03 februari 2017

Ji kurdan ra îro serokên wek Mam Celal lazim in

Kurdan heta nuha li tu beşekî Kurdistanê dev micadala azadî û serxwebûnê bernedan, li herçar beşên Kurdistanê jî mucadeleyeke bêhempa dan. Tu carî ala spî hilnedan û teslîm nebûn.
Yanî di micadelê û liberxwedanê da qusûr nekirin, îmtihaneke pir baş dan.
Ev rast e, kes nikane vê rastiyê înkar bike.
Lê di warê yekîtiya netewî da hetanî nuha îmtihaneke  baş nedan, heta meriv kane bibêje îmtihaneke xerab dan û di sinifê da man.
Û hîn jî fêm nekirine heta yekîtiya wan tunebe, ew bi fêriştah bin jî nikanin bi ser kevin, fedekarî û qehremaniyên dikin keftûlefteke, micadeleyeke beyhûde ye.
Ji dêlî ku yê xurt, yê mezin, yê zeîf û biçûk bigre bin çengê xwe, destê xwe di serî bide û bike hevalbendê xwe, lê radibe, biçûk dibîne, henekê xwe pê dike, nav û nîçokan lê dike, jê ra xeberan dide û  bi destê xwe dike dijminê xwe, bi destê xwe totî himêza neyar dike…
Û di netîceyê da dijmin xurt dibe û ew zeîf dibe.
Ji serê salan da ye ev yek wiha dom dike.
Çimkî yekîtî, tifaq, siyaseteke milî tuneye, her kes dibêje ”ez” û ”ez”…
Bêguman sûc û gunehê herî mezin yê hêzên mezin û hêzên xurt in, ew li gorî mezinayiya xwe hereket nakin.
Heger îro li Kurdistana başûr, rojava û bakur yekîtiya kurdan tuneye sûcê herî mezin yê PKKê, PDKê û YPGê ye, ew bixwzin, ew dev ji pozbilindiya xwe berdin, kanin hemû hêzên din jî li dor xwe kom bikin…

Mam Celal ji ber ku xurûra xwe ya şexsî xist bin nigê xwe û wek serokekî netewî fikirî lema di sala 1997 ya jî 1998a da çû ber nigê Mesûd Barzanî. Û bi vî hawî him mezinahiya xwe nîşan da û him jî dawî da şerê birakujiyê.

Bi qasî ku min bihîstiye, berî ku YNK û PDK li hev werin, Mam Celal bi hevalên xwe ra civînekê çê dike û pirsekê ji wan dike, dibêje:
-Heger ez nuha rabib li erbê siwar bim û ez şufêr tenê herin Berêreş meqerê Mesûd Barzanî,  hûnê çi bibêjin?
Herkes dibêje:
-Şaş e, emê li dij derkevin. Nabe tu bi tenê herî ber nigê Mesûd…
Mam Celal dibêje:
-Baş e, gel/milet ewê çi bibêje?
Her kes dibêje:
-Ewê kêfa gel were, gel ewê bibêje eferim ji Mam Celal ra…

Mam Cela dibêje, ”Wê demê ez ne bi gotina we, bi gotina gel dikim” û radibe ew û şufêrê xwe tik û tenê diçin Selahedîn ba Mesûd Barzanî.
Û bi vî hawî dawî li şerê nabêna YNKê û PDKê anî û ew dostanî heta îro jî berdewam e.
A ji me kurdan ra îro serokên wek Celal Talabanî lazim in…



02 februari 2017

Tiştê ji me tê hêvî ye û ew jî qurişekî nake…

Îro min ji mal fîrar kir û çûm bajêr.
Dostekê min ê kevn ê pir ezîz, Abdurezaq Feylê ji Kurdistana başûr hatiye, me hev û du dît.
Me ji xwe ra li kolanekê qahwexaneyeke xewle û sakîn dît û dest bi bîranînên rojên berê kir.
Ez û Abdurezaq Feylî ji salên 1980î û heta orta salên 1990î di Federasyona Komeleyên Kurdistanê û di gelek platformên cuda da bi hev ra xebitîn, gelek serpêhatî û bîranînên me yên xweş û tahl bi hev ra hene. Me îro ew rojên borî careke din yad kir.
Sohbetên wiha xweş û lazim in, enerjiyek tê bedena meriv, dilê meriv kêfxweş dibe.
Piştî avabûna Kurdistana Federe Abdurezaq Feylî vegeriya Kurdistanê û bû wezîr.
Nuha siheta wî hinekî ne li cî ye, pê ra şekir çê bûye û gurçikeke wî jî girtine. Hatiye him zarokên xwe bibîne û him jî kontrol bibe.
Helbet em ne tenê li ser rojên borî, em li ser rewşa kurdan, têkilî û gelşên nabêna partiyan jî peyvîn.
Min gelkî dixwest ji min ra qala tiştên umîdwar û xeberên xêrê bike, mizgîniya hin bûyer û xeberên xêrê bide.
Lê mixabin tu xebereke umîdwar neda min, qala hin hewildanan, hin xebatên, hin teşebusên YNKê kir, got em vala nasekin, lê belê gelş ji texmînên me jî kûrtir û mezintir in.
Mesele bûye dibê yek ya meziniyê bike, ya jî yek ji ber yekî daxwaza û bibêje bavo bira her tişt wek te be.
Gelşa esasî di nabêna Goran û PDKê da ye, heger ev herdu hêz li hev bikin, meclîs jî ewê vebe û yekîtî jî ewê çê bibe. Lê ew jî li hev nayên.
Bi baweriya min klîta çareseriya meselan di destê birêz Mesûd Barzanî da ye, bêyî wî kes nikane gelşa nabêna PDKê û Goranê hel bike.
Bêyî Mesûd Barzanî, Emerîka jî heger bixwaze kane roleke pozîtîf bilîze û zexteê bide ser herdu aliyan. Bi taybetî jî kane tesîrê li PDKê bike. Çimkî heta PDK şêla xwe neguhere mesele çareser nabe.
Tiştê ji destê me tê hêvî ye û ew jî qurişekî nake…

Carnan dibê meriv nebîne û nebihîze

Ez ne kor im, tenê naxwazim hin tiştan bibînim.
Çare ev e.
Carnan dibê meriv xwe kerr û kor bike, nebîne û nebihîze…
Xwe bêdeng bike.
Lê helbet heta derekê…
Esas bêdengî jî şiklekî dengkirinê ye.
Lê ji bo kesên fêm dikin.
Diya min fêm kiribû ez yekî netebitî me, lema jî tim ji min ra digot, “lawê min, tu nikanî qûna dinyayê rast bikî”!
Rast e, qûna dinyayê ji xwe qet rast nebe, ewê tim û tim beloxwarî be.
Û ji xwe ez jî ji rastkirina qûna dinyayê bêtir, li dû rastkirina kurda me, dixwazim em kurd xwe rast bikin, xêra hev bixwazin, bi tifaq bin, netewî bin, menfaetên netewî di ser hemû îdeolojiyan ra bigrin û nebin zilam û leşkerên neyarên xwe.
Û hedefa me, xeyala me dibê tim azadî û serxwebûn be, dibê em vê hedefê tu carî nedin aliyekî, tu caî ji bîr nekin…
Bira dewleteke me çê bibe, kî dibe serok bira bibe, sîstem çi dibe bira bibe. Yanî hedefa me, qulbeya me dibê tim ev e.
Kesên vê hedefê red dike, wê ji bo kurdan şaş dibîne ya nezan û totikvala ye ya jî xêrnexwazê kurda ye…

Sal dibuhurin û serxwebûn nayê îlankirin

5 sal berê di rojeke wiha da li ser xebera Mesûd Barzanî di Newrozê da ewê serxwebûnê îlan bike min wiha nivîsî ye:
"Ev çend roj in medya kurd dinivîse ku serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di Newrozê da ewê serxwebûna Kurdistanê îlan bike.
Bi rastî planake kurdan ya wiha heye ya tuneye ez nizanim. Lê heger bi rastî jî nêteke kurdên başûr ya wiha heye, tam dema wê ye, dibê nuha gaveke wiha bavêjin.
Ji ber ku nuha ereb ne li ser hev in û tam bi hev ketine. Di rewşeke wiha da nikanin zora kurdan bibin...
Kînga meriv xurt û dijmin zeîf be dibê meriv lêde, ne ku eksê wê...
Siayset wiha ye.
Heger ereb vê qonaxa perçebûyî derbas bikin û xwe bidin ser hev, kurd nikanin serxwebûna xwe îlan bikin û bikin jî biserketin ewê gelkî zahmet be.
Lê nuha tam wexta wê ye, heger nêta wan heye dibê yekê nekin dudu û bi rastî jî di Newrozê da serxwebûna Kurdistanê îlan bikin.
Helbet di vir da şêla Emerîkayê pir girîng e, heta Emerîka piştgiryê nede kurdan nabe, dibê Emerîka û hin dewletên Ewrûpî li pişt kurdan hebin.
Em nizanin gelo piştgiriyeke wiha heye ya na. Ji ber ku heta nuha tunebû....
Lê hêvî dikim hebe û kurd di Newrozê da bi rastî vê gavê bavêjin."
Di ser Newroza 2012a ra 5 Newroz derbas bûn û vaye ya 6an jî tê, lê hîn jî serxwebûn nehatiye îlankirin.
Û ewê kînga îlan bikin, ya jî ewê bikin ya nekin, ew jî ne diyar e. Çimkî rewşa kurdan ya navxwe, têkiliyên partiyan li gorî 5 sal berê gelkî xerabtir e.
Erê piştgiriya derve li gorî berê nuha gelkî zêdetir e, lê belê kurd bi xwe ne li ser hev in û ji bo serxwebûnê ne bi tifaq in.
Sebebê vê rewşa xerab bêguman partî ne, serok û siyasetmedar in, van partî û serokan kurd xistine nava kaosekê. Halîhazir ne meclîs dixebite û ne jî partî li hev in.
Netîce ewê çawa be ne xuya ye. Lê dîsa jî meriv hêvî dike li xwe varqilin, yekîtiya xwe çêkin û serxwebûnê îlan bikin.



01 februari 2017

Zalimo te Bînalî Yildirimê feqîr kiriye vizik !


Birêz Recep Tayyip Erdogan îşev dîsa ji nişka ve ban Bînalî Yildirimê feqîrê bindest kiriye…
Li gorî medyaya tirk dinivîse, Erdogan îşev ji nişka ve xwestiye Bînalî Yildirim saet 19:30 da li huzûra wî hazir be…
Xwedê kesî nexe dewsa Bînalî Yildirimê bindest.
Feqîro ji serokwezîrekê bêtir tu dibêjî belkî personalê îtfaîya(agirkujê)qesra Erdogan e, gav û saetê li bende tûtika birêz Erdogan e..
Erê navê wî xwedêgiravî ”serokwezîr” e, def di hustuyê wî da ye, lê qolik di destê Erdogan da ye.
Û Erdogan jî zalimo her carê li meqamekî dixe, ne dibêje şev e, ne dibêje roj e, bi wext û bêwext, çirt û virt, Bînalî were vir, Bînalî here wir !
Yaho tu çi ji Bînalî Yildrim dixwazî?
Te îman lê çikand!
Bînaliyê reben di destê zalimo da bûye vizik(deleme), bi şev û roj vir da û wê da viz dike. Nahêle camêr şevekê bi xanima xwe ra kevçiyek xwarin bixwe…
Bînalî were, Bînalî here…
Yaho merhamet bike, merhamet!, bihêle bira Bînaliyê reben bîstekê bîna xwe bigre…
Vê nîvê şevê tu ji vî feqîrî çi dixwazî ?
Vizik: deleme,

Li ser şerê di nava KOMKARê da


Ev du sal in di nava hevalên KOMKARê da minaqaşeyeke pir dijwar heye, him li welêt û him jî li Ewrûpayê hevûdu perîşan kirine, tiştê nemayî ji hev ra dibêjin.
Gava ez beyanên wan ên dûr û dirêj li ser vî şerî û minaqaşeyên wan ên di medyaya sosyal da dibînim, ez matmayî dimînim û him jî xemgîn dibim.
Ez fêm nakim ji hev çi dixwazin û çima hewqasî ketine gewriya hev?
Şerê wan li ser çi ye ez fêm nakin !
Min digot piştî hewqs serpêhatî û tecrûbe belkî kurd biaqil bûne û li ser navê komeleyan êdî ewê nekevin gewriya hev...
Di salên 1980, 90î da teşxeleyên wiha belkî normal bû, em li Ewrûpayê hîn nuh bûn, em xort bûn û me hîn dev ji kultur û adetên xwe yên welêt bernedabû.
Lê hevalên KOMKARê bi porên xwe yên spî, piştî 40 sal tecrûbe, hîn jî wek xortên salên 1980î ketine gewriya hev.
Xwedê aqilekî bide wan…
Ez nizanim li ser çi li hev nakin?
Bi qasî ku ez dibînim li ortê tu mîrareke mezin, tu koşk û seray û xezîne tunene, here were naveke, patenteke ya jî bînayeke bi kirê ye.
 Hûn li hev nakin, ji hev biqetin û her kes komeleya xwe veke û navekî din bidinê.
Hûn merivên 50, 60, 70 salî ne, ma ne şerm e li ser navê KOMKARê ya jî li ser komeleyan dikevin gewriya hev û dilên hev dihêlin?
Xelk mezin dibe biaqil dibe, hevalên KOMKARê hiş berdane, bûne xortên 16-17 salî…



Zivistan û kultureke Wêranşarê ya wendabûyî


Min bihîst li Wêranşarê jî berf bariye û zarok kêf û şahiyê dikin. Berf li her derê zarokan dilşa dike.
Erdê Wêranşar dûz û berrî ye, lê ji ber ku Qerejdax li pişt e, bi ser da xûz e, lema jî berê her sal pir hindik Wêranşarê jî para xwe, nesîbê xwe ji berfa Qerejdaxl digrirt.
Lê di van salên dawî da berf êdî kêm dibare.
Bi minasebeta vê berfa barî ye, z dixwazim di vê nivîsa xwe da qala kultureke wêranşariyan ya zivistanê  bikim.
Ez dibêjim ev kultur li Wêranşarê êdî nemaye.
Berê zivistanan me li malan pûş radixist.
Wek nuha kalorîfer û ceyran tunebû, me pûş radixist, manqel û kursî dadanî û zarok diketin bin lihêfa kursiyê.
Me piştiyek pûşê zuha li hundur xênî pahn dikir, hin qerpal, kevn û kot davêt ji ser da û dû ra jî merş(cil, bermal) li ser radixist.
Ji bo ku pûş bi alî êşîgê da ji bin merşê derneketa û belav nebûya, me text, dar dida ber.
Pûş em ji serma erdê diparastin.
Gava meriv li ser dimeşiya pir dikir xişexiş. Bi tybetî jî destpêkê, dû ra ditemisî û xişîn kêm dibû.
Wê demê ceyran, kalorîfer tunebû û sobe jî zêde ne adet bû. Milet bi piranî xwe bi komirê germ dikir.
Soba me jî tunebû, zivistanan me manqel dadanî.
Me siniyek mezin dixist binê manqelê û em li dorê rûdiniştin û me xwe germ dikir.
Lê rojên pir sar û serma bûya, me kursî dadanî.
Kursî, çar nigên wek yên maseyekê, lê hinekî bilind bû, me dadanî ser manqelê û orxanek, beteniyek davêt ji ser da û em zarok li dorê dibûn helqe;  me dest û nigên xwe dikirin binî, ji bo ku em germ bibin.
Me ji viya ra digot me “kursî daniye”.
Baş tê bîra min, merşa(bermala)me reş û spî bû. Heger şaş di bîra min da nemabe sê tej bûn. Diya min li hewaşa li pişt xaniyê me, hewşa gorbuhuşta Leylo çêkiribû.
Hewşa Leylo pir mezin bû, du darên tu yê di hewaşê da hebûn. Yekê tuyên spî û yekê jî tuyên reş digrt.
Dara tuyên spî digirt tam li pişt xaniyê me bû, dareke pir mezi bû, tuyên wê û pelên wê diweşiyan ser xaniyê me û hewaşa me.
Havînan em ji derdê zarokên mehelê diketin êlemana Xwedê, tû dawdiwşandin ser xaniyê me, ji ser darê dadiketin ser xênî, teperepa wan rehetî nedida me.
Havînan wer şerê min û zarokan bû.
Wek min got hewşa xaltiya Leylo pir mezin bû. Di binê herdu darên tu yê da bîrek û cûniyekî mezin hebû.
Buhar û havînan hewş tu carî xalî nedibû.
Hinekan tevn çêdikir, hinekan dan dukuta.
Û hinekan jî av ji bîrê dikşand.
Wê demê ava belediyê tunebû, ava kanî û bîran tenê hebû. Piranî jî bîrbûn, ava Wêranşarê li ser bîran bû.
Hin havînan hin bîr dimiçiqîn, ji xwe li mehela Xincika bîr jî pir kêm bûn, pîrek û keçên mehela Xincikan dihatin ji bîra xaltiya Leylo av dibrin.
Yanî hewşa xaltiya Leylo buharan û havînan tim şên bû, jinên mehelê di bin siya daran da kom dibûn. Hinekan karê xwe dikir, tevn çêdikirin, teşî diristin, dan dikutan û hinekan jî ji xwe ra şêwr û mişêwr dikir. Gava dilê wan bixwesta çend zarok dişandin ser darê û ji wan ra tû dawdişandin.
Yanî kêf kêfa wan bû, dem û dewraneke pir xweş bû. Hevaltî, hezkirin bi hawakî din bû, ji nuha xweştir bû.
Ez bawer nakim li Wêranşarê êdî kes pûş radixe. Ez dibêjim ew kultur êdî nemaye. Û belkî nifşên nuh tew haya wan jî ji vê kulturê tunebe..
Lê di zaroktiya min da, ez dibêjim belkî heta salên 1970î jî me her zivistanê pûş radixist.
Dû ra buharê, gava dinya germ dibû me pûşê xwe radikir. Ev kar hemû pîrekan dikir. Peya(zilaman) destê xwe nedida tiştekî…..

Şehîdên qetlîama Hewlêrê nayên jibîrkirin !

Şehîdên qetlîama Hewlêrê bi hurmet bibîr tînm !
Di tarîxa me da îro rojeke reş û pir xwîn e. Di 1ê sibata 2004a da terorîstên ereb li Hewlêrê di dema pîrozbahiya cejnê da, di avahiyên PDKê û YNKê da bi bombeyan qetlîameke mezin kirin.
Bi wasiteyên bombebarkirî di eynî wextê da êrîşî avahiyên PDKê û YNKê kirin û hundur da jî terorîstan xwe teqandin.
Di netîceya herdu êrîşan da ji 100 kurd, kadir û berpirsên YNKê û PDKê qetil kirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Herdu êrîş jî pir mezin bûn, fena ku balafir bînayan bombebaran bikin.
Terorîstên ereb hewqasî neyarên kurdane xwestine bi sedan kurdî bikujin, lema jî teqemeniyên hewqasî mezin û bi tesîr bikar anîne.
Di êrîşa terorîstî da cîgirê serowezîr Sami Abdurrahman û Şewket Şexyezdîn hatin qetilkirin.
 Di nava wan da gelek siyasetmedar, kadir û berpirsiyarên YNKê û PDKê hebûn.
Di ser qetlîama 1ê Sibatê ra 13 sal derbas bûn lê Kurdistan hîn jî di bin êrîş û gefên terorîstên ereb da ye, li Kurdistanê hîn jî aramî bi cî nebûye. Terorîstên ereb yên îslamî ji bo miletê kurd, him li başûr û him jî li rojava hîn jî tahlûkeyeke pir mezin in. Çimkî dewletên neyarên me li pişt terorîstan in.
Armanca terorîstan û dewletên li pişt wan Kurd li tu beşekî Kurdistanê azad nebin û nebin xwedî dewleteke serbixwe. Ji bo vê her hovîtiyê dikin.
Ez hemû şehîdên qatlîama Hewlêrê bi hurmet bibîr tînim.
Birmre terorîzma îslamî ya ereb !
Bijî azadî û serxwebûna kurd û Kurdisanê!

Çend rismên şehîd Samî Abdurehman

Ka werin dev ji neyartiya kurdan berdin....

Civîna Heyeta Ewlekariya Milî(MGKê)ya pêşî ya 2017a tam 8 saetan ajotiye.
Bi Xwedê 8 saet qet ne tiştek e, baş e ku 80 saetan neajotiye.
Çimkî amedekirina plan û programa mehûkirina kurdan, têkbirina tevgera kurd ya netewî di 8 saetan da naqede, jê ra gelek saet û roj lazim in.
Ev 34 sal in her civîna Heyeta Ewlekariya Milî(MGKê)li ser kurd û Kurdistanê ye.
Ewê çawa rê li ber kurdan bigrin?
Çawa PKKê ji ortê rakin?
Çwa nehêlin kurd li rojava bibin xwedî maf?
Li başûr kîjan dek û dolaban bigerînin û kemîneke çawa deynin pêş kurdan?
Ev hemû ne bes bû, PYD û YPG jî li PKKê zêde bûn.
Lema jî 8 saet te ne tiştek e, di nava 8 saetan da meriv nikane planên li dijî PKKê, PYDê, YPGê, kurdên bakur, başûr û rojava hazir û amede bike…
Lema jî 8 saet wexteke pir kin e…
Ez zanim nade, lê ezê dîsa jî jê rica bikim, Xwedê aqilekî bide we tirkan…
Bi vê kêmaqiliya xwe, ya jî bi vê îdeolojiya xwe ya irqçî û antî-kurd we dinya hetikand, we herêm kir gola xwînê…

XXX


Şaşî(çewtî) mexsûsî însên e, di jiyanê da her kes şaşiyê dike, kesê şaşiyê neke, her tim, her tiştê rast bike tuneye.
Lê hin caran şaşiyeke herî biçûk jî jiyana meriv serobinî hev, heta tarûmar dike.
Lê hinê caran jî meriv bextewar û jiyana meriv jî dewlemend dike.
Yanî şaşî û car zane…