05 oktober 2015

Binêrin tirk li kurdan çi dikin !

Polîsên tirk li Şirnexê termên kurdan bi erebeyên xwe ve girê didin û li nava bajêr digerînin.
Du roj di ser bûyerê ra derbas bûn, medyaya tirk hîn jî qala vê wahşetê nekiriye, fena ku nemiroviyeke wiha li Tirkiyê neqewimî be xwe kerr û lal dikin.
Ji bo ku kurd tirkan nas bikin ev bûyer tenê bes e…
Ne dewlet tenê, civata tirk jî, medyaya tirk jî bi qasî hukûmetê û dewletê neyarê miletê kurd in.
Dibê em kurd viya baş bizanin.
Jixwe tiştê tê kirin ne şerekî li hemberî PKKê tenê ye, bi tevayî li hemberî miletê kurd e, dewleta tirk, hukûmeta AKPê, miletê tirk li hemberî kurdan şerekî berfireh dane destpêkirin.

XXX
Vira Şirnex e!
Kurdino, baş li vî rismî binêrin, şerm nekin!
Ruyê xwe neguherînin!
Dewleta tirk li Şirnexê bi vê wahşetê xurtî û mezniya xwe nîşanî kurdan dide. Li gorî hatiye gotin term(cenaze) yê xortekî bi navê Lokman Bîrlîk e bi dû "akrepa" tirkan ve hatiye girêdan. Lokman xoretekî Şirnexî ye.
Ji roja ev dewlet ava bûye li kurdan wiha dikin, hemû îktîdarên tirk ji bo ku xofê têxin dilê kurdan tim termên kurdan wiha bi erdê ra kişandine.
Dibê kurd baş li vî rismê barbariyê binêrin û hinekî din ji dewleta tirk û ji Erdogan hez bikin û rayên xwe bidinê...

XXX
Binêrin serdest û xwedîdewlet, li bindest û bêdewletan çi dikin !
Ji bo ku filistînî bibin xwedî dewlet hin kurd bi ruh û can piştgiriya wan dikin, katalan serxwebûnê dixwazin ji wan ra li çepikan dixin.
Lê tenê ji bo me kurdan dewletê ne dixwazin û ne jî rast dibînin. Dibêjin dewlet pir pîs e û dibê kurd dewletê nexwazin.
Yanî ev kurdên me yên enternasyonalîst dewletê ji bo her kesî heq, tenê ji bo me kurdan pîs û qebhet dibînin...
Lê dibê meriv guh nede van kemalîst, korfahm û demagojiyan, ji bo ku kurd dewletê nexwazin kî çi demagojiyê dike bira bike, heta em kurd nebin xwedî dewlet halê me ewê tim ev be; tirk ewê tim termên me bi dû wasiteyên polîs û leşkeran ve girê bidin û wek îbretê nîşanî zindiyên me bidin...


XXX


Yên carê bûn yenîçerî, heta mirinê jî yenîçerî man. Îro jî rewş eynî ye, yên bûne "yenîçeriyên" Tirkiyê, bixwazin jî nikanin vegerin ser koka xwe.

04 oktober 2015

Di rojên giran da kî çi mal e derdikeve ortê



Însan di rojên giran da şexsiyet û qerekterê xwe yê rastîn nîşan dide.
Di rojên giran da diyar dibe kî berx e, kî beran e, kî camêr, egîd û mêr e, kî rezîl û pûlperstê li ber deriyê neyêr e.
Di rojên rehet û fireh da camêrî û mêranî rehet e.
Lê marîfet ew e ku meriv di rojên giran da, di rojên teng da însan û camêr be, xwe pîs neke, wek kevokên teqlebaz, teqle navêje.
Marîfet ew e ku di rojên giran da meriv dev ji hevaltiya gelê xwe û mezlûman bernede û nebe heval û abûqatê zaliman û îşxalkaran.
Gelek kesên do hêviyên gelê xwe bûn, serok û rêberên gelê xwe bûn, xwedêgiravî pêşengên azadî û serxwebûnê bûn, îro bûne zirnevan û abûqatên Erdogan û dewleta tirk…
Ji dêlî li ku dijî zulm û terora dewletê derkevin, cînaeytên dewleta tirk mahkûm bikin, kevir û kuçikan li PKKê dibarînin, mesûl û musebîbî her xerabiyê tenê PKKê dibînin.
Fena ku ev dewlet milyaket be jê ra qet tiştekî nabêjin. Çi xerabî û şaşî hebe ji PKKê ye.
Ji dewletê û hukûmetê ra nabêjin hûn çawa, bi çi heqî û li gorî kîjan qanûnê goristanên me xera dikin?
Heger hêzeke çep ya tirk li bajarekî tirkan, li Rîzeyê, Konyayê, li Sînopê tiştên PKK dike, bikira, ma dewletê ewê ew bajar jî wek Cizîrê û Farqînê bida ber topan, ew bajar jî bişewitanda?
Gelê wî bajarî jî 9 rojan di hunduran da hefs bikira?
Kurdên hevalên dewletê, hevalên AKPê ji ber ku bûne havalên neyarên xwe bêûjdan bûne, rastiyê nabêjin, çavên wan tenê şaşî û xerabiyên PKKê dibînin, lê ji yên dewletê ra kor, kerr û lal in…



Dewlet qeweta xwe nîşanî kurdan dide

Silîva(Farqîn) di binê îşxal da ye, dewlet Silîva wêran dike. Bi sedan komando û tîmên taybet bi çek û wasiteyên giran ketine hundurê bajêr û bajêr wêran dikin, kurdan didin ber gulan. Goristanên kurdan bi buldozeran xera dikin. Nahêlin kes ji mala xwe derkeve.
Bi kurtî dewletê li seranserê Kurdistanê li hemberî kurdan şrekîmezin daye dest pêkirin.
Ajansa ÎHAyê ev axaftina di nabêna zairk û bitekî tîmên taybet da belav kiriye.
Zabitê tirk ji tîmên taybet ra dibêje ji bo Xwedê bikujin, ji bo pêxember bikujin…
”Me çaremîn şexsê bi roket jî kuşt. Xwedê ji we razî be. Li kafiran bidin, bira gunehê we bi kafiran neê hevalno. Lêxin ji bo Xwedê, ji bo şehîdên me. Nehêlin kes xwe nêzî wan bike. Me du hebên bi keleş daxist(kuşt). Bi îzna Xwedê emê hemûyan bikujin. Xwedê bi we ra be. Ji bo Xwedê lêxin, ji bo pêxember lêzin, ji bo ku xwîna şehîdên me li erdê nemîne lêxin. Ez çavên we maç dikim, Xwedê bi we ra be, dom bikin.”
Hêzên dewltê eynî tiştî nuha, di van seetan da li Nisêbîne jî dikin, Nisêbîn jî tê wêrankirin, li wir jî xwîna kurdan diheriikînin. Medyaya tirk, civata tirk û kurdên AKPê, kurdên ku bûna zilamên Erdogan û dewletê bêdeng in, li vê teror û qetlîamên dewletê temaşe dikin.

XXX
Neyartiya tirkan ya li hemberî kurdan hewqasî pêş da çûye ku tucarên tirk, şîrketên tirk jî êdî mal nafroşin kurdan.
Piştî kevirkirina otobozên kurdan, tucar û şîrketên tirk jî bi dewleta xwe ra dest bi boykota kurdan kirine.
Bi dîtina min baş dikin, dibê em xwe nas bikin.
Kurdê hîn jî qala "biratiya" tirkan û jiyana bi tirkan ra bike bizanbin ew kurdekî pir xerab e.

XXX


Yên carê bûn yenîçerî, heta mirinê jî yenîçerî man. Îro jî rewş eynî ye, yên bûne "yenîçeriyên" Tirkiyê, bixwazin jî nikanin vegerin ser koka xwe.

03 oktober 2015

Herdu serî jî ji hev xerabtir in

Hin kes Mîroglu, Metîner û Kizilkaya bi Kurkçu, Yuksekdag û Aydogan ra miqayese dikin, dibêjin em qebûl bikin ku Mîroglu, Metîner û Kizilkaya kurdan temsîl nakin. Gelo Kurkçu, Yuksekdag û Aydogan kurdan temsîl dikin?
Ne şert e meriv xeraban bi yên ji wan xerabtir ra miqayese bike. Herdu serî jî xerabên di ser hev ra ne. Herdu serî jî ne ew kes in ku meriv wan biparêze û yekî ji yê din baştir bibîne.
Mîroglu, Metîner û Kizilakaya ref(sef, cephe) guhertine û bûne zilam û hevalên neyarên kurdan, bûne hevalên dewleta îşxalkar. Yanî bûne kurdên naxwazin kurd azad bibin.
Figen Yuksekdag, Nursel Aydogan û Ertugrul Kurkçu jî tirkên naxwazin kurd azad bibin û naxwazin dewleta wan perçe bibe.
Netîce, Mîroglu, Metîner û Kizilkaya kurdên di nava tirkan da ji tirkan ra xizmetê dikin û Figen Yuksekdag, Nursel Aydogan û Ertugrul Kurkçu jî tirkên di nava kurdan da ji tirkan ra xizmetê dikin.
Yanî armanc û hedefa herdu seriyan jî yek e, kurd azad nebin, Kurdistan çê nebe, dewleta tirk Kurdistanê wenda neke.

XXX
Abdullah Keskîn, di twitteke xwe da dibêje di nivîsên seyeheta Yurda Kaya da li ser Nêçîrvan Barzanî anekdotek balkêş heye.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, di hevdîtinekê da gava ji misteşarê MITê ra dibêje, ”em ne terefdarê serxwebûnê ne”, misteşar jê ra dibêje:
”Wiha nebêje(bi tirkî gotiye yapma), ez kalikê te jî nas dikim û bavê te jî nas dikim û ez dizanim hûn çi dixwazin…”
Ev bersîva misteşarê MITa tirk ji bo hemû kurdan dibê bibe derseke dîrokî. Ne hewceyî çerxkirinê û derewa ye, tirk dizanin em çi dixwazin.
Heta ji kurdan tê bira ala tirk li ba kin û bibêjin em serxwebûnê naxwazin, tirk pênc perê xwe jî di viya nadin û bi vê vira kurdan dikenin.
Lema jî ya baş ew e ku meriv wek camêran, wek serokên her miletî doza azdî û serxwebûna xwe bike, viya veneşêre û vekirî bibêje ev mafê me ye. Lê em dikanin bi hev ra jî bijîn.
Ez dibêjim di rojên pêş da ewê gelek tiştên ji vê anekdotê pir û pir mezintir û xerabtir derkevin. Belkî em nebînin lê zarokên me ewê bibînin.
Not:Seyehetnameya Yurda Kaya di nava weşanên Avesta da ewê wek kitêb derkeve.



Tirk dibêjin emê çavê we derxin

Heta nuha Binalî Yildirmê pînc xwe li me kurdan ranekişandibû, mêranî û egîdiya xwe nîşanî me nedabû. Wa ye wî jî gef li me xawriya, gotiye:
”Kî bixwaze 77 milyonî perçe bike, emê wek zompekî li ser serê wan hazir bin. Emê wek çavê xwe li alê miqate bin. Yên çavê xwe bera wê bidin emê çavên wan derxin. Şansek hat dayin, ew şans revandin. Ji nuha û pê da şans tuneye. Ew carekê dibe.”
Biçirîne binê te erd e
Bînalî Yildirim dixwaze di tehdîdên xwe da ji serokê xwe Erdogan kêmnemîne, lema jî baş zirt daye xwe.
Mêrik me kurdan bi ”zomp” û bi ”çavderxistinê tehdît dike.
Ê em çi bikin, dereke em pê da birevin tuneye.
Û rica jî ji mirinê nabe.
Hema çi ji destê wet ê bikin.
Heger hûn nekin, hûn ji bav û kalên xwe da bênamûs û namerd in…



XXX
Neyartiya tirkan ya li hemberî kurdan hewqasî pêş da çûye ku tucarên tirk, şîrketên tirk jî êdî mal nafroşin kurdan.
Piştî kevirkirina otobozên kurdan, tucar û şîrketên tirk jî bi dewleta xwe ra dest bi boykota kurdan kirine.
Bi dîtina min baş dikin, dibê em xwe nas bikin.
Kurdê hîn jî qala "biratiya" tirkan û jiyana bi tirkan ra bike bizanbin ew kurdekî pir xerab e.

02 oktober 2015

Tirkiyê dixwaze êrîşî ser PYDê û kurdan bike



Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu gotiye, ”Wek em li Îraqê dikin, heger ji Sûriyê jî PYD derbasî vî alî bibe emê tiştê hewce bikin. Kî bixwaze ewlekariya Tirkiyê tehdît bike ewê bersîva xwe bigre.”
Ev gotinên Davutoglu tê maneya Tirkiyê biryar daye êrîşî PYDê û kurdên Kurdistana rojava bike, tenê bahaneyek lazim e. Û wiya jî bibînin. Ma li ba tirkan derew tuneye?
Lema jî ewê pir ne ecêb be sibe maneyekê bibînin û bibêjin ”PYD” d...erabsî vî alî bûye, nizanim PYDê çi kiriye û dû ra jî mewziyên kurdan bombebaran bikin.
Çimkî wisa xuya ye Tirkiye bi êrîşên Rûsya yên ser hin meqerên Daîşê û hin hêzên girêdayî Daîşê pir nerehet bûye. Ji ber ku Tirkiye naxwze Daîş li hemberî kurdan zeîf bibe.
Davutoglu bi vê tehdîda xwe ji Emerîka û Rûsyayê ra dibêje, heger hûn Daîşê zêde biêşsînin ezê jî li kurdan û PYDê xim, çeperên kurdan bombebaran bikim.
Welhasil bi êrîşa rûsan ya do careke din diyar bû Daîş û hêzên din yên cîhadîst hemû jî girêdayî Tirkiyê ne, lema jî Tirkiye naxwaze zirar bigihîje Daîşê, naxwaze kes li Daîşê xe.
Tirkyê bi hebûna xwe ya di NATOyê da heta nuha nedihîşt balafirên koalîsyonê derba mirinê li Daîşê xin, tim digot, ev ne Daîş e, ev Artêşa Azad ya Sûriyê ye, nizanim ev tirkmen in, nizanim ev kîja hêza mitefikê me ye, filan û bîvan.
Yanî qatilên cîhadîst tim ji êrîşan diparast.
Bes vê yekê nikane ji rûsan ra bibêje.
Navê wan çi be jî di rastiyê da hemû jî Daîş in, navên cuda hemû maske ne, Tirkiyê ji bo parastinê navên cuda li qatilên cîhadîst kirine. Tu ferqa El Nusra û Ahrar El Şam ji DAİŞê tuneye, hemû yên hev in.
Ferq ev e, navên cuda hemû numareyên Tirkiyê ne, ji bo ku wan ji mohra terorîstiyê xelas bike.


Daily Mail: Türkiye'de IŞİD militanlarına sahte pasaport satılıyor

Rûsan li Daîşê xistin barrîn bi trikan ket



Wezîrê karûbarên derve yê Tirkiyeyê Ferîdun Sinirlioglu, li hemberî êrîşên Rûsya yên asmanî yên li Sûriyeyê li dijî Daîşê nerazîbûna xwe nîşan daye.
Xwedêgiravî balafirên Rûsyayê ne li Daîşê, li çeperên Artêşa Azad a Sûriyeyê xistin e.
Ev îdîa vir e, eynî li Daîşê dane lê ji ber ku Tirkiye naxwaze li Daîşê bidin, dibêje li Artêşa Azad a Sûriyeyê dane.
Bi îhtîmaleke mezin Tirkiyê nedihîşt balafirên koalîsyonê li hin hedefên Daîşê ...xin, digot vana ne Daîşê in, Artêşa Azad ya Sûriyê ye.
Û Emerîkayê jî rabû ev yihale da rûsan, got hûn lêxin.
Îdîa ne li Artêşa Azad ya Sûriyê dane propagendeya tirka ye, agir ketiye Tirkyê. Ji ber ku Tirkiye naxwaze derbên mirinê li Daîşê bidin.
Esas Artêşa Azad ya Sûriyê yî wek Daîşê girêdayî Tirkiyê ye û Daîşeke bi navekî cihê ye.
Emerîka bi viya dizane. Bi îhtîmaleke mezin rûsan li ser daxwaza Emerîkayê li wan çeperan dane.
Karê Tirkan nedihît Emerîka bike, Emerîka yê dewrî rûsan kir, got hûn lêxin.


XXX
Xwedê kesî sêwî û bêdewlet neke.
Sêwîtî jî û bêdewletî jî nayê kişandin, meriv hustuxwar û bindest e. Kesê sêwî û bêdewlet tunebe çêtir e.
Xwezî ez tunebûma û min ev rezîlî û bindestiya xwe û gelê xwe nedîta.
Xwezî ez tunebûma û min ev zulma Erdogan û tirkan nedîta.



XXX


Ji ber ku Erdogan xwedî dewlet, artêş, tank, top û balafir e çavsoriyê li me dike, mêraniya xwe nîşanî me dide, dibêje me do 30 heb kuştin û emê bikujin heta ku biqedin.
Ji ber ku em kurd bêdewlet in, ji ber ku yê me jî wek wî artêşa me,tank û topên me, balafirên me tunene ew vê zulmê li me dike, dikane rojê 30 keç û xurtên me bide kuştin.
Lê qey emê jî rojekê bibin xwedî dewlet, a wê çaxê emê hesabê van qetlîaman ji tirk û ereban bipirsin.
Miletê kurd ewê vê zulma tirk û ereban tu carî ji bîr neke

01 oktober 2015

Erdogan dibêje ewê qetlîaman bidomînin


Dewleta tirk li hemberî miletê kurd herbeke mezin daye destpêkirin. Ji serîhildana şêx Seîd vir da ye ev cara pêşî ye dewlet bi berfirehiyê û bi vê êrîşkariyê êrişî kurdan dike.
Di salên 90î da gund wêran û vala kirin, lê nuha bajaran wêran(kavil) dikin û vala dikin.
Bi kurtî bi hovane dajon ser kurdan û wisa xuya ye ku heta Erdogan li ser hukim be ev êrîş ewê dom bikin.
Jixwe serokkomar Erdogan jî vê plan û nêta xwe qet venaşêre. Di axaftina xwe ya du roj berê da gotiye:
”Ez viya jî vekirî bibêjim, operasyonên li der jî û yên li hundur jî ewê dom bikin. Îşev jî(29/9)li derî sînor operasyonên me bûn, ji 30 hebî zêdetir terorist hatin kuştin. Emê li vir nesekinin, qet rehawet tuneye. Emê eynen dewam bikin. Xwedêgiravî li hundur gorristanên(şehîdgehên)wan hene. Û li van deran malên şînê çêkirine. Di binê van navan da depoyên sîlehan çêkirine. Em vanan hemûyan bi erdê rat ep û dûz dikin. Ew deranan ji alîkî da tên bombekirin û ji alîkî da jî tên paqijkirin.”
Wek tê dîtin êrîşên ser milet, ser goristanan û malên şînê ne bûyerên lokal in, bi qasî ku meriv fêm dike, hemû bi emir û dîrektîfên hukûmetê û Erdogan tên kirin.
Yanî ev hukûmet êdî tehamulî goristanên kurdan jî nake. Xerakirina gorran û goristanan mexsûsî naziyan e, nazî carnan gorrên cihuyan xera dikin.
Tiştê Erdogan û hukûmeta Davutoglu dike irqçîti ye, nazîzm e. Li Tirkiyê em kurd ketine dewasa cihuyan, ermeniyan.
Tiştên naziyan li Ewrûpayê di salên 40î da anîn serê cihuyan îro li Tirkiyê hukûmeta AKPê tîne serê me, Erdogan û Davutoglu tînin serê me.
Û ya din jî Erdogan pir vekirî dibêje, ewê van êrîşên xwe bidomînin, ewê qet nesekinin.
Mesela Erdogan bi kuştina 30 zarokên kurd pir kêfxweş bûye, gotiye ”emê dom bikin, rehawet qet tuneye.”
Yanî ev şer ewê demeke din jî dom bike, heta ku tirk careke din fêm bikin ku ev mesele bi kuştinë çareser nabe.
Bi terorê, bi kuştinê kurd tu carî dev ji doza xwe ya azadiyê û serxwebûnê bernadin. Rê ne kuştin e, diyalog e, siyaset e.
Erdogan li ser HDPê jî tiştekî balkêş gotiye. Cend roj berê HDPê li Almanyayê civînek çêkir. Erdogan derbarê vê civînê da gotiye:
”Li civîna Hamburgê ala Trinidad, ala Japonyayê hebû, ala tirk tunebû. Ka we digot gelseke we bi alê ra tuneye? Hûn kê dixapînin? Gelşa we bi alê ra jî, bi dewletê ra jî, bi milet ra jî û bi welat ra jî heye. Em vana hemûyan dizanin. Bi libakirina çend alên tirk hûn nikanin vî miletî bixapînin.”
Ev gotinên Erdogan pir muhîm in. Mêrik dibêje ya hûnê tam bibin tirk ya jî em “libakirina çend alan” qebûl nakin. Bi “libakirina” çend alên tirk hûn nikanin me bixapînin.
Dibê PKK û HDP bibînin ku libakirin û hildana ala tirk jî pere nake, lema jî ya herî baş û rast dibê PKK û HDP dev ji demagojiyê, dev ji navên ecêv berdin û ji bo miletê kurd çi dixwazin dobre dobre bibêjin.
Heger serxwebûnê, federasyonê naxwazin, dibê bi kêmanî otonomiyê bixwazin...
Qenekê her kes fêm dike çi dixwazin.
Qenekê sînorên otonomiyê, ala wê, hukûmeta wê heye. Bi hildana ala tirk, tirk naxapin. Dev ji van taktîkên bêşexsiyet berdin.
Û ya jî bi rastî tam bibin tirk û ala tirk baş rakin, wek nîjadperestên tirk baş li ba bikin.
Cimkî vi vê siyaseta opportunist û bêşexsiyet, meriv nizane ji dewletê çi tê xwestin. Ya rast dibê PKK û HDP ji bo gelê xwe programeke netewî, daxwazên netewî pêşkêş bike. Bira tirk jî, kurd jî û cîhan jî bibîne hûn ji bo kurdan çi dixwazin….

Dijminên me ji zebaniyan jî xerabtir in

Dijminên me merivên heta hûn bixwazin zalim, xerab û hov in, ji bin da bêrahm in, ji zebaniyan jî xerabtir in.
Ji bo ku em azad nebin û Kurdistanê ji bin destên xwe dernexin, neyarên me dikanin her zulmê, her hovîtiyê bikin û jixwe dikin jî.
Xelasiya me ji van zalimê zaliman pir zor e, ewê xwîn pir biherike. Yek, dibê em viya bizanibin.
Lema jî dibê em yekîtiya xwe xurt bikin, pir bi aqil hereket bikin û bi sebir bin. Bi taybetî tirk dikanin dînîtên pir mezin bikin.
Dibê partî û siyasetmedarên me hesab û kitabên xwe baş bikin û li gorî wê gavan bavêjin.


xxx


Ahmet Hakanê rojnamevan li ber mala xwe marûzî êrîşekê bûye. Êrîşê şermezar dikim.
Lê ev îş wiha ye, gava kurd werin lêdan, werin kuştin meriv bêdeng bimîne rojekê dor tê meriv jî.
Eynî dewlet, eynî çete her roj êrîşî kurdan jî dikin, parsu û pozê kurdan jî dişkînin, lê Ahmed û yên wek wî bêdeng dimînin.
Nuha va ye dor hat wan jî, ji nuha pê da ne parsu û pozê kurdan tenê, yên tirkên wek A. Hakan jî ewê bişkînin. Taliya rejîma Erdogan ev e.
Dibê Ahmet Hakan û hemû tirk tiştekî baş bizanibin, heta ku kurd bindest bin, heta ku miletê kurd negihîje azadiya xwe ”parsu û pozê” wan ewê tim were şikandin.