04 oktober 2015

Di rojên giran da kî çi mal e derdikeve ortê



Însan di rojên giran da şexsiyet û qerekterê xwe yê rastîn nîşan dide.
Di rojên giran da diyar dibe kî berx e, kî beran e, kî camêr, egîd û mêr e, kî rezîl û pûlperstê li ber deriyê neyêr e.
Di rojên rehet û fireh da camêrî û mêranî rehet e.
Lê marîfet ew e ku meriv di rojên giran da, di rojên teng da însan û camêr be, xwe pîs neke, wek kevokên teqlebaz, teqle navêje.
Marîfet ew e ku di rojên giran da meriv dev ji hevaltiya gelê xwe û mezlûman bernede û nebe heval û abûqatê zaliman û îşxalkaran.
Gelek kesên do hêviyên gelê xwe bûn, serok û rêberên gelê xwe bûn, xwedêgiravî pêşengên azadî û serxwebûnê bûn, îro bûne zirnevan û abûqatên Erdogan û dewleta tirk…
Ji dêlî li ku dijî zulm û terora dewletê derkevin, cînaeytên dewleta tirk mahkûm bikin, kevir û kuçikan li PKKê dibarînin, mesûl û musebîbî her xerabiyê tenê PKKê dibînin.
Fena ku ev dewlet milyaket be jê ra qet tiştekî nabêjin. Çi xerabî û şaşî hebe ji PKKê ye.
Ji dewletê û hukûmetê ra nabêjin hûn çawa, bi çi heqî û li gorî kîjan qanûnê goristanên me xera dikin?
Heger hêzeke çep ya tirk li bajarekî tirkan, li Rîzeyê, Konyayê, li Sînopê tiştên PKK dike, bikira, ma dewletê ewê ew bajar jî wek Cizîrê û Farqînê bida ber topan, ew bajar jî bişewitanda?
Gelê wî bajarî jî 9 rojan di hunduran da hefs bikira?
Kurdên hevalên dewletê, hevalên AKPê ji ber ku bûne havalên neyarên xwe bêûjdan bûne, rastiyê nabêjin, çavên wan tenê şaşî û xerabiyên PKKê dibînin, lê ji yên dewletê ra kor, kerr û lal in…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE