05 september 2015

Wî li min pepûkê !


Hela hûn werin li vê ibretê, li vê sosiretê! 
Serokwezîrê dewleta tirk, dewleta çeteyan Ahmet Davutoglu, derketina dervayî welêt wezîrên HDPê Alî Haydar Konca û Muslum Dogan yasax kiriye. 
Û xwedêgiravî Alî Haydar Konca, wezîrê Yekîtiya Ewrûpayê ye…
Di tarîxa nivîskî da sosireteke wiha tuneye, serokwezîr derketina derve li wezîran qedexe bike!
Davutoglu, bi biryarekê him derketina dervayî Tirkiyê li herdu wezîrên HDPê qedexe kiriye û him jî selahiyeta wan ya şandina personal ya derve ji wan stendiye.
Yanî Alî Haydar Koncayê xwedêgiravî wezîrê Yekîtiya Ewrûpayê ne ew dikane derkeve dervayî Tirkiyê û ne jî dikane mamûrekî xwe bişîne derve.
Numûneyeke neyartiya kurdan ya bêemsal, ev biryara Davutoglu û Erdogan nîşan dide bê kîn û nefreta wan ya li hemberî kurdan çiqasî mezin e!
Ji bo ku Alî Haydar Konca bi xwe derkeve dervayî Tirkyê ya jî mamûrekî xwe bişîne derve dibê hefteyekê berê bi nivîskî destûrê ji Davutoglu bixwaze.
Bi dîtina min ev qedexe hindik e, dibê Davutoglu qeyda elektronîkjî têxe nigên Alî Haydar Konca û Yusuf Dogan. Ji ber ku çi dibe çi nabe, dikane xwe vedizin û derkevin dervayî Tirkiyê.
Şerm e, heqareteke pir mezin e, dibê HDP vê heqaretê, vê rezaletê, vê bêşexsiyetkirinê qebûl neke û herdu wezîrên xwe jî tavilê bide îstîfakirin.
Meriv nikanibe bi xelkê lê xwe jî pîs nake. Ev biryara ji bo wezîrên HDPê hatiye girtin heqareteke pir mezin e.
Bi dîtina min parlamento û wezîrtiyeke bi van şertên pîskirinê ji kurdan ra nelazim e.
Dibê PKK dev ji siayseta tirkiyebûnê berde û riyeke nuh bibîne. Tirk me qebûl nakin, tenê bindestiyê û koletiyê layiqî medibînin. Dibê meriv koletiya tirkan red bike…

Dibê kurd dev ji şelafiya tirkan berdin

Jineke tirk ya bi navê Azra Kuçuk, li ser trajediya Alanê Kurd, birayê wî û dayika wan dilşadiya xwe wiha aniye zimên:
”Dema min termê zarokê sûriye yê pêlan avêtibû qerexa deryayê dît berê ez pir xemgîn bûm. Dû ra gava ez fêr bûm ku kurd e, huzûreke bêtarîf li dilê min belav bû.”
Tirkekî bi navê Ahmet Kadîr Keskîn jî kêfxweşiya xwe ya bi mirina Alanê 3 salê û kîn û nefreta xwe ya li hemerî kurdan di twîtta xwe da wiha daye der:
”Ez di termê Alan kurdî nim. Ez di qûna wî nim, ermeniyên qûnekên pîs. Kûçikên bêwelat !”
Ez van gotinên Azra Kuçikê û Ahmet Kadîr Keskîn, diyarî hemû parlamneter wezîr û kurdên zilamên Erdogan û Davutoglu û hemû kurdên dostên tirkan dikim.
Diyarî hemû kurdên ku dibêjin tirk û kurd bira ne û dixwazin bi tirkan ra bijîn dikim…
Ez viya jî bibêjim, ne Azra Kuçuk û Ahmet Keskîn tenê wisa difikirin, ji sedî nodûnehê tirkan weke wan dikirin, bi dehhezaran şiroveyên bi vî rengî hene.
Yanî meriv dikane bibêje Azra Kuçukê û Ahmmet Keskîn, hestên miletê tirk yê li hemberî kurdan anîne zimên.
Bi baweriya min êdî tu tiştekî me û tirkan bi hev ra nema ye. Ji vê saetê şûnda, piştî hewqas xwîn, piştî hewqas kîn û nefreta li hemberî me dibê em dev ji xeyala jîna bi tirkan ra berdin, dibê em parlamentoya wan jî, hilbijartinên wan jî, leşkeriya wan jî boykot bikin. Û azadî û doza serxwebûna xwe bikin, bi kêmanî doza federasyonê bi kin.

Heta em jî bi qasî ku tirk ji me nefret dikin ji wan nefret nekin em nabin milet û ji bindetiyê rizgar nabin.

XXX


Leşkerên Tirk nehîştin xelk bi cenazeyên Alan re biçe Kobanê. Nahêlin, ji ber ku dijmin in, dibê kurd baş fêm bikin ku ev dewlet neyar e. Miletê tirk neyar e, ji sedî nodûnehê tirkan dixwazin hemû werin qirkirin.
Kobanê bi liberxwedan û şehîdên xwe "bû nîşana liberxwedanê."!

04 september 2015

Em çi bikin?


ka werin em kurd ji hev hez bikin
hew dijminatiya hev bikin
hew hevdu biçûk û pîs bikin
destê biratiyê bidin hev
tifaqa xwe çê bikin
wek gêrikan alîkariya hev bikin
dijminên me pir in
zalim in, bêrahm in
zulmê li me dikin
me ji axa me koçber dikin
me dikujin
serê me jê dikin
ji ber ku em kurd in
û bêtifaq in
baweriya me,
siyaseta me
dîn û îdeolojiya me
ji bo wan qet ne muhîm in
ya muhîm em kurd in
û lema jî me dikujin
bi çol û çepelan dixin
baş e em çi bikin?
dibê em neyartiya hev nekin
û tifaqa xwe çê bikin
wê demê belkî em kanibin
xwe ji bin vê zulmê rizgar bikin
ya na ewê tim me bikujin û bikujin
///Zinarê Xamo
2015-09-04

XXX
Bi dîtina min êdî ne hewce ye em gav û saetê qala zalimî, hovîtî, bêbextî û durûtiya Erdogan û Davutoglu û neyarên xwe yên din bikin. Van tiştan êdî kerr û kor jî dizanin.
Ya muhîm em in, gelo em wezîfeya xwe dikin ya na?
Gelo em, tiştê ji me tê, tiştê em dikanin bikin dikin ya na?
Gelo em, tiştê em dikanin bikin dikin ya na?
Em nakin. Ji dêlî em wek bira destên xwe bidin hev, hêzên xwe bikin, tifaq û yekîtiya xwe xurt bikin, em neyartiya hev dikin, li hemberî hev qurretiyû û pozbilindiyê dikin.
Di trajediya me ya îro da rola Tirkiyê esas e û her kes pê dizane. Lê gel vê, partiyên me jî hinekî mesûl in, ew jî li hev nakin, ew jî li hemberî van neyarên me yên xwînxwar nabin yek.
Dibê em vê jî bibêjin, vê bêtifaqiyê jî rexne bikin.

XXX
Meclîsa Tirkiyê bi dengên AKPê, MHPê û CHPê tezkereya(biryara, yasaya) êrîş û operasyonên artêşa tirk yên dersînor, bi gotineke din êrîşên ser kurdên dervayî sînorên Tirkiyê û îşxala Kurdistana başûr û rojava saleke din dirêj. HDP li dijî tezkereyê derket û ray nedayê.
Wek tê dîtin, dema mesele dibe kurd û Kurdistan hemû partiyên tirk, dîndar, kemalîst û faşîst hemû nakokiyên xwe yê siyasî didin aliyekî û li hemberî kurdan dibin yek. Ji ber ku mêrikan li hemberî kurdan tim netewî difikirn.
Em tenê korfahm in û li gorî berjewendiyên netewî hereket nakin. Her serok û her partî li gorî berjewendiyên xwe hereket dike....



XXX
Gelek tiştên ez dixwazim bibêjim hene lê nikanim bibêjim, nabe bibêjim. Di bin barê gotinan da pişt li min qulûz bû…

03 september 2015

Halê me û qereçî û parsekên kuçeyan yek e

Di nabêna me û qereçiyên (mitrib,cîngene )û parsekên li kuçe û kolanan radikevin da tu ferq tuneye, em jî bêwelat in, ew jî...
Ji ber ku em herdu milet jî bêwelat em tim dibin mahcirên vî welatî û wî welatî, ji xelkê ra dibin problem û zarokên me di bahran da difetisin .
Lê dîsa jî gelek kurd li ber vî halê xwe yê bindest û rezîl nakevin, ji ber ku bindestên ereb, tirk û farisan e ji xwe şerm nakin.
Heger şerm bikirana, heger piçekî li ber xwe ketana ewê nebûna hevalên tirkan, nebûna parlamenter û wezîrên partiyên tirk.
Bi meriv ra xîret û heya nemîne meriv ne ji bindestiya xwe û ne jî ji hevalbendiya neyarê xwe şerm dike.

XXX
Bi dîtina min termê Alanê kurd yê 3 salî danîne ser masayek rast, qatlên wî û miletê kurd bi qasî Tirkiyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê xwediyên vê masê, Neteweyên Yekbûyî ye jî. Heger Neteweyên Yekbûyî bindestiya me qebûl nekira Aylan û birayê xwe nedibûn qurbanên pêlên deryayê.
Lema jî ciyê Aylanê 3 salî rast e, yên li dora wê masê rûniştine ew jî sûcdar û mesûlên qetla me ne...

XXX
Ev herdu kulîlkên kurdan, ev herdu birayên pêşeroj û hêviyên kurdan, Galipê 5 salî û Alanê 3 salî do ew jî wek hezarên berî xwe bûn qurbanên pêlên derya Egeyê û bi termên xwe yên li qeraxa deryayê ûjdanê dinyayê hejandin, ji Kobana birîndar, ji Kobana bêşans û bêtalih bûne.
Ez bêhed xemgîn û bêçare me…
Serê xwe li ber hemû şehîdên Kobanê û Kurdistanê ditewînim...

XXX
Tirkiye bûye welatê tirs û xofê, her kes ji xwe ditirse, kes bê tirs, bê qisawet ranakeve. Erdogan bûye kabûs û ketiye ser dilê her kesî.
Kurd, tirk, feqîr, zengîn, fabrîkator, çep, rast, ronakbîr, rojnamevan, siyasetmedar, ne siyasetmedar her kesê wek ku Erdogan neke, wî memnûn neke, wî aciz bike di tahlûkeyê da ye. Hertim dikane were girtin û hemû mal û milkê wî ji dest here.
Tirkiye di her warî da bûye welatekî bêqanûn, welatekî çavsor û zorbayan.

XXX


Xeyal ji jiyanê xweştir e, dibê em kurd tim xwedî xeyal bin. Xwediyê xeyalên mezin bin, xwediyê xeyalên yekîtiyê û Kurdistana azad bin.
Merivê bêxeyal bêarmanc e, bêruh e, bi saxî mirî ye.
Netirsin, xwediyê xeyalên mezin bin!
Em mecbûr in xwediyê xewn û xeyalên mezin bin. Bêyî xeyalên mezin gihîştina hedefên mezin ne mimkûn e...

02 september 2015

Necar çû Îmraliyê û maseyek mezin çêkir


Serokê HDPê Demirtaş, derbarê xerabûna ”pêvajoya çareseriyê” û destpêkirina şer da tiştekî pir balkêş gotiye.
Demirtaş gotiye, ”necar çû Îmraliyê, maseyek mezin hat çêkirin. Heta odeyek mezin hat çêkirin û makîneyên çay û qahwê jî lê hatin bicîkirin. Lê belê ne em û ne jî dewlet kanîbû here vê odeyê. Heger destûr bihata dayin ji bo çekdanînê Ocalan ewê banga topkirina kongreyê li PKKê bikira. Çima wiha bû em nizanin.”
Esas Demirtaş ji her kesî baştir dizane çima wiha bû, lê dîplomasiyê dike, navê sûcdar û musebîp nabêje.
Lê ew navê wî nebêje jî herkes dizane ew kî ye. Yê nehîşt kes here wê odeya hatibû amadekirin, yê ew mase wergerand, yê nehîşt kes wan makîneyên çay û qahweyê bikar bîne sultanê mezin û serokkomar Recep Tayyip Erdogan e.
Erdogan, piştî hilbijartinê gava dîti ku ”pêvajoya çareseriyê” ya jî ”pêvajoya xapandinê” rayên wî yên di nava kurdan da zêde nake lema nehîşt kes here wê odê, lema ”pêvajo” xera kir û li hemberî kurdan şer da destpêkririn.
Yanî destpêkirina pêvajoyê jî û xerekirina wê jî ji ber hesebê rayên kurd û tirka ye.
Bi destpêkirina ”pêvajoya çareseriyê” jî derdê Erdogan ne helkirina mesela kurd û dana mafên miletê kurd bû, ew li pey rayên kurdan bû û bi xerakirina ”pêvajoyê” jî derdê wî dîsa ray in, îktîdara wî ye ebedî ye. Hêviya xwe kurdan birî, îcar berê xwe da rayên tirkan.
Çimkî hew dikanîbû serî li kurdan û PKKê bigerîne, hew dikanîbû kurdan û PKKê bixapîne.
Dawiya derewan hatibû, ya ewê tiştekî konkret bida PKKê û kurdan ya jî ewê ”pêvajoya çareseriyê” biqedanda, dawî bida têkilî û taktîkên xapandinê.
Wî jî dawî da ”pêvajoya çareseriyê.”
Ji ber ku wekî din tu rê, tu alternatîf li ber wî tunebû. Partiya wî AKP di hilbijartinê da têk çûbû û kursiya wî ketibû tahlûkê. Lema jî dibê dawî li pêvajoyê bianiya û dest bi şer bikira.
Erdogan, ji bo ku rayên kurdan bigre û îktîdara xwe bidomîne ”pêvajoya çareseriyê” da destpêkirin û nuha jî dîsa ji ber vê yekê, lê îcar ji bo ku rayên tirkan bigre ”pêvajo” xera kir.

Heger hûn dengê xwe bikin emê serê we bipelixînin !

Di roja duyem ya wezîfeya xwe da ji kurdan ra got: heger hûn dengê xwe bikin emê serê we bipilixînin !
Wezîrê karûbarên hundur yê nuh Selamî Altinok, roja duyem ya wezîfeya xwe gef li kurdan xwar û dest bi tehdîdên ”serîpelçiqandinê” kir.
Mudûrê emniyata Stenbolê yê berê û wezîrê nuh Selamî Altinok gotiye:
”Li hemberî serîhildana li dijî dewleta tirk û miletê tirk emê musamahayê nîşan nedin, deme hewce be emê bi rengekî pir sert serê wan bipelixînin.”
Mêrik rast gotiye, tiştê gotiye dikin.
Jixwe tiştê bi tirkan pir zor tê serîhildana kurda ye, ev yek bi wan pir zor tê, dixwazin vê serîhildanê bi rengekî hovana bişkînin ji bo kurd careke din cesaretî tiştekî wenî nekin.
Lê miletê kurd ji zû da ye dîwarê tirsê hedimandiye, gefên wiha ji bo miletê kurd êdî wek fisên tajiyan e…
XXX

Ne hewce ye meriv alim û rimildar be,
heta Erdogan li ser hukim be
ji kurdan ra ewê rehetî tunebe
hêvî dikim ev texmîna min ya reşbîn şaş be

XXX
Hin kes li ser kursiyeke dewletê ya saxlem rûniştine û wek muftiyan waizê didin, şîretan li kurdan dikin. Fena ku ew ne kurd bin û tu daxwazeke wan ji dewletê tunebe, fena ku tu gelşeke wan bi dewletê ra tunebe.

XXX
Dostî jî, dijminatî jî eşkere xweş e, meriv kesî naxapîne. Lê herkes hewqasî ne camêr e, hin kes bi dev dost xuya dikin, lê bi dil dijmin in...

XXX
Li Tirkiyê ewê 37 hezar mamosteyên tirkî werin girtin.
Hejmara mamosteyên ji bo kurdî werin girtin 12 heb in.
Ji tirkî ra 37 hezar, ji kurdî ra 12 heb.
A ev e wekheviya tirk û kurdan.
A ev e edaleta dewleta tirk
.


XXX
Dek û dolabên, kemîn, hîle û fêlbaziyên Erdogan pir in. Fena ku dewleta wî tu tiştekî xerab nake, fena ku dewleta wî her roj gund û bajarên kurdan wêran neke û zarokên kurdan nakuje, sûcdar tenê PKK ye, banga çekdanînê li PKKê tê kirin.
Hin eşîrên kurd, konsulekî emerîkî, siyasetmedarên kurd ji bo çekdanînê bang li PKKê kirine, gotine şer rawestîne.
Baş e, rind e, bir a PKK dev şer berde, lê belê dewletê jî ji bîr nekin, dewletê mala kurdan şewitandiye. Dibê ji vê dewletê ra û ji Erdogan ra jî du peyv werin kirin.
Mesele ne tenê rawestandina şer e, ev dewlet ewê çi bide kurdan, dibê ev jî ji dewletê û Erdogan were pirsîn, were xwestin...

01 september 2015

Şîreta Arîsto û rewşa me kurdan



Îskenderê Mezin(B.Î 323-356)ji fîlozofê mezin Arîsto(B. Î. 322-384)ra nameyekê dinivîse.
Li welatên zeft kirine ji bo ku kanibe însanên wan welatan di binê emir û tahakuma xwe da bigre sê pirsan ji Arîsto(Arîstoteles)dike.
1. Gelo ez hemû mezin û giregirên van welatan bişînim sirgûnê?
2. Gelo ez hemû mezin û giregirên van welatan têxim girîgehan?
3. Gelo ez serê hemû mezin û giregirên van welatan bifirînim?
Tu çi dibêjî, pêşniyara te ji min ra çi ye?
Li gorî dibêjin Arîsto ev bersîva jêrîn daye Îskenderê mezin:
1.Li surgûnê ewê xwe bidin ser hev û li hemberî te serî hildin.
2.Girtîgeh ewê bibin hêlîna têkoşeran/milîtanan û ji bin kontrolê derkevin.
3. Heger tu serê wan bifirînî nifşên(cîlên, neslên)piştî wan rabin ewê bi kîn û daxwaza heyfgirtinê mezin bibin û textê te bihejînin.
Ji dêlî wê dibê tu dubendiyê, nîfaqê têxî nabêna wan, wan bera pêxîla hev bidî, wan bikî neyrên hev. Dema ew bi hev ketin, wan şerê hev kirin, tu yê wek hakem xwe bi wan bidî qebûlkirin. Lê belê tu yê hemû riyên lihevkirinê tim bigrî, tu yê nehelî tu carî li hev werin. Heta ku ew neyarên hev bin tu yê kanibî wan bindest bihêlî û îdare bikî…
Bi rastî Îskender nameyeke wiha ji Arîsto ra nivîsî ye ya na û Arîsto jî bersîveke wiha dayê ya na ez nizanim, kane rast be, kane ne rast be.
Lê mesela me ne ev e.
Ya muhîm tu dibêjî belkî ev çîrok ji bo me kurdan hatiye nivîsîne, kê gotibe ji bo me kurdan gotiye.
Rewşa me kurdan ya îro eynî wek ya vê çîrokê ye.
Neyarên me dîrekt û îndîrekt, bi riya dîn, bi riya îdeolojiyên siyasî û bi gelek rê û metodên din em berra pêxîla hev dane, em kirine dilnexwaz, xêrnexwaz û neyarên hev.
Û bi saya vê siyaseta xwe, me bindest dihêlin, nahêlin em ji bindestiya wan rizgar bibin.
Her partiyek, her siyasetmedar û ronakbîrekî kurd bi hin argumentan neyartiya hev dikin û tifaqq xwe çê nakin.
Çîrok ev e, sebebekî bindestiya me jî ev e bêtifaqiya me ye, dijmin bi me dilîzin, nahêlin em yekîtiya xwe çêkin.
Geh bi dîn û îmanê me berra hev didin, geh bi îdeoliyên rast û çepîtiyê. Û geh jî bi xapandinê, bi riyên destik û nokerên xwe.
Dibê em tiştekî baş bizanibin, her kesê di nabêna hêz û partiyên kurd û Kurdistanî da fêsadî û gelaciyê dikin, di bin çi navî da dibe bila bibe, di bin xêliya kîjan îdeolojiyê û siyasetê da dibe bila bibe, zirarê didin kurdan û xizmetê ji armancên neyarên me ra dikin.
Hinek objektîf û hinek jî subjektîf destikên vê plana neyarên me ne, dibê em guh nedin fêsadiyên wan, wan ji nava xwe bavêjin…
Hêzên netewî, kurdên welatparêz dibê destên biratiyê bidin hev û yekîtiya netewî ava biki



Em dîsa vegeriyan qeysa berê

Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdaga tirk, di telewîzyona IMCê da gotiye, ”Bi herba xwe ya îlan kirine dixwazin gelên Tirkiyê ji hev biqetînin, rojhilat û rojavayê wê ji hev biqetînin.”
Piştî 35 sal şer û liberxwedaneke bêemsal, 50 hezar şehîd, 4 hezar gundên wêranbûyî, bi milyonan koçberî em hatin gihîştin edebiyata ”Dogu” yê, "rojhilat û rojava", Kurdistan tuneye, ”Rojhilatê Tirkyê” heye.
Yanî piştî xebat û 35 şer û bedelekî pir giran em dîsa vegeriyan qeysa berê...
Û viya jî hevseroka HDPê, nûnera kurdan ya di meclîsê da dibêje.
Dewleta tirk, miletê tirk çiqasî naxwazin Kurdistan hebe, Fîgan Yuksekdag jî hewqasî naxwaze.
Û ji ber ku naxwaze Kurdistan hebe, lema navê wê jî nabêje, dibêje ”rojhilatê û Tirkiyê….”

XXX


”Erdogan mêrê hemû jinên AKê ye”
Munevver Arslan xanima AKê gotiye, ”çawa ku reîsê malbatê mêrê jinê ye, reîsê welêt jî mêrê milet e.”
Weleh tu rast dibêjî, mêrik bi darê zorê xwe kiriye mêrê milet…
Munevver Arslan xanim di branşa ”mêrîtî” û ”jintiyê”da pir hoste xuya dike, dixwaze zû ”koşê donmîş bike”, gotiye:
”Serokkomarê me Erdogan, canê me ye, xwîna me ye, birayê me ye, bavê me, diya me ye û mêrê me ye. We fêm kir?”
Qîzê porkirê, ma ev zalim bû beran, bû nêrî?
Lê şansê mêrik heye, bi rastî jî yên dixwazin jê ra bibin jin pir in..

Piştî ku hasil çûye mûsil...

Piştî ku hasil çûye mûsil, mala kurdan şewitiye, Dûran Kalkan efendî rabûye HDPê rexne dike, efendim bila HDPê piştî hilbijartinan hewqasî dijberiya AKPê nekira.
HDP li devê we dinêre, ne tu û yên wek te bûna, ne çend çepên tirk yên rût bûna, HDPê ewê siyasetkeke hîn rasyonel bimeşanda. Lê hûn nahêlin, hûn nahêlin kurd li gorî şertên xwe û berjewendiyên gelê xwe hereket bikin. Hûn li gorî defa çepên tirk hol dibin, We çend çepên tirk yên bêxwedî tayinî ser serê kurdan kirine...

XXX
Dîplomatê navdar yê Amerîkî Robert Ford, derbarê nakokiyên nabêna kurdan başûr da bala kurdan kişandiye û gotiye “erê li Kurdistanê dema guhertinê hatiye, lê belê nabe ku îstiqrar bibe qurbana guhertinan” û dibê kurd ”Kurdistanê nekin Sûriye.”
Berê me digot Emerîka xêra me naxwaze, alîkariya me nake, nuha qareqare Emerîka ye, dîplomatan li ser dîplomatan dişîne Kurdistanê, beyanê li ser beyanê dide, dibê kurdino ez ketime bextê we li hev bikin.
Lê kurd li hev nakin, Xwedê ji meriv bistîne wiha ye. Ya jî kêmaqilî wiha ye…



XXX
Pêşiyan berê gotine, "Dema ecela gêrikê bê
bask pê ve tê."
Kurdên başûr bitir bûne, lema jî ji hev nagerin. Ez ditirsim serê hev bixwin. Û pê ra jî mala kurdan bişewitînin.