24 februari 2016

Dewlet Hezexê jî wêran dike

Ji hewa helîkopterên şer Hezexê didin ber rokêtan û ji erdê jî tank bajêr topbaran dikin.
Yanî li dewleta tirk li hemberî kurdan şerekî tam, şerekî mezin dimeşîne. Êdî li bajaran jî tankan û helîkopteran bikar tînin.
Ev çend roj in li Hezexê(Îdilê) dewletê qedexeya derketina derve îlan kiriye û ji xwe bajar jî vala bûye. Şer û pevçûnên di navbera hêzên tirk yên îşxalkar û çete û YPSê da bi rengekî bênabên berdewam e.
Hezex ji alî leşkerekî giran yê tirk va hatiye dorpêçkirin û bajêr bênabên topbaran dikin. Nuha jî bi helîkopreteran lê didin.
Ev yek ewê heta ku here ne diyar e, bajarên kurdan yek bi yek tên wêrankirin û bi sedhezaran însan perîşan bûne.
Dibê ev şer nebûya, dibê miletê kurd hewqas zirar nedîta, dibê hewqas bajar nehatana wêrankirin, lê madem ku vana hemû bûn, wê demê jî piştî şer dibê tu tişt wek xwe nemîne, têkiliya dewleta tirk û kurdan wek berê dom neke.
Ev bedel dibê wek Kurdistana rojava û başûr bi xwe ra karekê, qezenkê bîne. Ne ku hewqas malwêranî bi avê da here…

XXX


Em çi bikin jî jiyan ne adil e, mişt derd û kul û êş e, lê dîsa jî ji mirinê baştir e, hêja ye meriv bijî û bibîne.
Heger tu naxwazî jiyan li te bibe dojeh tim bi hêvî be, di rojên herî reş û tarî da jî xwe bêhêvîtiyê himêz neke, tu carî rû nedê…

23 februari 2016

Kurdiya bi herfên latînî cara pêşî bi Hawarê dest pê nekiriye

Piraniya kurdên Kurdistana bakur wisa dizanin ku kurdîya bi tîpên latînî cara pêşî  bi kovara "Hawar"ê  dest pê bûye.
Lê ev zanîna me ne rast e.
Li gorî Têmûrê Xelîl, ya rast elîfbeya kurdî ya bi herfên atînîl cara pêşî di sala 1928a da li Ermenîstê ji aliyê Erebê Şemo û Îsahak Marogûlovê asûrî ve hatiye çêkirin.

Me bawer nedikir dewlet hewqas jî barbar be

Duran Kalkan gotiye, ”Me hesab nekir dewletê hewqasî jî barbar derkeve. Me digot nîhayet ew jî însan in. Lê belê em şaş fikirî ne.”
Wey roj baş !
Heger hewce be û bikanibe ev dewlet dikane sed qatî barbartir be. Dibê her kurd viya bizanibe.
Lê ne PKK tenê, gelek kurd di heqê dewleta tirk û tirkan da xwediyê qenaeteke pir şaş in.
Heger dinya midaxele neke, ne tirk tenê, ereb jî û faris jî ewê kurdan qir bikin. Tirkan jî, ereban jî û farisan jî heta nuha çend caran nîşan dane heger fersendê bibînin ew dikanin her barbariyê bikin.
Siaysetmedarê viya texmîn neke bira dev ji siyasetê berde û here ji xwe ra kerekî din bike.
Dibê her partî û siyasetmedarê kurd vê rastiyê, yanî dijminên me pir hov in, bizanibe û li gorî wê siyasetê bike.
Piştî hewqas tecrûbeyên dîrokî û mucadeleyeke çekdarî 33 dirêj, gotina “me texmîn nedikir dewlet hewqasî barbar derkeve” cahiliyeke mezin e, wê gavê we ev dewlet qet nas nekiriye.
Bi xendekan hûn fersendê didin vê dewleta tirk ji bo ku barbariya xwe nîşanî kurdan bide.

XXX
Abdulah Gul, merivekî ji Erdogan pir genîtir e, di warê îdeolojîk da ji Erdogan pir faşîsttir e û ew jî wek Erdogan û Bahçelî neyarekî miletê kurd e.
Gul gotiye, “Tirkiye rûbirûyê tehdît û tahlûkeyên pir mezin in. Ji roja komra tirk ava bûye û vir da ye Tirkiye tu carî wek îro neketiye xeterê.”
Û li ser êrîşên dewletê ser Efrînê û kurdên rojava û PYDê jî marê qartîşî gotiye, “yên dewletê îdare dikin xwedî agahdarî ne û tiştê rast dikin...”
Wek tê dîtin tu ferqeke wî ji Erdogan tuneye, dibê ev were zanîn...

XXX


Ez heyrana we, ne hewce ye em merivên CIA yê ya jî wî ewrûpî û vî rojnamevanî wek şahid nîşan bidin ku kurd li herêma xwe xurt in. Ma çavê me tuneye, em jî dibînin kurd li Kurdistana bakur, rojava û başûr têra xwe xurt û xwedî hêz in.
Heger ne wiha bûya Emerîka û Rûsya çima ewê bibûna mitefikên me û ji Tirkiyê ra bigotana êdî bes e ji tem ra.
Kes nikane xurtbûna kurdan înkar bike. Heger em li hev bin emê zora Tirkiyê jî bibin.

22 februari 2016

Protestokirin û zorbatî du tiştên cuda ne




Çend kesên xwenezanên nêzî PKKê li Swîsrê konferansa Kemal Burkay sabote kirin, nehîştin Burkay dest bi axaftina xwe bike.
Li ser vê bêedebî û zorbatiya wan, Kemal Burkay gelkî aciz bû û çend gotinên giran (yekî wek Burkay dibê bêtir kanîbûya hakimê hestên xwe bûya û ew gotinên ne xweş nekira) ji wan kesan ra kir û ew ji civînê qewitandin.
Tiştê bû bûyereke ne xweş e.
Ez nizanim ew 5-6 kes bi serê xwe hatibûn ya jî hinekan ji bo karekî wiha ew şandibûn wir.
Çawa be jî tiştê li hemberî Burkay kirin bêedebî û zorbatî ye, dibê meriv ebeden xweş nebîne û rexne bike.
Ez vê bêedebî û zorbatiya li hemberî Burkay hat kirin eyb dibînim û bi şîdet şermezar dikim.
Helebet meriv dikane her siyasetmedarê kurd û Kemal Burkay û dîtinên wî jî rexne û protesto bike. Ev mafê her kesî ye û dibê Burkay jî tahamul bike. Ev cure rexne beşekî demokrasiyê yê esasî ye, dibê meriv tahamul bike.
Lê ne ku di komela wan da, bi vê zorbatiyê nehêle Kemal Burkay bipeyive û dawiyê nede zorbatiya xwe.
Yanî tiştê wan kirin ji sînorên protestoyê derxistin. Ev him şaş e û him jî ne xweşe.
Heta nuha tu rêxistineke kurd, tu partî û gurûpeke kurd civîneke PKKê û komeleyeke nêzî wê sabote nekiriye. Lê PKKê û hevalên wan gelek caran kirine û heta li xelkê jî xistine.
Ez bi xwe him li Almanya û him jî li Swêd bûme şahidê vê zorbatiya hevalên PKKê.
Ya xerab wa ye hîn jî dev ji vî pîşikê xwe yê xerab bernedane. Ev ne tu hawe ye, dibê berpirsiyarên PKKê rê nedin zorbatiyên wiha, tiştên wiha êdî qebûl nekin û li ser vê bûyera ne xweş şêla xwe diyar bikin.

Tirkiye kînga bibêje "ji min hewqas" li Sûriyê şer diqede

Roja Tirkiye bibêje êdî ez tuneme, ji min heta vir, li Sûriyê di nava mehekê da şer diqede
Ji rojnameya Goruşê Ozlem Gursesê ji Husnu Mahallî pirsiye:
-Sûriye him etnîkî û him jî dînî herêmeke tevlihev e. Merivê çawa ji nava vê tevliheviyê derkeve?
Husnu Mahallî gotiye:
”BiraTirkiye sibe bibêje, ´keko min şaş kir, bi vî hawî ya jî bi wî hawî, ez êdî têkilî vî îşî nabim.´ Gelşa Sûriyê herî zêde ewê di nava mehekê da hel bibe. Hemû ewê biqedin, Daîş jî ewê biqede, Reqa jî ewê bikeve, rêxistinên terorê jî ewê biqedin.”
Ji destpêka şer da ye ez viya dibêjim, ji destpêka şer da ye ez dibêjim li Sûriyê Daîş maîş şer nake, hêza li Sûriyê şer dike û şer didomîne Tirkiye ye. Roja Tirkiye bibêje ”ez tuneme”, şer diqede.
Daîs, Nusra û navên din hemû maskeyên Tirkiyê ne, hemû jî girêdayî artêş tirk û MITa Tirkiyê ne.
Roja Tirkiye destê xwe ji ber wan bikşîne, roja Tirkiye wan ji Tirkiyê biqewitîne, roja Tirkiye wan neşîne Sûriyê, şer di demeke pir kin da diqede.
Ji ber ku ev şer, serê Erdogan e, ji bo ku Esed bixîne û hêzên îslamî bîne şer hukim şer da destpêkirin.
Dû ra kurd jî lê zêde bûn, ew jî tevî şer bûn.
Li ser vê, Erdogan îcar cepheyek li hemberî kurdan jî vekir, Daîş şand ser kurdan jî.

XXX
Li Diyarbekrê lewheyên riyan bûne kurdî û tirkî
Yanî wek Husnu Mahallî jî gotiye, roja Tirkiye bibêje, ”ez tuneme”, şer li Sûriyê zû diqede, Daîş jî û hemû hêzîn din jî tavilê belav dibin, Req tavilê dikeve.
Hemû mesele girêdayî Tirkiyê ye û Tirkiye jî girêdayî şexsekî ye, ew jî Erdogan e.



Xwedê kir ku dijminên me ev totikvala ne

Ez tim dibêjim Xwedê kir ku Erdogan û birêvebirên dewleta tirk ne biaqil in, merivên nîjadperest, faşîst û îrrasyonel in. Van pantirkîst û faşîstên kêmaqil Emerîka li Sûriyê bi zor kirin mitefikê me.
Ez nabêjim mala wan ava be, bira mala wan dîs jî bişewite û wêran bibe, lê heger ne ev siyaseta Erdoganê gurcî û Davutogluyê tatar ya ehmeqane bûya bi xwedî Emerîka û Rûsya di dinyayê da dev ji Tirkiyê bernedidan û xwe nêzî PYDê nedikirin, piştgirî nedidan kurdan.
Siyaseta Erdogan û Davutoglu ya antî-kurd û hevkariya bi Daîşê û hêzên cîhadîst ra Emerîka û dinya ji Tirkiyê dûr xist û kir dostê, mitefikê PYDê û kurdan.
Xanima min tim dibêje ”Xwedê li heqiyê ye”, hêvî dikim ne li Sûriyê tenê, li Tirkiyê jî ”Xwedê li heqiyê” be yanî zalim û neheqan ceza bike û mezlûman bi ser xe…

XXX
Dewleta tirk, hukûmeta AKPê çi bikin jî, Erdogan çi dek û dolaba bigerîne jî kurd li Kurdistana rojava(Sûriyê)miheqeq ewê bi ser kevin.
Erdogan xwe bidirîne jî Sûriye jî wek Îraqê ewê bibe dewleteke federal. Û ev xerabiya tirkan jî ewê ji wan ra bimîne.
Çimkî kurd bi heq û tirk û ereb neheq in.
Çimkî kurd xwedî dozekê, xwedî hedef û îdîalekê ne.
Dewleta tirk çi bike jî karwanê azadiyê ewê here bigihîje hedefa xwe.
Ji ber vê yekê ye ev 200 sal in faris, tirk û ereb dikin nakin, nikanin tevgera kurd ya netewî rawestînin, têk bibin.
Ji ber ku miletê kurd ji bo azadî û serxwebûna xwe bi mêraniyeke bêhempa li ber xwe dide…
Lema jî qet netirsin têkçûn ya zalim û neheqan û zafer jî ya me ye.

XXX
Ji bo ku tirk bigihîjin mistewa demokrasiya Îsraîl ji wan ra bi kêmanî 50 salên din lazim e
Ne dewlet û ne jî hukûmeta AKPê nafikirin zimanê kurdî wek zimanekî resmî qebûl bikin û di mekteban da bikin zimanê perwerdeyê.
Resmîbûna kurdî ji bo dewletê hîn jî xeta sor e, li gorî dewletê gerek kurd daxwazeke wiha ji dewletê nekin.
Li Îsraîla ku Erdogan û tirk radibin û rûdinin û rexne dikin, di mekteban da erebî him zimanekî resmî ye û him jî derseke mecbûrî ye. Xwendina erebî ji sinifa 1ê dest pê dike. Yanî ne tenê ji bo ereban, zarokên cihû jî erebî fêr dibin.
Lê li Tirkiyê dewlet ji bo kurdan bi şîdet li dijî mafekî wiha ye. Bira fêrbûna tirkan ya kurdî li wir bimîne, li ba tirkan du kurd newêrin bi hev ra bi kurdî bipeyivin.
Ji bo ku Tirkiye bigihîje mistewa demokrasiya Îsraîl, medeniyet û toleransa wan, ji tirkan ra bi kêmanî 50 salên din lazim e.



21 februari 2016

Kurd zarokên "Umetê" yên sêvî ne

Dibêjin Elî Şerîatî gotiye :
Kurd zarokên "Umetê yên sêvî ”ne.
Încîl Selçûk xanimê jî gotiye heger wiha be, wê demê meriv dikane bibêje "Ummet ji bo Kurdan mirî ye...”
Bi baweriya min ”umet” yanî hemû cîhana îslamî ne îro, ji roja roj da ji bo kurdan mirye.
”Umet”a heye jî bi ser û berê xwe, bi mezin û çûkên xwe, bi ereb, tirk û farisên xwe neyarê miletê kurd e.
Yanî ”umeta” sax ji ya mirî pir û pir xerabtir û zalimtir e.
”Umeta Îslamê” tu carî bi çavê miletekî ji xwe, miletekî misilman li kurdan nenêriye û lema jî tu carî destê alîkariyê dirêjî kurdan nekiriye, tim bi çavekî neyaran li miletê kurd nêriye.
Û ji bo ku wiha ye tirk, faris û erebên ku mezin û ezîzên ”Umeta Mihemed” in kurd kirine koleyên xwe û her roj xwîna kurdan diherikînin, tepa xwe ji ser serê kurdan tu carî kêm nakin, tu carî qebûl nakin kurd jî weke wan azad û xwedî welat û dewlet bin.
Ji ber ku ”Umeta Mihemed” kurdan ji xwe nahesibîne, jinên kurdan ji xwe ra, ji kesên necîp ra dikin cariye û li bazaran harac û mazat dikin...
Alimên ”Umeta Mihemed” yên herî mezin, malê kurdan, canê kurdan û namûsa kurdan lihemû misilmanan, li ”Umete Mihemed” xweş helal dikin.
Lê ji ber ku em kurd hinekî aqilsivik in em hîn jî, bi gotina kurdan xwe ji vê ”Ometê” dihesibînin…
Xwedê aqilekî bide dîndar û alimên me…

XXX
Helbet tirk ewê werin rê, helbet tirk ewê mafê kurdan qebûl bikin.
Çimkî çi bikin jî, çuqas kurdan bikujin jî ne kurd diqedin û ne jî dev ji doza xwe ya azadiyê berdidin.
Lema heta ji tirkan tê bira ji însaniyetê derkevin, bira qetlîaman bikin, bira bajarên me wêran bikin. bêfeyde ye, dawiya dawî ewê werin rê, teslîmî heqiyê bibin.
Lê ne nuha, hinekî din wext lazim e, dibê siyaseta Erdogan û hukûmeta ya şerxwaz û pantikkîst jî pûç bibe, dibê kurd hêviya tirkan ya ji şer pûç bikin, ji bo ku careke din tewesulî şaşiyeke wiha nekin.
Nîjadperest, irqçî, faşîst ji ber îdeolojiya xwe korfahm û kêmaqil in, ne bi aqilê xwe, bi hestên xwe hereket dikin.
PKK, miletê kurd ewê careke din nîşanî dewleta tirk û miletê tirk bide neyartiya wan ya bi kurdan ra şaş e, hesabê ew dikin şaş e û dibê ji vê riya şaş û tahlûke vegerin...
Emê bedelekî mezin bidin, lê wekî din tu rê tuneye, tirk bi gotinê nayên rê, biaqil nabin, dibê hêviya wan bi zorê were pûçkirin...



Nivîskarê ”Navê Gulê” jî wek her kesî mir !

Umberto Eco, nivîskarê ”Navê Gulê” jî wek her kesî mir !
Ne henek e, bi rastî jî mir…
Ew jî ji destê mirinê xelas nebû, Ezraîl di 84 saliya wî da bi gewriyê girt û got tiştê te kiriye bes e, têra te û hezar bav û kalên te dike…
Umberto Eco mir, lê belê ”Navê Gulê” ewê nemir be.
Umberto Eco di gelek warên edebî da gelek berhemên nemir dan, lê bi romana “Navê Gulê” nav û dengê wî li dinyayê belav bû.
Xweziya min bi dilê wî mêrî navekî nemir, eser û berhemên nemirli dû xwe bihêle…
Spas ji te ra Umberto Eco, ji bo ku te ”Dîroka Nexweşikiye” û ”Navê Gulê” ji me însaniyetê ra hîşt…
 
XXX
Çapxaneya Apecê, kitêbxaneya kurdî bi kitêbeke zarokan ya nuh ya gelkî hêja dewlementir kir. Spas ji bo Alî Çîftçî, xwediyê Apecê.
Îro li Kitêbxaneya Kurdî, nasandina kitêba bi navê ” Hêstirên Giraniayê” ya Elizabeth A Nolan xanimê bû.
Li gel ku li dereke din semînereke li ser Peymanan Sykes -Picot hebû, dîsa jî gelek kes hatibûn civîna nasandina kitêba Elizabeth A Nolan xanima emerîkî…
Memê Mala Hine wergerê kitêbê yê kurmancî ye, ew jî ji Stenbolê hatibû. Em dostên hev yên kev in.
Mala camêr ava, him kitêba min lê temî kiribû(Dr. Şivan) anîye û pê ra jî kîsikek qahwe û pakêtek şîraniya pê ra tê xwarin.
Ez çer gihîştim mal, min tavilê qahwa xwe çêkir û bi şîraniyê ra îkramî xanimê kir.
Gelek spas ji dostê hêja Memê Mala Hine ra. Him kitêb anî û him jî qahweyeke tahl bi me da vexwarin û pê ra jî devê me şîrîn kir.
Min dest bi xwendina pêşgotina kitêbê kir. Li ser jiyan, xebat û trajediya Dr. Şivan(Saît Kirmizitoprak) berhemeke pir hêja xuya dike. Kitêb bêyî gelk xerîte û gelek rism 735 rûpel in.
Çapa wî jî bi cild û pir xweşik û pir delal e. Çapeke layiqî Dr. Şivan û berhemeke hewqasî hêja ye.
Spas ji bo Weqfa Îsmaîl Beşîk jî ji bo ev kitêb hewqasî bi kalîte û xweşik çap kirine.
Li ser Dir. Şivan, ev berhema Salahattîn Alî Arik ya duduyan e. Navê kitêba berê, ”Dr. Şivan, Saît Elçî-Suleyman Muînî ve kurd trajedîsî(1960-1975)” e.

XXX


Weleh karê Qesra Spî zor e, ji tekzîbên derewên berpisiyarên hukûmeta AKPê pê ra nagihînin karekî din bikin.
Erdogan û berpirsiyarên hukûmetî li ser navê Qesra Spî derewan dikin û Qesra Spî jî piştî saetekê derewa tirkan pûç dikin.
Ev çend roj in hal û karê emerîkiyan pûçkirina derewên tirkan e. Îro jî derewa Erdogan tekzîp kirin, gotin tiştê Erdogan gotiye ne rast e, Obama ji Erdogan ra negotiye ew ji pêşdaçûna YPGê bi tirs in.

20 februari 2016

Kes kesî mecbûrî çûyina TRT6ê nake



Îlhamî Sîdar gotiye, ji ber ku Abdulah Kiran di TRT6ê da got, " Di xeta Cerablûsê da 90 km di destê Daîşê da ye, çima Tirkiye Daîşê topbaran nake, çima li Azezê kurdan topbaran dike?"
Li ser van gotinên Kiran, Îlhamî Işik û Muhsîn Kizilkaya har bûne, tu nemaye Kiran lînc bikin.
Kizilkaya û Îlhamî Işik bi her tiştê xwe ketine xizmeta dewleta tirk, ew êdî çaqokêş û qorîciyên dewleta tirk in.
Ji bo ku perê xwe helal bikin, helbet ewê şûrê dewleta tirk û hukûmeta AKPê bikşînin û topbarana tirkan biparêzin, li dijî kuştina zarok û jinên kurd dernekevin.
Ji ber ku carê bûne zilamên dewletê, mecbûr in xwediyê xwe bi ruh û can biparêzin.
Gava êrîşan neparêzin, rexne bikin, dewletê wan biqewirîne û hinkên din bîne.
Ji ber ku di nava kurdan da kesên bixwazin têkevin xizmeta neyarê xwe pir in.
Lê li alî din bi dîtina min êdî ne rast e kesên welatparêz herin di TRT6ê da bixebitin û bi kesên wiha ra hevaltiyê bikin.
Ji ber ku êdî ew zemîn nemaye. TRT6 bi carê da bûye platformeke antî-kurd ya nîjadperest. Dibê meriv qedrê xwe bigre û neçe nekeve nava zilamên dewletê.

Rukiye Özmen Ji Ismail Bêşikçi pirs kirin gelo çima dewlet nahêlê kurd bi xwe TV yan vekin lê dewlet dixwaze bi kurdî TV yan vekê Ismail Beşikçî wiha bersiv da bû, daku bi kurdî û bi kurdan xebera ji kurdan re bidin
Zinarê Xamo Rast gotiye, kurdên bêşexsiyet, yên amadene bibin zilamên dewleta tirk û ji kurdan ra xeberan bidin pir in. Mesele pere ye û li ba dewletê jî pere pir e.

Zekî Ozmen Hefteya borî min jî çend deqîqeyekî li bernamê nêrî. Kesê pêşkêşvan ku ji ber navê wî li ser ekranê derneket nizanim çi ye, heqê xwefiroşiya xwe tam diderxist. Qet rê nedida ku Abdullah Kiran ku hevokên xwe biqedîne û her tişta Kiran dixwast bibêje, wî bi babeteke bêelaqe diguhert. Ya rast dilê min bi Kiran şewitî, ji ber wekî mankenekî danîbûn wir û qet nedihiştin ku fikra xwe bibêje. Min hemû fêm kir lê min fêm nekir ka çawe Kiran ango Felat Dilgeş vê mûameleyê laqîqî xwe dibîne.

Zinarê Xamo Kes kesî mecbûrî çûyina TRT6ê nake, her kes bi daxwaza xwe diçe wir. Yê ji wê rewşê aciz bibe naçe wir.
Min jî dixwest Kiran ne li wir be, ne di nav wan kesan da be, lê wa ye li wir e.
Dewletê heta nuha bi sedan siyasetmedar, ronakvîr û serok birin TRT6ê, demekê karê xwe bi wan da kirin û dû ra, gava bêemriya dewletê kirin ya jî gotineke ne li gorî dilê wan gotin, yeko yeko qewitandin.
Û ji wan ra negotin sûcê we jî çi ye, ji bo çi em we diqewitînin.
Îbrahîm Guçlu bi xwe got, berpirsiyarên TRT6ê jê ra negotin çima me tu ji kar avêt. Pir xwest bizanibe lê jê ra negotin.
Nabêjin ji ber ku kurdan nas dikin, dixwazin hemû malzemeyê li piyasê biceribînin, heta ji wan tê gelek kesan lekedar bikin.