04 mars 2017

Heta şêx hebin mirîd jî ewê hebin.


Gava mirîd li ber erbanê bi cuzbê dikevin xwe wenda dikin. Dikevin ekstazê.
Di haletê ekstazê (ecstasy) da diyaloga bi mirîda ra ne mimkûn e, tu jê ra çi bibê jî deng naçiyê, çimkî bi cuzbê ketiye, di ekstazê da ye.
Di haletên wiha da diyaloga bi mirîda ra karekî beyhûde ye, dibê meriv xwe newestîne.
Mirîdê bi cuzbê ketibe, di ekstazê da pir tahlûkeye jî, kane xwe jî û te jî seqet bike.

XXX
Bi şerê li hemberî hovên Daîşê, piştî bedelekî pir giran û micadeleyeke bêemsal, kurdan li dinya nav û deng da, dinya bû heyranê qehremaniyên keç û lawên kurd.
Hin hêzên kurd bi şerên hev dikin vî nav û dengê kurdan yê baş û ev sempatiya li dinyayê li hemberî kurdan çê bûye xera bikin.
Di dîroka me ya nêz da kurdan çend caran şer wek metodekî çareseriya gelşên nabêna xwe ceribandin.
Lê belê her car jî dawiya wê bû poşmanî û malwêranî.
Dibê em dersê ji dîroka xwe bigrin û şer tu carî wek metodeke çareseriya gelşan nebînin…
Bi hêviya aqil bi ser keve û serokên kurdan kêfa neyaran bi me neynin..



XXX
Tu gotin, tu risim bi qasî vî rismî rewşa kurdan ya îro îzah nake.
Ev herdu nêriyên pezkûviyan ên bi quloçan hatine hev û dikin hev du bixwin kurd in…
Û pilingê dest bi xwarina wan kiriye jî Tirkiye û Îran e.
Ji dêlî ku herdu şerê hev nekin û li hemberî dijminê dixwaze wan bixwe bibin yek, şerê xwe didomînin.
Bi vî şerê xwe karê piling rehet dikin. Piling nuha ewê herduyan jî bixwe…
Noşîcan be…

03 mars 2017

Dibê meriv nakokiyên nabêna hêzan pîj neke

Ji bo hemû xwendevan, dost û hevalan !
Ez dixwazim li vir ji hemû nas, dost, heval û xwendevanan ra tiştekî bibêjim.
Welatê me di rewşeke pir krîtîk da ye, ez naxwazim bi vê platforma xwe vê rewşa krîtîk xerabtir bikim, di nabêna xwendevanan da bibi sebebê minaqeşeyên ne xweş.
Lema jî ez qebûl nakim li vir dijminatiya tu hêzê were kirin...
Nivîsên êrîşkar, yên heqaretê li partiyekê, li hêzekê dikin ezê rakim.
Îro ne roja kurd ji hev ra xeberan bidin û neyartiya hev bikin.
Kî bike jî ez di malpera xwe da nakim.
Rexne, beyankirina fikir ser seran, ser çavan, lê êrîş, heqaret, îthamên ne xweş na, ez qebûl nakim.
Ez naxwazim bibim platformeke dijminatiyê dixe nabêna kurdan û têkiliyên kurdan xera dike.
Dibê di rexneyên xwe da em maqûl û siyasî bin, zimanekî dostane bi kar bînin û heqaretê li tu hêzê nekin.
Bi hêviya hûn min fêm bikin...



XXX
Erdogan piştî 6 sal piştgiriya bi hêzên cîhadçîyên îslamî û Daîşê ra li Sûriyê bi ser neket, nuha jî dixwaze gelşekê, herbekê bi Almanyayê ra derxe.
Çimkî Erdogan bêyî aksiyon nikane bijî, dibê tim şer û teşxele hebe, tim hin dijminên wî hebin. Tim bi hinekan ra di nava şer da be.
Ancax bi vî hawî kane propagandeya pan-turkîzmê bike, ancax bi vî hawî kane tirkên kêmaqil bixapîne…
Mêrik gotiye dibê Almanya ji ber hevalbendî û piştgiriya bi terorê û terorîstan ra were mahkimekirin.
Bi Xwedê mêrik ji şûrê xwe tûjtir e, serokê terorîstên îslamî yê li pişt perdê, Almanyayê bi hevalbendiya terorîstan îtham dike, dibêje gerek Almanya were mahkimekirin.
Terorîst jî kurd in, kurdên li Almanya dijîn, ji ber ku Almanya her kurdê Erdogan dixwaze nade, Almanya dibe hevalbendê terorîsta.
Lê sûcê ewrûpiyan e, heta ku ewrûpî ev ewrûpî bin, Erdogan ewê tim xwe li wan rakişîne û heqaretê li wan bike.

Dibê em wek milet li dijî şerê birakujiyê rabin ser nigan !



Tiştê Erdogan xeyal dikir û plan kiribû wa ye dikeve pratêkê, li nahiya Sinûnê di nabêna hêzên pêşmerge û gerîlayên PKKê da şer derketiye.
Li gorî Rûdaw dinivîse li Xanesora Şingalê jî di nabêna pêşmergeyên Roj û hêzên YBŞê da şer derketiye.
Ev ne heneke û ne jî lîstik e, dibê em wek milet li dijî şerê birakujiyê rabin ser nigan. Heger em bêdeng bimînin ev şer kane mezintir bibe…
Tirk ji kêfa difirin…
Şerê gerîla û pêşmerge ji bo miletê kurd ev felaketeke mezin e, dibê hemû kurd, hemû partiyên kurdan di zûtirîn wext da, hîn şer mezin nebûya li dijî prova şerê birakujiyê, vî şerê kurd û kurdan derkevin.
Kî emrê şerê birakujiyê, şerê kurdan xwe bi xwe bide dibê meriv naletê lê bibarîne…
Tu pêşmerge û gerîla dibê tifinga xwe nekin sînga hev û guleyan bera hev nedin û emrekî wiha qebûl nekin …
Kî tiştekî wiha bike û birayê xwe yê kurd bikuje îxanet e !
Di şerê birakujiyê da yê bi heq tuneye, gelşên nabêna kurdan çi bin jî dibê bi riya diyalogê werin çareserkirin, ne bi kuştinê.
Şerê birakujiyê malwêraniya hemû hêzan e, felaketa miletê kurd e. Û planeke dijmin e.
Sebeb çi dibe bira bibe, ji şerê birakujiyê ra na !


Di dîroka me ya nêz da kurdan çend caran şer wek metodekî çareseriya gelşên nabêna xwe ceribandin.
Û her car jî dawiya wê bû poşmanî û malwêranî.
Lema jî serokên kurdan bi hev ra sond xwarin û gotin birakujî li kurdan heram e, gotin kurd êdî ewê tu carî tivinga xwe neke sînga birayê xwe.
Di vî warî da sond xwarin û soz dan gelê xwe…
Şerê nabêna PKKê û PDKê li başûr û rojava têkçûna her kesî ye, felaketeke ez naxwazim bifikrim…
Sibe eynî tişt kane di nabêna YNKê û PDKê da jî dest pê bike. Û ji xwe wa ye hin îşaretên ne xweş jî hene.
Şerekî nabêna PDKê û PKKê ne şerê çend kesan e, ewê ji bo kurdan bibe felaketeke netewî, Kurdistana Federe jî kane têk biçe…
Dijminên me pir in û hemûyan jî dora me girtine. Ancax bi yekîtiyê, bi aqilekî selîm em kanin xwe li hemberî van gurên har biparêzin.
Şerekî birakujiyê ewê îmkanên mezin bidin van gurên har û piştgirî û semapatiya îro ji me ra çêbûye ewê nemîne.
Lema jî dibê meriv ji şerê nabêna hêzên kurd ra, kîjan hêz dibin bira bibin, tu carî li çepikan nexe û nebêje çare şer e û zor e.
Na, şer û zor tu carî, lê belê tu carî ne rast e…
Halê Sûriye û Îraqê li ber çava ye…
Dibê em ibretê ji van dewletan bigrin…
Dibê em îbretê ji dîroka xwe bigrin…






XXX
Gaveke pir xeter !

Li gorî BasNew dinivîse hin pêşmergeyên YNKê li Kerkûkê dest danîne ser du sê bîrên petrolê.
Berdevkê hukûmetê Sefîn Dizayî nerazîbûn nîşan daye û gotiye girtina bîrên petrolê bêqanûnî ye.
Ev îşareteke pir tahlûke ye.
Gelş îro bi Bexdayê ra xuy dike, lê sibe PDK jî kane tevê bibe. Lema jî yekîtiya kurdan muhîm e.
Gava gelşên heyî neyên çareserkirin û yekîtî tunebe netîce ev e. Hela ka em binêrin bersîva Bexdayê û PDKê ewê çi be?
Çimkî berpirsê YNKê yê Kerkûkê gotiye Bexda peymanê bi cî nayne û para gelê Kerkûkê nade. û Wan hefteyek molet dana Bexdayê.
Heger PDK biaqilane hereket neke û gelşên xwe yên bi partiyên din ra tavilê çareser neke rewş pir tahlûke ye.,
Tiştê miletê kurd li hêviyê ye ne ev e, kurd dixwazin PDK, YNK û Goran wek bira rûnin gelşên nabêna xwe zû çareser bikin, meclîsê bekin. û Li hemberî Bexdayê jî yekdeng bin.

Malbateke ereb li El Babê vedigere mala xwe...

Rojnamevanê tirk Mehmet Tezkan, li ser rismê vegera malbeteke ereb li el Babê wiha nivîsî ye:


"Bav li pêş...
Jina wî li dû. Di hêmêzê da zarokekî heyşt ya jî neh mehî…
Li pey dê (dayikê) du zarokên din hene. Umrê wan sisê çar. Em bibêjin pênc…
Li pey wan herdu zarokan çar zarokên din…Neh, deh, yanzde, donzde. Yê herî mez pir pir panzde salî ye..
Rismê Rojhilata Navîn ev e. Rismê birçîtiyê, feqîriyê, cehaletê…
Heyşt zarok…
Tu nikanî lê binêrî, nikanî xwedî bikî, nikanî perwerde bikî…
Tu yê çêkî û bera kuçê bidî…
Li Sûriyê di 2011a da şerê hundur dest pê kir. Ev bûn şeş sal…
2014a da Daîş ava bû. Ev bûn çar sal.
El Bab sê sal in di bin îşxalê da ye.
Hemû avahî xerabe ne.
Di zêrzemiya xênî da xwe veşrtine. Bênan, bêav mane…
Lê belê nabên nedane çêkirina zarokan…”
///Mehmet Tezkan

Her cara ku telewîzyona Swêd dîmenên ji kampên koçberên Sûriyê nîşan dide, dîmenên jinên ereb yên zarokek di himêzê da û 6, 7 heb jî li pey di riyan da nîşan dide ez û xanim vê pirsa Mehmet Tezkan kiriye, (di van şertan da meriv çawa kane zarokan çêke) ji xwe dikin.
Di nava hewqas şertên ne însanî da, di kampên perîşaniyê da, di rêyên Ewrîpayê da, di nava hewqas însan da çawa kîrê meriv radibe, çawa meriv kane xwe bigihîne hev ?
Ez dikim nakim ez vê muamaya ereban fêm nakim…



Çavuşoglu: Heger hêzên YPGê ji Minbicê paş da venekişin emê lêxin.


Ev çend roj in Tirkiyê dîsa bela xwe di YPGê û kurdên rojava daye, her roj gundên kurdan topbaran dikin.
Serokkomar Erdogan, serokwezîr Bînalî Yildirim, wezîrê karên derve Mevlud Çavuşoglu yek bi yek kurdan gefê li kurdan û heta li Emerîkayê dixwin, dibêjin gerek PYD Minbicê teslîmî me bike û emê jî dû ra teslîmî ”xwediyên Minbicê” bikin.
Çavuşoglu îro di civîna çapemeniyê da got, Tirkiyê ji Amerîkayê ra  gotiye eger hêzên YPGê ji Minbicê venekişe, ewê êrîşî wan bikin û wan bi darê zorê ji Minbicê derxin.
Tirk bûne xwîna kera reş, bûne mukir, bûne qîr û bela û ketine deriyê me kurdan...
Em çi dikin ji me nagerin.
Kurdên bakur ne bes e, nuha jî bela xwe ji kurdên rojava venakin, dixwazin ew jî wek kurdên bakur wer bindest bimînin, li Sûriyê nebin xwedî maf û desthilat.
Erdogan berê mitefikê Daîşê bû, bi salan xwe ji cîrantiya Daîşê aciz nekir, pê ra tîcaret dikir.
Nuha dibêje Daîş terorîst e.
Erdogan berê digot gerek Esed here, gerek rejîma wî biguhere.
Nuha dev ji çûna Esed berdaye, îcar dibêje gerek PYD û YPG nebîne. Nuha dixwaze bajaran ji PYDê paqij bike, dibêje heger PYD ji Minbicê venikişe emê lêxin.
Îro ji bo Tirkiyê dijminê herî mezin ne Esed e û ne jî Daîş e, kurd in, PYD û YPG ye. Tirkiye li hemberî kurdan û ji bo kurd li Sûriyê nebin xwedî mafekeî herî biçûk kane bi her kesî ra tifaqê jî û şer jî bike.
Heqîqet ev e. Dibê kurd viya bibînin….
Kurdên hîn jî bi AKPê ra ne piştgiriyê didin vê siyaseta Erdogan…

Çavişoglu dibêje Minbîc bajararekî ereba ye. PYDê ev bajar bi zor ji ereban stendiye. Em wek Tirkiye dixwazin vî bajarê ereban ji PYDê bigrin û teslîmî xwediyên bajêr yên eslî bikin.
Berî her tiştî Minbîc ne bajarekî ereba ye, piraniya erebên wir di çarçeweya ”Kembera Erebî” da ji alî rejîma Baasê ve li wir hatin bicîkirin.
Minbîc, tarîxî jî, sosyolojîk jî û coxrafîk jî bajarekî kurda ye.
Lê helbet ereb jî li wir hene.
Û kurdan tu carî ereb ji wir dernexistine.
Ji xwe hêzên HSDê nîvî ereb û tirkmen in, tenê ne kur din.
Lê em ferz bikin ku Minbîc bajarekî ereba ye û kurdan girtiye. Ev meseleyeke di nabêna ereban û kurdan da ye, meseleyeke di nabêna Sûriyê û PYDê da ye, çi îşê Tirkiyê pê heye?
Minbîc ne bajarekî Tirkiyê ye û ereb jî ne tirk in, de îcar Tirkiye çima xwe tevî meselê dike û dixwaze bajêr ji kurdan bigre û bide ereban?
Di vir da meriv neyartîya Tirkiyê ya bi kurdan ra dibîne.
Ji bo ku kurd nebin xwedî maf, berpirsiyarên hukûmetê hezar û yek derwan dikin, dixwazin bi Esed ra bibin alîkar.
Ka xwedêgiravî li dijî Esed bûn?
Mesele vekirî ye, tirk dibêjin emê nehêlin kurd li Sûriyê ji bindestiyê derkevin û welatê xwe rizgar bikin. Heger Sûriye nikanibe şerê kurdan bike, emê bikin.
Û di vî warî da biryara xwe dane, mirina xwe kirina çavên xwe, bi rastî jî ewê êrîşî kurdan bikin.
Bi qasî meriv dibîne ji bo ku bela xwe ji kurdan vekin û êrîşî kurdan nekin emerîkiyan gelek hewil da.
Lê garantî û hewildanên emerîkiyan pere nekir û tirkan dev ji israr xwe berneda.
Li ser vê, ji bo ku rê li ber êrîşa wan bigrin Emerîkayê leşkerên xwe li Minbîcê bi cî kirin. Gotin belkî bi vî hawî dev ji êrîşê berdin.
Lê wer xuya ye vê tedbîr Emerîkayê jî pere nekir.
Du roj berê bi balafiran li hin Minbîcê û der û dorên leşkerên emerîkî xistin. Gotin Rûsyayê bi şaşî lê xist, lê vir e, tirk bûn.
Tirk wiha bêperwa hereket dikin ji ber ku zanin Emerîka ewê bi kurdan ra şerê wan neke.
Ji ber ku viya zanin lema jî vê stûriyê dikin.
Emerîka zorê bi kar nayne, dixwaze bi gotinê îqna bike, lê tirk bi gotinê îqna nabin.
Emerîka ne bi xwe zorê bi kar tîne û ne jî dihêle kurd xwe biparêzin û bersîvê bidin wan.
Ev yek jî tirkan bêtir har dike.
Li gorî hin xeberan dibêjin YPG ewê Minbîcê teslîmî hêzên Sûriyê bike ya jî tew hin herêm teslîm kiriye.
Heger ev rast be, bi îhtîmaleke mezin ev pêşniyara Emerîka ye, Emerîka dixwaze tirkan bi vî hawî rawestîne.
Çimkî ji bo Emerîka ne mimkûn e bi YPGê ra şerê dewleteke endamê NATOyê bike.
Tirk viya baş zanin. Lema jî vê stûriyê û çavsoriyê li kurdan dike..
Dersa em kurd ji vê şêla Tirkyê ya antî-kurd derxin, Tirkiye ji bo kurdan welatekî pir neyar e. Û ji bo ku em li tu beşekî Kurdistanê nebin xwedî maf û xwedî dewlet kane her tiştî bike.

02 mars 2017

Tirkiye ewê serê Ewrûpayê hîn pir biêşîne

Hukûmeta AKPê dixwaze Almanyayê jî bike Tirkiye, propagandeya li Tiriyê dike dixwaze eynî tiştî li Almanyayê jî bike.
Yanî Erdogan dixwaze Almanyayê jî bike qada propganda xwe, li Almanyayê jî her roj mitîng û civînên irqçî û faşîzan çêke, li wir jî her roj bi sedhezaran tirkî bicivîne û ji wan ra propgandaya îslamî û pant-urkîzmê bike.
Heta nuha çend civîn kirin jî.
Lê mêrikan dixwazin van xebatên xwe li Almanyayê heta roja referandûmê bidomînin.
Wezîrê edaletê Bekir Bozdag, îro ewê li eyaleta Baden-Wurttemberg li bajarê Gaggenaunê beşdarî civînekê bibûya.
Lê belediya bajêr di deqîqeya dawî da problema trafîkê wek sebeb nîşan da û îzna civînê îptal kir.
Li ser vê, Bozdag jî civîna xwe ya bi wezîrê edaletê yê Almanyayê ra îptal kir û vegeriya Tirkiyê.
Bi bihîstina xeberê ra hukûmeta AKPê qiyamet rakir û Almanya wek welatekî ne demokratîk îlan kir.
Bozdag û cîgirê serokwezîr Kurtulmuş û zerokwezîr Yildirim, hersêyan jî yeko yeko Almanya bi zimanekî pir giran rexne kirin, gotin li Almanyayê demokrasî tuneye. Û ew vê şêla Almanyayê qet qebûl nakin…
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Çavuşoglu, sefîrê Almanyayê Martin Erdmann vexwend wezaretê û aciziya Tirkiyê diyar kir.
Ewrûpiyan hîn tirk baş nasnekirine. Tirk miletekî irqçî, îslamîst û pan-turkîst e, ji sedî belkî 50-60ê tirkan faşîst in û bêyî xwe dijminên her kesî û hemû kultur û dînan in.
Di hilbijdartina 7ê hezîranê da MHPê tenê li dora 7,5 milyon ray girt. Û ew jî tenê MHPê.
Rayên CHPê, HDPê û hemû partiyên çep li ser hev ne ji sedî 40 jî. Ji sedî 60ê mayî meriv kane wek nufûsek xalis muxlis irqçî, îslamî-faşîst qebûl bike.
Tirk, hukûmeta AKPê heta bivikê, tirsê, zorê nebînin ewê tu carî rehet nesekin, ewê serê Almanyayê jî û yê Ewrûpayê jî pir biêşînin.
Ji bo ku Erdogan gavê paş da bavêje û dev ji siyaseta xwe ya agresîv û antî-Ewrûpa berde dibê Yekîtiya Ewrûpa bi zimanê ew jê fêm dike pê ra bipeyive.
Ya na îşê Almanya û hemû Ewrûpayê zor e, li Ewrûpayê herî kêm 3 milyon dijîn û piraniya wan jî irqçî û pan-turkîst û neyarên ewrûpiyan û dînê wan in.

Dibê medyaya kurd kurdî zimanekî naylon bi kar neyne

Rûdaw dezgeheke medyayê ya muhîm e, bi giştî xizmeteke baş dike.
Li ser siyaseta wê ya weşanê meriv kane gelek tiştan bibêje û di hin warn da weşana wê krtîk bike.
Min jî çend caran Rûdaw krîtîk kirye.
 Ev mijareke din e.
Ez bi xwe ji zimanê Rûdawê zêde ne memnûn im. Bi baweriya min dibê Rûdaw bêtir balê bide zimanê weşana xwe, zimanê xeberan/nûçeyan.
Zimanê kurmanciya xeberên Rûdawê hin caran zimanekî pir giran e û kurmanciyeke sûnî, sentetîk e, ne li gorî sentaksa kurmancî ye. Lema jî piraniya kurdan ne jê fêm dikin û ne jî jê hez dikin.
Carnan bi rengekî bêmesûliyet gotinan jî çê dikin. Wek gotina ”ajeldar”!
Ez bi xwe nizanim ”ajeldar” tê çi maneyê?
Gelo çiqasê kurdan zanin ”ajeldar” çi ye ?
Ev gelkî muhîm e.
Dibê Rûdaw jî fêmbûnê muhîm bibîne.
Ez texmîn dikim têkiliya ”ajeldar” bi pez, terş heywîn heye. Meriv gotinên di nava gel da hene, yên gel jê fêm dikin bi kar bîne baştir e.
Meriv bibêje şivan, gavan, gundî, cotkarî, xwedî pez, xwedî terş, cambaz, têcirên pez û dewêr, têcirên heywîn û hwd.
Belkî di nav agel da gelek navên din hebin. Dibê meriv ji serhediyan bipirse. Dibê meriv ji soran û kirmancan(zazan) bipirse.
Gava di xeberê da gotinek, navek neyê fêmkirin dibe sebebê kurd xeberê nexwînin û ji kurmancî sar bibin.
Nuha ji bo me kurdan ya muhîm ne çêkirina gotinan e û ev yek ne kar û mafê her kesî ye jî.
Ya muhîm tiştê em dinivîsin, xebera em belav dikin were fêm kirin.
Yanî karê Rûdawê ne çêkirina gotinên sentetîk e, bi zimanekî were fêmkirin belavkirina înformasyonê ye.
Gava tiştê meriv belav dike ji ber giraniya zimên neyê fêmkirin heyf e, guneh e.


Lê helbet ne Rûdaw tenê ye, ajans û malperên din jî kêm zêde wek Rûdawê ne. Tew TRTxeberê kurmancî rezîl kiriye.
Li alî din medyaya kurdî ya partiyan e. Xwezî medyayeke serbixwe hebûya.
Lê li gel hemû kêmasiyên wê jî Rûdawê roleke baş lîstiye û weşaneke ji yên berî xwe baştir dike..
Sputnîk nuha baş e…

01 mars 2017

Dibê meriv li hemberî heqaretên şexsî û netewî bêdeng nemîne

Abûqat Elî Bayramê şirnexî û Baroya Diyarbekrê, li mîkrob û necisekî bi navê Emîn Çolaşan gilî kirine.
Pir baş kirine.
Wek tê zanîn vî necis û mîkrobê tirk bi munasebeta serdana Mesûd Barzanî ya Tirkiyê û hildana ala kurd li balafirxaneya Stenbolê gelek heqaretên mezin li Mesûd Barzanî û ala kurd kir.
Li gorî medyaya kurd dinivîse, Abûqat Elî Bayramê şirnexî û Baroya Diyarbakrê ev mîkrobê bi navê Emîn Çolaşan dane mahkimê.
Bêguman pir baş kirine.
Lê esas dibê meriv ne Emîn Çolaşan tenê, di medyayê da gelek kesên din jî eynî heqaret li Barzanî, li kurdan û li ala kurd kirin. Dibê baro û Elî Bayram wan jî bide mahkimê.
Heta hukûmeta Kurdistanê bi xwe dibê abûqatekî bigre û van segan hemûyan bide mahkimê.
Tiştek jê derkeve ya dernekeve ew zêde ne muhîm e, ya muhîm dibê kurd û hukûmeta Kurdistanê li hemberî van heqaretan bêdeng nemîne. Heta heger mimkûn be dibê meriv vê meselê bibe mahkima mafên însanî ya Ewrûpayê…

XXX


Ev dinya pûşt û bêbext ji hinekan ra bûye dê, ji me kurdan ra bûye dêmarîyeke zalim.
Heta nuha me li ber destê vê dêmariya zalim çi kişand û çi nekişand !
Heta zalimê, bêbextê, bêûjdanê ji me ra jî bibe dê, (dayik)û em jî di himêza wê da şa bibin, diyar e emê hîn pir bikşînin û pir zulmê bibînin.

Miletê bêdewlet wek malbateke bêmal e

Alîya Îzzetbegovîçê boşnak li ser bêdewletiyê wiha gotiye:

”Em dewleta xwe dixwazin, ji ber ku miletekî bêdewlet wek malbeteke bêmal e. Xwedê teala mensûbiyeta miletekî bêdewlet yasax kiriye. Bi îzna Xwedê emê dewleta xwe ava bikin û bibin xwedî maleke me ji hemû ba û bahozan biparêze. Di vî warî da em bi biryar in. Çi ji destê we hat we kir û we di vê riyê da micadele kir. Bi îzna Xwedê serketin(zafer)ewê ya me be. Bi şiklekî layiqî me emê di dewleta xwe da bijîn. Tu kes wek berê ewê nikanibe ji me ra bibêje emê çawa bijîn.”
///Alîya Îzzetbegovîç

Hemû serokên wek Alîya Îzzetbegovîç ji xwe û ji doza xwe bawer zû dereng bi ser ketine, gelê xwe ji bindestiyê rizgar kirine û bûne xwedî dewleteke serbixwe.
Di dîroka me ya nêz da kurd jî bûn xwedî lîderên wiha mezin û ji xwe bawer. Lê belê dijminên me yên hov bi qeleşî, bi dek û dolabên namerdane, bi alîkariya kurdan ew ji ortê rakirin.
Heta kurd jî nebin xwedî lîderên wek Nelson Mandela, Alîya Îzzetbegovîç rizgarbûna me ya ji bindestiyê, dîtina Kurdistaneke azad zor e. Bi hêviya ji nava me jî siyasetmedarên wek Alîya Îzzetbegovîç derkevin û em kurd jî bibin xwedî lîderên wek Alîya Îzzetbegovîç…

XXX
Xwezî bi dilê wî kurdî îro ne siyasetmedar e û ji siyasetê dûr e. Îro siyaseta kurdên bakur, başûr û rojava heta hûn bixwzin qirêj û pîs bûye. Hema hema hemû jî bi dijmin ra di nava têkiliyên qirêj da ne.
Tiştê ez dibînim tu kes ne li pey yekîtî û azadiya kurda ye, her kes li pey berjewendî û kursiya xwe ye. Û ji bo vê jî her derewê, her firldaqê dikin.  Hinek tam ketine bi çengên Tirkiyê û bi dîrektîfên Tirkiyê hereket dikin, hinek ketine bin çengên Îranê.
Meriv nizane kîjan têkiliyên qirêj rexne bike û kîjanê neke. Her roj tiştên ez dibînim û dixwînim, hinekî din madê min ji siyaseta kurdên bakur, başûr û rojava digerîne.
Carnanan ez ji xwe ra dibêjim xwezî ez kor, kerr û lal bûma, min hewqas pîsî û rezalet ne bidîta û ne jî bibihîsta…