05 december 2015

Çavê me ronî be, leşkerên tirk li Kurdistana başûr jî baş bi cî dabin.


Li gorî nûçeyeke di medyaya tirk da belav bûye îşev tabûrek(li dora 1200)leşker û 25 tankên tirk sînorê Tirkiyê derbas kirine û li nêzî Mûsilê, li qeza Beşîqê(Başîkê)bi cî bûne.
Berpirsê hêza Pêşmerge yê herêma Başîkê Behram Erîf Yasîn gotiye ”xeber derew e, tu hêzên artêşa Tirkiyê derbasî Başîkê nebûne…”
Lê Behram Erîf Yasîn, dû ra jî gotiye:
”Li binkeya leşkerî ya Başîkê tenê çend şêwirmend û pirsporên leşekrî yên Tirkiyê hene ku ew jî rahênan û perwerdeya leşkerî didin çekdarên erebên sunî yên Heşda Niştîmanî û ji bilî wan.”
Yanî xeber rast e, leşkerên tirk li Başîkê bi cî bûne…
Tirk derewa nakin, medya cîhanê derewa nake, yê rast nabêje û derewa dike Behram Erîf Yasîn e.
Tirk dibêjin ji bo ku pêşmergeyan li hemberî Daîşê perwerde bikin ev leşker çûne wir.
Qumandarên Daîşê dikin pêşmergeyan li hemberî Daîşê perwerde bikin!
Wey mala Xwedê ava be!
Li gorî medya dnivîse, ev du sal in leşkerên tirk li wir bûne. Min qet nebihîstibû.
Hejmara wan berê 150 bûye, lê ev hejmar îcar zêde kirine, derxistine ”300” kesî.
Ji ber ku ji hesab û planeke Tirkiyê heye, lema jî 25 tank jî şandine.
Lê ji ber ku tê gotin ku tabûreke, lema jî hejmar ewê ji 300î zêdetir be, dikane di nabêna 300-1300 kesî da biguhere.
Yanî texmîna 1200 leşkerî dikane rast be.
Ma li dinyayê kes nema, tirk, nyarên kurdan ewê werin pêşmergeyan perwerde bikin?
Û çi karê 25 tankan bi leşkerên perwerdeyê ra heye? Wisa xuya dike tirk haziriya şerekî giran dikin. Tirkiye, ji bo xêrê, ji bo perwerdeyê leşker û tankan naşîne Kurdistana başûr, miheqeq planeke wan ya li dijî kurdan heye. Yê eksê vê bibêje hevalê dewleta tirk.
Diyar e pisporên Emerîka, Almanya, Swêd û gelek welatên hevpeman têra hukûmeta Kurdistanê nake, gerek pisporênwan ewê îlem tirk bin.
Ji bo ku ji wir dernekvin.
Li dora 3000 hezar leşkerên tirk ev 20 sal in li hermê Zaxo û Bamernê ne.
Û mêrikan dernakevin.
Qey 3000 hezarên berê ne bes bû, îcar tabûreke din jî lê zêde kirin.
Çûna leşkerên tirk bi çi navî dibe bira bibe, hukûmeta Îraqê ban wan kiribe jî dibê kurdan qebûl nekira.
Wek kurd meriv tirkan, neyarê qewmê xwe yê herî xedar bera welatê xwe nade, belayê ji xwe ra venake.
Bi Xwedê hêdî hêdî hêviya min ya em ji bindestiyê rizgar bibin kêm dibe…
Tiştê herî ecêb, wezareta parastina Emerîkayê li dijî bicîkirina leşkerên tirk derketiye û gotiye”haya me ji neqilkirina leşkerên tirk ya Bakurê Îraqê heye. Lê belê ev bicîbûn ne perçeyekî ji aktîvîteyên koalîsyonê ye.”
Ev jî nîşan dide ku çûna leşkerên tirk bê dilê Emerîkayê ye û yên me bêyî haya Emerîkayê destûr dane çûna tirkan…
Bi qasî ku xuya dike tiştên pir tarî dibin…

04 december 2015

Abûqatiya Tirkiyê bi kurdan neketiye





Berdevkê hukûemta Kurdistana Federe Sefîn Dizayî û hin berpirsiyarên din jî xwe tevî şerê Rûsyayê û Tirkiyê û îdiayên rûsan ku Tirkiye bi Daîşê ra tîcareta petrolê dike kirine û gotrine,
”Tankêrên di ser Zaxo- Silopiyê ra neftê dibin bendere Ceyhanê ne yên Daîşê, yên me ne. Wek hukûmeta Kurdistanê em van îdîayên Rûsyayê red dikin. Û ew belegeyên nîşan dane jî ne rast in.”
Min fêm nekir çi îşê we pê heye, çima hûn xwe li ber baranê şil dikin û dibin abûqatê Tirkiyê û Erdogan?
Hûn çima dibêjin tankêrên ji Xabûr derbas dibin yên me ne, bira tirk bibêjin, bira tirk xwe biparêzin û îspat bikin.
Çima hûn elelecele Tirkiyê diparêzin?
Rûsan qala kurdan û hukûmeta Kurdistanê nekiriye, negotina kurd neftê ji Daîssê dikirin, ew û tirk bi hev ketine.
Rûs dibêjin Tirkiye ji Daîşê petrol dikire û di vê tîcaretê da tiliya malbata Erdogan jî heye. Qet qala hukûemta Kurdistanê nekirin.
De îcar hukûmeta Kurdistanê ccima li hemberî van îdeayên rûsan derdikeve û li hemberî Rûsyayê şûrê Tirkiyê dikşîne û dibêje delîl û belgeyên Rûsyayê ne rast in, filan û bîvan.
Hemû rojnameyên tirkan beyanên Dizayî û berpirsiyarên din ji manşetan dane û hukûmeta Kurdistanê ji Tirkiyê û Erdogan ra kirine ssahid û abûqat.
Fena ku hukûmeta Kurdistana Federe li hemebrî Rûsyayê, Erdogan û Tirkyê diparêze û ji bo hemû îdîayên Rûsyayê jî dibêje derew in.
Ev abûqatiya hukûmeta Kurdistanê ya ji Tirkiyê ra qet ne li xêra kurda ye.
Di demeke wiha krîtîk da trefgiriyeke bi vî rengî, abûqatiya Tirkiyê û Erdoga ewê zirarê bide kurdan, ewê Rûsyayê pir aciz bike û belkî jî bîne hemberî kurdan.
Heta ku Rûsya dîrekt navê Kurdistana Federe nede, wan bi tîcareteke wiha îtham neke, dibê kurd xwe tevî vê teşxeleya mezin nekin û bi tu hawî nebin teref, ji Erdogan û rejîma wî ya faşîst ra nebin alîkar û desteg.
Erdogan ketiye tengasiyê, hewcedariya wî ji piştgirî û şahidiya kurdên başûr heye. Û miheqeq ev beyanên berpirsiyarên hukûmeta Kurdistanê jî li ser “rica” tirkan bûye.
Lê ev şaş e, piştgiriya Tirkiyê û Erdogan li zirara kurda ye û dikane Rûsyayê bike dijminê kurdan.
Ev jî tahlûkeyeke mezin e, dibê kurd bi Rûsyayê ra nebin sebebê peydakirina gelşeke wiha.
Li alî din ev şêla hukûmeta Kurdistanê dikane kurdan bi xwe jî bîne hemberî hev, gelşên berê hene mezintir û kûrtir bike.
Lema jî dibê hukûmeta Kurdistanê ebeden xwe tevî teşxeleya Tirkiyê û Rûsyayê neke û careke din jî beyanên bi vî rengî nede.
Erdogan tevî gelek karên krîmînel bûye, dinya jî viya dizane, pêş eroja wî tarî xuya ye. Dibê kurd xwe ji Erdogan dûr xin, nebin parêzvanên wî.

03 december 2015

Pûtîn ewê vê tirê ji Erdogan ra nehêle !


Di krîza Tirkiyê û Rûsyayê da Pûtîn şûr ji kalan kişand, gef li Tirkiyê xwar û got, ” Ewê Tirkiyê efû neke, Tirkiye ewê bedelê vê kirina xwe bide.”
Ji axaftina Pûtîn ya îro çend nuxteyên muhîm:
”Tedbîrên me ewê bi aboriyê tenê ne sînorkirî bin. Kesên wiha difikirin xelet in.
Piştî sûcên eskerî û kuştina mirovên me heger difikirin ku ewê bi firingiyan ya jî bi hin astengiyên sektora înşaatê xwe xelas bikin şaş difikirin.
Li Tikriyê bi petrola diziyê kî bêrîkên xwe dadigrin û kî ji rêxistinên terorê ra mîlîtanan top dikin em dizanin.
Ji kuştina pîlotên me elîtên tirk berpirsiyar in, emê viya tu carî ji bîr nekin.
Moskawa nikane alîkariya Anqerê ya bi terorîstan ra ji nedîve were.
Rûsya plan nake li hemberî Tirkyê sîlehê li bak e.
Emê bi yasaxkirina firingiyên wan tenê qîma xwe neynin.
Tiştê bûye emê ji bîr nekin.
Me ji pişta xwe derb xwar.
Îxanet me hertim wek tiştekî meriv ji ber fedî bike dîtiye.
Hukûmeta Tirkiyê ji xistina balafira me mesul e.
Tirk, ji ber tiştên kirin ewê pir poşman bibin...”
Bi navê Xwedê ev Pûtîn egîdekî mêra ye.
Mêrik bêbextiyê û îxanetê efû nake.
Heyfa xwe ji kesî ra bahêle.
Û viya jî dibêje, venaşêre.
Qet tenezulî dîplomasiyê, filan û bîvanê nake.
Ya dilê xwe rasterast dibêje.
Ji Erdogan ra dibêje ezê viya ji te ra nehêlim…
Ji Erdogan ra vekirî dibnêje, ezê te wek pîvazê biqeşêrim, tu zêde pêşda çû.
Te dîzme derbas kir.
De hêvî dikim bi rastî jî Pûtîn fiyaqa Erdogan xera bike û destên wî li kelemçê xe…

Terorîstên misilman îcar jî li Emerîkayê destên xwe di xwîna xelkê gerandin

Du Terorîstên misilman(jin û mêr) îcar li Emerîka li Kalifornyayê hovîtiya xwe nîşan dan, 14 kes kuştin û 17 kes jî birîndar kirin. Piştî şer herdu jî ji alî polîsan ve hatin kuştin.
Qatil pakistaniyekî bi navê Syed Rizwan Farook û jina wî jî suûdî ye, navê wê Tashfeen Malik e.
Terorîstêm misilman qetlîamên wiha ewê hîn pir bikin, ev ne ya dawî ye.
Çimkî xwediyê îdeolojiyeke irqşî û faşîst in, hemû cîhana ne misilman neyarê xwe dibînin, ji xiristiyanan, cihuyan, hemû kesên ne misilman û weke wan fanatîk nefret dikin.
Û ne tenê nefret dikin, qetla hemû kesên ne misilman helal dibînin.
Ji ber ku xwediyê vê îdeolojiya faşîst û li dijî mirovahiyê ne lema jî li vir û li wir wek psîkopatan û qatilan xelkê bêguneh gulebaran dikin.
Him ji birçîna ji welatên xwe reviyane û li welatên xelkê stirîne û him jî wek hovan xelkê feqîr dikujin.
Tiştê îro misilman, terorîstên îslamê li ser navê dîn û îslamê dikin barbarî ye, wahşet e, nazîzim e. Bingeha vê kîn û nefreta ji xiristiyanan dîndariyeke fanatîk e, îdeolojiya îslamê ye.
Tu sûc û gunehê xelkê sivîl bi siyaseta dewletên wan tuneye, piraniya ewrûpiyan li hemberî feqîr, hejar û bêkesên misilman û efrîkî dilrahm û bi merhamet in, dixwazin alîkariya koçber û feqîran bikin, li dijî siayseta dewletên xwe dertên. Lê ev jî heta derekê ye.
Lê li gel vê jî misilman ji xiristiyanan nefret dikin, wan dikujin.
Ji ber ku di her warî da fersah fersah ji xiristiyan û ewrûpiyan paşdatir in. Ji dêlî ku ew jî xwe biguherînin ü wek ewrûpiyan bi pêş kevin, ji wan nefret dikin, wan dikujin.
Li vir û li wir kesên, xwedîxêr, humanîstên welatên xwe, karên xwe, rehetiya xwe berdane û çûne alîkariya wan direvînin û ji bo çend quriş pere ya dikujin ya jî bi salan girtî dihêlin, li çol û çepelan bi xwe re digerînin. Ji bo ku wan berdibn ji malbatên van feqîr û xêrxwazan pera dixwazin.
Ma ev însaniyet e?
Xelk çûye alîkariya wan û zarokên wan, xelkê direvînin û fîdyeyê ji malbatên wan dixwazin.
Ma ev ne rûreşî ye?
Li Pakîstanê, li Tirkiyê, hema li kîjan welatê misilman dibe bira bibe, heger xiristiyanan, cihuyan 14 misilman bi vî rengî qetil kiribûna, misilmanan ewê xiristiyan û cihuyên wî welatî hemû lînc bikirana, hemû bikuştana.
Heger terorîstên cihû li welatekî ereb qetlîamakwe wek ya Parîsê bikirana, misilmanan nuha qira cihuyên di nava xwe da anîbûn.
Lê ji ber ku miletên xiristiyan, emerîkî, ewrûpî merivên medenî ne, lema jî piştî qetlîamên wiha êrîşî misilmanan nakin.
Lê qetlîamaên wiha zêde bibin bûyerên wiha jî dikanin biqewimin.
Misilmanên li Emerîkayê, Kanadayê, Awistralyayê û Ewrûpayê ya ji ber zulma dewletên xwe ya jî ji birçîna reviyane û çûne li wan welatan strîne.
Lê dîsa jî ji alema xiristiyan nefret dikin û bi vê wahştê xelkê dikujin…
Meriv tê nuxteya bibêje xwezî ez misilman nehatima dinê…

Cî li Erdogan teng dibe

Nûnera Emerîja ya Neteweyên Yekbûyî Samantha Power, gotiye ew pêşniyara Rûsyayê ya lêkolîna çavkaniyên rêxistinên terorîst û Daîşê yên aborî pozîtîf dibînin.
Wek tê zanîn ji bo ku çavkaniyên aborî yên rêxistinên terorîst û di serî da jî yên Daîşê werin tetkîkkirin Rûsya haziriyê dike pêşniyareke lêkolînê bide Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî.
Piştî ku Tirkiyê balafira Rûsyayê xist, Rûsya dibêje Tirkiyê ji bo ku bi Daîşê ra tîcareta xwe ya petrolê rehet bikin balafira me xistin. Tirkiye ne ku petrolê tenê ji Daîşê dikire, di her warî da alîkariyê dide Daîşê.
Û dîsa li gorî îdîeya rûsan, serê tîcareta petrola bi Daîşê ra dihere digihîje malbata Erdogan û lawê wî.
Do Rûsyayê hin rismên bi satelîtan girtibûn wek belge nîşn da. Di wan vîdeoyan da meriv dibîne bi sedan tankêr petrolê ji Sûriyê bar dikin û dibin Tirkiyê.
Wezîrê parastinê yê Rûsyayê got gelek belgeyên din jî di destên me da hene, ku Tirkiye bi hezaran terorîst derbasî Sûriyê dike û çekan dide wan.
Yanî bi kurtî îdîayên Rûsyayê pir cidî ne.
Û li gorî beyanên Pûtîn û berpirsiyarên rûsan yên din ewê wisa bi rehetî dev ji Erdogan bernedin. Di vî warî da pir cidî xuya dikin.
Îcar vaye nûnera Emerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî Samantha Power jî gotiye ewê piştgiriyê bidin pêşniayra Rûsyayê.
Ev jî tê wê maneyê îşê Erdogan û çeteyên li dora wî pir zor û xerab xuya dike, hemû têkiliyên wan yên krîmînel yên bi Daîşê ra ewê derkevin ortê.
Hêvî dikim Emerîka çerx neke û piştgiriyê bide Rûsyayê…
Erdogan bi xistina balafira Rûsyayê ewê pir poşman bibe û bûye jî.
Putîn pir çidî û bi biryar xuya dike….
Hêvî dikim nifirên xanima min qebûl bibin û ev sûtalê faşîst û krîmînel ji hemû sûcên kirî xelas nebe, bi hawakî cezayê xwe bibîne…
Ez dibêjim nuha xwên şevan li Erdogan û Davutoglu heram in, bi şevan xewnên fahş dibînin, xwe di zindanan da û li ber hakiman dibînin….

02 december 2015

Tirkiyê bi şantajê daxwazên xwe bi YE daye qebûlkirin



Şêwirmendê serokkomar Erdogan Prof. Burhan Kuzu, li ser krîza koçberan ya bi Yekîtiya Ewrûpayê ra gotiye:
”Yekîtiya Ewrûpayê nîhayet resta Tirkiyê fêm kir û devê kîs vekir. Me çi gotibû? Emê sînor vekin û hemû koçberên Sûriyê rêkin ser we…”
Hûn dibînin bê çi keftar in, çi pînc û çi zindîq kurê zîndîqan in !
Ji roja pêşî da ye ez dibêjim ev îş bi organîzeya hukûmetê dibe, hukûmetê bi rengekî organîze bi riya çeteyên xwe milet ji her derê top kirin û dû ra jî rêkirin Balkanan û Ewrûpayê.
Û wek Burhan Kuzu jî gotiye, dû ra jî ji YE gotin,  ya hûnê  şert û daxwazên me qebûl bikin ya jî emê bi milyonan koçber bişînin ser we.
Û Yekîtiya Ewrûpayê jî ji mecbûrî 3 milyar Euro xug û hin sozên girêdayî yekîtiya Tirkiyê da Erdogan.
Vana(tirk, ereb) pînc in, ewladê zinê ne, siyasetmedarên ewrûpî nikanin bi vanan  ra kaban bavêjin.
Vana dikanin siyasetmedarên ewrûpî paşpê li kerê kin û dû ra bera kuçe û kolanên bajarên Ewrûpayê bidin.
Çimkî şantaj û komplo karê wan e…
Gelên Ewrûpayê hîn jî fêm nekirine ku ev krîza koçberan şantajake tirkan  e.
Û mêrikan sedîsed gihîştin armanca xwe.
Him 3 milyar Euroyê xwe girtin û him jî hin sozên ji bo lezandina endametiya xwe.
Û ya din jî, Yekîtiya Ewrûpayê bi peymana bi Tirkiyê ra çêkir rejîma Erdogan ya faşîst pejirand û heta xelat kir. YE ji Erdogan ra  got tu dikanî her tiştî bikî, kurdan bikuje, terorê bimeşîne emê dengê xwe nekin. Tenê tu koçberan neşîne ser me.
XXX



Çete û tîmên Erdogan yên taybet li ser riya Dêrikê êrîşî serokê PAKê Mistefa Ozçelîk û heyeta pê ra kirin û nehîştin herin Dêrikê.
Mistefa Ozçelîk Dêrikî ye, lê çete û tîmên Erdgon û dewleta tirk bi hêzên leşkerî riya wan birîn, bi gazê êrîş birin ser serokê PAKê û hevalên wî û Mistefa Ozçelîk jî di nav da gelek kes birîndar kirin.
Hêzên îşxalkar nahêlin em herin bajarên xwe, malên xwe.
Ev ji zulmê jî wêdatir e, teror e, faşîzim e.
Dibê hemû partî û hêzên kurd li dijî vê terora vê rejîma faşîst derkevin…
Ez vê êrîşa hêzên îşxalkar rûreş dikim û ji kekê Mistefa Ozçelîk û hemû kes, nas û dostên pê ra selametiyê dixwazim.
Bijî kurd û Kurdistan!
Bimre îşxala dewleta tirk !
Bimre rejîma faşîst ya AKPê !

Em û tirk emê rojekê xwe li hev serqot bikin

Zû, derebg, emê rojekê bi dewleta tirk ra têkevin şerekî mezin. Yanî zû, dereng rojekê emê xwe li hev serqot bikin.
Dewleta tirk viya li ser me ferz dike.
Ne ku dema ew xurt û em zeîf in, dema em xurt û ew zeîf in dibê em vî şerî qebûl bikin.
Heta em tên vê nuxtê dibê em tim daxwaza wan ya şer texîr bikin.
Dewleta tirk dixwaze pişta me bişkîne.
Ji bo ku careke din em ranebin ser xwe, li hemberî wan serî hilnedin.
Ya jî demeke dûr û dirêj neyên ser xwe.
Di hesab û programa tirkan da ne em kurdên bakur tenê, têkbirina Kurdistana başûr jî heye.
Piştî şikandina me ewê dor were kurdên başûr jî. Ereb jî ewê bi tirkan gorra me bikolin.
Dixwazin berê me(tevgera kurdêb bakur) ji ber xwe da bixînin. Ji bo ku li hundur pişta wan saxlem be.
Hûn guh nedin ”dostayiya” tirkan ya sexte ya bi kurdên başûr ra. Hemû vir in, li bende fersend û roja xwe ne.
Ji bo dewleta tirk Kurdistana başûr hîn jî dijminekî dibê miheqeq ji ortê rabe. Kurdê vê nêta tirkan nabîne pir saf e.



XXX
Piştî Pûtîn serokê Emerîkayê Obama jî got Tirkiye rê li ber çûn û hatina çeteyên Daîş baş nagire û dihêle petrolê di ser Tirkiyê ra bifroşe.
Obama gotiye, “di ewlekariya sînorê Tirkiyê û Sûriyê da hin pêşketin hene, lê belê li gel vê jî di mesela ewlekariyê da hîn jî hin valahî hene. Daîş van valahiyan bi kar tîne, însanan derbas dike û petrolê difroşe.”
Obama ji Pûtîn kêmtir negotiye, tiştê Pûtîn gotiye Obama jî dubare kiriye.
Vana îdîdîayên pir mezin û cidî ne.
Helbet Obama baş dizana hêza li pişt Daîşê Tirkiye ye, bêyê piştgiriya Tirkiyê ya lojîstîk, eskerî û aborî, tibî Daîş nikane mehekê jî li ber xwe bide.
Daîş bi çavê Emerî herî mezin li Erdogan dinêre.
Obama, Nato, Yekîtiya Ewrûpayê hemû vê yekê baş dizanin. Lê heta nuha zêde guh nedidanê. Ji ber ku zirar nedigigîşt wan. Lê piştî qetlïama Parîsê êdî serï gihîşt wan jî, lema jî nuha bêtir bi Erdogan da dixeyidin, jê ra dibêjin êdî bes e, heta nuha te çi kir bira ji te ra bimïne, lê nuha û pêda dev ji Daîşê berde.
Obama gotiye, li Parîsê wî ev yek ji Erdogan ra jî gotiye. Ji bo têkbirina Daîşê li gel şerê eskerî dibê çavkaniyên Daîşê yên aborî jî werin birrîn.
Yanî dibê Tirkiyê êdî bi Daîşê ra tîcareta petrolê neke û destûrê nede çün û hatina çeteyan.
Do jî wezîrê parasitinê yê Emerîka Ashton Carter jî Tirkiye bi rengekî sergirtî bi hevalbendiya Daîşê îtham kir, got, “em dixwazin Tirkiye him li hewa, him li erdê bêtir aktîf be. Operasyonên hewayî yên Tirkiyê bi piranî ne li hemberî Daîşê, li hemberî PKKê ne.”
Wisa xuya dike di rojên pêş da emê bibin şahidê gelek bûyerên mezin û balkêş...
Bi kinî îşê Erdogan pir xerab e, di rojên pêş da ji ber ku balafira rûs xistin û û bela xwe di rûsan dan Erdogan ewê pir poşman bibe…

01 december 2015

Hukûmet naxwaze qatilê Tahir Elçî derxe


Pêşniyara  HDPê ya ji bo lêkolîna li ser kuştina Tahir Elçî  îro di meclîsê da ji alî parlamenterên AKPê û MHPê ve hate redkirin...
Ji bo ku komîsyonek were çêrikirin û li ser kuştina Tahir Elçî lêkolînek were kirin, HDPê pêşniyarek da meclîsê.
Lê pêşniyara HDPê ji alî parlamenterên AKPê û MHPê ve hate redkirin.
Helbet ewê red bikin.
Ma qey dîn bûne polîsên xwe bigrin û ceza bikin.
Di vîdeoya bûyerê da jî meriv dibîne du polîs berra alîyê Tahir Elçî didin. Yek dû ra şeşderba xwe diguhere.
Him li gorî vîdeoyê û him jî li gorî şahidiya kesên li wir Tahir Elçî sedî sed bi guleya polîs hat kuştin. Û him jî bi zanetî kuştin.
Berê plan çêkiribûn û biryara kuştina wî girtibûn. Û li wir teşxeleyek derxistin û kuştin.
Belkî ew herdu ”YDG-H”liyên du polîs kuştin û di wir ra reviyan ew jî ajanên dewletê ne. Yanî ew jî mimkûn e…
Erdogan, Davutoglu, wezîrê karûbarê hundur , Mehdî Eker, Ensarîoglu, Mîroglu û gelek parlamenterên din jî baş dizanin polîs Tahîr Elçî kuşt.
Lê ji ber ku ûjdan, exlaq, diristî bi kesî ra nemaye, lema hemû jî ya meselê şêlû dikin ya jî dixin hustuyê PKKê.
Lê yek jî baweriya xwe, qenaeta xwe ya jê bawer dike nabêje…
Bi baweriya min kî bibêje qatilê Tahir Elçî ne polîs e PKK ye ew dost û dilxwazê dewletê û Erdogan e.
Dijatiya PKKê nayê maneya merivê her bêbextiyê lê bike û qetla dewletê kiriye têxe hustiyê PKKê.
Mesela kuştina du polîsan jî çiqasî rast e, çiqasî derew e ez nizanim.
Gelo ew herdu polîs bi rastî hatin kuştin?
Kesî merasima cenazeyê wan dît, kes navê wan dizane?
Ji ber ku ev dewleta bêşeref û bêbext dikane her derewê bike. Ji bo ku qatilê Tahir Elçî veşêre bibêje du polîsên me jî hatin kuştin.
Lê ev dewlet dikane du polîsên xwe jî bide kuştin. Vê dewleta namerd heta nuha bi sedan merivên xwe kuştine.

Dîtineke rast û pêşniyareke di cî da ye

Serokê Komîteya Huqûqa Qanûna Esasî ya Konseya Federasyona Rûsyayê Andey Klîşas, xwestiye Komeleyên Ulkuciyan wek rêxistinên terorîst werin îlankirin û li Rûsyayê jî werin yasaxkirin.
Daxwazeke pir rast û di cî da ye. Dibê kurdan heta nuha tiştekî wiha kiriba û li dadgehên Tirkiyê û navnetewî giliyekî wiha kiribûna.
Esas ne Komeleyên(Ocaxên)Ulkuciyan tenê, MHP bi xwe jî rêxistineke terorîst e.
Ji xwe Komeleyên Ulkucuyan ”Ulku Ocaklari/ girêdayî MHPê ne, yên terorê bi wan didin kirin MHP ye. MHP emir dide faşîstên ulkucî…
Lema jî dibê hin abûqat û huqûnas li ser vê meselê bifikirin.
Bi rastî jî ulkuciyên/faşîstên MHPê li Tirkiyê li hemberî kurdan terorê dimeşînin. Gelek caran bahaneyekê dibînin û dû ra jî bi rengekî organîze êrîşî kurdan dikin, mal û milkên kurdan dişewitînin û talan dikin.
Helbet van hêzên faşîst û terorîst ji dewletê jî destegê digrin. Çi bikin jî ne tên girtin û ne jî tên cezakirin.
Yanî dewlet bi xwe jî heta dereceyekê li pişt vê rêxistina terorîst e.
Lema jî dibê meriv mesels terorîstiya ”ulkuciyan” hinekî aktuel bike û bibêje ”Ocaxên Ulkuciyan” rêxistineke terorîst e.
Ji ber ku bi êrîş û tevgerên xwe tirs û xofê belav dikin, xelkê terorîze dikin, êrîşî kurdan û hêzên çep û elewî dikin.
Yanî karê wan teror e….

XXX
S. Demirtaş gotiye, "Tahir Elçî bi guleya polîs hat kuştin".
Kurdê viya nebêje dilxwaz û hevalê dewletê ye.
Lê emê viya li ser dewletê îspat nekin.
Ew tiştekî din e.
Ji we me tu carî qatilî li dewletê îspat nekiriye.
Qatilê me dewlet e, helbet ewê qebûl neke.
Ewê sûcê xwe veşêre û li bin guhê hev xe. Tim wiha kiriye, îcar jî ewê wiha bike...