernadin.
Heger Erdogan û dewleta wî ya ”kûr” bizanîbûna ku mebûsên kurd ewê weşaneke bêqalîte û pêşkêşvanên zircahil û kurdînezan qebûl nekin, bêguman nikanîbûn viha bikin.
Ji ber ku dewlet û AKP dizane ku ”em” ne ew mêr in ku li hember heqareteke wiha serîhildin, loma diwêrin yeka nezan û cahileke weke Guler Işikê bînin têxin dewsa Rojînê.
Belkî jî bi van programên bêqalîte dewlet dixwaze tiştê daye paşda bigre, bibêje ”kes temaşe nake”, loma jî tu mane tuneye ku em bidomînin.
Dibe ku nêta dewletê ev be.
Lê aliyekî girêdayî me jî heye. Dema em, yanî ronakbîr, nivîskar, dewlemend, tacir û mebûsên kurd bi israr doza mafê xwe nekin, doza weşaneke dewlemend û bi qalîte nekin, bêguman xelkê jî tiştê herî xerab û herî bêqalîte bide me.
Çimkî tirk programên bi qalîte layiqî me nabînin û em jî weke milet doza yê baştir nakin...

07 juni 2009

Gotinên Başbûg siyaseta dewleta tirk ya rastîn e

Piştî hilbijartinên 29-ê adarê Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul gotibû di derbarê mesela kurd ewê ”tiştên baş” bibin.
Piştî van gotinên Gul, wezîrê hundur Beşîr Atalay jî li ser hevpeyvîna Murat Karayilan hin gotinên dilxweşkir gotibûn.
Dûra jî mebûsê AKP-ê yê Diyarbekrê Îhsan Aslan û Abdurrahman Kurt jî tevî minaqeşeyê bûn û gotin di derbarê çareseriya mesela kurd da di nabêna serokkomar, serokwezîr û serokerkan da tu dijayetî tuneye, hemfikirî û mutabaqat heye.
Serokwezîr Erdogan li dijî van beyanên hêvîdar û dilxweşkir tiştekî negatîv negot, piştgirî da gotinên Abdullah Gul.
Van beyanên birêvebirên hukûmet û dewletê di nava DTP-ê û derdorên nêzî PKK-ê da hewayeke pozîtîv xuluqand.
Di vê nabênê da hat gotin ku Erdogan di demeke nêz da ewê bi serokê DTP-ê Ahmet Turk ra hevdîtinekê pêk bîne.
Piştî vê atmosferê musbet gelek kesî wisa hêvî kir ku di demeke nêz da hukûmetê hin gavên siyasî bavêje û belkî jî bi DTP-ê ya jî bi hin kesên nêzî PKK-ê ra dest bi danûstendinên, ”mizakereyên” rawestandina şer bike.
Di vir da tiştê herî nuh û girîng, him di beyanên mebûsên Diyarbekrê da û him jî di gelek şirove û texmînan da hat gotin da ku di nabêna hukûmet, serokkomar û artêşê da mitabaqat heye, artêş ne li dijî dîtinên Abdullah Gul e.Lê serokê artêşê general Başbug, di rojnameya Hurrîyetê da ji Metehan Demîr ra gotiye, heta ku yek kesê çekdar li çiyan jî hebe, ew şer bikin jî nekin jî ewê here li wan bigere, derxe, bigre û bikuje.
Yanî heta ku PKK bi temamî teslîm nebe ewê dev ji şerê li dijî kurdan berdin.
Di van gotinên Başbûg da esas tiştekî nuh tuneye, mêrik heta nuha çi gotiye îro jî wê dîtina xwe dubare dike.
Tenê hin endamên hukûmetê û hin mebûsên kurd ji kîsê xwe, bêyî ku bingeheke wê hebe hin texmînên ne rast dikin û bi vê yekê jî dibin sebê peydabûna hêviyeke ne rast.
Lê beyanên Başbûg û Erdogan yên van rojên dawî nîşan da ku ”hêviya peyda bûye” ne rast e.
Nuha ne tenê leşker, nêta hukûmeta AKP-ê jî tuneye bi PKK-ê ya jî DTP-ê ra dest bi danûstendina bike.
Ne artêş tenê, hukûmet jî qebûl nake ku di qanûna esasî da hebûna kurdan were naskirin û zimanê kurdî jî bibe zimanê resmî yê perwerdeyê.
Tiştê hukûmet û heta dereceyekê artêş jî qebûl dike, hin mafên kulturî û ferdî ye û ew jî ji bo qezenckirina wextê û xapandinê ye.
Serekerkanê tirk Org. Îlker Başbûg li Emerîkayê daxuyaniyên xwe yê derbarê meseal kurd da do jî domand.
Di rojnameya Mîllîyetê da îro li gor Fîkret Bîla dinivîse, Başbûg ji rojnamevanan ra gotiye, ”kes nikane mîxê dewleta unîter bileqîne” û dûra jî gotiye, ”heger hûn bileqînin, binêrin nimûneya Yugoslawyayê heye.”
Başbûg
bi van gotinan pir eşkere dibêje, em hebûna kurdan weke milet qebûl nakin û zimanê wan jî nakin zimanê perwerdeyê.

Yanî artêş li dij e ku dewlet mafên kurdan yên netewî qebûl bike û vê yekê jî bigre bin garantiya qanûnan.
Dema qala agirbestê û çareseriya mesela kurd tê kirin kurd ji xwe ra tiştekî dibêjin, lê leşker û hukûmet qala tiştekî din dikin.
Yanî çareseriya ku DTP û PKK û hin hêzên din yên kurd didin pêş, him leşker û him jî hukûmet ji kok da li dij in û di programa wan da tiştekî wiha tuneye.
Fîkret Bîla dibêje, tiştê serekerkan Îlker Başbûg weke çareseriyê dibîne meriv dikane di 5 nuxteyan da kom bike.
1-Yek kes nikane dest bide dewleta unîter û struktura netew dewletê. (Yanî dewleta miletê tirk tenê)
2-Cudahiyên kulturî dewlemendîye, li hember kulturên cuda artêş bi hurmet e.
3-Kulturên cuda di çarçeweya çexsî da(ev çarçeweya şexsî çi ye min baş fêm nekir. Lê diyar e qest ew e ku meriv dikane di mala xwe da bi kurdî bipeyive, lê weke mafekî kollektîv nikane bikar bîne)
4-Gava mafên kulturî bibin weke mafekî siyasî nabe, ev yek li dijî hebûna dewleta unîter e.
5-Heger mîxê dewleta unîter ji cî were leqandin, weke Yugoslawyayê ewê tehlûke çêbibe.
Yanî divê hertişt dîsa weke nuha dom bike, heta ku em we tam asîmîle dikin, dikin tirk. Çareseriya dewletê ev e.

Li gor Bîla, esas serokkomar Gul, Erdogan, Baykal û Bahçelî jî eynî tiştî difikirin, di pêşniyarên wan da jî rûniştina bi PKK-ê û DTP-ê ra tuneye, di çareseriya dewletê da daxwazên bişibin yên PKK-ê û DTP-ê tuneye û tiştekî wiha jixwe ne mimkûn e jî.
Leşker û AKP ji roja roj da van tiştan dibêjin, lê PKK naxwaze vê yekê wisa bibîne û ji gelê xwe ra jî rast bibêje.
Ji dêlî ku PKK li gor vê siyaseta dewleta tirk hereket bike û tedbîrên xwe bigre, li ser daxawza Ocalan gavê carê çirt pirt ewê ”agirbestê” îlan bike û bi vê yekê jî serî li gelê xwe bigerîne.
Heyran hûn çi xwe û gelê xwe dixapînin, tirk eşkere dibêjin heta hûn bi temamî teslîm nebin em dev ji we bernadin.
Mesele hewqas vekirî ye.
Piştî ku wiha ye, hûn jî dev ji ”agirbesta” bêmane berdin û heger hûn kanin derba mirinê li van xwînxwaran xin. Heta ku ew bi xwe doza ”agirbestê” û aştiyê li we bikin.
Mêrikan ”agirbesta” we qebûl nake, dibêjin hûn şer nekin jî emê we bikujin. De îcar hûn agirbestê dirêj bikin çi ye, nekin çi ye.
Bi vê siyasetê hûn moralê dijmin bilind û yê dost, heval û gelê xwe jî xera dikin, meriv nikane bi zor aştiyê bi dijmin ra çêke, divê ew jî bixwaze.
Lê tirk îro aştiyê naxwazin, hîn şer dixwazin…

06 juni 2009

Îro jî wiha buhurî

Ez û xanim do êvarî em mîvanê şahiya mezûniyeta lawê hevalekî(Qudbedîn Aliş)bûn.
Li Swêd toreyeke/adeteke pir xweş heye, roja ku xort lîseyê diqedînin, çi keç, çi law, şewqeyekî sipî didin serê xwe û hemû xwendevanên wê lîseyê mezûniyeta xwe çend saetan berê bi hev ra bi dîlan û şahî pîroz dikin.
Bi piranî li qamyonên servekirî siwar dibin û bi kêf û şahî, bi muzîk û qîjewîjeke mezin çend saetan di nava bajêr da viz dibin.
Roja mezûniyetê dê û bav û hemû merivên kesê/kesa xwendevan miheqe diçin merasim û şahiya mezûniyetê û piştî girtina dîplomayê, xwendevan pîroz dikin, risman pê ra digrin.
Heta gelek caran rismekî wan yê zaroktiyê mezin dikin, li darekî dixin û weke afîş didin dest xwe û dibin lîseya ku merasim lê çêdibe.
Piştra ya wê şevê ya jî rojeke din îcar dê û bav, banî çend dost û havalên xwe dikin û li malê şahiyeke biçûk çêdikin.
Bi vî rengî ew jî mezûniyeta zarokên xwe pîroz dikin û beşdarî serkeftin û şadiya wan dibin.
Ji ber ku zarok êdî ji dema zaroktiyê xelas dibin, bi firê dikevin û gavê davêjin dinya û jiyaneke nuh, ya ewê dest bi kar, bi fêrbûna sinetekî bikin ya jî ji bo jiyaneke hîn rehettir ewê herin unîversîteyê û çend salên din pişta xwe qulûz bikin û nûra çavan birjînin, loma jî ev roj ji bo wan dibe weke bîranîneke xweş.
Qet nayê bîra min, gelo li Kurdistanê û Tirkiyê jî toreyeke wiha heye?
Yanî piştî mezûniyeta lîseyê xort û malbatên wan, ew jî vê rojê pîroz dikin ya na?
Li Wêranşarê adeteke wiha tunebû. Lê dibe ku bi guherandina dinê ra ev adet nuha li ba me jî çêbûbe.
Li derên din yê Kurdistanê adeteke wiha hebû tunebû ez nizanim.
Welhasilîkelam do êvarî em mîvanê şahiya mezûniyeta Roger, lawê Qudbedîn Aliş bûn.
Di jiyana wî ya nuh da em jê ra serkeftin û bextewariyê dixwazin, hêvî dikin ku ewê di xwendina xwe da her serkeftî be.
Qudbedîn û xanima xwe amadeyiyeke pir xweş û bêqusûr kiribûn, te çi bixwesta hebû, tiştê kêm şîrê şêr û eyarê şêr bû…
Min berê jî çend caran gotiye, heger ne şîn, dawet û şahiyên wiha bin em hin heval kêm hevdûdu dibînin.
Ji ber ku êdî weke berê xebatên siyasî û komelayetî, meş û civînên siyasî nemene, herkes êdî bi derd û halê xwe da ketiye.
Weke berê êdî kes kes nabîne. Ancax xêra minasebetên wiha em kurd hevûdu dibînin û bîna xwe hinekî bi hevûdu fireh dikin.
Do jî gelek dost û hevalên hevn hatibûn, bi vê minasebetê me hevûdu dît û bîstekê qala rojên berê, qala xortaniya xwe kir.
Lê mala Swêd û hewa wê xera bibe, do him bi roj û him jî bi şev te digot qey çelê zivistanê ye, em ji serma qefilîn.
Xaniman û çend kesên serpîrek hundur îşxal kiribûn, ji ser kursiyên xwe neliviyan û cyên xwe nedan kesî, loma jî cî tunebû em hemû li hundur rûnin, ji dêlî wê va me xwe li ber soba der germ dikir lê wê jî têr nedikir.
Min kincên germ jî li xwe nekiribû, loma jî mi baş serma xwar.
Îro ez gelkî dereng ji xew rabûm. Ez û xanim em bîstekê daketin bajêr, me çû du walîzên xwe kirî. Çimkî êdî bere bere ez haziriya xwe û çûna welêt dikim.
Erê hîn salek heye, lê tişt nabe, dema ew roj hat bira her tiştê min hazri be.
Weke hin caran dibê ez bêyî pasaport berê xwe nedim Kurdistanê.
Tiştên wiah ji min pir nedûr e. Ji ber ku xanim min nas dike loma îro ji min ra got, dibê di vê tehtîlê da em li pasaportên xwe nuh bikin, bira hertiştê me hazir be.
Dema wê wiha digot, Ruha û riya Wêranşarê li ber çavê min çû hat. Min dît em digihîjin Ruhayê û ez Ruhayê nas nakim...
Îro him roja Swêd ya netewî ye û him jî maça Swêd û Danîmarkayê bû.
Li gelek ciyan kêf û şahî hebûn. Li parka nêzî mala me jî hebû, lê me dixwe ra nedî ku em biçinê. Heta 2-3 sal berê jî rojeke Swêd ya netewî tunebû, Swêd rojeke wiha pîroz nedikir.
Lê ev 2-3 sal in wan jî ji ber şerma dinyayê 6-ê hezîranê ji xwe ra kirin roja netewî û dest bi pîrozkirinê kirin.
Em neçûn şahiyên roja netewî, lê êvarî me li maça Swêd û Danîmarkayê temaşe kir. Maçên Swêd yên bi welatên Skandînawî ra li gor yên din bêtir bîna nasyonalîzmê jê tê. Hemû welatên Skandînawî li hember Swêd hinekî "nasyonalîst" in, dema zora swêdiyan dibin gelkî kêfa wan tê û swêdî jî pir li ber xwe dikevin.
Maça îro ji bo Swêd gelkî mihîm bû lê xerab lîstin û biser neketin. Danîmarkayê 1-0 qezenc kir. Esas Danîmarkayê ji Swêd xweştir nelîst û gola avêtin jî swêdiyan bi wan dan avêtin, yê swêdî bi şaşî da nigê yê danîmarkî û mêrik jî hema totî hundur qalê kir.
Lê parastina Danîmarkiyê li gor ya Swêd hîn baştir bû. Loma jî gol naxwarin.
Dibê meriv jêhatîbûna qelabanê Danîmarkayê jî ji bîr neke, mêrik çend tahlûkeyên mezin û penaltiyek xelas kir.
Min îro zêde bala xwe neda gelo li Tirkiyê çi heye, çi tuneye?
Tiştê ez dizanim ewê dîsa leqleqa vala be...

04 juni 2009

Dewleta tirk di şer da israr dike

Serekerkanê Artêşa Tirk Orgeneral Îlker Başbûg, di rojnameya Hurrîyetê da îro dîsa nîşan daye ku artêş, ewê dev ji şerê xwe yê li hember kurdan bernede û di vî warî da jî ne hukûmet û ne jî hêzeke din dikane daxwazeke wiha ji artêşê bike.
Başbûg, li dijî daxwaza hin derûdoran ya rawestandina şer jî derketiye û weke împaratorekî sedsala navîn gotiye:
”Li ser vê meselê bira kes aqil nede me. Ne disekinim, ne jî ji bo ku terorîst werin dipêm. Belovacî wê, ezê herim, lê bigerim, bibînim û îmha bikim. Dema em rastî grûbeke terorîst tên, dixwaze bira çalakî kiribe, ya jî nekiribe, teslîbbûna wan tê xwestin. Tim wiha bûye. Ji nuha û pêva jî ewê wiha dom bike.”Belê, mêrik pir vekirî dipeyive, dibêje bira tu kes daxwaza rawestandina şer ji me neke, heta em tevgera kurd ya netewî ji ortê ranekin em şer ranewestînin. Kî çi dibêje, bila bijêje, emê şerê xwe bidomînin.
Ji van gotinên Başbûg xuya dibe ku di mesela kurd da tu giraniyeke hukûmetê tuneye, artêş çi bibêje ew e.
Hin parlamenterên AKP-ê yên kurd gotibûn, di mesela kurd da ”di nabêna hukûmet, serokkomar û seroerkan da mutabaqat heye”, di rojên pêş da ji bo rawestandine şer hukûmetê hin gavên çareseriyê bavêje.
Yanî di vî warî da hêvî dabûn milet.
Lê li hember van gotinên Başbûg, tu maneya wan beyan û îdîayên parlamenterên AKP-ê yên kurd namîne.
Başbûg, di bersîvên xwe da nîşan dide ku hukûmet nikane ji wan daxwaza rawestandina şer bike.
Loma jî îdîayên ku hukûmet dixwaze di mesela kurd da hin gavan bavêje, bi riyeke aştî vê meselê çareser bike, li hewa dibîmîne.
Başbûg, pir vekirî dibêje, heta ku ew PKK-ê neqedînin, yanî heta ku tevgera kurd ya netewî neqedînin ewê dev ji şerê li hember kurdan bernedin.
Di van demên dawî da di serî da DTP û hin derûdorên din, di mesela kurda da qala fersendeke dîrokî dikin, dibêjin divê ev fersend ji dest neyê revandin.
Başbûg, li ser gotina ”fersenda dîrokî” jî rawestiyaye û gotiye:
”Kî fersenda dîrokî çawa dibîne ez nikanim tiştekî bibêbêjim. Lê em ji wê çi fêm dikin min ew eşkere got. Ji bo ku em nikanin terorê biqedînin divê em sebra xwe û ezma xwe ya micadelê wenda nekin. Wezîfeya artêşê ew e heta ku terorîst bi temamî ji ortê werin rakirin micadeleya xwe xwe bidomîne.”
Başbûg,
li Emerîka di civîna xwe ya çapemeniyê da jî li ser mesela PKK-ê û Kurdistana başûr eynî tişt gotibû, gotibû ”heta em PKK-ê biqedînin emê şerê xwe bidpmîni.”

Başbug, him li Emerîka û him jî di vê hevpeyvîna xwe da li djî avêtina hin gavên demokratîk û dayina mafên kultirî derdikeve û dibêje:
”Bi girtina hin tedbîrên sosyal û kulturî terorîzm naqede, baweriya bi tiştekî wiha şaş e. Heta ku PKK were tasfiyekirin emê bi PKK-ê ra şer bikin.”Ji van gotinên Başbûg jixwe diyar e ku artêş xwe tenê xwediyê dewletê dibîne û hukûmetê bi tiştekî nahesibîne.
Lê li alî din hukûmet jî di esasê xwe da ne li dijî van gotinên Başbûg e.
Serokwezîr Erdogan, li ser daxwaza ”bira herdu alî jî çekan deynin” îro bersîveke eynî weke ya Başbûg daye û gotiye:
"Li vir aliyek heye. Aliyê ku divê çekan deyne rêxistina cudaxwaz a terorîst PKK ye.”Di nabêna van gotinên Erdogan û Başbûg da tu ferq tuneye, Erdogan jî weke Başbûg, qala ”bolîcîtiyê/cudaxwaziyê” yanî daxwazên kurdan yê netewî dike û li dijî wê derdikve.
Loma jî pir ne rast e ku meriv bibêje, di mesela kurd da di nabêna serokerkan û serokwezîr da dijayetî heye, heger hebe jî tiştên pir bêqîmet in.
Baş e dibê kurd çi bikin?
Berî hertiştî dibê kurd xwe bi hin xeyalên ne rast nexapînin û ne li hêviya hin gavên îro ne mimkûn bin.
Tiştê meriv ji gotinên Başbûg fêm dike, artêş û hêzên şerxwez hîn baş newestiyane, dixwazin demeke din jî xwe tecrûbe bikin.
Hêviya wan ew e ku kurd biwestin, bihelin, perçe bibin û dev ji têjoşîna xwe ya netewî berdin, bi qedera xwe werin serî û teslîmî dewleta tirk bibin.
Şer, yekalî nayê rawestandin, aliyê kurd çiqasî bixwaze jî nabe, dibê dewleta tirk jî were nuxteya agirbestê.
Heta ku tirk neyên wê nuxteyê, PKK û DTP çi bikin jî şer ranawest e, ji ber ku dewlet nasekine, dibê ezê "bigerim, bibînim û bikujim..."
Netîce dibê PKK jî xwe li gor vê şêla dewleta tirk hazir bike.
Wekî din çare tuneye.
Ji piran pir, ji hindikan hindik diçe...

03 juni 2009

Xwezî min zimanê kurdî di vî halî da nedîta

Weleh bi dilê we be ne bi dilê we be, hûn bixeyidin nexeyidin hûn bi kêfa xwe ne, lê ezê îşev jî qala hin çavdêriyên xwe yên ser zimanê kurdî bikim.
Carnan ez bêhemdî xwe ji xwe ra dibêjim, xwezî van qanalên telewîzyonên kurdî tunebûna û min li bakurê Kurdistanê ev halê zimanê kurdî yê perîşan û têkçûyî nedîta.
Yekcarnan gava wext çêdibe ez di TRT Şeşê da li programên Noşîcan be û Rêwî temaşe dikim.
Xusûsîyeta herdu programan jî ger e, têkiliya spontan ya bi gel ra ye. Herdu program jî carê diçin bajarekî, gundekî, herêmeke kurdan û Kurdistanê û bi gel ra rasterast dikevin têkiliyê û xelkê didin peyivandin.
Programa ”Noşîcan be” li ser xwarinê ye, di her programekê da diçin bajarekî Kurdistranê û xwarineke wî bajarî bi aşpêjiya du kesan didin nasandin.
Yanî du kes eynî xwarinê çêdikin û dûra jûriyeke ji 3 kesan ji herdu xwarinan jî tam dikin û xwarina yekem hildibijêrin.a
Û yê yekem xelatekê digre. Tiştekî nadin yê duyem. Esas eyb dikin, dibê yê duyem jî xelata duyemiyê bigre.
Lê çi heyf ku bîr nabin, tenê "zifekê" didin yê yekem.
Lê ev pêşbirtk/misabeqa li meydana bajêr çêdibe û gelek kes lê temaşe dike û carvarnan jî beşdarî sohbetê dibin.
Programa din ”Rêwî”, digere, dihere gund ya jî bajarekî û ew bi însanan ra têkiliyê datîne, dipeyive, hin tiştan dipirse û wesaîre…
Ji ber ku herdu program jî li gund û bajarên Kurdistanê, di nava gel da tên çêkirin loma jî meriv fersendê dibîne ku li gel guhdarî bike, kurdiya wan bibîne, dîtin û fikrên wan fêr bibe û bibe xwediyê qenaetekê.
Heta nuha min gelek cararan li van herdu programan jî temaşe kiriye. Di herdu programan da jî dema însan dipeyivin û bersîva pirsan didin, meriv dibîne ku tirkî pişt li kurdî şikandiye, kurdî êdî li ber miriniye.
Bi gotineke din kurdî êdî ji zimantiyê derketiye...
Zarok û xort û bi taybetî jî keç ya qet bi kurdî nizxanin ya jî kurdiya wan pir û pir xerab e, loma jî naxwazin dengê xwe bikin.
Kurdiya dizanin jî dişibe kurdiya turîstekî tirk, çimkî ji sedî 60-70-î gotinên bikartînin tirkî ye.
Rewşa mezinan jî ji ya biçûkan pir ne baştir e.
Mixabin kurdiya kesên navsala û kal jî pir xera bûye, ew jî êdî ji kurdîtiyê derketiye, bûye zimanekî pêkenînê.
Dema zimanek têkeve vî halî meriv pê napeyive û naxwaze bipeyive. Çimkî meriv nikane derdê xwe yê herî sivik jî pê bîne zimên.
Êdî navê ”pîvaz û ”sîrê” jî bi tirkî dibêjin.
Êdî nikanin bibêjên xwarin "şor e", "bêxwê" ye ya jî "zêde keliyaye".
Zimanek dema têkeve vî halî êdî nikane rola xwe ya wasiteya hevdufêmkirinê bilîze, êdî wê fonksiyonê xwe wenda dike.
Berê însanan nikanîbûn bi kurdî bixwenda û binivîsanda, lê dikanîbûn bi kurdî bi hev ra bidana û bistendana û sohbet bikirana.
Lê nuha ev yek jî ketiye xeterê, êdî însan nikanin du gotinan jî bi kurdî rast bibêjin, miheqeq diqelibînin tirkî.
Heta meriv bi çavên serê xwe nebîne, meriv nizane kurdî hewqasî têk çûye. Lê dema meriv li sohbet û axaftina însanên xort, li yên kal û pîran guhdarî dike, wê demê meriv dibîne ku kurdî bere bere fonksiyona xwe ya zimanbûnê wenda dike.
Dema meriv pirsekê bi kurdî ji yekî dike, di cî da devê wî/wê dikeve hev, li derûdora xwe mêze dike, dikene û dike nake, nikane bi kurdî bersîva xwe bide, sohbeta xwe bidomîne, ji her hevoka bikar tîne du sê gotin bi tirkî ye.
Xwendin û nivîsandin jixwe tuneye, îcar dema zimanê rojane jî hewqas zeîf bibe û hewqas gotinên tirkî têkeve nav, wê demê meriv dikane kurdî weke zimanekî li ber mirinê bihesibîne, yanî têxe nava zimanê mirî.
Bêguman min dizanîbû rewşa kurdî pir û pir xerab e, lê min nizanîbû ku ji nuha da ketiye komayê û li ber teslîmbûnê ye.
Bi saya hin programên TRT Şeşê, min rewşa zimanê kurdî ya kambax bi çavên serê xwe dît. Piştî temaşekirina van programên TRT Şeşê, di derbarê pêşeroja zimanê kurdî da nuha ez gelkî bêhêvîtir im...

02 juni 2009

Nezanî tişetekî pir xerab e

Yaho nezaniya zimanê îngilîzî çi kêmasiyeke mezin e…
Wey li min bavo.
Ez dibêjim ez bi çend zimanan dizanim…
Heta neyê serê meriv, meriv qedir û qîmeta zanîna zimanan, lê bi taybetî jî ya îngilîzî fêm nake.
Erê berê jî pir hindik min dizanîbû ku ev bêxwedyê zimanê îngilîzî pir girîng e, bergendî 77 zimanî ye, lê îro careke din jî min fêm kir ku yê bi îngilîzî nizanibe, bira nebêje li vê dinyayê ew bi tiştekî dizane.
Meriv 77 heft zimanî jî bizanibe têr nake, ji ber ku îngilîzî bûye zimanê dinyayê.
Gava meriv îngilîzî nizanibe weke meriv kerr û lal û kor be, meriv nikane meyleke ji meriv ra hatiye fêm bike.
Ez dirêj nekim, îro li ciyê kar carê fersend çêbû û min malpera xwe vekir. Min dît waye di bin nivîseke min da(Li kurdan dîsa ferman e)2 şirove hene. Lê yek bi tirkî ye. Dema min dest bi xwendina nivîsê kir ez di ciyê xwe da tevîzim…
Nivîsê bi gotina ”kûçik” dest pê dikir û bi ”kûçikê biçûk, kûçikê mezin, kûçikê nizanim çawa…” kûçik û kûçik, heta dawiyê digot kûçik û qla kûçikan dikir.
Lê bi îngilîzî jî hin tişt digot, bes min fêm nekir.
Jixwe ne mimkûn e ku fêm jî bikim, çimkî du gotina jî bi înglîzî nizanim.
Min got miheqeq tirkekî faşîst e li min heqaretê dike û belkî jî dewleta tirk li min elimandibe…J!
Û him jî bi gotina ”kûçik” heqaretê li min dike…
Weke hin nivîskarên ”pir mezin” dibê yekcarnan jî meriv bi paçan serê xwe mezin bike û xwe di neynika dêwan da bibîne.
Çimkî dema meriv xwe li mezinayiyê nerewisîne, xwe lê ranekşîne meriv tu carî mezin nabe, merivê tim ”biçûk” bimîne.
Welhasil bi xwendina nivîsêra dinya li ber çavê min reş bû, min xwe wenda kir…
Min ji xwe ra got, îcar ezê bi tirkan ra bi tirkî bipeyivim!
Min xwest nivîsê bavêjim, nehat avêtin, min gelkî li ber da nebû.
Ji mecbûrî min dîsa berê xwe da Nîhatê swêregî, mêrê roja teng û jê ra meylek şand û jê rica kir ku wê şiroveyê tavilê bavêje.
Mala Nîhat ava be, piştî demek kin camêr nivîs ji malpera min avêt û bi notekê
ji min ra got:
”Min ew kommentar avêt. Ew reklama malpereka ku kûçikan difroşe bû. Ne tiştekî li dijî kurdan bû. Îhtîmala mezin ew kes nizane ku ev blog kurdî ye jî.”
Piştî ku min ev nota Nîhat xwend bîna min hinekî fire bû.
Min ji xwe ra got, lawo nezanî çi tiştekî xerab e. Yanî nuha ne xêra Nîhat bûya dibe ku li ciyê rehetiyê ji destê min qezayek derketa(!)..:)
Ya din jî min ji xwe ra got, hela bala xwe bidê ez çi merivekî bêşans im, bêyî kurdî ez bi tirkî û swêdî(çend gotinên min yên erebî jî hene)dizanim, lê herdu ziman jî serê sîrekê jî pere nakin.
Jixwe tirkî tew ez nizanim ez çawa fêr bûm, xwezî ez fêr nebûma û ji vî zimanî bêziman bimama.
Swêdî jî bi rengekî dişibe kurdî, zimanê malê ye, tenê li malê pere dike yanî li Skandînawyayê xêra wî digihîje meriv.
Lê gava meriv ji Swêd û herî zêde jî ji Skandînawyayê derkve li tu dereke din pere nake, dibê meriv bi îngilîzî, spanyolî, fransî ya jî alamnî bizanibe.
Herçî zimanê tirkî ye jixwe bêyî Tirkiyê li tu dereke din kes pênc pereyê xwe tê nade, eynî ew jî weke pere, pasaport, ehlîyet û dîplomeya Tirkiyê ye, tenê li Tirkiyê derbas dibe, li tu welatekî din derbas nabe.
Nezanî tiştekî xerab e, lê nezaniya îngilîzî pir û pir xerab e û kêmasiyeke mezin e jî...

01 juni 2009

Kemalîstên kurd dixwazin DTP-ê ji kurdayetiyê dûr bixin

Cîgirê serokê grûba DTP-ê û parlamenterê Diyarbekrê Selahattin Demirtaş, dîsa dest bi berdevkiya kemalîzmê kir û li dijî parlamentoya kurd û gotinên Mûrat Karayilan, ji bo kurdan ew modela Skoçyayê dixwzin, derket û got pêkhatine tiştekî wiha ewê bibe sebebê felaketeke mezin û derketina şerekî di nabêna kurd û tirkan da.
Di rojnameya Hurrîyetê da Enîs Berberoglu di nivîsa xwe ya do da qala axaftineke xwe ya telefonê ya bi Selahattîn Demîrtaş ra dike. Berberoglu dibêje, wî bi telefonê bi Selahattîn Demîrtaş ra li ser ”êrîşa dawî û avakirina parlamentoya etnîkî” sohbet kirye.
Li gor Berberoglu dinivîse, Demîrtaş jê ra gotiye, ew parlamentoya kurd naxwazin, ”parlamentoya kurd li ku ava dibe bila bibe, li wê herêmê muheqeq hin grûbên etnîkî yên din, tirk, ereb, suryanî, keldanî ewê hebin. Ji ber vê yekê jî tiştekî wiha ewê ne li gor avahiya Tirkiyê ya civakî û sosyolojîk be.”Wek tê dîtin mêrik ji parlamenterekî kurd bêtir, weke berdevkê dewleta tirk dipeyive û dibêje heger kurd doza parlamentoyeke kurd bikin, miletê din jî ewê li wan binêrin û ewê jî eynî tiştî bixwazin.
Û ev yek jî ne li gor şertên Tirkiyê ye.
Îcar ji bo ku miletê din jî doza tiştekî wiha nekin, dibê kurd jî tişetekî wiha nexwazin, dema bixwazin ewê bibe sebebê şer.
Tiştê Selahettîn Demîrtaş dibêje bi kurtî ev e.
Ev 86 sal in parlamentoya tirk heye, kurd, ereb, suryanî û bi dehan miletên din di bin destê tirkan da dijîn. Demîrtaş efendî li tu anormaliyê di vir da nabîne, li dijî vê dernakeve.
Lê dema dor tê ser avabûna parlamentoya kurd dibêje nabe. Çimkî li Kurdistanê bêyî kurdan miletên din jî hene.
Ev yek ne li Kurdistanê tenê, li herdera dinyayê wiha ye.
Li Swêd jî herêmek tuneye ku tenê swêdî bin, li her bajarî bi dehhezaran hindikayiyên ne swêdî hene.
Yanî ji ber ku wiha ye, swêd ewê parlamentoya xwe fesih bike ya jî bo her grûbeke etnîkî ewê parlamentoyekê ava bike?
Em dev ji Swêd û ji welatên din berdin, ma Tirkiye jî ne wiha ye?
Ma li kîjan herêma Tirkiyê tenê miletê tirk dijî, kurd, ereb, asûrî, suryanî, ermenî, cihû, çerkez, çeçen û miletên din tunene?
Çima ji tirkan radibe, çima ewê ji kurdan ra nebe?
Demirtaş xwedêgiravî kurd e, lê bi çavê tirkekî kemalîst li mesela kurd dinêrê. Ji xwe ra kûsiya û ji xelkê ra jî masiya digre.
Demîrtaş gotiye avabûna parlamentoya kurd”ewê bibe sebebê felaketê.” Berberoglu gotiye, ”te ji bo çi îfadeya ewê bibe sebebê felaketê” bikar anî?
Demirtaş îzah kiriye, gotiye:
”Yanî li Tirkiyê gava grûbeke etnîkî bixwaze xwe ji grûbên din yên etnîk cuda bike, yanî daxwazeke wiha bide pêş…Ya jî modela xwe ya rêxistinî bide pêş, em bibêjin weke parlamentoya kurd derxe pêş, wê demê ev yek ewê here şerekî etnîkî. Yanî grûbên din, di serî da tirk ewê ji vê nerehet bin. Nuha di nabêna PKK-ê û dewletê da şerek heye, lê ev yek negihîşt şerekî etnîkî. Dem dem rîsk hene. Lê nêta kurdan ya avakirina parlamentoyeke kurd di nava Tirkiyê da ewê di nava grûbên din da xweş neyê dîtin û bere bere di nabêna grûban da ewê bibe sebebê minaqeşê û belkî jî here bigihîje şer. Qesta min ya ji felaketê ev e.”Jixwe dewleta tirk jî eynen van argumentan dide pêş, dibêje heger em mafê kurdan yên netewî bidin, zimanê wan serbest bikin, bikin zimanê resmî û perwerdeyê wê demê grûbên din jî weke kurdan ewê doza mefên xwe bikin û ev yek jî ewê bibe sebebê perçebûna Tirkiyê. Û ji bo ku Tirkiye perçe nebe em mafê kurdan jî nadin.
Selahattîn Demîrtaş jî weke tirkekî kemalîst û neteweperest ji kurdan ra eynî neqaratên dewleta tirk tekrar dike.
Li gor Demirtaş, dema kurd parlamentoya xwe bixwazin, miletên din jî ewê eynî mafî bixwazin û ev yek jî dikane bibe sebebê perçebûna tirkiyê.
Û ya din jî jixwe li Kurdistanê tenê kurd najîn, tirk, ereb û asûrî jî hene. Loma jî nabe ku kurd bibin xwedî meclîs.
Heger li Tirkiyê hin grûbên etnîkî yên din jî hene û ew jî mafên xwe dixwazin bêguman dibê dewlet mafê wan jî bidê, ne ku ji bo ku yên wan jî nedê, divê yê kurdan jî nede.
Heger li Tirkiyê miletên din hene û mafê wan hatiye înkarkirin, ji bo çi dewletê heqê wan bixwe?
Ya rast ew e ku dibê mafê wan jî bidê.
Lê li gor Demirtaşê kemalîst, dibê dewlet ne mafê wan û nedê. Û ji bo ku dewlet kanibe mafê grûbên din bixwe, dibê kurd jî doza mafê xwe nekin.
Helbet ev ne cara pêşî ye ku Selahattîn Demîrtaş ji berdevkiya miletê kurd bêtir abûqatiya tirkan dike, menfaetên wan diparêze.
Berî nuha bi çendakî li dijî gotinên Ahmet Turk,”bira zimanê kurdî bibe zimanê resmî” derketibû û gotibû em tiştekî wiha naparêzin, nabe ku zimanê kurdî bibe zimanê resmî û perwerdeyê.
Ji roja Selahattîn Demîrtaş di nava DTP-ê da derketiye pêş û ketiye meclîsê û virdaye di nava kurdan da rola ”Hespa Truvayê” dilîze, di nava DTP-ê da kîjan kurdê welatperwer doza mafê kurdan bike, daxwazeke rast û biheq bide pêş, tirk tavilê diçin xwe bigihînin Demîrtaş û hin kesên weke wî û gotinên li dijî kurdan bi wan didin gotin.
Van gotinên Demîrtaş yên li dijî pêşniyara Mûrad Karayilan(modela Skoçyayê) bêguman him li Tirkiyê û him jî di nava kurdan da olaneke mezin da. Wisa hat fêmkirin ku DTP li dijî pêşniyara Mûrad Karayilan(serokê KCK-ê)e.
Li ser vê meselê heta nuha beyanek KCK-ê ya jî ya Mûrad Karayilan tuneye. Lê îro di ajansa ANF-ê da beyaneke Demirtaş ya nivîskî heye. Di beyanê da Demirtaş ji gotinên xwe yên berê çerx dike, dibêje efendim wî tam wer negitiye, gotinên wî ”bi metodên mûçinkirinê hatine bikaranîn” û rengekî fena ku DTP li dijî pêşniyarên PKK-ê ye danê, lê rastî ne wiha ye.
Û nizanim hin organên çapemeniyê bi zanetî gotinên wî belovacî kirine, vana kesên nêtxerab in û li hember kurdan şerekî psîkolojîk dimeşînin û nizanim çi û nizanim çi…
Diyar e PKK ji van gotinê Demîrtaş gelkî aciz bû û bi îhtîmaleke mezin ”guhê wî kişandin” û ew jî mecbûr bû îro hinekî virda û wêda çerx bike.
Lê Demirtaş di beyana xwe da negotiye ku min tiştekî wiha ji Enîs Berberoglu ra negotiye, gotiye ”hin organên çapemeniyê gotinên min tahrîf kirine”.Lê negotiye kîjan gotinên wî û kê tahrîf kiiye?
Berberoglu, dibêje min telefonî Demirtaş kir û wî ji min ra wiha wiha got. Heger derew e weke mêran tekzîb bike, bibêje tu derewan dikî, min wiha negotiye.
Lê derew e, tiştê Berberoglu nivîsandiye rast e, bes ji mecbûrî îro înkar dike.
Lê ev yek nayê wê maneyê ku Demirtaş dev ji van dîtinên xwe berdaye. Tiştê Berberoglu nivîsandiye dîtinên Selahettin Demirtaş yên rast û ji dil in û beyana îro jî tenê çerxkirineke ji mecbûrî ye...

31 maj 2009

Li kurdan dîsa ferman e...

Bîstek berê ez bi kokima dayika xwe ra peyivîm.
Piştî ku me bîstekê li hal û demê hev pirsî, qala hin tiştên virda û wêde kir û wê jî hemû duayên xwe yên ji bo min û zarokan temam kir, min mesele dagerand ser siyasetê û jê pirsa ”li Diyarbekrê çi heye, çi tuneye, halê milet çiye?” kir.
Dayika min ya jîr û siyasetmedara gelêrî mihyayî mesele zêde dirêj nekir, got:
-Lawê min, weleh li kurdan ferman e, ne şev heye ne roj heye, kurdên feqîr li nava bajêr û li parkan belav bûne û qîrîn û hawara wan e, feqîran aşîtiyê dixwazin.
Ahmet Turk hatiye, li her derê civîn e û meş e, feqîro virda û wêda bazdide û dibê em ”barişi/aşîtiyê” dixwazin, dibêje şer rawestînin, girtiyên me berdin û avekê liv î agirî kin.
Diyarbekr rabûye ser piya, xew nakeve çavê kesî. Do heta donzdê şevê milet li nava bajêr û li parkan belav bûbû û dikirin gazî û hawar…
Lawo weleh heta tu bixwazî zulm pir e, neheqî pir e, lê tişt ji destê me nayê.
Piştî ku min li diya xwe guhdarî kir, min baş fêm kir ku dewlet li Diyarbekrê teroreke pir mezin dimeşîne, zulmeke bêhudûd li milet dike.

Û ev terora dewletê hewqasî berfireh e ku êdî pîreke weke diya min jî vê zulmê his dike û ew jî weke pêşiyên kurdan, weke Şivan Perwer dibêje, li kurdan ferman e, dîsa fermanan me kurdan e…Weke diya min jî got, bi rastî jî ev demeke li me kurdan ferman e, dewlet bi hemû hêza xwe dajo ser PKK-ê û DDTP-ê, li hember endam û dilsozên wan teroreke nedîtî dimeşîne.
Pûlis davêjin ser bînayên sendîkeyan, ser malên xelkê û li gor kêfa dilê xwe însan digrin, davêjin hefsê û terorîze dikin.
Bêyî DTP-ê kes nabêje çima hûn vê zulmê û vê çavsoriyê li milet dikin?
Dewletê ji xwe ra bahaneyek dîtiye, dibêjin efendim ew li dijî kadirên PKK-ê yên di nava rêxistinên sivîl da vê operasyonê dikin.
Ma ji dewletê ra bahane tuneye, hema dikane herin bi gewriya diya min jî bigrin û bibêjin tu propagandeya PKK-ê dikî.
Dema hêzên ewlekariyê wiha bikin ma kî dikane bi destê wan bigre, kî dikane wan bide rawestandin?
Bêguman kes nikane.
Heta bêsûciya diya min were fêmkirin hasilê here mûsil û ewê çend rojan ya jî çend hefteyan di girtîgehê da bimîne.
Û belkî jî dûra bitirse û carake din newêribe li hember zulma dewletê vekirî bipeyive.
Bi vê terorê hesabê dewletê ev e, milet çavtirsiyayî bike.
Lê heger rêberên kurd jîr û zane bin û dev ji daxwazên xwe yên netewî bernedin, bi devê berdevkê dewletê nepeyivin gel guh nade van êrîşan û dev ji têkoşîna xwe bernade, li hember zulmê serê xwe natewîne.
Belê, bi rastî jî dîsa li me ferman e, fermana me kurdan e...

30 maj 2009

Di genê tirkan da tirkîtî derneket

Careke din derket ortê ku li Ewrûpayê miletê koka wî herî tevlihev û xwîna wî xerabûyî miletê tirk e. Bi gotineke di xwîna tirkan da tirkîtî tuneye.
Li gor lêkolîna şîrketa îGenea, di nava gelên li Ewrûpayê djiîn da di warê genetîk da ”civata herî tevlihev û herî xwedî ne xwîna safî” gelê tirk e.
Aliman li çarhawêlî Ewrûpayê ji însanan nimûneyên DNA top kirine û li ser wan analîz kirine.
Piştî analîzên dûr û dirêj careke din derketiye ortê ku bi miletê tirk ra genên ayidî heyşt grûbên cihê hene.
Û ev jî tê wê maneyê ku li ser parzemîna Ewrûpayê, civata herî tevlihev û ji genê miletekî dûr tirk in. Yanî xwîna miletê tirk pir tevlihev e.
Li Ewrûpayê xwîna tu miletekî din bi qasî ya miletê tirk ne tevlih e. Ji ber ku mahcirên Balkan û Kafkasan vê rastiyê dizanin loma jî ji lêkolînên wiha ilmî xwe gelkî aciz dikin û di çapemeniyê da zêde cî nadin minaqeşeyên li ser mijarên wiha.
Li gor beyana berpirsiyarên îGenea ”surprîza lêkolînê ya herî mezin” netîceya li ser miletê tirk e.
Alimên ev lêkolîn kirine dibêjin, dema avahiya/struktûra genetîk ya însanên li tirkiyê dijîn û xwe tirk qebûl dikin tê tetkîkkirin ”şop û genên ayidî heyşt grûbên cihê”, yanî genên heyşt miletên cihê tê dîtin.
Aliman gotiye, li Ewrûpayê û li herêma derdora Tirkiyê bêyî miletê tirk, tu miletekî din ê xwedî geneke hewqas tevlihev tuneye.
Ev ne cara pêşî ye ku zana û alim li ser xwîna tirkan ya tevlihev digihîjin vê netîceye.
Çend sal berê jî hin alimên emerîkî li ser nimûneyên xwîna çend hezar mirovên tirk lêhûrbûneke bi vî rengî kiribûn û ew jî gihîştibûn vê netîceyê.
Di netîceya wê lokolînê da jî derketibû ortê ku li Tirkiyê herî zêde ji sedî bi 10-ê nufûsê ra xwîna(gena) tirk heye, ji sedî 90-ê tirkan ne xwedî gena tirk e.
Jixwe li gor destana ”Asena”yê tirk ji zuriyeta gur tên. Loma nîjadperstên tirk jixwe ra dibêjin ”Bozkurt/Gurêboz”.
Di destana ”Asene”yê da tirk hemû hatine kuştin,ji wan tenê zarokekî nîvkuştî maye û ew jî li ber mirinê ye.
Lê gurek vî zarokî ji mirinê xelas dike, lê dinêre, mezin dike û dûra jî pê ra dizewice.
Û di netîceya vê zewacê da miletê tirk ji gur û însan sadir dibe.
Yanî li gor destanê, miletê tirk ji însan û ”gurekî boz” sadir bûye û loma jî di genê tirkan da genê heywanan jî yanî yê ”gur” jî heye.
Heta hin nîjadperestên tirk dibêjin, ew ”kurt kopek” bûye, yanî ew tam ne gur bûye, ew ”nîv kûçik û nîv gur” bûye.
Îcar ji ber ku di xwîna tirkan da xwîna gur jî heye loma jî tirk miletekî dişibe guran û pir dirinde ye.
Ji ber ku ”gurêboz” sembola neteweperstên tirka ye, loma jî artêşa tirk rîxistineke bi navê ”Ergenekonê” ava kiribû û generalan dixwestin di bin vî navî da darbeyeke leşkerî bikirana.
Lê hukûmeta AKP-ê bi haziriyên gneralan hesiya û loma jî darbe biser neket, çend genaral jî di di nav da, gelek zabit û brokratên endamên Ergenekonê hatin girtin.
Gelek kes ji doza Ergenekonê hîn jî di hundur da ne û doz hîn berdewam e.
Yanî ji kevinda ye ”gur” ji alî nîjadperestên tirk ve wek semboleke pîroz tê qebûlkirin û bi serbilindî ji xwe ra dibêjin ”gurênboz”.
Nîjadperest û faşîstên tirk di êrîşên xwe yên ser kurdan da jî gelekê caran tiliyên xwe dikin wek serê gur û weke guran dizûrin û di zanîngehan da weke gurên devbixwîn dajon ser xwendevanên kurd.
Tiştekî pir normal e ku genê tirkan ne paqij be û genên gelek miletên din tê hebe.
Lê tiştê herî balkêş, aliman çawa genê gur jî di genê tirkan da nedîtiye, dibê genê gur û belkî genên hin lawirên din jî hebin.
Ji ber ku di destan û efsaneyên tirkkan yên herî mezin da tê gotin ku tirk ji zuriyete gur tên û alim û neteweperstên wan jî vê yekê qebûl dkikin û gur ji xwe dikin semboleke netewî.
Li gor lêkolîna îGenea yê genên bi tirkan ra hene ev in:
1)Tirk
2) Berberî
3) Hellen
4) Cermen
5) Slav
6) Arap
7) Cihû
8) Îlîrya
Weke tê dîtin lêkolîn tenê li ser tirkan hatiye çêkirin, kurd têda tune ne.